[ YEKŞEM, 2024-12-22 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Min
HELSÎNKÎ, 14/1 2010 — Çare nema... Taliyê min Gulnaz telaq da... Piştî bîst û heft salên jihevcudabûn ew û her sê keçên min li ser malê mane... Diviyabû min mal bi cih bihişta... Min bi cih hişt... Ta niha te tiştek wisan nebihîstiye; hertim mêr jinê telaq dide û bi xwe li ser malê dimîne, li ber e jinek dî bîne, jinek nazik û nazdar û zarokdêrtir.

Dadgeh jî hinek pare bo jinê dibire û jin diçe malbavan... malxalan... Lê ez na... min wisan nekir... Ez ê nivîskar... xwedî bîr û baweriyên seyr û sosret... Bêguman li bal we tiştên wiha seyr û sosret in. Deh sal berî cudabûna me min her çi hebû... xanî... eşyayê nav malê... ta bigire derzî û şixatên xwe jî min li jina xwe tapo kirin... Em ne wek niha bûn... Venaşêrim... Min ji ber hezkirinê anî... Berê me hev xweş diviya... Bi min wa ye... Ev çar-pênc sal bûn vê nesaxiyê ez ji hêz û taqetê xistibûm... Venaşêrim... Ji hîlak kirim... Ji navikê û jêrve şil û felc kirime... Venaşêrim, ji mêraniyê xistime. Berê nivînên me yên cotikî em li hev dicivandin... Lê paşî sirr û sar bû mîna mirinê, û Gulnaz jî hê terr û bibizav bû... Di hindir de xeman ez dixwarim... Lê çi bikim?.. Min jê re digot:

"Gulnaz... karê te bi min nebe... Kû ve diçî here..." Ew û keçên xwe xweş diçûn derê. Heqê wan e, mal lê bûbû dojeh... Jixwe ew ne bi tenê ne... tenê ez ne tê de.... Ji pî û lingan bêpar mam... Li çar dorên xwe min qub û minare ji pirtûkan pêk dianîn... Min pêk dianîn û dirûxîn... Niha jî min Gulnaz xweş divê, berê û niha jî bo wê digirîm. Berê min bo dildariyê rondik dirijandin, niha jî bo nemêrî û demarên xwe yên mirî digirîm.. Ax li wan nameyên min jê re dinivîsîn; piştî her nameyê ji hal diçû û sermest dibû... Gulnaz mamoste ye. Ez jî fermandarek xanenşîn û teqawid im... Çawan ew hesta germ wa sar bûye?.. Xwe dixwim û bi dizîkî digirîm... Giriyek kûr... Nê dizanim ne şaşiya min e, di jiyana xwe de min fikirek wisan nekiribû... Ma kê digot: Ez dê tûşî nesaxiyek wiha bibim... Bi dehan bijîşk û nojdar hatin ceribandin... ta Bexda, Besra û Mûsilê, yên xwemalî û biyanî... Destpêkê Gulnazê digot: "Emîn, xeman nexwe, dê her sax bibî!.." Min jî bi kerb digot: "Gulnaz, ne xweş e... Tu jî jin î... Heyf e li gel..." Destê xwe yê nazik datanî ser devê min û ji derew û bi keser digot:

"Wa nebêje... Eyb e... Ez û tu pîr bûne!.."
"Ez erê... lê tu hê mayî..."
"Emîn... Riha min... Jiyana nav nivînan ne tenê tiştek e."

Min jî di dilê xwe de her wiha digot... ji bilî razana bi hev re, dildarî, dilovanî, soz, yadgar û bîranînên tal û şirîn, sê keçên delal û ciwan... lê... min ew jî dizanî ko tiştek nayê feramoşkirin, galte bi germiya xwînê û demarên zelaman nabe... Ko te yek xweş bivê, destên te dikevin kar: name jê re dinivîsî, destê wê digirî, destê xwe bo hildidî, wê digirî hemêza xwe, tilên te di nav pirç û pora wê de tew dilivin, niçika sersîngê wê dixemilînî. Ko te yek xweş bivê, bi dev û lêv û ziman jê re dipeyivî, lêvên te helbestan jê re dixwînin, maçî dikî, bi herdu çavan rik li bejnûbala wê, serûçavên wê, nermiya guhên wê, difin û bêvila wê, dev û lêvên wê, gerdena wê, cil û bergên wê dinerî, bi heman herdu çavan tu bo wê digirî û... Û dildarî ne tenê ruhanî ye; bedewtirîn wêne li vê dinyayê cotbûna du evîndaran e... Di nav heman nivînan re, li ser eynî lêxewkê, li ser eynî erdê. Dest li stoyê kesek te xweş bivê mîna hindê ye ko guhdarî parçeawazek nazik û dilbijîn bikî, yan reqs û semayê bikî, yan wek havînan li rûbarek li nav çiyayan avjenî û melevanî bikî. Hêz û şiyana du dildar û aşiqan dişibe hêz û şiyana şîr û şekir, qerise û sehol di nav avê de, xwêya di nav ava deryayê de... ax çi lezet e. Firînek e berev esmanê bêdawî... Lê ew di dest min de nema; bûm demarek sist û mirî... Hêdî hêdî Gulnaz guherî... Kerb û rikan jî rengê xwe heye, min ew reng di çavên wê de dît. Ji berê zêdetir çû derê: serxweşiyan, şahiyan, jinxwaziyan, mêvandariyan... Her diçû bêgêwltir li min dinerî. Min hest pê dikir ko girr û agirek berbûye hindirî wê û dê her rojekê biteqe û dê min bikuje û malê jî kavil û wêran bike. Carinan seetekê li ser telefonê dima. Birde-bird û piste-pista wê bû. Vêca çawan şik û guman ser li min nexwin?.. Kêmtir dihat nik min. Jixwe eger min daxwaza tiştekî jê bikira... paketek, şixatek, piyaleyek çayê, perdaxek avê, pirtûkek... dermanên min... nedianîn... yan dereng dianîn. Yan jî ji dûr ve, mîna pariyek nan raberî seyekî bikî, tişt diavêtin ber min... Pêşî bi pêşniyaza nojdar û bijîşk herdu piyên min diperixandin... Piştî heyamekê bêzar bû... Ji min re got:

"Emîn, dest ji vê perixandina lingan berde... Bapîrê min ji gorrê rabe jî tu ranabî ser piyan êdî..."

