[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Nameyên xwendevanan
STOCKHOLM, 15/12 2007 — Her çi qasî nivîskar û medyaya kurdî negîhabe sewiyeya xelkê jî, ew jî li gora xwe hewil dide ko normeke nêzîkî ya xelkê zevt bike. Ez bawer nakim ji sedî du kes jî hebin ko bi pereyan dinivîsin û ji nivîsa xwe pereyan qezenç dikin û her weha ji sedî du-sê malper û rojnameyên înternetî jî tune ne ko bi profesyonelî vî karî dikin. Baweriya min ew e ko heta ev kar ber bi profesyoneliyê ve neçe jî dê qalîte û sewiyeyeke baş ya rojnamevaniyê neyê zevt kirin û nivîskar jî dê ew kes bin ko hema kî çend rêzan bi kurdî binivîse dê navê wî/wê ”nivîskar” be. Hûn divê qebûl bikin û divê qebûl nekin, vê gavê weha ye.

Ji bona qelem û nivîsa kurdî pere bike jî vê gavê tu ronahiyek ne xuya ye. Ew ê heta bi kengî weha dewam bike jî ne diyar e, loma jî hûn wek xwendevanên kurdî mecbûr in ko qîma xwe bi vê rewşa heyî bînin, lê hûn ne mecbûr in ko her nivîs û nivîskarî jî bixwînin. Ev jî mafê xwendevanî/ê ye ko ji xwe re bi hûrbijêrî li qalîteya nivîsê bigere.

Em jî wek “nivîskar”, li gora kêf û qaweta xwe hewil didin ko bala xwendevanan bikişîne ser hin bûyer, qewimîn û ecêbiyên civatê. Em dizanin ko li gora me kîtleyeke me ya xwendevanan heye û car caran em reaksiyonan ji wan werdigirin.
Hin car hene ko mirov bi îtina û cidiyeteke mezin nivîsekê dinivîse, lê yek reaksiyon jî ji nivîskarî/ê re nayê. Ev nayê wê maneyê ko ew nivîs negîha mexseda xwe, lê hin car jî hene, belkî nivîsa ko nivîskar bi xwe dinivîse –li gora wî/wê– ne ew qasî bi sergêjî û zahmetî be jî, tu bala xwe didiyê ko ew ji terefê hin/gelek xwendevanan ve hatiye ecibandin yan jî gelek kesan ji te re nameyên kêfxweşiyê yên piştgiriyê şandine; hin caran jî dikare berûvacayê wê be, dikare hin kes ji mirovî re çêran û heqaretê jî bike. Lê (teva ko zêde reaksiyon tune ne jî) ji hêla nivîskarî/ê ve ferq nake, reaksiyon, her reaksiyon e. Çêrkirin jî pasindayin jî şeklekî reaksiyonê ye, lê sewiyeya dayinûsitendinê jî pêwîst e.

Bi kinayî divê bête zanîn ko em –nivîskarên kurd– jî li gora xwe hin caran reaksiyonan ji xwendevanên xwe werdigirin. Min jî biryar da ko ji niha û pê ve car caran van reaksiyonên ko ji xwendevanan tên, bi we re par ve bikim.

Ji bona nivîsa min a ko navê wê “Du dîmen ji başûrê Kurdistanê û zarokên li ser sergoyên Diyarbekirê” çend name ji min re hatine. Ez ê ji wan nameyan sê nimûneyan li jêrî belav bikim, lê ez ê navê xwendevanan nedim. Bi tenê ez ê serê nav û paşnavên wan binivîsim, ji ber ko min destûr ji wan nexwestiye. Heger ji niha û pê ve, xwendevan bixwazin ko ez di bin nameyên wan de navên wan belav bikim, ew dikarin bi rêya maîlê vê daxwaza xwe diyar bikin. Bi hêviya ko bi kêrî we bê.

Name: –I–

Ew nivisina te ya bi Başûr ve peywendîdar gelekî giring e. Lê belê hindik e ne bes e. Piwist e tedbirê gelekî mezin ji bona wî deriyê Kurdistanê bine girtin. Ez bi xwe ji vê nivisina te fêm dikim ko ew rêber girigiya wî deriyî fêm nekiribin ew gelekî cahil û şondemayî ne. Tu gunehê wî peywêrdarê li deriyê Îbrahîm Xeilil tune ye. Ew kesên ko di cihekî hevqas giring de peywêrdarekî hevqas cahil deyne gunehkar ew rêveber û rayedar in.

Ji Sêrtê silav û rûz

G.M.H

Name: –II–

Wey tu her bijî û siheta te xweş.

