[ YEKŞEM, 2024-12-22 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Projeya destûra herêm û mafê neteweyên Kurdistani
KURDISTAN, 21/10 2006 — Ji paradoksên watedar û kesnedîtî ko kurd ji dor sedsalekê ve têdikoşin û li çareseriyeke şayiste ji bo doza xwe ya neteweyî re digerin û li benda yên din yên serdest û vîna navneteweyî –ya niyazbaş!-dimînin,bi gotineke din li benda deselatên neteweyên serdest "ereb û tirk û faris" ko gotina xwe bibêjin û nêrîna xwe derbarê çarenûsa wan de eşkere bikin, em niha li herêma kurdistana iraqê ya federe wan di cihê biryardan û destnîşankirina çarenûsa miletên din de dibînin-ev tiştê ko ciyê serbilindiyê ye-û barê çareserkirina erkên xwe yên niştimanî û îdarî û aborî û çarenûsî û di nav de danûsitandinkirin bi kitekitên pirsgirêkên neteweyên din re hildigirin di riya pêşkêşkirina projeya destûra herêma kurdistana iraqê ji bo guftûgokirinê,mîna ezmûneke nû û bêhempa di dîroka tevgera neteweyî kurdî de ya ko divê biserbikeve çiqasî ko kedên çandî û zagonî û maddî û kargêrî di warê gotûbêj û danûsitandinê de pir bin jî di çarçoveya objektîvî û vekirîbûn û tolerans û perensîpên demokratîk de. Di vê gotara xwe de,ez dê tenê derbarê mihwera neteweyên kurdistanê de biaxivim û alî û mijarên din ji pisporan re bihêlim.

Di xwendina pêşî de,mirov neçare ko bawerî û geşbîniya xwe derbarê başî û pendiyariya deselatên herêmê di warê pêkanîna vî erkî bi şêwazeke bibalans û adilane de derbibrre,ji ber çend sedeman weke:

Yekem:hebûna mîrateke kombûyî di dîroka rojeva neteweyî rizgarîxwaz ya gelê kurdistana iraqê,û di pêşî de post û rola barzan û barzaniyan di warê hevjiyan û dabeşkirina rewşên jiyanê di demên dirêj de tevî pêkvejiyana olî û mirovî û niştimanî û neteweyî bi neteweyên kurdistanî re nemaze kildan û aşûriyan re di qonaxên şoreş û raperînan de û bi taybetî şoreşa Îlona 1961-ê, tiştê ko min bi herdû çavên xwe dît dema min seredana lîderê şoreşê barzaniyê nemir kir,hêz û betaliyonên pêşmergeyan ji endamên herdû milletan hebûn li dirêjahiya eniya şer a ko ji sînorên sûriyê dirêj dikir heta devera barzan,hindek ji wan şervanên pasevanên taybet bi serokê şoreşê bûn jî .Herweha,min wê demê li devera Balik di yekê ji baregehên serkirdayetiyê de hevdîtinek bi endamê encûmena şoreşê petrîkê mezin bolis bêdarî,mezintirîn olvanên kildanî re kir û duvre min pakrewanê hêja firenso herîrî,têkoşerê aşûrî yê mêrxas û nêzîk ji lîderê şoreşê barzaniyê nemir û hindek kesên din jî dîtin.

