[ ŞEMÎ, 2024-12-21 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

buy low dose naltrexone online

buy naltrexone no prescription

discount drug coupon

coupons for cialis
Îflasa liberalîzma kemalîst a Taha Akyolî
DIYARBEKIR, 3/12 2006 — Piştî ko dewleta Komara Tirkiyeyê ava bû, bîrûreyên li ser navê Mustafa Kemal hatibûn hûnandin ko bi kemalîzmê dihat bi nav kirin, paradigmake civakî, fikrî, îdeolojîk pêk anî; Kemalîzm bû îdeolojiya fermî ya dewletê. Bi îdeolojiya fermî ya dewletê her bûyerek hat îzah kirin û terîf kirin. Konseptên fikrî yên derveyî kemalîzmê, sosyalîzm, lîberalîzm, kurdîtî, oldarî qedexe bû. Dewlet û rejîma Tirkiyeyê ji bona ko ji aliyê yek îdeolojiya fermî kemalîzmê de dihat îdare kirin, otorîter û totalîter bû. Ji demokrasiyê re, ji maf û azdiyên kesî û grubî (kollektifî) re hurmet û rêz nedigirt. Azadiya fikrî, xweîfadekirin, rêxistinî û xebata ilmî û mafên din hem bi tevayî ji hemwelatiyan re û hem jî ji grub û civakên neteweyî û etnikî re nedihat pejirandin. Her tevgereke mafxwas, tevgera kurd bi zor û zulmê hatin temirandin.

Îdeolojiya fermî kemalîzmê û paradigmaya wê ya fikrî, di destpêkê de îlan kir ko heger li Tirkiyeyê sosyalîzm pêk bê, ew dê sosyalîzmê ava bikin. Heger li Tirkiyeyê lîberalîzm pêk bê û organîze bibe, ew dê lîberalîzmê çê bikin û organîze bikin. Em dikarin bibêjin ko paradigmaya kemalîzmê ew desthilatdariya xwe li hemû ciyan û di hemû pirsan de xwe qewimand. Dikarî bibêjî ko di nav pêvajoyê de û rewşa tevgera civakî ya olî û Kurdistanî, kategoriya olî û kategoriya kurd ya kemalîzmê derketin holê. Mustafa Kemal û hevalên wî dema ko dîtin ko li dinyayê piştî şoreşa sowyetê sosyalîzm li her welatekî pêş dikeve û li Tirkiyeyê jî wek daxwazekê derdikeve holê; hewil dan partiya komunîst ava kirin. Di heman demê de di saxiya Mustafa Kemal de partiya lîberal Firqeya Serbest hat ava kirin: Piştî ko ev partiya xurt bû û bû bedilê (alternatîfa) partiya Mustafa Kemal û hevalên wî, wê demê ew partiya hat qedexe kirin, îzin nehat dayin ko ew partiya bikeve hilbijartinê. Komunîst, Mustafa Suphi û hevalên wî hatin kuştin.

Taha Akyol kî ye û ji kîjan konsepta dewletê tê…

Taha Akyol di xortaniya xwe de û di salên 1980yî de nijadperestekî kemalîst û dewlet parêzekî hişk û faşîst bû. Di nav tevgera sivîl ya faşîst û di nav partiya MHPê de cîh girtibû. Di rejima eskerî ya 12ê îlona 1980-î de ji MHPê û Ocaxên Ulkuyê hat dadgeh kirin. Ew ji wan kesan e ko dewletê ew li ser navê ulkucitiyê bi kar anîbû. Wê demê biryar da ko ne ko bi xulametiya dewletê, ewê wek îdeologekî xizmeta dewletê bike û bi vê riyê bibe xwediyê dewletê. Dema ko di sala 1983an de partiya Turgut Ozalî ANAP ava bû, wî jî wek gelek nîjadperestên kemalîst li cem Ozal cîh girt. Bi zorê be jî, lîberlîzma aboriyê pejirand. Helbet lîberalîzma wî jî lîberalîzmeke kemalîst û lîberalîzma îdeolojiya fermî ya dewletê bû.