Destpêkê destên xwe di stoyê min dialandin, ez maçî dikirim, xwe di min dihesû, bi min re radikêşand lê ko zanî demarên min sist û mirî ne, xwînek sar tê de cemidiye, lêxewkê xwe cuda kir. Li sala yekem a nesaxiya min, em her di heman odeyê ve bi hev re radiketin, sala duyem lêxewkê xwe dûr xist û sala sêyem ji odeya nivistinê bar kir odeyek din. Ez bi tenê mam. Ta dereng rûdiniştim. Min bi dehan kitêb û defter û kaxez datanîn ber xwe... Pirtûkên ji hemî şêwe û mijaran. Pêşî min ji felsefe û dîrokê hez dikir. Wê nesaxî û licihmanê wa kir ko ji xwendina romanan hez bikim. Romanan ez ji nav wan çar dîwaran derdixistim, geryan û seyranên xweş bi min didan kirin. Siwarî hespê romanekê dibûm û min têk vedidan çiya û zozan, gelî û newal, deşt û çol, kanî û cok, rûbar û derya û okyanûs, welat û dewlet, bi sedan gundên avedan û kavil, bi hezaran mêr û jinên nenas, xemên min bi xwe, serkeftin û têkçûn... Çîrok û roman bûbûn du çeng û baskên sîmirê siwarî piştê dibûm û ez dibirim heft tebeqeyên esman. Di tikîtenêtiya xwe de ez bi nivîskaran re diketim suhbetan, li gel yên bi dehan, bi sedan sal mirî min dida û distand. Pirr bi Dostoyevskî re dipeyivîm, kes mîna wî çîroka têkçûn û darûxîna mirov, trajedî û nehameta mirov nikariye vebêje. Min pirr tika jê dikir bibe mêvanê min. Dilê min nedihişt, dihat. Carinan hefteyê deh caran Raskolînov û birayên Karamazov bi şer diçûn... Bi şer diçûn û dîsan aşt dibûn. D. H. Lawrence ez kuştibûm. Rojekê xeyidîm û min perdaxek veweşand erdê... Hûr-hûr bû. Gulnazê parçeyên wê bi gêzik malîn û ta êvarê venebirrî:

"Ti şik tê de nîn e... te hişê xwe wenda kiriye!.."

Wê kafirê pûte û bihayek zêde dida xwîn û goşt û bi wê xwîn ji aqil jî bitîn û bitawtir e. Wê dêlê wisan kir ko ji ademîtiya xwe bikevim şik û gumanê. Leş û bîr bi hev ve girê dida, nirxek zêde dida seyên sor yên nav sergo, ew seyên hertim direyin... Ez ê bextreş, jî bêçaretiya xwe, min suhbet bi hemî nivîskaran re dikir. Ew tekane heval û hogirên bêdengî, hêminî û hişmendiya min bûn. Ji hal diçûm. Min deryayek kûr û pan dianî ber çavên xwe, xîzê bin tava zîvîn. Min Zorba didî ko direqise. Digirîm û min digot: Zorba, destê min bigire, bikeve bin çengê min daku ez bi te re rabim reqs û semayê... semayek şêtane. Wî destê min digirt. Muzîk dibû xwîn û demarên min dîsan germ dikirin. Li kinarî deryaya tijî ji masî û neheng me sermestane govend û sema digirt, bi hev re, em mîna vizik û mîzrahê dizivirîn... Me xwe hildida... wisan ji dil... ditirsîm ko em dê aniha hilbifirrin û êdî hinda bibin û ax û avê hew bibînin. Her ko ziringîna telefonê, teqîna derî, gaziyek Gulnazê, qîjîna yek ji keçên min ez dianîm ser hişên min, Zorba direvî nav refên pirtûkên min û bêliv û bêpêjn dima. Min li piyên xwe dinerî - li lingên ta hingê di xîzê kinarên deryayê de daçûbûn - û min didît... min du lûlaqên zerik û bêxwîn didîtin. Dil û hinavên min dikizirîn û giriyek diket qirrika gewriya min û odeya min bi rondikên min dihat avdan... Bi şev jî em bi hev re radiketin... Hemû jî wek min bîmêr bûn... Dostoyevskî, Tolstoy, Turgenev, Kafka, Zola, Balzac, Maupassant, Joyce, Proust, Steinbeck, Lawrence... bi wan re digirîm û dikenîm. Rojekê ji min re wan got:

"Emîn, madem tu ketî vê rewşê, çima romanekê li ser xwe nanivîsî? Em di wê baweriyê de ne ko dê bibe şakar û sereserek bedew û delal."

Min gotê: "Ez dê bi gotina we bikim."

Ji wê rojê ve ketim nivîsîna bîranîn û yadaştên xwe, bi dizî ve, bê ko Gulnaz pê bihese. Min lezetek pirr mezin jê stand. Vegerîm serdema zaroktiya xwe, nebûnî û birsê; xortaniya tijî tirs û şik û şerm... Zêde pê neçû, min bi sedan rûpel û berper reş kirin ko nabe kes wan bibîne... Lê min dest jê berda... Vêca min çîroka xwe û Gulnazê nivîsî, çîroka evîn û têkçûnê... Lê min dest jê berda... Ketim nivîsîna vê rewşa xwe ya nerind, çîroka felcî û şilî, çîroka kul û kovanên şev û rojan berdewam. Tê de min kîn û nefretek dijwar li jinan barand. Lê dîsan jî li bal min jin serekaniya evîn, xwedî dildariyê, pak û bijûn, gewre û pîroz, erd û esman bûn. Dîrokê stem û zordariyek mezin li wan kiriye... Ketim şik û dilwasiyan di navbera wan rastiyên min dizanîn û ew têkiliyên nerêk û nerewa yên navbera min û Gulnazê... Min pirr nivîsî û pirr jî dirrand. Nabe ji ber kul û derdên xwe rabibim hemû dijûn û nefretan li hemî jinan bikim, ez tenê kesek im, mînakek kêm û nejirêzê, nabim regez û rêçikên jiyanê. Êş û azarên min jî taybetmendî min bi xwe ne, nabe bi bêevîniya xwe hemû xweşiyên dinyayê bêwate û neyî bikim. Lê ax, êş û azarên takekesekî jî ne qerf û henek û galte û yarî ne... Vêca jixwe eger ew takekes nivîskarek wek min navdar be, bêhejmar kes wî binasin. Heval û hogirên min, hem kesên nivîskar û hem jî yên sade, piştrast in ko ez dê ji ber vê rewşê serî li xwe bixwim. Hinekan hay ji hindê jî heye ko Gulnaz li min mirr û rûtal e, wê jî dizanin ez... hîç... Sê-çarek ji wan pirr tên seredana min, basa dawîn pirtûk çîrok û roman û rexne û şer û dijûn, dawîn qedeh û dawîn.... dawîn tiştê vê dinyayê ji min re dikin. Pirr telefonî min jî dikin. Wa dizanim hinek ji wan çavê xwe daye Gulnazê û jê hez jî dikin. Gotiye: "Hê terr û nerm biçemîne." Jixwe dizanim mehînek kerrixî ye û siwarê wê li çolekê jê daketiye, mehînek tî û tênî ko ne tenê kanî û robaran lê ta avzêl jî be dixwaze... Bêdeng bûm lê şikir ko şiyar bûm. Çare nema, min telaq da... Ez bêzar kirim. Wisan lê hat ko ew û keçên xwe diçûn seferên dûr, Bexda, Besra, Mûsil. Naçar mam çend şev biçim mala Enwerê birayê xwe... Cara dawîn... Wê salê ew û herdu keçên xwe yên mezin çûn Bulgaristanê. Min gotê:

