[ ŞEMÎ, 2024-04-27 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kafka – êşa jiyanê û nediyarbûna hebûnê
SWÊD, 7/5 2011 — Wê êvarê li ber maseyê rûnişt. Ji saet dehê şevê heta şeşê sibehê yê roja dî berdewam dinivîsand bêyî ko yek carê jî bêhna xwe vede. Wî di deftera xwe ya bîranînan de çîrokeke nû dinivîsand.

Dema ko dawiya çîrokê diyar bû û niqte li taliya rêzê xist bêhna wî fereh bû û hingê zanî çiqasê dem boriye. Dîsa pênivîs hilgirt û behsa hestên xwe kir:

”Min bi zorê xwe ji ber maseyê rakir, bedena min li ser kursî hişk bibû û lingên min tevizî bûn, lê hesteke pir xweş ez girtim. Westiyana min ya zêde bi bextewariyê re tevlihev bibû. Hesteke biserketinê bû, wekî ko di pêlên deryayê de min li ber xwe dabe heta ko gihiştibim peravê.

Ez bi rê ve çûm, lingên xwe bi erdê ve xirigandin wekî ko bedena min ne ya min be, wekî ko min mirovekî dî li ser pişta xwe hilgirtibe lê belê kêfxweş bûm. Bextewariyeke mezin e dema ko mirov bikare dilê xwe veke û her tiştî bibêje. Carinan ji xwe dipirsim gelo raman ji kû tên û çawa hişê min vedigirin. Û çawa wêne û nêrînên spehî jê çêdibin. Raman weke pilêteka veşartî ne, di despêkê de çirûskan didin û paşê gurr dibin. Dema gurr dibin carinan nêrînan disojin lê paşê dîsa ji nû ve gurr dibin.

Ronahiya rojê ji pencereyê xwe vedidize odeyê, dengê rêveçûna mirovan ji kolaneyê têt, çûnûhatina erebeyan li ser pira nêzîkî malê. Westiyana dil hêj li cihê xwe ye lê westiyana bedena min sist dibe, min bi xemsarî destê xwe avêt lempeyê da vemirînim wê hingê xizmetçiya malê derbas bû, min berê xwe dayê û bi dengekî şad jê re got ‘min çîroka xwe nivîsand’ (22–23/8 1912).”


Ev rêzên li jorê hinek bûyerên şevekê ji jiyana nivîskarê awisturî-macarî (û niho çekî) Franz Kafka ne.

Armanca Franz Kafka (1883–1924) qet nebû ko bêt nas kirin. Nivîsandin jê re bibû wekî stîleke jiyanê, wekî monologekî ji xwe tenê re dinivîsand, berhemên xwe jî çap nedikir, di jiyana xwe de tenê hinek kurteçîrok di pirtukekê de belav kir lê ew jî bêyî dilê xwe û bi daxwaza hevalê xwe helbestvan Max Brod kir. Her di destpêkê de poşman bû û nameyek ji xwediyê weşanxaneyê re rêkir û got: “Heger hun pirtûka min çap nekin û paşde li min vegerînin dê gelek memnûn bim.” Lê belê nameya wî dereng gehişt weşaxaneyê û berhema wî di çapê de bû.

Franz Kafka ji xeyala ko navê wî bêt nas kirin bizdiya, rabû û çû cem pirtûkfiroşî û deh nisxe ji pirtûka xwe kirîn, jê hatibûya dê pereyê hemî nisxeyan dabûya da kesekî dî wan pirtûkan nekire. Paşê bihîst ko 11 nisxe jê hatine firotin. Kafka wekî ko nûçeyeke xirab bihistîbe sekinî û di ber xwe de got ” min deh nisxe kirîn gelo yê ko nisxeya yazdehê kirî kî bû”?

Piştî mirina xwe wesiyeta ko Franz Kafka ji hevalê xwe Max Brod re hiştibû ew bû ko hemî tiştên ko wî nivîsîne bên sotin û kurteçîrokên wî yên ko berê hatine weşandin ji pirtûxane û pirtûkfiroşan bên berhev kirin û êdî belav nebin. Lê belê hevalê wî Max Brod ev daxwaz pêk neanî û got berhemên Kafka amanet û mîrateyeke edebî ne û mixabin ew mecbûr e ko ”xiyanetê” li daxwaza Kafka bike ne li emanetê ko teslîmî wî bûye.