Di demên berê de Taha Akyol rasterast mîlîtanekî li dijî komunîzm û kurditiyê bû. Dema şerê sar qediya û komunîzm wek tehlûkekê ji rojevê rabû, dijminatiya wî li dijî kurditiyê di dema wî ya lîberalî de jî domand. Helbet berê bi tevayî ji kurdan re dijmin bû û hebûna kurdan nedipejirand û wî jî reya fermî ya dewletê di derbarê kurdan de rast didît. Lê dema ko biryar da ko bibe lîberal, wê demê ew derfeta ji destê wî derketîbû, lê ev car jî ji bona ko miletê kurd qasî miletê tirk û miletê din yên dinyayê xwediyê maf nebin, dest hewildanê kir û bû teorisyenekî ko pirsa kurd ji roteya bingehî derxe, xebat kir. Ji bona ko miletê kurd bi mafên kesî/şexsî razî bibe fikir efirand.

Îdeologiya Taha Akyolî di pirsa kurd de…

Taha Akyol beriya 12ê îlona 1980yî ji pirsa miletê kurd û Kurdistanê dûr û bêxeber bû. Di sala 1984an de dema ko şerê dewlet û PKKê dest pê kir, ew jî wek îdeologekî lîberal kemalîst bi pirsa miletê kurd û Kurdistanê re eleqedar bû. Di destpêkê de ew helwesta xwe ya kevn ya nîjadperestî dimeşand. Pişt re bi taybetî dema ko Turgut Ozal bi pirsa milet kurd re eleqeder bû û got ku: “Li Tirkiyeyê 12 mîlyon kurd dijîn û ji bo çareserkirina pirsa kurd federasyon jî tê de, gengeşîkirina hemû opsîyonên çareserkirina pirsê mumkin e”, wê demê ji bo îdeologên cîwan yê lîberal kemalîst derfetên nû çê bûn. Taha Akyol yek ji wan kesan e ko biryar dabû ko wek lîberalekî kemalîst ji dewletê re bibe aqilmend. Lewra siyaseta klasikî û kevneşopî ya ko hebûna miletê kurd nas nedikir, kurd tirk dihesibandin, yanî paragdigmaya fermî ya îdeolojîk di vê qadê de îflas kiri bû. Konsepteke nû hewce bû.

Taha Akyolî û kesên wek wî helbet ji bona ko konsepteke nû di derbarê pirsa kurd de rêxin û ava bikin, dest bi xwefêrkirinê kirin. Mamosteyên wî û wan jî di destpêkê de kurd bûn.

Bi taybetî bîrûreyên Orhan Kotanî yên ko di merhela jiyana wî ya dawî de anîbûn ser zimên ji bona xwe wek referans girt. Lewra Orhan Kotanî ji entegrasyona kurd û tirkan bahs dikir. Ji bîrûreyên Orhan Kotanî derdiket holê ko kurd neteweyek nîne dê bi mafên kesî û bi “hemwelatiya azad” pirsa kurd çareser bibe. An jî Taha Akyolî wulo bîrûreyên Orhan Kotanî şirove dikir. Di heman demê de Taha Akyolî konsepta xwe bi wan kurdên tirkiyecî yên ko lîberal jî dixemiland, ew derdixistin telewîzyonê programa xwe, bîrûreyên xwe bi wan dida tesdîq kirin.

Piştî ko Evdillah Ocalan hat Îmraliyê û tirkiyecitî eşkere parast û “nazariya komara demokratîk” li hemberî kurdbûn û kurdisytanîbûnê derxist, Taha Akyolî ev çarçewa fikrî nêziktirî xwe dît. Ev car dest pê kir ji hewirdora DEHAPê û DTPê îstifade bike. Bi taybetî jî dema ko Mehmed Metîner di DEHAPê de bû berpirsiyarê pêwendiyên çapemenî, Taha Akyol zêdetir bi DEHAPê re eleqeder bû. Helbet dema ko Mehmed Metîner ji DEHAPê veqetiya, ev car ew derxist programa xwe ya telewîzyonê, bi riya Mehmed Metîner ji tevgera edetî ya kurdistanî re şer vekir.

Taha Akyolî her demê bîrûreyên PKKê û Evdillah Ocalan li hemberî nerînên federalîstan eciband. Bes ji bona ko Evdillah Ocalan di bîrûreyên xwe de bi îstikrar nabîne, tirsa xwe tîne ser zimên.

Dema ko di sibata 2002an de HAK-Par ava bû, Taha Akyolî di destpêkê de bi lezû bez, beriya dozkarê serek yê komarî li dijî HAK-PARê cephe vekir û li dijî HAK-PARê şerekî ne exleqî meşand. Got ko “HAK-PAR ji bona ko hêyfa/tola Şêx Seîd Efendiyê Pîranê bigre, ava bûye.” Li hemberî nerînên wî bersivên hatibûn nivîsandin ji reya giştî re diyar nekir. Her çiqas pêşniyar hatibe kirin jî di programa wî de li hemberî reya giştî munaqeşe jî nepejirand.

