[ ŞEMÎ, 2024-04-27 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


LÎTERATÛR 
 [ KURTEÇÎROK  [ PARÇEROMAN  [ REXNE ]   [ HELBEST
Berfekurdên Orhan Pamuk
» Romana Orhan Pamuk ”Kar”
ROHAT ALAKOM

STOCKHOLM, 21/10 2006 — Ev çend sal in ez di derbara dîroka bajarê Qersê de kar dikim û dixwazim di derbara pirçandiya li Qersê û dîroka kurdên Qersê de hin lêkolînan amade bikim. Beşeke vê xebata min di sala 2004an de wek pirtûkeke bi serê xwe çap bû ko behsa komeke arîstokratên Serhedê, Torinan dike.[1] Beşek mayî di derbara dîroka kurdên Qersê de ye, ev xebata hê wek pirtûk nehatiye weşandin. Lê belê çawa tê xuyan lêkolîn û xebatên min ên li ser Qersê her berdewam in.

Dema min hin çavkanî û materyal berhev dikirin, her wisa jî bala min li ser çavkaniyên edebî bûn ko qala Qersê dikirin, nivîseke min a dirêj di kovarekê hate weşandin.[2] Yek ji wan jî romana nivîskarê tirk Orhan Pamuk, ”Kar” bû ko di sala 2002an de hatibû weşandin û qala kurdên Qersê dikir. Vê berhemê rêza pirtûkên min ên di derbara Qersê de zêde û dewlemend kir. Sal derbas bûn, dema di sala 2006an de Orhan Pamuk bû xweyê xelata edebiyatê ya Nobelê, bala min careke din şemitî li ser vê romana bi navê ”Kar” û babeta berfekurdên romanê.

Di sala 2002an de dema ez li Diyarbekirê di civînekê de beşdar bûm, di otêla bi navê Turîstîk Otel de Orhan Pamuk jî mêvan bû. Sibehekê min, Orhan Pamuk û nivîskara kurd Suzan Samancî danê sibê bi hevra taştêk xwar. Suzan Samanciyê ji min re dîyarîyek anibû, romana Orhan Pamuk a bi navê ”Kar”, bi îmza xwe ve. Ji ber ko nivîskarê pirtûkê jî li wir bû, amade bû, wî jî eynî pirtûk, pirtûka xwe îmza kir. Bi vî tehrî ev nusxa vê pirtûkê bi du îmzeyan ve xemilî. Pirtûk ji bo min bû bîranîneke xweş û dîrokî. Piştî ko Orhan Pamuk fêr bû ez kurdê Qersê me tavilê ji min pirsî ka wek qersî gelo ez vê romana Qersê çawa dibînim. Çimkî bûyerên romanê li wî bajarê ko ez ji dayîk bûme ango li bajarê Qersê derbas dibûn. Min berî çend mehan roman xwendibû û bi rastî kêfa min gelek ji vê berhemê re hatibû. Min dîtinên xwe jê re bi kurtî pêşkêş kirin û wî jî bi baldarî guhdar kir.


» Rohat Alakom, Orhan Pamuk û Suzan Samancî (2002, Dîyarbekir)

Berfa bajarê Qersê gelek navdar e, bi mehan berfeke giran li vî bajarê ser sînor dibare. Ev berfa sînoran paqij dike, ji ortê hiltîne. Têkiliyên Qersê bi derdorên xwe û bi gundan ve tên birîn. Rê tên girtin, her der çîl-spî dibe. Qers dibe bajarekî spî. Orhan Pamukê ko ji rengan zêde hez dike, navên rengan li berhemên xwe dike dikaribû navê vê romana danibûya; Bajarê Spî. Li havînan her çiqas berf dihele, robar û çem radibin, derdor reş dibin dîsa jî li serê çiyan û giran (topan) belekiyên berfê her dimînin û xwe nîşan didin. Belê mirov dikare bêje ko Orhan Pamuk berf kiriye nîşana vî bajarî. Navê otêla ko mêrxasê romanê lê dimîne jî çawa em dibînin ji peyva berfê çêbûye: ”Karpalas Oteli” (Otela Berfepalas).