"Gulnaz, naxwazim tu bi tenê biçî biyanistanê."
Li min vegerand û got:
"Netirse, jixwe duh em nehatin bajar!"
"Lê xelk dê bi xirabî basa me bike."
"Gû li rûyê babê xelkê... Em bi te ve sekitîn. Bila hema hewayek hênik li me jî bide... Kufir e... Ma ne kufir e?.."
"Eger we ev lez nekiriba, ez jî dê bihatama... Qet nebe, ez ê xwe li wir bigihînim nik dixtorekî..."
Li min şarî û sincirî û dilovanî di çavên wê yên sor de nema û got:
"Te çare nîn e, qurban. Ma dixtorên vir tu bêhêvî nekirî?.."
"Lê ew der cuda ye..."

Keça wê li min zivirî:
"Emîn, em ê biçin seyran û xweşiyan, ne nexweşxaneyê!.."

Ew çûn, keça min ya biçûk ma. Bi pitepit û sed gilî û gazin wê xizmeta min dikir, kul û kovan ji rûyê wê dibarîn. Lê diviyabû yek maba xizmeta min bike, ma mirovek felc û malek xirpîxalî dê çawan biba... Pêşî wan dixwest min bibin mala Enwerê birayê min.

Min got: "Naçim. Guneha wan çi ye ko mehekê xizmeta min bikin?" Lê dilê min jî bi keça min ya biçûk disot, pirr bêzar û nîgeran bû. Carinan jî nejidil digot: "Bavo, lê divê her yek hebe xizmeta te bike."

Di dilê xwe de min digot: Emîn, tu nivîskar î, baweriya te bi cudatiya navbera nêr û mêyan nîn e. Mafê wan heye seferan bikin û dinyayê bibînin. Ma ne tu jî wê salê çûyî Tirkiye, Bulgaristan û Romanyayê? Bila çavên wan jî vebibin... Êdî roj nemaye wek berê, pirr in ew jinên bi tenê li xerîb û xurbetan digerin.

Vegerîn. Gopalek û çend pirtûk ji min re kirîbûn. Îngilîziya min jî ne wisan bû ko wan pirtûkan pê bixwînim lê sê-çar çanteyên rahişandî ji tişt û miştên jinan standibûn, kiras, palto, cezme, gore, bermemik, pêlav, binkiras, cor-bi-cor gustîl û guhar û gerdenî,... Tenê mirov ne têde, hemî tişt kirrîbûn. Ez pê kenîm. Li min xeyidîn. Bêdeng bûm. Berî ko telaq bidim şeş-heft mehan bi berdewamî telefon bo min dihatin. Min plak jê kêşa joreya xwe. Min dixwest bi hevalên xwe re bidim û bistînim da bizanim li derê li vê dinyayê çi bas û xeber hene ta hemî nûye û nûçeyên bajar bigihin min... Bi berdewamî telefon dihatin. Ji min re digot:

"Mamoste Emîn, jina te guheriye!"

Min dizanî mebesta wan xerab e. Dengek pirr rehet hemû tiştek bo min radigihand. Eger tu kesekî bi kirê jî bigirî, wisan bi hûrî û kûrî her tiştî ji te re diyar nake. Wî dengî digot:

"Jina te destê xwe xistiye destê bazirganekî!" Yan "Îsmaîl Fetahê çîroknivîs pê ketiye xêra Xwedê!"

Her wî heman dengî piştî mehekê ji min re got: "Eger bawer nekî, aniha were embara Elî Pişderî; aniha çûn odeya piştê."

Carinan deng diguherî:

"Kekê nivîskar, tu û bênamûsî çawan in?"

Du mehên din jî di ser re borîn. Rojekê nameyek giha min. Çi seyr û sosret, pûlê Bexdayê lê bû. Têde hatibû nivîsîn:

"Mamoste Emîn, piştî rêz û silavan...
Gelo ya min bihîstî rast e?
Tê gotin bajar ketiye xêra Xwedê. Gelo ma tiştek wisan heye, ez ji te bi xwe dipirsim?
Tê gotin keç jî.
Dilsozê te
Hevalek kevn.
Têbînî: Hê serê te tê neçûye, xwe xilas ke."

Tu bêjî ji dil be yan galteyan bi min dikin?..

Bi telefon ji min re digot:
"Mamoste Emînê pirr rêzdar, zû ke hê nemirî çîrokekê li ser çîroknivîsek deyûs û bêşeref binivîse."

Dawîn car, êdî çare nema. Min biryar da wê telaq bidim û min telaq da. Min mal ji wan re bi cih hişt, jixwe nedibû ez mabam û ew çûban otelekê. Xelkê bajar zanî ko min Gulnaz telaq da. Min xwe giran kir û got: Ez ê biçim otêlekê. Enwerê birayê min dîn û har bû. Ez birim mala xwe û şariha:

"Emîn, te divêt xelk bo min li deholê bide. Ka tu nabêjî min li otêl-motêlan kî dê xizmeta te bike? Eger têk çûyî, ka bêje, ha?.."

