[ ŞEMÎ, 2024-04-27 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kî malê ziman û edebiyata kurdî ye?
STOCKHOLM, 23/8 2007 — Min berê ev nivîs di cîhekî de belav kiribû, lê niha nayê bîra min bê li kê derê bû. Piştî ko min nivîsa brêz Arşevê Oskanî ya li ser Luqman Mahmûdî xwend û min heq da nêrînên wî, êdî belavkirina vê nivîsê careke din ji bal min ve akteul bû ko ew dikare alîkariya hin minaqaşeyên di vî warî de bike. Ya rasî, berî nivîsa Arşevî jî, gava ko min bi xwe jî li wê programa ko Luqman Mahmûd beşdar bûbûyê temaşe kir û bersivên wî yên li hemberî pirsên Helîm Yûsifî ez fikirandibûm ko ez tiştekî binivîsim, lê paşê min dev jê berda. Di pirsên Helîmî de bersiva herî balkêş jî ji bona min ew bû ko mêvanê wî (Luqman) digot ko qet ferq nake bê mirov bi kîjan zimanî dinivîse û wî xwe jî –teva ko bi erebî dinivîse- aîdê cîhana edebiyata kurdiyê didît, ev bû ya ji bona min ecêb bû. Helbet Arşevî mijar bi gelek awayan şîrove kiriye, lê ya ko ji bona min herî girin ew bû ko mijara vê nivîsa li jêrî ye.

***

Mîna nivîskarên gelek miletên dinê ko bi zimanên biyaniyan dinivîsînin, nivîskarên ko bi eslê xwe kurd in, lê bi zimanên dinê dinivîsînin jî cîhên xwe di nav edebiyata biyaniyan de girtine. Wan him di warê ziman, edebiyat û kultura miletên din de pişkdariyeke mezin kiriye û him jî bi berhemên xwe di çerçeweya ziman û edebiyata miletekî dinê de ji xwe re li cîhekî geriyane. Tiştekî zêde tune ye ko mirov ji wan kesan re bibêje. Her çi qasî ew kes di jiyana xwe ya rojane de li gora adet û kultura xwe tev geriyabin jî êdî ew malê cîhekî din in. Wan ya bi zaneyî û ya jî bi nezanî tercîheke weha kiriye.

Ew nivîskarên ko bi eslê xwe kurd in û bi zimanên nola tirkî, erebî, farisî, rûsî û herweha yên ewrûpiyan dinivîsin, gelek tiştên ko di kultura wan miletan de tune ne, ji kultur û adetên kurdan derbasî nav ya wan dikin; di warê zimên de jî dewlemendiya zimanê kurdî li nivîsên xwe siwar dikin û ev yeka hanê jî ji ziman û edebiyata biyaniyan re dibe dewlemendiyekê; dibe xurtiyekê. Piştî demekê jî ew tiştên ko di ziman û kultura wan miletan de tune ne, bi saya serê wan kesan derbasî nav civata biyaniyan dibin û paşê jî ew tiştên hanê di nav zimanên wan de cîhê xwe digrin. Ew ji bona ziman û edebiyata wî miletî dibin dewlemendiyekê ko di zimanê wan ê rojane de pirr bi rehetî tên bi kar anîn û piştî demekê jî mirov nikare idea bike ko ew termên hanê aîdê zimanê kurdî ne; mirov îdea bike jî fêdeyeke mezin tune ye, êdî ew di nav wî miletî de bi cîh dibin.

Mimkun e ko ji bona roja îro ev tiştên hanê êdî ne talûkeyeke mezin be jî. Ji ber ko bi saya serê teknîkê, dinya bûye mîna gundekî piçûk û her ko diçe însan nêzîkî hevdu dibin. Êdî li Ewrûpayê sînor radibin, kulturên gelek miletan ji ber cîrantiya bi salan in, nêzîkî hevdu dibin û hwd. Hejmara wan kesên ko xwediyê van tendensan in û di vî warî de argumentên wan yên xurt jî henin, ne hindik in. Mimkun e ko hîna kurd ji ber rewşa xwe ya bêdewletbûnê nehatine wê qonaxê ko bikarin bi vî rengî minaqaşeyê bikin. Mirov vê gavê dikare van meseleyan bide aliyekî. Lê divê mirov tiştekî ji bîra neke ko her çi qasî kultur û civat nêzîkî hevdu bibin, milet di nav hev kevin jî; her yek ji wan miletan xwediyê zimanekî ne ko ew tu carî ji ya xwe danakevin. Wek nimûne, bi qasî ko swêdî û norwecî nêzîkî hev in, soranî û kurmancî ne ew qasî nêzîkî hev in, lê ew du zimanên ji hev cuda nin. Nexwe, îhtiyaca her miletî bi ziman, kultur, muzîk û edebiyata xwe heye ko wan biparêze û bi pêş de bixe.