Federasyon û bi mîlyonan kuştina kurdan…

Taha Akyolî ji bo pirsgirêka kurd û Kurdistanê gelek nivîs nivîsandin. Beriya vê demekê nivîseke gelek xeter û nemirovane nivîsand. Di wê nivîsa xwe de Tirkiye û Yugoslavya qiyas dikir. Dibêje ko li Yugoslavyayê şertên ko miletên di federasyonê de dijiyan, ji veqetandin û dewletbûnê derfet dida. Lê şertên dîrokî, civakî, pêwendiya miletê kurd û tirk derfet nade ko li Tirkiyeyê federasyonek ava bibe. Dema ko kurd federasyonê daxwaz bike, bi mîlyonan mirov dê bên kuştin. Helbet nabêje ko kurdên bên kuştin, lê diyar e ko miletê tirk xwediyê dewlet û ordiyê ye. Dema ko bê kuştin dewlet û ordu dikare bikuje. Ew jî kurd in. Gorî Taha Akyolî heger kurd di federasyonê de bi israr bin, heger şertên wê hebe kurd jî dê wek miletê ermeniyan bi qetlîamê ji holê rabe.

Taha Akyol dewletbûna miletên li Yugoslavyayê gelek xwezayî dibîne. Lê wek lîberalekî ji federalîzebûna Tirkiyeyê re tehemûlê nîşan nade. Baş tê zanîn ko li welatekî ji bona federalîzmê miletên hevcûda jî ne hewce ne. Elmanya dewletekî federal e, lê elmanyayê miletên cihê bi hev re najîn. Heger Taha Akyol û lîberalên din dixwazin ko Tirkiye demokratîze bibe, krîterên YEyê pêk bîne û ji aliyê aborî de pêş bikeve, ji bo kurdan jî nebe federalîzebûna Tirkiyeyê pêwîst e.

Lîberalîzma Taha Akyolî û yên tirkên din ji bona ko lîberalîzmeke navneteweyî û demokrat nîne, lîberalîzmeke dewletî û neteweyî a tirk e û kemalîst e, ev nerînên xerîb û projeyên bi nav lîberal û di esas de kemalîst tên holê.

Du nivîsarên wî yên dawiyê û îflasa konsepta wî…

Taha Akyolî di van deh rojên dawî de du nivîsar li ser pirsa kurd nivîsand. Nivîsareke wî, li ser navê “pirsa Kurd û teror”ê (2.11.2006) bû, nivîsara duyemîn “gelo tevgera kurdî ber bi kû ve diçe?” (30. 11. 2006) bû.

Dema ko mirov van nivîsarên Taha Akyolî analîz bike çend tiştan dikare tespît bike. Vê carê Taha Akyol ji xwe, ji dewletê, ji universîtan gelek pirsên girîng dipirse. Bersîva pirsên xwe dema ko dide, derdikeve holê ko ji bo miletê kurd lêkolîn û tespîtên bingehî heta îro nekirine. Ji bona ko ji bo çareserkirina pirsa kurd projeyên wan tune bûne, ew xwe qels û bêçare dibîne. Qebul dike ko pirsa kurd pirseke dîrokî ye. Ji bona vê jî li ser salên 1923an, 12 adara 1970yî, 12ê îlona 1980yî radiweste. Îtiraf dike ko 83 sal in ko kurd tên kuştin, feqet pirs çareser nabe û kurd jî xelas nabine. Her çiqas demên rejimên leşkerî ji aliyê ewlekariyê de demên ewlekarî tên hesibandin, tevgera kurdî di van şertan de kîtlewî û xurt bûye, ketiye rojeve Tirkiyeyê û dinyayê. Ev yeka Taha Akyolî dide fikirandin. Tê wê qenaatê ko bi kuştinê pirsa kurd çareser nabe. Her ko kurd hatin kuştin, ewê zêde bibin. Lîsa jî sedemên dîrokî û bingehî ya pirsa kurd diyar nake. Di çarçeweke navneteweyî û huquqa xwezayî û navneteweyî de projeyeke çareserkirinê pêşniyar nake, çareseriyeke palyatîf pêşkêş dike. Ew nêrina wî ya ji bo miletên din, girêdayî lîberalîzma wî ya kemalîst dike, nazariya teng ya tirkbûnê basîreta wî girêdide.

