[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Emerîkaya zêdedîndar û sekuler
» Siyasetmedarên emerîkî bi duayan siyasetê dikin
 
STOCKHOLM, 14/11 2015 — Di heman dema ko ewropiyan ji bo krîza aborî konferans û lêkolîn dikir, xelkên Emerîkayê berê xwe dida dêran û nimêj û duaa dikir da Xwedê wê krîzê zû derbas ke. Li gorî lêkolînan her ko diçe dîndarî li Ewropayê kêm dibe lê belê li Emerîkayê roj bi roj zêde dibe.

Serokê Emerîkayê yê berê George W. Bush sala 2000-ê wekî berbijarê serokatiyê reklama xwe kir got: “Feylesofê min yê yekemîn Îsayê nûranî ye. Pêxember Îsa ruh û dilê min rizgar kiriye.”

Rikeberê George W. Bush, endamê kongreya Emerîkayê û wezîrê derve yê niha John Kerry ko malbata wî ji Awisturya-Macaristanê bar kiriye Emerîkayê dibêje ew dereng pê hesiyayiye ko herdu bapîrên wî cihû bûn. John Kerry dibêje ew xwe wekî krîstiyanekî katolik hest dike, zarokên xwe jî li ser bingeha perensîp û exlaqê krîstiyaniyê xwedî kirine.

John Kerry yek ji aktîvîstên li dijî şer bû, tesîreke baş li ser pêşketina ekonomî û siyaseta derve ya Emerîkayê kiriye. Wisa jî nekarî dîndarên Emerîkayê qane bike û li hemberî George W. Bush di hilbijartinên serokatiyê de bi ser neket.

Rojnamevan, nivîskar û siyasetmedara emerîkî Barbara Ehrenreich dibêje berê rojên yekşeman hejmara xelkê ko diçûn dêran ne hewqasî pir bû, niha di nêva hefteyê de jî xelk diçin dêran. Karker, xwendekar, xwediyê şirket û fabrîkeyan û siyastmedarên naskirî digel jin û zarokên xwe ve diçin dêran. Dêr weha tejî dibin ko cihê mirov lê bisekine jî namîne.

Lêkolîneka (Pew Research Center) ko li Emerîkayê cihê baweriyê ye, sala 2010-ê diyar dike ko ji % 49-ê xelkê Emerîkayê hêvî dikin ko roleka dêrê di jiyana siyasî de hebe. Wê enstîtuyê îsal heman lêkolîn dubara kir, encamên wê di medyaya emerîkî de belav bûn, ew hejmar ji % 49 bûye ji % 59, ev jî zêdebûneke gelekî liberçav e.

Xeta sor ya di nêvbera ol û karê siyasî de rê li ber negirt ko dîndarî tevlî hûrgiliyên hemî dezgeh û rêxistinên Emerîkayê bibe, bi teybetî di nêv muhafezekaran de.

Senatorê Arizonayê û niha berpirsê karûbarê leşkerî di kongreya Emerîkayê de John McCain wekî şervanekî dêrîn beşdarî şerê Vietnamê bû, di şerî de êxsîr ket û îşkence bû. McCain behsê dike ka çawa gelekî nimêj û dua kiriye heta ko Xwedê ew ji êxsîriyê rizgar kiriye.

McCain muhafezekar e, lê belê gelek caran li dijî biryarên muhafezekaran derketiye, McCain bi nêrîn û helwêstên xwe bêhtir nêzîkî lîberalan dibe, ev jî bû yek ji sedemên ko partiya wî ya muhafezekar di hilbijartinên sala 2000-ê de dengê xwe da George Bush û neda wî. John McCain li hember Obama di hilbijartinên sala 2008-ê têkçû.

Dîndarî di reklamên hilbijartinên emerîkî de bi kar têt. Hakimê Arkansasê Mike Huckabee jî yek ji berbijarên serokatiyê bû. Huckabee keşe ye û hertim krîstiyaniya xwe daye pêş. Çi cara ko derfeta Hillary Clintonê jî çêdibe xwe weke miroveka krîstiyan dide nasîn û behsa giringiya nimêjê dike.

Hêza dîndaran tirsa li ser paşeroja Emerîkaya sekuler zêde dike. Miletê emerîkî li ber hêza dînî li cihekê disekine û gavekê paşde diavêje. Berbijarên serokatiyê yên vê dawiyê McCain û Obama herî kêm dîndar in.

Tevgerên olî li Rojhelata-nêvê dema ko behsa civata sekuler dibe, wê wekî civateka li dijî dîn diyar dikin. Sekularîzm (laîsîzm) wekî hevwateya ateîzmê didin nas kirin ko ji rastiyê dûr e.

Sekularîzm cidakirina dîn û siyasetê ye û qet ne qedexekirina dînî ye. Di civata sekuler de bîrûbaweriyên olî dikeve nêv sînorê azadiya kesane de. Mirov baweriya xwe bi çi olê tîne bila bîne an jî ateîst be baweriya mirovî bi ti awayî nabe asteng di rêya karûbarên jiyana mirovî de. Li dadgehan û li cem hemî dezgehên dewletê ferqa mirovê dîndar û yê nedîndar nîne. Hemî kes li hember destûrê wekhev in û xudanê heman mafan in.

Mirov di civata sekuler de, wekî li Rojhilatê diqewime mecbûrî dînekî an jî mezhebekî serdest nabe. Dîndariya ko niha li Tirkiyeyê heye hewqasî li Îranê û Erebistana Siûdiyê jî nîne.