Min bi nermî şermî gotê: "Lê Xwedê qebûl nake zarokên te xizmeta min bikin!"

Bi silikî û xeyidokî got: "Emîn, pare heye, hez bikî, ez ê sê xizmetkaran jî bo te bigirim."

"Lê ez naxwazim."

"Guh bide min Emîn. Ez ji ber nav û namûsa xwe rê nadim ko tu biçî ti derekê. Bila xelk nebêje: Enwerî bi torbe û telîsan pare hene lê birayê wî ketiye ber dîwaran."

"Bi kêfa te ye keko"

"Elbet bi kêfa min e. Jixwe bi aqilê te nameşe."

Min bi derd got: "Ma aqilê min vêca çi ye?"

"Çawan çi ye? Pirtûk û defteran aqil ji te re nehiştiye!"

"Çima kek Enwer, ma te çi bêaqilî li min dîtiye? Ango eger zelam nebû kontratçiyek dewlemend yanî ew bêaqil e?"

"Na, mesele ne ew e."

"Pa mesele çi ye?"

"Çi zelam e yê mal û xaniyê xwe li ser jina xwe taop bike?"

Taliyê min zanî ko çi bibêjim Enwerê birayê xwe, bêfeyde ye lew min xwe ragirt û gotê:

"Rast dibêjî, keko!"

Belê, rast dibêje, li gor vî zengînê xwedî sêsed cêb û berîkan, zelamek Rojhilatî yê paşvemayî, û bi wî ne tenê qesir û qisûr, erd û erazî, rez û bûstan, ta jin jî malê zelaman e, ta zarok jî... Û min jî dizanî ko ne wisan e.

Bi hezar qeda û bela min xaniyek çêkir. Çar salan carekê min taximek nedikirî, du sal bi pêlavek şekal diqetandin. Xelkê digote min: "Kincir efendî" yan "Çîroknivîsê kulek". Min xwe ji mey û cigareyan jî kiribû. Gulnazê ji ber kirrîna pirtûkekê dinya li min dianî yemanê:

"Yê tu didî bi vê kitêbê, here tiştekî pê bikirre."

Xanî temam bû. Li ber tava zîvîn ya biharan û şirrebarana zivistanan dibiriqî. Dema em çûn wî xanî, min destê xwe danî ser milê Gulnazê û tavilê gotê:

"Gulnaz, mizgîniyek."

"Te çîroke nû nivîsiye?"

"Na!"

"Pa çi?"

"Tu dizanî, ez ê tapoya xanî bixim ser navê te?"

Çîpînek jê hat, ez mat mam. Tirsîm ko keçên min bibezin odeya me. Gêj bû. Wê nîvşevê rabû ser xwe, gulop û şewleya odeyê vêxist, hat cem min. Bi herdu çavan rik li min dinerî, matmayî û ecêbgirtî, du carî ez maç kirim, hema dê lêvên min ji nav dev û didanên min derbixistana, wê şevê ta spêdeyê ji min venebû. Mîna têjikekê xwe da bin çengê min û her ji xwe re digot:

"Emîn, bi rastî?"

Bawer nedikir, min digotê:

"Gulnaz, piştrast be. Ez bawer bi hindê nakim ko mal û milk her yê mêran be. Ez dijminê milkdariyê me. Ma min çend caran ji te re gotiye ko ti ferq û cudayî di navbera jin û mêran de nîn e? Ez dixwazim eger gengaz be, li dibistanê jî keçên me bi navê te bên nasîn ango li şûna bibêjin Şirîn Emîn bila bibêjinê Şirîn Gulnaz. "

Pê kenî û maî kirim:

"Emîn, tu mejiyek mezin î!"

Bi nazî min got:

"Ew pirtûkên tu nefret dikî wisan li min kiriye."

Matmayî pirsî:

"Çawan?"

Min bi piştrastî destê xwe di stoyê wê aland û devê xwe bi guhî:

"Eger ne bi xwendinê ba, ti car dê neketa aqilê min ko xanî li ser te tapo bikim."

"Tê nagihim."

"Heqê te ye. Eger mîna min pê ve mijûl bayî, tu dê tê bigihayî?"

"Vêca çima tê bigihim? Ya giring ew e tu tê bigihî!"

"Ne wa ye. Eger jin jî tê bigihe, mesele jî dê asantir bin."

Wê şevê deh caran ji min pirsî: "Emîn, tu poşman nabî?" Poşmanî çi? Min xewnek didît ko rojek dê bê ez dê biselmînim ko ez rast im, ko nivîsîn û bîr û baweriyên min ji rabûn û rûniştina min ne cuda ne. Ev e min xaniyê xwe... biborin... xanî li ser Gulnazê tapo kir. Nabêjim "xaniyê min". Niha jî birik im hemberî peyva "min", "ya min", "yê min", "a min", "ê min". Ax ez çendî nefretê ji wan peyva dikim. Ev peyva "min", eger ji dest min bê, ez dê wê di zimanê kurdî de nehêlim, ez dê wê derbixim jê. Nemîne hey "min" û wan hoyan jî yên ev peyv afirandiye, ev peyva "min", ev peyva hestîgiran û xwîntal, bi taybetî jî dema dikeve dû navdêrekê. Bergind û hevwateyên wê di hemî zimanan de gelek kirêt û tal in. Guh bide zelamekî ko dibêje: "Xaniyê min, tirimpêla min, jina min, tifenga min, kerê min, pêlava min..." Tu guh bide wan hemî "min"ên nerind, ax çi bêlezet in. Wey du hezar milyon tif li wê "min"ê. Eger zelam bizanin ka ew bi wê "min"ê çend sivik û bêqedir dibin, bêşik dê bikevin grevên birçîbûnê û xwepêşandanan, kuçe û kolan dê tijî bibin û civîn û kombûn dê bên lidarxistin daku bikarin wê "min"a kirêt di nav peyvan de nehêlin, daku we mirovek weremdar û êşewî dûr bixin. Dibe deh milyon kes daxwazê ji Akademiya Zanistî ya Saziya Ziman bikin daku ew "min" ji holê bêt rakirin. Wek paşayek stemkar, wek jinek bênamûs bêt jehrdan. Hemî bi yekdengî dawa bikin ko vê peyvê ziman herimandiye û divê nemîne, bila biruxe. Lê ti kesî mîna birayê min Enwer û heval û hogirên wî bawerî bi vê peyva "min" nîne lê kes jî wek min ne dijberî wê ye. Min xaniyek hebû, ew jî min ji Gulnazê û keçên xwe re hişt, tenê pirtûk bo min man... Li mala Enwer jî bela xwe ji min venedikir. Telefon bo min dikir, digot:

"Dostên te yên çîroknivîs, yên helbestvan, yên rexnegir... li ser sîng û memikên jina te çîrok û helbest û rexneyan dinivîsin."