Orhan Pamuk di romana ”Kar” de xwendevanan dibe bajarê Qersê, bajarekî kevn. Wek rojnameyeke swêdî jî nivîsîye, Orhan Pamuk bûye rêberê sînoran, wek nivîskarê Serhedê tê nasîn.[3] Bajarê Qersê li serê sînorê Tirkiyê yê herî dûr li rohilatê cîh girtiye. Nêzîkî sînorên Gurcîstanê, Ermenîstanê û Îran dimîne. Berê li van deveran Rûs hakim bûn, Gurcîstan û Ermenîstan jî çawa tê zanîn di nav sînorên Rusyayê de diman. Piştî ko ev devera kete destê Tirkiye, Qers bi salan wek bajarekî îzolekirî û tenêmayî wisa paşta ma, her çû xizan ket, di nav toz û dumanê de ma.

Ahalî, rûniştvan û binecîhên bajarê Qersê ji ber gelek sedeman, wek mîsal belengazî û terorê di salên 1980yî de malên xwe bar kirine, çûne bajarên mezin. Qers di van salan de vala bûye û derketiye firotanê jî. Rojnameyên wan salan Qers wek bajarê firotanê dane nasîn, yên ko 50 mîlyarên wî/wê hebûne dikaribû ev bajara ji xwe re bikiriya.[4] Paşê ji gundan gelek kes hatin li navça bajêr cîwar bûn. Rengê nifûsê Qersê xwe guhirî. Vê carê kurd tijî bajêr bûn, Qers zêdetir bû bajarekî kurd.

Bûyerên ko di romana ”Kar” de derbas dibin zêdetir rewşa Tirkiyê, serêşî û pirsên rojeva Tirkiyê yên sîyasî û civakî wek mînyatûrekî pêşkêş dike. Bûyerên ko di rastiyê de li Qersê derbas dibin wek herkes zane zêdetir babeta lêkolîn û analîzan e! Her roman dikare nêzîkî jîyane rojane û bûyerên dîrokî bibin, lê belê tu wext nikarin bibin kopyayên hev ên eynî û hevbeş.

Dema xwendevan dest pê dike romanê dixwîne, dibîne ko li ser gulîyên berfê yên spî êdî dilopên xwînê yên sor dikevin. Di navbera hêzên polîtîk de pevçûn û şer derdikevin. Di romanê de kuştin, lêxistin û zilm heye. Çawa tê xuyan rengên berfê û rengê xwînê qet hev venakin.

Mêrxasê romanê Kerim Alakuşoğlu piştî 12 salan ji Almanyê, ji sirgûnê vedigere welêt. Ew bi xwe helbestvan e. Ji ber tîpên pêşîn ên nav û paşnava wî, ew di romanê de hertim bi naznava xwe ya Ka tê nasîn. Ka bi navê rojnameyekê diçe bajarê Qersê ji bo ko him hilbijartinên sîyasî li vir bişopîne û him jî zêdebûna xwekuştinên hin keçan lêbikolîne. Ew di demeke wisa tê Qersê ko li her derê vî bajarî berfê pêçaye û bajar di bin berfê de maye. Çawa em dibînin sê peyvên ko bi tîpa K ve destpêdikin di romanê de gelek caran derbas dibin û wek sê peyvên anaxtar dikarin bên hesibîn: Ka (navê mêrxasê romanê), Kar (tirkiya peyva berf) û Kars (tirkiya bajarê Qersê). Ka berî ko bê Qersê zane ko li vir dilketîke wî ya kevn bi navê Îpek dimîne. Kelecana wî zêde ye. Îpek ji mêrê xwe qetyaye û niha bi bavê xwe û bi xwîşka xwe Kadîfe re tevayî dimîne.