Franz Kafkayê bêdeng ti carî nedihat bîra wî ko dê hewqasî bêt nas kirin û çi rêzeke ko wî nivîsandiye dê bibe belgeyek biqîmet. Nameyên ko ji çend gotinan pêk tên û têbîniyên şexsî ko wî nivîsîne jî bûn mijara lêkolînan û bi hezaran doktorayên lîteraturê li ser berhemên wî hatin kirin. Hejmareke mezin ji wêjevan û feylesofên cihanê pirtûkên xwe li ser berhemên wî derxistine. Franz Kafka bû nivîskarê ko piştî William Shakespeare herî pir lêkolîn li ser kesayetî û berhemên wî hatine kirin û heta niho jî mirov li ser nêrîn û ramanên wî lêkolînên kûr dikin.

Dibe ko “mystery” an jî nediyarbûna armancê di berhemên wî de yek ji tiştên herî xurt be ko hişt berhemên wî hewqasê balkêş bin. Mirov tamê jê dibîne heger mirov li himberî tiştên zehmet enerjiya xwe kom bike û lêbixebite ko zehmetiyan hêsanî bike û rastiyê li gor xwe analîz bike.

Franz Kafka di despêka sedsala bîstê de bi stîla xwe ya nû ko ji hemî normên klasîk borî dergeheke nû vekir, dergeheke ”nediyar” pir balkêş.

Franz Kafka ji malbateke cihû bû û zimanê wî yê axaftinê çekî bû, lê belê wî bi elmanî dinivîsand. Wî hemî periyodên xwendina xwe bi zimanê elmanî kir heta doktora di qanûnê de wergirt. Wê demê Çekistan grêdayê Awisturyayê bû û zimanê resmî elmanî bû.

Berhemên Franz Kafka sê roman, hejmareke mezin ya çîrok û kurteçîrokan û sêzde pirtûkên bîranînan in ko di nêvbera 1910 û 1923-yê de ji 27-saliya xwe heta 40-saliya xwe nivîsandine. Kafka sala 1924-ê mir.

Wî gelek caran berhemên xwe yên edebî di defterên bîranînan de qeyd dikir. Defterên wî pir enteresan bûn, bi hemî hest, nêrîn û ramanên wî neqişandî bûn. Nameyên ko wî ji hevalên xwe û xuşka xwe re rêkirîbûn jî wekî pirtûk belav bûn. Pêncî salan piştî mirina Franz Kafka hêjî berhemên wî yên nû derdiketin.

Romana wî ”Proses” sala 1925-ê, piştî mirina wî derket. Wê romanê pir deng veda û gelek minaqeşe li ser çêbûn. Di ”Prosesê” de Jozef şexsê bingehî ye. Sibehekê ew ji xewê radibe û polîs wî digirin bêyî ko bizane ka çi kiriye an jî bi çi têt tawanbar kirin.

Dadgeha di romanê de rêyên wê teng in, tunelên tarî lê hene, gelek xelk lê tên û diçin, bi zehmetî mirov riya xwe tê de nas dike. Jozef li dadgehê disekine û nizane dê çi bibêje û çawa xwe biparêze. Dikeve rewşeke wisa ko ji xwe dikeve şikê, gelo ev çi dadgeha xerîb e û çima li wê derê ye? Gelo dê çawa xwe ji tawanbariyê rizgar bike. Proses bi ewayekî pir xerîb dewam dike û di dawiyê wê de Jozef hukmê îdamê lê têt birîn.

Wêjevanê macarî George Lucas pirtûkek taybet li ser ramanên Kafka derxist. George Lucas dibêja di jiyanê de du hêz hene lê mirovan her bawer kiriye ko hêza xêrê bi ser dikeve lê belê di romana Kafka de hêza şerî bi ser dikeve û dibêje Kafka hestekê dide mirovî ko jiyan ber bi fenakirinê de diçe. Li gorî George Lucas Prosesa Kafka felsefeke reş e û mirovan bêhêvî dike.

Lê belê gelek nivîskar û rexnegirên lîteraturê li diji nêrîna George Lucas derketin û li gorî wan felsefeya Kafka bi êş e lê êşeke wekî zengilê xeterê ye ko mirovan agahdar dike, û wan got romana Kafka ”Proses” bi dijwarî bîrokrasiyê û civata ko ji prensîbên ruhî û normên mirovî dûr dikeve protesto dike.

Ji navdarên ko bûn heyranê stîla Franz Kafka yek jê Gabriel Garcia Marquez bû. Marquez got dema wî berhemên Kafka xwendin wekî ko wî dinyayeke nu keşif kiribe û ji xwe re got dêmeg nivîsandin ev e û pir xwest bibe nivîskar û berhema xwe ya yekê nivîsand.

Berhemên Kafka ne tenê bala nivîskar û rexnegirên lîteraturê kişand. Resama fransî Chantal Monteyê wergereke rengîn û pir enteresan ya romana Kafka kir. Wê romana Kafka ”Proses” kir çavkanî ji bo tabloyên xwe û wekî ekspozîsyon li gelek cihên dinyayê nîşan da. Chantal Monteyê reng da êşa Kafka û bi wergera xwe ya spehî kûrahiya gelek hestên ko di nêv gotinan de veşeratî ne raxist ber çavan.