Ev ji bona vê jî li dijî federasyonê derdikeve. Lê ji bona ko şertên sosyolojîk dest nade, miletê kurd û tirk ketiye nav hevûdu û gelê kurd piştgiriyê ji federasyonê re nake federasyon nabe, dibêje. Ji bo nexwastina federasyonê ya miletê kurd jî, rewşa HAK-PARê nîşan dide ko gelê kurd piştgiriye jê re nake. Helbet ew nizane ko DTPê bi piştgiriya ew kurdên dewleta serbixwe dixwast xurt bûye. Ew li gotinên berpirsiyarên DTPê û Evdillah Ocalan mêze dike, dibêje ko kurd federasyonê û an jî dewleteke serbixwe naxwazin. Ew şaş e.

Dibêje ko gerek kurd mafên grubî yên etnikî û caemaatî daxwaz nekin. Bes bi lîberalîzmê û bi dayina mafên şexsî pirsa kurd çareser dibe. Lê ew jî baş dizane ko mafên şexsî bi xwezayî konsepta mafên grubî derdixe holê. Ev dibe pirsgirêkek, dewlet û sîstemên demokratîk jî mecbur dibin ko mafên grubî kêmtir in bi mekanîzmeyên nû çareser bikin.

Taha Akyol jî baş dizane ko pirsa kurd pirsekî Kurdistanî û welatekî dabeşkirî û pirseke Rojhilata-navîn e. Li Iraqê miletê kurd xwediyê dewleteke federe ye. Dema ko li çareserkirina pirsê hate gerandin, gerek ew çarçewa fireh ya Rojhilata-navîn mirov bide ber çav.

Gelo çima 160 hezar tirkên Qibrisê dê bibin dewlet, tirkên li Bulgarîstanê û li Iraqê dê desthilatdar bin, xwe bi xwe îdare bikin, 25 hezar tirkên Kosovayê dê xwediyê mafên grubî bin, Bosna-Herseka dewlet be, Filistîn dibe dewlet, Kurdistan nabe federe?

Encam derdixe holê ko bîrûreyên Taha Akyolî ber bi îflasê ve diçin. Pêwîst e ko Taha Akyol ji bona xwe riyeke nû bibîne.

-----------------------------------
Nivîskar: ÎBRAHÎM GÛÇLÛ
Weşandin: 2006-12-03
Xwendin: 18412
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Divêt em giliya Tirkiyeyê li cem Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bikin (2006-11-15)
Gelo tirk û dewleta tirkan kurdên çawa dixwazin? (2006-10-27)
Şerrawestandina PKKê bi destê kê pêk hat û tê çi wateyê (2006-10-13)
Alaya Kurdistanê – serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Putîn (2006-09-22)
Miletê kurd kimyaya tirkan xirab dike – tirk dikarin dev ji jina xwe jî berdin (2006-09-01)
Tirkiye dixwaze pêşiya guhartinên statûya herêmî bigire (2006-08-15)
Bila doza Kemal Seyîd Qadir lekeyekê neyxe ser demokrasiya Kurdistanê (2006-01-15)
Belediyeyên Dehapê rê didin esker û bîrokratên tirkan ko îdareya bajarên kurdan bikin (2005-11-14)
Kurd dixwazin li bakur alaya Kurdistanê hildin, tirk li başûr li dijî alaya Kurdistanê derdikevin (2005-11-02)
Bakurê Kurdistanê – Kosova – Bakurê Qibrisê – Tirkên Bulxaristanê û Iraqê (2005-10-16)
Ji bo dewleteke federal li bakur pêwistî bi bêîtaetkariya sivîl heye (2005-09-30)
Kurd bi beşdariya Celal Talebanî ya Neteweyên Yekbûyî kêfxweş û serbilind bûn (2005-09-17)
Civîna çarê îlonê û konsepta du milet, du welat û yek dewleta neunîter: Tirkiyeya federal û Kurdistana federal (2005-09-09)
Çanda tirkan rê li ber fikirîna azad ya rewşenbîrên kurd digire (2005-08-27)
Serokwezîrê tirkan dît ko pirsa kurdî heye û Diyarbekir jî Kurdistan e (2005-08-20)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org