Meseleya ko mijara minaqaşeya me ya vê nivîsê ye, meseleya wan kesan e ko ew bi eslê xwe kurd in û bi zimanekî dinê dinivîsinin. Heger mirov bipirse: Gelo, ew kesên ko bi eslê xwe kurd in û bi zimanekî dinê dinivîsînin, aîdên ziman û edebiyata kurdî ne, yan na? Her çi qasî ew kesên hanê xwe mîna kurd bihesibînin, his bikin û di warê helwêst û tevgerên xwe de jî li seheya kurdan be jî; gelo ew aîdên nivîskarî û edebiyata kurdî ne, yan na? Li gora baweriya min, NA!

Helber ew kurd in û şika min ji kurdîtiya wan tune ye. Feqet, ew ne nivîskarên ziman û edebiyata kurdî ne, ew aîdên ziman û edebiyata xelkên din in. Dixwaze bila wan hemû jiyana xwe li ser rêya kurdîtiyê kiribe, bedelên herî mezin dabin û dixwaze bila di ber doza kurdan ya siyasî de şehîd bûbin jî bi baweriya min ew kes ne aîdên ziman û edebiyata kurdî ne.

Bila Yaşar Kemal heta bi sibehê jî kurdekî baş be, bila ji bona kurdan çavê xwe jî derxîne, lê Yaşar Kemal dîsa jî malê edebiyata tirkî ye û wî xizmeteke mezin ji bona dewlemendiya zimanê tirkî kiriye. Ez nabêjim ko wî xerabî bi ziman û edebiyata kurdî kiriye, lê xizmeta ziman û edebiyata tirkî kiriye. Bila Selîm Berekat heta bi sibehê jî jiyana kurdan bike melzemeyên berhemên xwe, zilma ko li kurdan hatiye kirin bîne zimên, ew dîsa jî aîdê ziman û edebiyata ereban e; bila kurdekî/e dinê heta bi sibehê Hêlîn û Nalîn û Reşo bikin lehengên çîrok û romanên xwe; bila kurdekî/e dinê heta bi sibehê tekoşîna ko di rêya kurdayetiyê de daye, bike mijara romanên xwe, dîsa jî ew ne aîdê/a ziman û edebiyata kurdî ye.

Herweha eynî tişt ji bona wan hunermend û stranbêjên ko bi eslê xwe kurd in jî derbas dibe. Yanî, mirov çawa dikare bibêje ko Îbrahîn Tatlises, Ahmet Kaya yan jî Celal Guzalses û hwd aîdên mûzîka kurdî ne. Berovacî wê, gelek ji wan kesan mûzîka kurdî talan kiriye, ji naveroka wê bi dûr xistiye, bi gotineke dinê, pê de jahr daniye û bi wî awayî ew kiriye malê muzîka tirkî. Ji xwe re li ser pişta wê tîcaret kiriye, pere qezenc kiriye û bûye xwedî şan û şoret. Heger mirov di meseleya nivîskariyê de nikaribin miqayesekirinekê bike jî dikare di vê meseleyê de bi rehetî bipirse: Gelo, wîjdanê mirovî dest dide ko Îbrahîm Tatlises û Şivan Perwer, Celal Guzelses û Tahir Tewfîq, Ahmed Kaya û Mihemed Şêxoyî bide ber hevdu û wan têxe eynî kefeyê? Ma wîjdan e ko mirov eynî qîmetê bide wan û herdu aliyan jî bike aîdên eynî cîhî?

22-10-2004

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2007-08-23
Xwendin: 4935
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org