Ka dema dighêje Qersê hêdî hêdî dest pê dike kurdên vî bajarî jî nas dike û bi wan re dibe nas. Cara pêşîn dema qala kurdan tê kirin, nivîskar behsa “Qehwexaneyên ko tijî kurdên bêkar” dike.[5] Orhan Pamuk li cîhekî mayî kurdên Qersê dide nasîn û dibêje ko ji sedî 40 nifûsê Qersê kurd in. Di romana ”Kar” de temaya kurdî temayeke bingehîn e. Di gelek cîhên romanê de qala kurdan tê kirin. Kurd yan jî berfekurdên ko Orhan Pamuk efirandine û çêkirine hemû ji jîyana xwe dilsar in. Wek barîna kulîyên berfê wisa bi nalîn, bi keder û bi jan in. Çawa tê xuyan ew kesan, xizanî, belengazî, lêdan, teda û zilmeke mezin dibînin û xwe di nav valahîkê de dihesibînin.

Di romanê de gelek tîpên kurd tên rêzkirin, wek dîndarên kurd, ronakbîrên kurd, şervanên kurd, xwendekarên kurd, jin û keçên kurd. Tîpkirina kurdan di vê romana hacimfireh de belav belav bûye, ji serî heta dawî navê kurdan di vê berhemê de derbas dibe.

Yek ji wan kurdan ko di romanê de zêdetir qala wî tê kirin, ew kesê bi navê Muxtar e, mêrê Îpekê yê kevn e. Muxtar, berê kesekî çeprevîn bûye, dîtinên çep parastiye û niha bûye yekî dîndar û li Qersê sereketiya partiyeke dîndar dike. Orhan Pamuk bi efrandina tîpa Muxtar xwestiye nîşan bide ko kesayetiya mirovan di van salan de ji binî ve guhiriye û tu tişt di şuna xwe de nemaye, leqiyaye. Her tişt ji mêrxasê romanê Ka re ecêb tê! Salên dirêj ên xeribiyê gelek tişt bi xwe re birine, dewreke teze hatiye û nifşeke nû rûdaye.

Bajarê Qersê di romanê de wek hêlîna ekstremîêstên dîndar tê nasandin. Peyvên kurd û îslamî di romanê de gelek caran bi hevra derbas dibin, bi hevra tên bi kar anîn û gazî hev dikin. Kurd di romanê de yek ji wan faktorên nerazîbûna dîndarî û îslamî derbas dibin. Mala şêxê kurd Hezretî Saadeddîn Efendî li Qersê wek navendeke îslamîstên radîkal tê nasîn. Kesekî tarî û esrarengîz bi navê Lacivert ko ji Dîyarbekirê hatiye Qersê angorî gotinan di vê male de dijî. Ew, bi armanca di nav xwendekaran de kar bike hatiye vir. Di navbera nasyonaîstên kurd ên marksîst û îslamîstan de nakokî û dijberiyî peyda dibin. Hemû ev beşên romanê wan cînayet û kuştinên nedîyar (faiilî meçhûl) ko hejmara wan di salên 1980-2000 gihîştiye dereceke mezin tîne bîra mirovan. Ew hêzên tarî ko bi navê Hîzbullah hatibûn nasîn û nêzîkî dewletê bûn, çawa tê zanîn bibûn bikujê bi kezaran kurdên bêgune li Kurdistanê.

