[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Rûs li Milan Kundera û Kundera jî li welatê xwe digere
» Milan Kundera ji nû ve li Rûsyayê populer dibe
 
STOCKHOLM, 10/5 2015 — Balkêş e ko berhemên nivîskarê çekî-fransî Milan Kundera van salên dawiyê ji nû ve li Rûsyayê populer dibin. Xelkê bajarê Moskvayê bi kêfxweşî berê xwe didin tiyatroyê, li şanoya Milan Kundera ”Xwediyê kilîtan” temaşe dikin û demên berê tînin bîra xwe.

Kundera berhema xwe ”Xwediyê kilîtan” dema ko hêjî rih û dilê wî çep bû nivîsandiye lê belê paşê ji ber guhertina helwêsta xwe ya siyasî li hemî berhemên xwe yên ko bi stîla sosyalîst-realîzmê nivîsandibû jûvan bû. Milan Kundera xwe ji nêrîn û ramanên xwe yên berê da alî û rexne lêdigirt.

Beşeke mezin ji miletê rûs hêjî bi nostaljiya dema Sovyeta berê dijî, ev jî bûye yek ji sedemên hezkirina wan ya ji berhemên kevin yên Milan Kundera. Rûsan gelek caran ji bo serdana Rûsyayê dawetname ji Kundera re rêkir lê belê helwêsta Kundera wisa dijwar bû ko êdî ji bo serdaneka normal jî nedixwest biçe Rûsyayê.

Wêneyên artêşa rûsan dema ko sala 1968-ê bi tank û topên xwe derbasî bajarê Pragê bûn li bîra Kurdera ne. Milan Kundera yek ji aktîvîstên berçav yê "Bihara Pragê" bû û li dijî dagirkirina rûsan ya welatê wî Çekistanê derket, lewra ji karê mamostetiyê hat avêtin û pirtûkên wî jî qedexe bûn.

Hemî dergehên jiyanê li ber Milan Kundera hatin girtin, dostekî wî yê derhêner arîkariya wî kir û jê xwest ko berhemeka nivîskarê rûs Fyodor Dostoyevsky bike şano. Milan Kundera dibêje ew yek ji heyranên lîteratura rûsî û Dostoyevsky bû û wî gelek helbestên Vladimir Mayakovsky ji rûsî wergerandine bo zimanê çekî, lê belê reaksiyona wî li hemberî rûsan û zimanê rûsî çêbû û êdî nekarî xwe bi berhemên Dostoyevsky ve mijûl bike.

Li şûna Dostoyevsky wî berhemeka nivîskarê fransî yê serdema ronahiyê Denis Diderot (1713–1784) hilbijart ko bike şano. Kundera dibêje ew ji serdema ronahiyê hez dike, lewra dema ko ji welatê xwe bar kir berê xwe da Fransayê û dibêje:

— Mirov nikare bêhest bijî, çênabe ko mirov zêde cih bide hestan û rê li ber aqilî jî bigire. Di çi warî de be bila bibe dema ko mirov dikeve bin kontrola hestên dijwar de wêneyê derdora xwe zelal nabîne. Mirovên ko xwe bi temamî dispêrin hestên dijwar tenê dibin radîkal û fanatîk.

Li gorî Kundera hest û xeyal di berhemên Fyodor Dostoyevsky de zêde ne, heta sînorekî ko dikevin şûna faktayê û dibêje:

— Cihê hestan di berhemên Dostoyevsky de wisa mezin e ko digihîje asta xeyalperestiyê.

Xelatgirê Nobelê nivîskar û helbestvanê rûs-emerîkî Joseph Brodsky rexneyan li Kundera digire dibêje:

— Kundera ne digel wê yekê ye ko mirov helwêstên xwe li ser bingehê hestan ava bike, lê belê hemî têbînî û nêrînên wî yên di heqê Fyodor Dostoyevsky de reaksiyonên hisî û analîzên bêbingeh in. Çênabe ko heznekirina Kundera ji siyaseta Sovyeta berê bibe sedema wê yekê ko dijîtiyê li hemberî her tiştê rûsî, bi taybetî li hemberî dahênerekî wekî Fyodor Dostoyevsky bike.

Lehengê Milan Kundera di "Melodiya xatirxwestinê" de û lehengê Fyodor Dostoyevsky di "Sûc û Ceza" de bikuj yanî qatil in, kesayetî û felsefeya wan ya jiyanê cida ye û bi awayên guhertî bi kirinên xwe diêşin.

Lehengê Dostoyevsky ji aliyê psîkolojîk ve gelekî diêşe, lê belê lehengê Kundera kuştinê bi hêsanî pêktîne. Kundera dibêje:

— Kuştin kirineka hovane û kirêt e lê belê dema kuştin bêyî hestên gunehkariyê be, bi taybetî dema ko di bin siya îdeolojî û sloganên spehî de pêk têt hêj kirêttir e.

Kundera bi rêya berhema xwe "Melodiya xatirxwestinê" diyalogeke neyekser di navbera xwe û Dostoyevsky de ava dike. Heger Kundera reaksiyonek li dijî Dostoyevsky diyar kiribe jî di rastiyê de ew bi kurahî grêdayî lîteratura rûsî ye.