Xuhekê ez didam, bi lez min telefon datanî. Enwer û jina xwe û zarokên wan ji min re digot:

"Ew çi ye, çima bersiva telefonan nadî?"

Taliyê min gotê: "Şerfiroşiyê li gel min dikin!"

Enwer û jina xwe tê gihiştin, min ew jî tûşî derd û xeman kirin. Zarok matmayî dipirsîn:

"Şerê çi mamo. Ma te tiştek heye li gel kesekî?"

Min derew dikir û digot: "Na qurban."

Digote min:

"Îsmaîl Fetahê dostê te dest ji kurteçîrokan berdaye û niha bi saya serê jina te romanan dinivîse."

Her heman dengê nelihev digot:

"Mamoste Emîn, tu bêbehre bûyî. Egîna, jina te serekaniya îlhama dehan helbest û çîrokan e."

Yan jî digot:

"Te bi kurteçîrokan dest pê kir û her bi kurtî jî dawî lê anî... Her tiştê te kurt bû!"

Bi vê tevokê li dilê min dida. Min xwe ji qehran dixwar. Min dizanî mebesta wî bîje û heramzadeyî çi ye. Li vî bajarê hîz mirov nikare razek navnivînî jî veşêre. Min xwest bibêjim Enwer bila çavdêriyê bixe ser telefonê daku bizanim ka xwediyê wî dengê dojehî kî ye. Di nav tenêtî û bêpêjniyê de bi hezaran deng di guhên min de dizingîn. Min ew deng her nedinasî. Min di dilê xwe de her digot gelo kî ye. Ji ber behre û hinêra min çavnebar û hesûd e. Vêca hema kî be jî, nexweş e û ez ji xwe re kirime derman. Seyr e... Dawîn nûçeyên Gulnazê digihandin min, bi kê re diçe, dosta kê ye, çi li ber xwe dike, kengî derdikeve, kî diçe seredana wê, ta kengî xwe dişo, çi dixwe... Bêçare bûm, piştî telaqdanê êdî çi bikim? Baweriya min bi hindê jî nedihat ko kesekî bi kirê bigirim daku wê bikuje, tenê qehr û xem ji min dihatin... Şevekê, dereng û newext, Enwer hat odeya min, bi bêpêjnî û xişt-û-pişt. Min romana "Pîr û Derya" dixwend. Hat û pêşberî min rûnişt. Mîna sozaniyekê ya guh li teqereqa derî bibe, ez bi ser xwe ve hatim, min roman veşart, mîna xortekî ko derpiyê xwe yê tewizandî veşêre. Ez pirr ji gotin û gazinên serêşîn yên Enwer ditirsîm. Min ew jî dizanî ko ew min wek mirovek sivik û nefama û bêxîret dihesibîne. Wî xem dixwarin ji ber hindê ko ez û ew di heman zikî de çêbûne û ji eynî dayikê bûne; bawer nedikir... Min mîna zarokan bi şermokî gotê:

"Bi xêr hatî."

Bi du çavan, du çavên zîq fekir min û pûnijî. Paşî axînek kişand û got:

"Emîn, zarok hemî nivistine. Dixwazim bê veşartin û niximandin û tirsîn bi te re biaxivim."

Min berçavka xwe ji çavên xwe kir û got:

"Ez jî dixwazim. Tiştek heye?"

"E... Heyamek e tu di rewşek kembax de yî. Eger tiştek heye te bênteng dike, bêje da ez bizanim."

"Vêca me ez çi ji te veşêrim?"

"Ne wa ye. Xwe xişîm neke. Ez li derê me û tu li hindir. Tu dizanî ko xelk basa tiştên gelek nerind bo min dike?"

Min xwest xwe di nezaniyê deynim û jê pirsîm:

"Li ser çi?"

"Li ser gorra babê te. Dîsan te xwe di bêaqiliyê danî. Ma ji bilî Gulnaza kevnejina te dê çi hebe... Eger hebe, ka ez jî bizanim."

"Çima? Ma di vî bajarî de kesek mîna Gulnazê nîne? Kî ne yên van gotinan ji te re dikin?"

"Hema kî bin jî. Piştrast be ko min bi pare bi kirê negirtine!"

"Hinekî rehet keko. Dizanim tu heq î lê êdî hew. Têkiliya min bi Gulnazê re nema, ew bi kêfa xwe ye."

"Xwebilîser, tu çima hind mejîreş û bêxîret î, çawan bi kêfa xwe ye? Te sê keçên xwe yên ciwan û cihêl li nik wê qehbê hiştine!"

"Eger piştrast bim ko wa ye, ez ê her sê keçan bikişînim bal xwe."

"Tu dê min vê nîvşevê dîn û har kî! Êdî kengî dê piştrast bî? Ma ev hemî xelk û alem hewante van navan bi dû jina te dixin?"

"Belkî."

"Çawan belkî?"

"Keko, ez naxwazim du gotinên ji vir û wir bikî kevirek giran di terazûyê de."

"Pa çi bikim tê de, gunên xwe?"

"Ez dizanim meseleya Gulnazê ew e ko piçekî serbest e. Min bi xwe ew fêrî wê serbestiyê kir."

"Lew halê te xweş e!"

Em herdu bêdeng bûn. Silikî û xeyidî, herdu destên wî dilerizîn. Xuh bi rûyê wî de dihat, bêna wîskiyê ji hilma devê wî difirrî. Paşî mîna kesek bi temamî biryara xwe dabe got:

"Emîn, guh bidê, min taqeta gotinên nav kitêban nîne. Min biryar daye û divê ev jina te bêt kuştin."

Vê biryara tavil ez bênçik kirim. Min berê xwe dayê û matmayî pirsîm:

"Tu bi xwe dê wê bikujî?"