Weleh biraye hêja, gelek pê zanin û ne hewceyî gotinê ye meriv bêje. Gava birayên me yên başûr hatibûn Diyarbekir, diyarbekirîyên herî feqir jî, di ber xwe da, yan ji wan ra pêlav yan cil û berg yan bi sedan cara wan hema ji kolana top dikirin û dibirin aşxana.
Wek yekê başurî bixe li Diyarbekir maye digot, “Weleh xelkên normal û feqîr me dibirin aşxana gava em derdiketin xwedîyê aşxanê digot ko 6 kesên din jî perê wê daye, hûn karin şeş carê din jî bên û xwarin bixwin. Îro jî Diyarbekirî wek te nivisandîye di halê helawçîyan da ne û kes li wan napirse.

Ez bixwe sala çûyî li bajarê Wanê bûm. Gundên ko li derdora Hekarîyê xirab kirine, pir ji wan hatine li derdora Wanê bi cih bûne. Ez ê tiştekî tene bêjim.
Ez û rojnamavanê kurd ko navê wî Enwer Ozkaraman e li Wanê digerîyan, em rastî merivekî hatin, wan silav li hev kirin. Ji çavên mêrik xwiyabûn ko xwedî derd û kul bûn, hema axîn dikşandin. Min ji Enwer pirsî ev kî bûn?
Enwer sond xwar û go: Li zozanên wî merivî her car 10-12 pêşmerge nexweş yan jî mandû –westyayî ji başûr dahatin û wek siltanan li konên wî da diman û wa ye tu helê wî jî dibînî. Enwer bixwe jî welatparezekî ko ji salen1960î di minteqê da yê. Eslê xwe Diyarbekirî ye.

Veca bira, bi rasti ez nizanim başûr bi kijan alî ve diçe.
Bibure min direj kir. Lê bi xwedê hema hindik maye dilê min bipeqe.
Grîna meriv tê.
Q.K.

Name: –III–

Silav kek Enwer

Ez hêvî dikim tu baş bî.

Min niha nivêsîna te xwend û gelek tişt hatin bîra min, ji wan tiştên ko hatin bîra min ez aciz bom û ji hineka din ji dilê min geş bo.
Sala 1988 çekê şerefmendîyê di destê babê min de bo û ew pêşmerge bo di dema enfalê de malabata min jî li kempa penabera li Amedê (Seyrantepe) binecîh bo û wî demî temenê min 8 sal bo, ji wan salên zarokatiya xwe li bakûr kêm tişt tên bîra min.

Ez vê nivêsîna te baş tê di gehim û fêm dikim ji her kesî zêdtir! Ev nivêsîna te di cih de ye û xwezî ev daxwazên te bi cih hatibane.
Evê azadiya li başûr ez bi dara azadiya bi nav dikim, ev dara ko bi xwîna pêşmergan hatiye avdan û mezin boye.
Ev dewlemendên başûr û Hikumeta başûr gerek alîkarên hemî parçên Kurdistanê bin, ji ber ko ev dara azadiyê bi xwîna peşmergên parçên dî ji ya hatiye avadan.
Mixabin Kurdên me li başûr di hemî waran de pêş neketine, pêşketin ya hey, lê paşkeftinek ji ya hey lê em vê paşkeftinê ve dişêrin û li ser na axivin.

Di nav mala Kurd de li başûr Kurdayetî nemaye, ew û zarokên xwe bes temaşey TV yên Tirkan û Ereban dikin û malxwê malê ji bes çavê wî yê li pera.

Eve bi kortî çend nimone tiştên ko ez bi xwe jê aciz dibim.
Ev nivêsîna te çend tiştên dilveker înatin bîra min, dema hêj ez û malbata xwe li Amedê.
Ev axiftine gelek cara ji devê babê min û deyka min ji derdikevin: Başîyên camêrên Diyarbekrî heta mirinê em ji bîr nakin!
Di wan rojên dijwar de, rojên tengav de xelkê bakûr bi giştî û Amedê bi taybetî destê me girt li kempên li bakûr.
Dikandara pere ji me wernedigirtin, di gotin: hûn pêşmerge ne her tiştek ji bo we bê pere ye! qedir û qîmetekê bê sinor bo me di hate girtin. mesele ne pere bo, lê prînsîb. Ev çende jî bi rastî cihê dilxweşiyê ye ko dema tê bîra min ko gelê me yê li bakûr ev pêşwazî li me kirî.

Kek Enwer baş bizane, heta ez sax bim ez ji dê vê gotinê bînim bîra wan kesên vê çendê dizanin û ji wan re bêjim yên ko nizanin.
Mixabin ko gelek ji rêveber û berpirsên me li başûr bê mejîyêkê saxin, hêvîdarim evro zûtir ji sibe her mirovekê hêjayî cihê wî bidinê.

Ez naxwazim zêdetir bikim, xem û kovanên me gelek in, bi hêvîya yêzdanê dilovan gelê me li hemî parça di bê serkevit û çavê min li destê mirovên nemerd nebe.

Li gel silavên gerim,

D.K.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2007-12-15
Xwendin: 4931
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org