Fişara zêde encamên berevajî dide, dîndariya zêde jî dîn dikuje. Îraniyên ko di dema Şah de piştgiriya şoreşa Xumeynî kirin, îro ji îslamê direvin, seeta lingê wan digihîje axa Ewropayê dînê xwe diguherin. Encama rapirsiyekê ko dezgeheke emerîkî bi rêya Internetê di nêv xelkê Erebistana Siûdiyeyê de çêkir mirovî şok dike. Zêdetir ji % 40-ê kesên ko beşdarî rapirsiyê bûn, bi navên veşartî xwe wekî ateîst didin nas kirin. Ango heger tirsa girtin û kuştinê nebûya dê dîndarî li Erebistana Siûdiyeyê serûbin bibûya.

Dîroka Ewropayê û Emerîkayê gelekî ji hev cida ye. Emerîka welatekî nû ye. Dîn û olên hemî dinyayê li Emerîkayê hene, ev jî yek ji wan sedeman e ko dîn û netewe di kesayetiya mirovê emerîkî de tevlihev dibe. Sedemekî dî jî tirsa ji îslama siyasî ye ko zêde dibe, wekî reaksiyon hestên dînî li hember wê tirsê jî xurt dibin.

Ewropa bi hezarsalan bindesta desthilata dêrê maye. Xelkê Ewropayê zêde êş û janên nijadperestiya dînî û mezhebî kişandine, bihayê azadiya xwe zêde giran dane. Dema ko mirovekî ewropî li dînî dihizire, wê dîroka reş hemiyê tîne ber çavên xwe.

Dîndarî li Ewropayê kêm dibe lê belê dîsa jî dîndariya ko niha li Ewropayê peyda dibe ji ya dema serdestiya dêrê zêdetir e. Di serdema navîn de piraniya ewropiyan nedizanî bixwînin û binivîsînin. Jixwe yên ko li derveyî bajaran û li deverên dûr dijiyan qet dêr û kinîse di jiyana xwe de nedîtibûn, dîndarî bi zorê bû. Dîndariya ko niha li Ewropayê heye dîndariyeke durist e, jidil e. Krîstiyanî wekî prensîb, moral û tradîsyon beşeka giring ji kesayetiya mirovê ewropî ye.

Hêza dîndar yên Emerîkayê weha xurt in ko dikarin tesîrê li hilbijartinên serokatiyê bikin, lê belê di heman demê de tesîra wan nagihîje ko bikarin rêzekê tenê jî ji destûra Emerîkayê biguheren, ev jî yek ji taybetmendiyên civata sekuler e. Dîn û bîrûbawerî serbest e, lê belê li cihekê xeteka sor di nêvbera dînî û karê siyasî de heye. Destûra Emerîkaya modern bi destê ronakbîran hatiye nivîsandin. Xelkê Emerîkayê vî tiştî baş dizane û qebûl dike.

Sala 1784-ê endamên kongreya emerîkî cara yekê civiyan da serokê xwe hilbijêrin û minaqeşeya destûrê bikin. Pêşniyara wan Benjamin Franklin bû ko bibe serok lê belê Franklin qebûl nekir. Paşê piraniyê li ser George Washington li hev kir. George Washington bû serokê yekemîn yê Emerîkayê.

Di destûrê de nivîsîne ”çiqasî dîndarî azad e, hewqasî nedîndarî jî azad e”. Ti rêbazên li ser bingeheke dînî di destûrê nînin. Hingê dîndarên di kongreyê de gelekî nerazîbûna xwe diyar kirin û berê xwe dan George Washington û endamên ko piştgiriya wî dikin û gotin: "Bi kêmanî bila dînê serok belî be, ma hon qebûl dikin ko rojekê hindûsek, cihûyek an jî misilmanek bibe serokê me?”

Hemiyan serê xwe hejand û got "erê em qebûl dikin". George Washington bersiveka wiha da: "Bila mirovekî hêja be, xizmeta vî welatî bi wefadarî bike û bila her kes li mala xwe, bi kêfxweşî li bin siya dara xwe rûne bêyî ko ti kes di ber wî re bibore û jê bipirse ka dînê te çi ye."

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com
Weşandin: 2015-11-14
Xwendin: 24171
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Tolstoy û xelata Nobelê (2016-12-12)
Virginia Woolf – xatirxwestina di robarekî de (2016-10-09)
George Orwell – rast an çep (2016-07-07)
Hesenê Metê – nivîskarê êşê (2016-02-24)
Rûs li Milan Kundera û Kundera jî li welatê xwe digere (2015-05-10)
Bajar û roman hevdu ava dikin (2015-01-11)
Jiyaneka bohemyanîst ji bo bextewariyê (2014-11-10)
Dengbêjên kurdan û troubadourên ewropiyan (2014-09-21)
Di lîteraturê de dubendiyeke siyasî – Pasternak û Joyce (2014-06-03)
Reklam dikare xewnên mirovî jî bifiroşe (2014-04-13)
Felsefe û jiyan (2013-11-16)
Kurd fêrisên rojhilatê ne (2013-10-11)
Hêza axaftinê (2013-08-19)
Emil Cioran li ser kimtê bêhêviyê (2013-05-30)
Li gor Renan kurd her kurd in (2013-03-09)
Elinda Parîsê ya romantîk George Sand (2013-02-14)
Fêris Karl May (2013-01-25)
Wêjevanî û janên psîkolojîk (2012-10-08)
Vejiyan (2012-03-29)
Felsefe û evîndarî (2012-03-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org