Felsefeya Kafka ew bû ko êş mirovan hişyar dike. Kafka dibêje divêt mirov pirtûkên wisa bixwînin ko pê biêşin. Divêt pirtûk wisa bin ko xwendina wan wekî lêdanekê be, wekî derbeyeka ko li serê mirovî dikeve be da mirov pê hişyar bibe. Pirtûk divêt wekî tevşoyekî bin da deryayên qeşayê di canê mirovî de biherifînin.

Yek ji taybetmendiyên Kafka ew bû ko ji bingeheke entelektuel û piralî dinivîsand, ji bilî lîteraturê wî gelekî felsefe û pirtûkên dînî jî xwendibû, cîhana wî ya vîrtuel zêde fireh û dewlemend bû. Ew dikare mirovan bibe dinyayên guhertî wekî ko mirov çûbe planeteke dî. Behsa bûyerên xeyalî dike wekî ko ew bûyer tiştên xwezayî bin û di rastiyê de çêbûbin. Dikare hisên mirovan dagîr bike û bihêle ko xwendevan di eynî wêneyî de gelek hestên jihevcida bijî. Di wêneyên wî de şînî û êş cihekî mezin digirin.

Di nêva êşê de ruhekî Kafka yê pir tenik jî hebû. Nameyên ko Kafka ji xuşka xwe re an jî ji hevala xwe re nivîsandine ruhê wî û dilgermiya wî diyar dikin. Milena Jesenska hevala herî nêzîk ya Kafka bû û wê pir Kafka fêm dikir. Kafka hemî hest û ramanên xwe jê re digot.

Franz Kafka di nameyekê de dilê xwe wiha ji Milena Jesenkayê re vedike:

— Di rojeke pehîzê de dema ko ba honik dibe ez dê bedena xwe ya sist li paş bispêrim cihekî û despê bikim vexwim, nameyan vexwim. Bayê êvarî yê sar li min bide û perdeyên spî li ber bayê bilerizin, hemî tiştên li dora min ji cihê xwe rabin û di valahiya odeyê de bifirin û ez vexwarina xwe berdewam bikim heta şev tarî bibe. Paşê jinekê bi bîra xwe bînim, jinên narîn ko bi tiliyên xwe yên nazik pênûsê hildigirin û dinivîsînin min sermest dikin. Carekê min jineke wisa dît, jineke kej bû, min ew di pencereyekê de dît, pencereyek spî bû û hinek qeraxên wê neqişandî bûn. Diyar bû ko ew li ber maseyekê rûniştî bû û perwazeke wêneyan li himberî xwe danîbû, dibe ko ew wêneyê hezkiriyê wê bû. Wê jinê berê xwe dabû kaxezên xwe û dinivîsand, min nekarî wê ji bîr bikim. Dengê kaxezan di nêv tiliyên wê de weke muzîkê pir şêrin bû, wekî melodiyeke dilovan bû. Dengên wisa xweş di şevreşkeke dirêj de ji mirovî re dikarin bibin hêlînek ko mirov bê tirs tê de binive.

Franz Kafka dinyayek e ko mirov divêt gelekî lê bigere da nas bike. Ew dibêje di hundirê her mirovekî de odeyeke girtî heye.

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com
Weşandin: 2011-05-07
Xwendin: 11411
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Tolstoy û xelata Nobelê (2016-12-12)
Virginia Woolf – xatirxwestina di robarekî de (2016-10-09)
George Orwell – rast an çep (2016-07-07)
Hesenê Metê – nivîskarê êşê (2016-02-24)
Emerîkaya zêdedîndar û sekuler (2015-11-14)
Rûs li Milan Kundera û Kundera jî li welatê xwe digere (2015-05-10)
Bajar û roman hevdu ava dikin (2015-01-11)
Jiyaneka bohemyanîst ji bo bextewariyê (2014-11-10)
Dengbêjên kurdan û troubadourên ewropiyan (2014-09-21)
Di lîteraturê de dubendiyeke siyasî – Pasternak û Joyce (2014-06-03)
Reklam dikare xewnên mirovî jî bifiroşe (2014-04-13)
Felsefe û jiyan (2013-11-16)
Kurd fêrisên rojhilatê ne (2013-10-11)
Hêza axaftinê (2013-08-19)
Emil Cioran li ser kimtê bêhêviyê (2013-05-30)
Li gor Renan kurd her kurd in (2013-03-09)
Elinda Parîsê ya romantîk George Sand (2013-02-14)
Fêris Karl May (2013-01-25)
Wêjevanî û janên psîkolojîk (2012-10-08)
Vejiyan (2012-03-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org