Tê gotin ko wek li bajarê Batmanê li Qersê jî keçên ciwan xwe dikujin û hejmara wan her diçe zêedir dibe. Rojnamevan û helbestan Ka ko hatiye Qersê li pey şopa van xwekuştinan (întîhar) ketiye, dixwaze sedemên van bûyeran fêr bibe û ji rojnameya xwe Cumhuriyetê re wek nûçe bişîne. Ka gelek caran rastî vê tabelayê tê: “Mirov şahesereki Xwedê ye, xwekuştin çêrkirinek e! “(İnsan Allah’ın Bir Şaheseridir ve İntihar Bir Küfürdür).[6] Çima gelo mêr xwe dispêrin dîn û jin jî xwe dikujin? Berîva vê pirsê ji bo mêrxasê romanê Ka ewqas nehêsa ye. Belê ew kesên ko di nav xizanî, belengaziyê û bêkariyê de difetisin zwe zêdetir bi dîn ve girêdidin. Bêgavî û bêçaretî wek şans para wan ketiye. Ew mirovên bêçare niha di romanê de ji xwe re rêyekê digerin!

Di romana ”Kar” de her wisa jî kurdayetî, Îslam û Rojavayî wek sê problemên Tirkiye yên here bingehîn ji xwe re qalibekî, starekê û formekî digerin. Kemala peyva xwekuştin di romanê de fireh hatiye girtin, çi xwekuştinên şexsî, çi xwekuştinên dîtinan û baweriyan. Şerê xwekuştin û xweefrandinê her berdewam e. Ev têza çawa em dibînin di romanê de ji bo çareserkirina problema kurdan û rizgariya kurdan jî derbas dibe. Tevgera kurd him dikare xwe bikuje û him jî dikare xwe ji nû ve biafrîne.

Di romana ”Kar” de hin caran qala pirgirêka kurdî û tevgera kurdî ya etnîkî jî tê kirin, angorî hêzên dewletê û hêzên resmî yan jî angorî kesên din ên nêzîkî dewletê; separatîstên kurd li Qersê dixwazin mirovan berî hev bidin û welêt perçe bikin. Bi kêmanî dîtinên Serdar Begê, berpirsê Rojnameya Bajarê Serhedê wisa ye.[7] Ne tenê welatparêz û nasyonalîstên kurd, her wisa jî di romana ”Kar” de hejmara xwendekarên ko xwe spartina Îslama radîkal û Îslama polîtk zêde ne. Piraniya wan ji malbatên xizan û belengaz tên. Dema Serekê Enstîtuya Perwerdeyê ji aliyê hêzên Îslamî de li navça Qersê tê kuştin, şik hertim li ser vê koma kurdan a xwendekaran e. Di beşa romanê ya bi sernava “Em ne gêj in, tenê xizan û belengaz in” de pirsgirêka kurdî zêdetir tê niqaş kirin. Di Otêla Asyayê de civîneke veşartî pêk tê. Çend xwendekarên kurdî wek nûnerên kurdan di civînê de beşdar dibin, dîtin û baweriyên xwe pêşkêş dikin.[8]

Orhan Pamuk doz û jana kurdan ji nêzîk ve nas dike. Ew gelek caran wek mirov bi nivîs, bi beyan û bi tevger li dijî wan neheqiyên ko li kurdan dibin derketiye. Çawa tê zanîn ew beyana wî ya ko di rojnameyeke Swîsreyê de derket û qala kuştina sî kezar kurd û mîlyone ermenî kiriye li cîhanê gelek nav nav û deng da.[9] Di romanên xwe yên mayî jî carcar navê kurdan dide. Orhan Pamuk di romana xwe ya bi navê Cevdet Bey û Lawên Wî de de qala bûyereke gelek balkêş dike. Di Serhildana Dersimê (1938) de dema pirek bi resmî bi beşdarbûna valiyê bajêr tê vekirin tiştekî ecêb diqewime. Dema valî dest bi axaftina xwe kiriye, tesaduf li wir kerek (guhdirêj) jî hebûye û dest pê kiriye ziriyaye. Paşê eziyetekî mezin li xweyê kerê û ew karmendê ko xwe negirtiye, wê demê keniyaye, hatiye kirin. Orhan Pamuk li vir bala xwendevanan careke din dikşîne zordestiyên ko bi salan li kurdan bûne û dibin.[10]