Diwem:taybetmendiya rewşa kurdistana iraqê ya niha, kurdistana ko li dirêjahiya dîroka iraqê ya nûjen de bû wargehê opozisyona niştimaniya demoqrat û navendeke bingehînî di warê rûxandina rêjîmên despotîk û guherandina hikûmetên gendel de,û qezenckirina gelê wê pisporiyeke mezin di mijarên peydekirina demokrasî û mafên mirovî û rizgarbûna ji despotîsmê û misogerkirina mafê çarenûsî û hestkirina bi tîmên serbestî û serdestiya niştimanî, bi taybetî ji ber rizgarbûna herêmê bi tavhî di despêka sedsala niha de li gel azadkirina iraqê û têkçûna dîktatoriyetê û lihemberderketina terora tunderew û geşepêdana proseya guherîna demoqrata berfireh li dever û cîhanê,tiştê ko hindek stûbariyên şaristanî nû û erkên dîtir li ser milê deselatên herêma kurdistanê zêde dike,daku ew ji hemwelatiyên xwe û ji iraqiyan û cîhanê re radeya miqatebûna xwe li ser perensîpên ko miletê kurd her û her ew hildane û ji yên din daxwazkiriye ko ew wan bicîbînin,nexasime mafê milletan di destnîşankirina çarenûsa xwe de,bide xuyakirin.Her weha,da ko tekez bike ko ezmûna kurdistana iraqê wê bibe nimûneyeke baş û adilane di warê çareserkirina pirsgirêka neteweyî di hundirê herêm de û bibe nimûneyek ji dewletên cînar û dewletên firenetewe li devera rojhilata navîn.

Sêyem:ji ber ko projeya destûr ji despêkê de zemîna saxlem ji bo çareserkirina pirsgirêkê misoger kiriye,û perensîpa bingehînî aniye ziman angu venasîndana bi hebûna neteweyên kurdistanî ji tirkmen û kildan û aşûrî û ermen û ereban di madeya şeşan de ya taybet bi pênasekirina gelê kurdistanê,tiştê sereke û pêwîst di warê danûsitandin kirina çarenûs û mafên gel û neteweyan.her weha di heman madeyê de pijirandina jimartina van neteweyan ji nişteciyên bingehînî li gor yasa û rastiya heyî(dûr ji mûqayeseyên karîkatûrîk bi rêjîmên despotîk re,ez li vir dibêjim:em kurdên sûriyê hijmra a me dor 3 milyon kes e û em %15 ji tevahiya xelkên sûriyê pêktînin û hêj me mafê venasîna destûrî bi hebûna xwe wernegirtiye,jixwe dev ji mafên din berde!),tiştê din jî ew bû venasîndana bi mafê neteweyên kurdistanî di destnîşankirina çarenûsa xwe de di çarçoveya giştî ji misogerkirina vî mafî ji tevahiya pêkhateyên civaka kurdistanê re ya ko di madeya heştan ji projeya destûrê herêm de hatiye.

Wisa, em xwe li hember rewşeka destûriya pêşkeftî ko tê de perensîpên bingehînî û bingeha pêdar derbarê rêzgirtina pirrengî û pijirandina neteweyên din û bihêzkirina civaka sivîl û bicihanîna armancên hemî neteweyên herêm ne tenê sebaretî dabînkirina mafên çarenûsî lê her weha derbarê tevahiya aliyên zagonî û îdarî û civakî û rewşenbîrî û azadiyên bingehînî û giştî û mafên mirovî û mafê jinê û takekesan û baweriyan û azadiya viberanînan û bazar û karûbarên aburî, dibînin.

Di vê rewşa navhatî de, pêwîst e ko nûnerên pêkhateyên neteweyên kurdistanê-hem ev mafekî wan e-vîna piraniyê di naverok û form û şêwaza xwestekên ko wan pêwîst dibînin ji bo bicihanîna daxwzên neteweyên xwe derbibirrin ji ber ko ev erk ji wan tête xwestin û divê ko ew li benda yên din bi taybetî kurdan yên ko destnîşankirina maf û xwestekên neteweyên kurdistanî ji foniqsyona xwe nabîne û rola şîretkar û sazkerê çarenûsa yên din bi hîç şêweyekî napijirîne, nemînin.