Di nav derd û xeman re pirqand kenî û got:

"Bo Xwedê tu bêaqil î. Xwelîbiser, ez ê pêncsed dînaran bikim destê serseriyekî û dê bidim kuştin."

"Wisan bi asanî?"

"Pa çawan?.. Pêncsed zêde ye... Yên wisan jî hene dê bi pêncî dînaran bikin û bo te bireqisin jî!"

"Enwer, min bawerî bi kuştinê nîne."

"Lê xelk dibêje kevnejina Emîn qehbe ye. Dipirsin: Emîn ka? Dibêjin: Li cem Enwer e."

"Vêca eger bixwazî, ez ê biçim."

"Qet naxwazim. Vêca dê bêjin Enwer milyoner e lê birayê xwe jî nehewand!"

"Pa tu dixwazî çi bikî?"

"Karê te pê nebe. Vê havînê min û zarokan seferek derve heye. Ez ê çend qurûşan bidim camêrekî û kes jî dê nizane."

"Şikê ji min nabin?"

"Kes ne li wê bawerê ye ko tu yê şil û seqet bikarî tiştek wisan bikî."

"Baş e, madem hûn ê biçin, ez ê bi tenê li vir çi bikim?"

"Çima bi tenê? Ez ê bêjim Xaltîka Xecê û dê sereguhiya te bike. Bixwazî jî, ez ê sê xizmetkaran bo te bigirim."

"Naxwazim bira."

"Ha, bo meseleya Gulnazê te çi got?"

"Oxira xêrê be. Lê baweriya min bi kuştin û telaftina mirovan nîne."

"Emîn, qurban, te hê dinya fam nekiriye. Belkî tu bêjî Enwer kontratçî ye û ji bilî deftera hesaba gêç û çîmentoyê hîçî din nizane!"

"Min wa negotiye. Lê ne tu wek min lê tê û... Ez jî..."

"Rast dibêjî. Lê bifikire, Gulnaz diya keçên te ye, xerabiya wê navê keçên te jî xirab dike. Ez jî mamê wan im. Eger tu hîz û bênamûs î û gotinokên nav kitêban mejiyê te xirab kiriye û vê bênamûsiyê qebûl dikî, baweriya min bi vê quretiya te nîn e."

"Yanî çi?"

"Yanî bifire jî, ez ê bikujim!"

Zîz rasterast rabû ser xwe, hemû bedena wî dilerizî. Derî vekir, awirek da min. Herdu lêvên wî yên qurmiçî dilerizîn... Taliyê got: "Min qet nedizanî wisan bêzever î... Xwezî tu ne birayê min bayî!"

Xwezî. Min ti tişt negot. Li "Pîr û Derya" jî venegerîm. Vê dawiyê xeman ez fêrî cigareyan kiribûm. Min yek vêxist. Min li banê xanî nerî, li pirtûkên derdorî xwe hûr bûm, çend navên hezkirî ketin ber çavên min, Zorba, Birayên Karamazov, Anna Karenîna, Madame Bovary... Bovary... Wê jî pirr dost diguherandin. Bovary... Çi navek bedew û muzîkane. "Dostê Xatûn Çaterlî", bi Sîlorz re çûm nav rez û baxan. Mister Klîford got:

"Rakeve, bi mêrekî re binive, bila me zarokek hebe lê bila ew mêr xanedan û begzade be, ne bi reşikekî re tevlihev bikî."

Pê kenîm, pirr pê kenîm, kenê min deng veda, pirtûkên ser refan bi wê dengvedanê ketin reqs û semayê. Ew xelk, ew zengîn û berîktijî çawan li şerefê dinerin? Rewiştê çawan dibînin? Cigareya min temirîbû, bûbû fitîlek xweliyê. Ko kenîm, ew xwelî ket ser ranê min. Vêca eger min nikarî jina xwe têr bikim, êdî çi ferq e eger gavanek yan paşayek wê têr bike? Ax mantiq û lojîka birjiwaz û sermayedaran seyr û sosret e, ax ne ti mantiq e. Dixwaze pêşewayek li gel jina wî raze, ne eskerek. Ferqa wan çi ye? Lê bifikire, Emîn... Tu dixwazî Gulnaz bi kê re binive, li gel şaîrekî yan bazirganekî? Yan jî dixwazî bi kesî re raneze? Ti kesî?.. Ha? Ne pirsek asan e... Min xwe spart Zorba û lê xurrîm: Zorba, tu bîje yî, heramzade yî... se yî... Tu bi xwe bersiva pirsên dijwar didî. Raya te çi ye? Wî kafirî bi reqs û semayekê bersiva min da, min got: Ez fam nakim. Xwe daçemand ser sentûra xwe û pêlên raketî yên binê deryayê hişyar kirin. Ew jî ketin semayê. Min gotê: Tê nagihim. Bo min girî. Çûm bal Santiago. Xemek tine ez betilandime, destên min mirî ne. Min bike di belemeya xwe û cotek bêrokan bide min. Ez ne mirî me, qet nebe, ez ê di nav gêjen û rîskên deryayê de her masîkekî ji te re bigirim. Bi pozbilindî berê xwe da min, şewqeyê xwe kir serê xwe û got:

Zorba û Santiago ji bîra xwe birine Gulnaz û Enwer... Xemek nû, seyr, bedew û giran ez dagirtim, xema bi hezaran kitêbên puxt û neyab mayî û yên hê rêya min pê neketiye. Jî û temen dibore, her diçe çavên min kiztir û tarîtir dibin, emir diçe û bo min jî êdî wek berê lê nayê ko li ser kursiyekê û ber maseyekê rûnim û çîrokên şirîn binivîsim, wan çîrokan yên bi hezaran kes matmayî û sersam dikirin. Ew rojên min hatin bîra min. Ew rojên çîrokek min ya nû dihat weşandin, bi sedan mirov dihatin berahîka min, "Destxweş... Tilên te her terr bin... Ne çîrok bû, peyvên wê kaniya rondikên çavên min bû..." Volkanek hilditeqî. Her çîrokek min deh ton dînamît bû, di kox û çiyayan re, di rizde û zinaran re rê vedikirin... Min bi her çîrokek xwe bi sedan rê û rêçik di dilê mirovan de vedikirin... Lê niha jî bêşerm çîroka xwe û Gulnazê dinivîsim... Keçên min... Ax... Tu bêjî ew jî biçin ser rêya diya xwe, tu bêjî ew jî wisan serserî bibin?.. Çima na? Tu bêjî wisan bike ko min li ber çavên wan reş bike?.. Heyamek e kêmtir tên seredana min... Ti nîne, karê gencan e! Tu bêjî zelamek, li vê Rojhilatê, zelamek hebe wan bixwaze? E... Çima ne? Dê bibêjin: Keça mamoste Emînê çîroknivîs e! Belkî pitir kes bibêjin: "Vêca çîrok çi ye! Bira, diya wan qehbe û... Mamoste Emîn ew telaq da!"