Rast e, romana “Kar” panorameke jîyana polîtîk û civakî ya Tirkiye ya îro bi tehrekî edebî li ber çavan radixe. Orhan Pamuk tenê behsa îro nake, nivîskar di romanê de gelek caran xwendevanan dibe salên bihurî û dîroka Qersê ya kevn dide nasîn. Îro û duh bi hevra tên girêdan. Her wisa jî di romanê de pencereyên ko li demên bihurî vedibin, hene. Di sedsalên kevn de li bajêr ji her neteweyî komên mirovan hebûne: Rûs, ermenî, kurd, tirk, estonî, yunanî, azerî, cihû û gelek komên din. Orhan Pamuk di romana xwe de gelek caran behsa wan avahîyên rûs û ermenî dike ko heta niha jî li Qersê hene. Bi van balkişandinan ve nivîskar me dibe sedsala 19an, dema rûs li Qersê hakim bûn û ev bajara ji nû ve ava dikirin (1878-1918). Di van çil salan de Qerseke nû hate ava kirin. Ew mal, dêr û kargehên dîrokî ko li Qersê hebûn îro bêxwedî mane, hinek ji wan hilweşiyane û hinek bûne xirbe. Gelek ji wan malên kevn ên xweşik îro kêm mane. Ev rojên bihurî wek krîstalên stêrkên berfê wisa zelal û xurt di romanê de diçirûsin, dibiriqin. Nivîskar bi vekirî xweziya xwe li wan salên zêrîn û windabûyî tîne. Orhan Pamuk di romana ”Kar” de gelek caran qala malên ermenî yên bi salan vala dike. Bi peyva “vala” ve nivîskar bala xwendevanan careke din dikşîne qira ermeniyan, salên rev û bezê. Nivîskar li hin cîhan îfadeya “malên terkkirî” bi kar tîne.


» Rûs, kurd , tirk li bajarê Qersê (Sûretekî ko pirçandiya Qersê temsîl dike, salên 1950yî). Ji serê milê çepê Nata, keçeke rûs, yek ji wan rûsên dawî li bajarê Qersê. Malbata Îsmaîl Hakkî Alaca ko bi koka xwe kurd e û sereketiya belediya Qersê kiriye (kesê rêza paş, ji milê rastê kesê duwem) û hin kesên tirk

Di romana ”Kar” de hin tîpên kurdî yên jin jî hene, wek berdestî, karker, xwendekar, dayîk û jinên malan derbas dibin. Yek wi wan Zahîde ye ko wek berdestî alîkariya malbata Îpekê dike, bi xwarinên xwe yên bi tam û bi lezet ve navdar e.[11] Kurdên Qersê tir-xofeke mezin dixin dilê hêzên resmî, tê gotin ko kurd vê carê jî jehrê li tevî xwarin û vexwarinên firotanê, dikin! Polês li pey şopa wan e. Şik vê carê li ser jineke kurd e ko şerbetê çêdike û ew şerbet di bufekê de tê firotan.

Di romanê de tê xuyan ko hin jin xwe dikujin. Gelo ev jin bi van xwekuştinan ve dizwazin çi protesto biken? Ev bebeta di romanê de cîhekî fireh digre. Orhan Pamuk çawa tê xuyan ew bajarê kurd, Batman, aniye li bajarê Qersê ve monte kiriye, mînyaturekî Batmanê li Qersê ava kiriye. Vê babetê wek me li jor jî got hêrsa xwendevanên Qersî aniye. Lê belê xwendevanan dîsa ji bîr kiribû ko ev ev pirtûk berhemeke edebî ye, dikare neşibîne Qersa îroyîn, Qersa xerîteyan. Mirov eger li rastiyê bigere hejmara van xwekuştinên keçan wek li Batmanê ewqas li Qersê zêde nînin. Qers ji berê de wek bajarekî demokrat, pêşverû û lîberal tê nasîn. Wek mîsal bajarê Erzirmê ko nêzîkî Qersê dimîne eksê Qersê ye, bajarekî dîndar e yan kî wisa hatiye nasîn.