Helwêsta Milan Kundera li hemberî zimanê rusî çi be jî ew înkar nake ko berhemên wî yên destpêkê bi saya wergera zimanê rûsî zêde belav bûn.

Sala 1995-ê Kundera dest bi nivîsandina bi zimanê fransî kir û gelekî bi ser ket. Rexenegirê lîteraturê François Ricard dibêje:

— Fransiya Kundera wisa spehî, herikbar û dewlemend e ko mirov nikare bawer bike zimanê fransî ne zimanê wî yê zikmakî ye.

Zimanê fransî xweseriya Kundera neguhert. Kundera bi rihê xwe yê tenik, dewlemendiya ezmûnê û bi stîl û dahêneriya xwe rengeke nû diyarî lîteratura fransî kir. Rastiyeka dî jî heye ko Kundera nikare veşêre ew e ko ew bi çi zimanî jî binivîsîne dê her bi kultur û rihê xwe slavî be.

Romana Kundera "Henek" zêde belav bû. Di "Henekê" de xortek ji ber nameyekê ko ji henekî ve ji hevala xwe re rêdike, dikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê û jiyana wî bi awayekî trajedîk serûbin dibe. Helbestvanê navdar pêşengê çepgirên fransî Louis Aragon jî dibe heyranê romana "Henek" û dibêje:

— Ew yek ji hêjatirîn romanên sedsala bîstê ye. Ne derd e ka Milan Kundera êrîşî kîjan îdeolojiyê dike, an jî kîjanê diparêze. Milan Kundera nivîskar e, ez di berhemên wî de ne siyasetê lê belê lîteraturê dibînim. Kundera bi rêya berhemên xwe yên giranbiha pencereyeke ronahiyê ji xwendevanên xwe re ava dike. Di berhemên Kundera de rastî û durustiyê, spehîtahiyeka tenik û kûrahiyeke bêsînor dibînim. Milan Kundera di warê lîteraturê de kesayetiyekî bêhempa ye.

Louis Aragon bi rexneya xwe bû nimûne ji wê yekê re ko pîvana berhemên nivîskaran ne helwêstên wan yên siyasî ne, lê belê ya giring robarê ramanên mirovane ye.

Milan Kundera çûna welatê xwe Çekistanê ji bo xelateke edebî jî be red kir. Kundera dibêje ew li welatê ko mafê hemwelatîtiyê jê stand û bi zorê ew ji ser axa wî derxist venagere. Ew di "Melodiya xatirxwestinê" de behsa hestên xwe dike ka çiqasî penaberî dijwar e û diyar dike ko kesek bi kêfa dilê xwe nabe penaber û dinivîsîne:

— Bi lez, bi gavên fereh ber bi otomobîla xwe ve çû, bi bêhntengî dergehê wê vekir, li pişt dîreksiyonê rûnişt. Hinekê li derdora xwe nêrî û berî ko bi rê keve kesereke kûr kişand û di ber xwe de got: – Ez diçim û hêdî venagerim. Hema axek, bajarek, erdeka dî li kîjan dera dinyayê jî hebe dikare bibe welatê min yê nû.

Sal borîn û ew paşê têgihişt ko temenê xwe hemiyê li ser axeka dî biborîne jî dê ew ax nebe welatê wî. Çawa mirovî tenê yek dayîk heye wisa jî mirovî tenê yek welat heye. Çawa mirov piştî mirina dayîka xwe sêwî dibe, wisa jî piştî ko ji welatê xwe derdikeve heta hetayê dibe penaberekî bê welat û bê nasname.

Rojnamevanek ji Kundera dipirse: "Tu bi hestên penaberiyê gelekî diêşî lê naxwazî biçî serdana welatê xwe". Kundera bersivê dide dibêje:

— Rêya penaberiya min ya dûrûdirêj li welatê min despê kir. Hestên min yên xerîbiyê û penaberiyê li Pragê dijwartir in. Ez li welatê xwe penaber im.

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com
Weşandin: 2015-05-10
Xwendin: 29538
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Tolstoy û xelata Nobelê (2016-12-12)
Virginia Woolf – xatirxwestina di robarekî de (2016-10-09)
George Orwell – rast an çep (2016-07-07)
Hesenê Metê – nivîskarê êşê (2016-02-24)
Emerîkaya zêdedîndar û sekuler (2015-11-14)
Bajar û roman hevdu ava dikin (2015-01-11)
Jiyaneka bohemyanîst ji bo bextewariyê (2014-11-10)
Dengbêjên kurdan û troubadourên ewropiyan (2014-09-21)
Di lîteraturê de dubendiyeke siyasî – Pasternak û Joyce (2014-06-03)
Reklam dikare xewnên mirovî jî bifiroşe (2014-04-13)
Felsefe û jiyan (2013-11-16)
Kurd fêrisên rojhilatê ne (2013-10-11)
Hêza axaftinê (2013-08-19)
Emil Cioran li ser kimtê bêhêviyê (2013-05-30)
Li gor Renan kurd her kurd in (2013-03-09)
Elinda Parîsê ya romantîk George Sand (2013-02-14)
Fêris Karl May (2013-01-25)
Wêjevanî û janên psîkolojîk (2012-10-08)
Vejiyan (2012-03-29)
Felsefe û evîndarî (2012-03-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org