Min dixwest Gulnaz dîsan şû bike. Dema carekê keça min ya mezin hat cem min, min gotê:

"Şirîn, ez ê tiştekî bêjim te, dixwazim bibêjî diya xwe."

"Kerem ke bavo, xêr e?"

"Keça min, demek e min hay ji we nîne û nizanim... Ez tiştên pirr kirêt dibihîzim. Ez ne bavek ji rêzê bûm û min xwe bi we bir hîlakê. Hemû hêviya min ew bû jina min ya nimûneyî..."

Matmayî serê xwe rakir û pirsî:

"Çima babo, Xwedê neke, ma me ti xirabiyek kiriye?"

Bi kul û qehr min devê xwe vekir:

"Nizam lê tiştên pirr ecêb tên guhê min!"

"Derbareyî me?"

"Belê."

"Çawan?"

"Bi telefonê... xelk..."

"Tiştek wisan nîne... Xelk tiştan ji nik xwe ve li hev tînin. Babo, ji bîra me neçûye ko em keçên te ne."

"Zêdetir bi we re yan bi ... tenê diçe derve?"

"Bêyî me bi ti derê ve naçe."

"Ecêb e."

"Çima seyr e? Babo, bila şik ji te re çênebin. Eger em pê hesîn tiştek wisan heye, em bi xwe dê wê bifetisînin... Eger ti ji me neyê jî, hema em ê wê bihêlin û bên cem te."

"Berxa min, mebesta min ne ew e ko hûn jê cuda bibin. Wê ji min pitir pêdivî bi we heye. Ez zelam im û dikarin bi her awayî debara xwe bikim. Eger ne ev felc ba, ma ez hewceyî çi bûm? Keça min..."

Gotina min birrî û got:

"Bavo, nekeve fikaran. Tu her serwerê me yî."

"Çawan be jî, guhê te li xwişkên te be. Lê min niyaza gotinek din hebû."

"Fermo, babo."

Bîskekê bêdeng bûm û min bi dest û tilên lerizok cigareyek vêxist û hilmek kûr jê dakişand û paşî min got:

"Hûn çima nakin ko diya we dîsan şû bike?"

"Çima? Ma me rê lê girtiye?"

"Ne. Tê bigihe. Wisan baştir e hûn daxwazê jê bikin ko şû bike."

"Çima van qesan dikî?"

"Qurban, ew hê genc e û li ser xwe maye. Ev galgal jî dê bên vebirrîn."

"Bawer nakim."

"Eger şû bike, mesele dê biguhere."

"Tu wisan dibînî?"

"Belê."

Belê, min dixwest ew dîsan şûn bike, min pirr dixwest. Salek bi ser ve borî û hê jî şû nekir. Ketim şikan û min got: Diyar e xelk rast dibêje. Vê dawiyê çîroknivîsek ji min daxdar ez kirim lehengê çîrokekê. Li nik gelek kesan jî gotibû: "Lehengê çîroka min Emînê çîroknivîs e." Min di wan hemû tiştan de xwe di nezaniyê danî. Vêca eger min xwe gêl û nezan jî nedaniya, dê çi bihata serê min, min ê pîr û perritî û jidestûdarketî! Min ê ser li xwe bixwara lê ketim nivîsînê. Hêdî-hêdî... Min xwest wê çendê bizanim ka Gulnazê çima ez hiştim. Tu bê ji ber pîrî û demarsistî û... Lê na, hefteyekê berî ji min cuda bibe, ji min re got:

"Nekeve şikan. Ji ber hindê ji te cuda nabim ko ti ji te nayê... Nexêr, ev heyamek e dilê te pîs bûye û şikan ji wan mêşan jî dibî yên li dor min dizivirin. Li ber çavên min tu tew tal bûyî. Tu ne Emînê berê yî. Te dilê min kirmî kir. Te ti bawerî ne bi min û ne jî bi xwe maye. 'Kû ve diçî? Çima dereng hatî? Ew kî bû telefon ji te re kir? Hind li cem xelkê nekene!' Te ser li min xwariye..."