Çawa me li jor jî got romana “Kar” romaneke polîtîk e. Lê belê di vê berhemê de evîn, hezkirin û dildarî jî xwe nîşan dide, babeteke bingehîn e. Evîna di navbera Ka û Îpekê de gelek caran wê sur-sermê û berfa giran li Qersê dihelîne. Bala xwendevanan hertim li ser vê babeta evînê ye. Xweşîka Îpekê, Kadîfe jî balkêş e ji bo xwendevanan. Hilbijartina herdu navên van jinxasan, Îpek û Kadîfe, nermahî, nazîkî û kubarîke mezin li vî bajarê zivistan-dirêj dibarîne. Herdu keç, Îpek û Kadîfe bi hemû jinahîya xwe, bi bedewî û xweşikbûna xwe wek navên xwe tevdigerin û di romana “Kar” de du stunên femînîn pêk dînin.

Piraniya Qersîyan ko ev romana xwendibûn, him ji romanê û him ji nivîskarê romanê gelek aciz bibûn. Angorî wan, Orhan Pamuk di vê romanê de wêneyekî Qersê yê reş pêşkêş dikir. Dîsa angorî wan, Orhan Pamuk, bajarê Qersê wek hêlîna hêzên tarî, ekstremîstên dîndar û terorê nîşan daye. Angorî van derdoran Qers di romanê de bûye bajarê tirs û xofê! Li Qersê keç xwe dikujin, wek li bajarê Batmanê xwe darda dikin. Bi dîtina wan, Orhan Pamuk ev bajara rezîl û sosret kiriye.

Angorî reaksiyonên xwendevanên Qersî, Orhan Pamuk neheqîyeke mezin li Qersiyan û Qersê kiriye û îmaja Qersê nimz kiriye, Qers piçûk kiriye. Piraniya van hêzên muhalîf bi koka xwe tirk in yan jî nêzîkî dewletê û hêzên resmî ne. Hin kes û hêzên kevneperset ji ber ko Orhan Pamuk zêde behsa mozaîka Qersê, pirçandî û hebûna gelê kurd, ermenî û neteweyên din kiriye gelek hêrs ketine.[12] Her wisa jî babeta xwekuştina keçan zêde hêrsa qersiyan aniye. Li dijî nivîskar Orhan Pamuk û romana wî ya bi navê “Kar” dijayetîke mezin peyda bûye.[13] Ne tenê xwendevanan, hin rexnevanan jî ev yeka di nivîskariya Orhan Pamuk de wek qezayeke mezin hesibandine.[14]

Lê belê tiştek divê bê zanîn ko her berhemeke edebî nikare wek berhemeke dîrokî bê qebûl kirin û nirxandin. Orhan Pamuk di vê romana xwe de Qersek ji xwe re çêkiriye yan jî Qerseke çêkirî di vê romana xwe de cîwar kiriye, Qerseke ji xewnerojan pêkhatî, Qerseke fiktiv, Qerseke ko di rastiyê de tune ye. Lê belê hin xwendevanan rastiyên edebî û rastiyên dîrokî tevlihev kirine, dijberî û dijayetiya li hemberî Orhan Pamuk xurt kirine.