Çend pirsên pêwîst:

Bi boneya pêşkêşkirina projeya destûrê herêm bo goftûgoyê,alavên ragihandinê hindek nêrîn û gotar û daxuyanî ji layê rewşenbîrên kurd ve,belavkirin.Di heman demê de,nivîs û nêrînên ronakbîrên neteweyên din pir kêm bûn eger ko em nebêjin ew dudil û netebitî û nediyar bûn,ji ber ko di piraniya wan de konseptên mîna"hîlala mesîhî","milletê mesîhî","neteweya mesîhî","milletê kildanî aşûrî seryanî ermenî","mafên êzîdiyan"mafên fêliyan"..Htd,dihatine xuyakirin, tiştê ko pêwîst dike em van têbîniyan bînin ziman:

Projeya destûrê herêm venasînê bi hebûna ol û mezheb û baweriyan li Kurdistan û iraqê dide,lê di heman demê de ew weke destûrê iraqa federe nêzîkî meseleya avakirina kiyanên olî û mezhebî nabe. Bi gotineke din,pevçûna lidar ji encama qeyrana kurdî ji dema damezirandina dewleta iraqê ve bi hemî tundûtûjî û qirkirin û vêketina şoreş û raperînan tev ji ber doza neteweyî û mafê destnîşankirina çarenûsê rûdan,ne ji ber pirsgirêkên ol û mezheban,jiber vê çendê çi hewildana berev guherandina xuristiya pevçûnê ji neteweyiya vekirî berbi berî-neteweyî ve weke rengên xeyal û çandiniya deryayê dixuye,û qonaxa niha li kurdistanê bi çanda xwe ya siyasî û konsept û destûr û yasayên ko sazî û dezgehên kargêrî û zagonî û îdarî encam didin bi eşkerayî yek navnîşanê hembêz dikin ewjî ev e ko şêwaza pêkanîna erkên neteweyî tevî konseptên wan yên mirovî û demoqrat.Ji aliyê din ve,diyar e ko ne ji erkê destûr e ko "mafên neteweyî" yên tiwêjên kurdî ji peyrewên olên ji bilî islamê û bi heman şêweyê "mafên neteweyî" yên girûpên kurdî yên ji zaravên ji bilî soranî û kurmancî gotûbêj bike,ji ber ko ew tevî ko zarav û bawerî û olên wan cida ne jî kurd in,û çarenûsa wan bi ya tevahiya neteweya kurd ve girêdayî ye.

Dema ko projeya destûrî kildan û aşûriyan bi nav dike, armanc ne ew e ko ew dixwaze gelekî anjî kiyanekî parçe bike biqasî ko ew dixwaze realita heyî diyar bike û rêzê li vîna piraniya herî mezin ji herdû milletan bigire.Herkes dizane ko goftûgoya-germ-di navbera elîtên herdû milletan de lidare derbarê pirsên: gelo aşûriyên niha neviyên yên kevin in? gelo kildan milletekî serbixwe ye anjî erebên samî ne anjî kurdên file ne? gelo seryan millet anjî ziman e,ereb in anjî kurdên file ne? gelo hersê komên navbirî bi hev re milletê aramî pêktînin?gelo çi delîlên dîrokî û zanistî û rasteqîn ji konsepta gelê mesîhî li kurdistanê re hene?eger ko ermen milletekî serbixwe ye,naxwe çawa bi navê neteweyeke din tê binav kirin?

Bê guman, fakterê cografîk piştî yê mirovî rola sereke di ast û xwezaya mafên çi neteweyeka kurdistanî de dilîze, her weha,dabeşbûna berfireh ya neteweyên kurdistanê di tavilê parêzgeh û deveran de fakterekî sereke ye derbarê hevjana aştiyane û hezkirina duqolî û hemahengiyê, û pêwîste bi lêgerîna micid û objektîv li formeke şayiste di warên îdareya xwebixwe de, çi li ser bingeha"yekîtiyên neteweyî"anjî"dayîreyên neteweyî" xwediyên tavilê deselatên herêmî û zagonî û kargêrî ko xwestekên tevahiya pêkhateyên neteweyî wek ko di destûr de hatine pêkbîne mîna nimûneyeke zindî û pêşkeftî ji coreyên mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de ya ko di dawî de ji aliyê neteweyên behskirî ve li gor vîna wan ya zazd tê destnîşan kirin.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2006-10-21
Xwendin: 4942
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org