Çi dibe bila bibe heyranî û hezkirina Orhan Pamuk a di derbara Qersê de nikare bê niqaş kirin, ew dildarekî Qersê ye. Ev yeka divê wisa bê zanîn. Orhan Pamuk, Qersê hez dike. Nîyeteke wî ya ko Qersê reş nîşan bide tune ye. Orhan Pamuk bi vê romana xwe ve Qers li hemû dinê da nasandin. Di vê babetê de Orhan Pamuk çiqas serketiye-serneketiye, ev babeta bi kurtî babeteke guhirbar e, angorî kesan û xwendevanan diguhire, babeteke şirovekirin û şerxê ye. Roman heta niha bi çend zimanên mezin ên cîhanê hatiye weşandin û bala xwendevann cîhanê kişandiye ser Qersê. Romana “Kar” di sala 2004an de li Amerîkayê wek yek ji wan 10 pirtûkên baştirîn hate hilbijartin û di sala 2005an de li Fransayê xelata romana here baştirîn a biyanî (Le Prix Medicis Etranger) wergirt. Roman ji bo Qersê, Qersa ko bi salan hatibû ji bîr kirin reklameke gelek baş e. Divê em li vir bidin dîyar kirin ko hejmara xwendevanên ko roman ecibandine ji hejmara kesên neecibandine qat bi qat li cîhanê zêde ye. Çawa tê xuyan vê carê bala xwendevanên cîhanê şemitî li ser babeta Qersê, her wisa jî kurdên Qersê. Piştî wergirtina Xelata Nobelê (2006) romana ”Kar” wek berhemên Orhan Pamuk ên din wê zêdetir nav û deng bide.

-----

[1] Rohat Alakom, Arîstokratên Kurd: Torin, Apec, 2004.

[2] Rohat Alakom, 19. Yüzyılda Kars’da Aşk ve Kimlik Arayışları-Kars’ın Güzel Kızı Ayşe, Folklor ve Edebiyat, nr 46/2006.

[3] Bo Giertz, Vår vägvisare i gränslandet, Kyrkans Tidning, nr 9/2005. Henrik Berggren: Brännpunkt Kars, Dagens Nyheter 23/9 2005.

[4] 50 Milyarı Olan Kars’ı Alabilir, Milliyet 14/12 1989.

[5] Orhan Pamuk, Kar, İletişim, 2002, Çapa Yekem, rûp.15.

[6] Orhan Pamuk, Kar, rûp.13.

[7] Orhan Pamuk, Kar, rûp.30.

[8] Orhan Pamuk, Kar, rûp 266-282.

[9] Rojnameya Tagesanzeiger 6/2 2005.

[10] Orhan Pamuk, Cevdet Bey ve Oğulları, 1984, rûp.321.

[11] Orhan Pamuk, Kar, rûp.120.

[12] Ali Fuat Bilikan, Kar’da Ayak İzleri, www.egitimplatformu.net (kitap tanıtımları).

[13] Erkan Karagöz, ‘Kar’vana, Berfin Bahar, nr 68/2003.

[14] A. Ömer Türkeş, Kar, Pandora Kitap Eleştirileri.

-----------------------------------
Nivîskar: ROHAT ALAKOM
Weşandin: 2006-10-21
Xwendin: 11278
 

LÎTERATÛR   
Ez û Delala Sidqî Hirorî (2007-12-07)
Şerefname ji nû ve li Stenbolê derket (2007-11-08)
Piştî bîst salan yan jî “Dil pîr nabe” (2007-10-29)
Mehkemekirineka jinane (2006-04-05)
Dereng lê ne bêaheng (2006-04-03)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline
fiogf49gjkf0d
Lêkolîneke nûh li ser dîroka kurdan: Cemîlpaşazadeyên Dîyarbekirî û Neteweperestîya Kurdî (2005-06-28)
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Lîsteya romanên kurdî (kurmancî) – hin îstatîstikên li ser romanên kurdî (2003-01-11)
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
fiogf49gjkf0d
Xebateke akademîk: Bingehên rastnivîsandina kurdiyê (kirmancî) (1997-08-28)
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline
fiogf49gjkf0d
Bingehên rastnivîsandina kurdiyê (kirmancî) – pirtûka ji-kevilê-xwe-der (1997-06-27)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin (1997-05-31)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org