Tu bêjî wisan e? Tu bêjî hind pak û bijûn e? Tu bêjî ev xelk derewan dike? Ew jî dibe. Yan xelk hinde beredayî ye, bêzar e, rik li tiştekî girtiye, lê digere mala kesekî wêran bike, dilekî bimirîne, çavekî... çavan kor bike, şemalekê... sed çirayan, hezar findan bitemirîne... Çavên gelek kesan, ta yên heval û hogirên min jî, bi me ranedibûn û hesûd bûn, wan jê hez nedikir ko em wisan lihev û birêk in. Yên tam nekiribe evînê, naxwazin kesên din ji hev hez bikin. Mirovên çavnebar û zikreş pirr in. Wan karî Ke'beya evîna min û Gulnazê biruxînin. Niha ez bi tenê me, zelamek bîmêr, ez û odekek û komek pirtûkan. Bêhn û reng û toza xerîbiyê li min daniştiye, rihên xwe natiraşim, simêlên xwe naqusînim, heyamek dirêj e jî êdî pêlavê nakim pê xwe. Pirr bêriya çaket û pantolonan dikim, yan boyaxkirina pêlavan, meşînê... Carekê ev tişt çi bênirx bûn... Niha xelk bi piyên xwe li ser kuçe û kolanan dimeşe, bayê xweş û hûnik yê derve lê dide. Ew li keçên bedew û kirêt, li qut û dirêjan dinerin, rojnameyan dikirin, li çayxaneyan rûdinin û basa bi dehan tiştên şirîn û tal dikin... Ez jî li vir bi tenê me, ez û dûkêlê cigareyê, ez û yadgarên hez û evîna Gulnazê, ez û kul û kovanên cudabûnê, ez û xewnên xwe, ez û projeyên çendîn çîrokên keserkûr, ez û tirs ji pêşeroja nediyar ya keçên min, ez û kasetên muzîka nazik û dilhelîn, stranên birîndar û helbestên pirr xembar, romanên tijî karesat, ez û nesaxî... Ax mirin çi pîs e bo kesek hê bi hezaran hêvî û xewn û armancên mezin hene. Mirin pirr ker e, xwe ji mirovê ker dide alî û siwarî hespek mîna min dibe... Belê, di mejiyê min de bi hezaran refên hespên umêd û hêviyan bîlasebeb nabezin... Kufr e ez bimirim. Li vê taxa xwedê nefret lê kirî mirov wek mişkan, wek mêriyan dimire, kes nizane, kes dengê mirov nabihîze. Ev tax dişibe gorristanan bi xwe. Tarî û xamoş e, li vir kesî guh li girî û kenê kes din nabe, ji dizî ve ji dayik dibin û ji dizî ve dimirin. Yan jî li vê taxa Enwerê birayê min ne kes ji dayik dibe û ne kes jî dimire, ne kes digirî û ne kes jî dikene. Ma tu bêjî wisan be? Nê (naxwe, manê) ev ne xelkê dinyayek dî ne. Ma ne ew jî wek me dixwin û dinivin û şû dikin û ji hev cuda dibin. Baş e, nê ev zengînên giran jî dema pîr û êxtiyar dibin ji mêraniyê dikevin. Qet nebe, nesaxiyek wan digire, nê ew jî jinan telaq didin, jinên wan jî dostek... hinan deh dost û dildar hene. De çima wek min bi serê wan nayê?.. Emîn, tu qet ne wiha bêfam bûyî, bifikire, bila pirtûk li hewara te bên... Belê, yên xwedî mal û milk û xwedî û xudan bin, wek te yê bêmal rezîl û riswa nabin, nabin pêkenokên bajarekî, ew bi 25-dînarên xwe dikarin nefret û lanetên bajaran veşêrin ... Belê, ew ne wek te ne, baweriyan wan e ko mal û milk, saman û darayî, dirav û pare û çek û senedên di paxil û bankeyan de, rêzedikan û sînema û aqar, kur û keç, hemû yê mêr e. Wan jî wek birayê te Enwer bawerî bi peyva "min" heye, bi wê "min"a tu jê bikerb û bikîn î. Ew ji dil dixwazin her bibêjin: jina min, xaniyê min, tirimpêla min, keçên min, kurên min, pareyên min. Eger yek wek te bixwaze xelkê def bide daku vê "min"ê nehêle ew, berevajî te, dixwazin di ferhengan da, li ser dar û dîwaran, li ser texte û maseyên dibistan û çapxane û meyxane û şanoxane û şêtxaneyan peyva "min" gir binivîsin. Ew dikarin çapxane û weşanxaneyên mezin peyda bikin, bi berg û rûpelên rengîn û bedew bi hezaran ensîklopediyan, bi milyonan pirtûk biçapînin ko tê de tenê peyvên "min", "ya min", "yê min" belav bikin. Li destpêkê, li naverastê, li dawiyê, li herderê peyva "min"... Lê herçi tu yî, tu dixwazî du hezar, du milyon tif li vê "min"ê bin. Lê ew qet ne wek te ne. Ew xaniyê xwe tapoyî jina xwe nakin, ew ne mîna te dijminên peyva "min" in jî... Tapo û mîras, mal û milk her bo mêran dihesibînin. Mêr hestiyê piştê ye, hêza hinavan e. Bo wan keç dibê qey kêç e. Te çend dixwest te keç hebin lê xelkê digot: Emîn guneh e, kur nîn in. Te jî ji henek ve digot: Bo çi ne, ma dê ji min re bibin şivan yan rêncber? Û ne jî min dijminkarî bi kesî re heye ko bi tîr û şûran piştevaniya min bikin. Te digot: Min sê keç hene, ango sê gencîne. Te henek bi aqilê wê xelkê dikir û te digot: Eger li şûna wan sê keçan min sê kur heban, yek dê biba meyvexwer, yê din kêrlêder û yê sêyem jî qumarkar! Xelk bi te dikenî: Her bi van gotinan dilê xwe xweş ke! Êdî Enwer jî mîna te pîr bûye. Lê zarokên wî û jina di xizmeta wî de ne û ew nemiriye, mêranî di demarên wî de maye... Vêca Enwer çawan nemiriye? Lê na, mesele ne ew e. Mesele ew e ko baweriya wî bi peyva "min" heye û ya min pê nîne. Tevî ko min ti tişt nîne jî, min xaniyê xwe tapoyî jina xwe kir lê tevî ko wî her tişt heye jî, ew tenê şixat û kifrîtek jî tapoyî jina xwe neke. Ev tax çendî sernerm e, çend sernermî hestîgiran û bêzever?.. Ta niha jî kesî ji min nepirsî ka çawan e, kesî negot ka navê çîroka min ya dawîn çi ye?

Dema Enwerê birayê min ji mêvanên xwe re dibêje: "Ev jî Enwerê birayê min e."

Ew dipirsin: "Çi kar dike?"
"Fermandarek teqawid e."
"Fermandar û hew?"
"Na", dibêjm, "çîroknivîs im."
Ji qerf û henek ve dibêjin: "Nê ticaret bi çîrokan nayê kirin. Ma pare pê ve tên?"
Ku Enwer ji min dipirse: "Çîrok pare tîne?" Ez bê tirs dibêjim: "Na, bira."

Mêvanên bênteng pirqepirq pê dikenin û dibêjin: "Vêca madem pare pê ve nayê, êdî çi feyde heye ko dibêjî dikim?"

Pirrî car dema bi şev li gel birayê min Enwer vedixwarin, wîskî, şampanya û vodkayê ew mirrûmest dikirin. Dihatin odeya min, odeya min ya bêkesî û derdexemiyê, ta derengî şevê bela xwe di min dida, pirtûk serobino dikirin, bi xwe bi kom dihatin odeyê. Destên wan recifîn, pêke û qedehên wan yên wîskî û şampanyayê dirijîn ser pirtûk û destnivîsên min, destnivîsên li ser kul û kovanên zarokiyê, şerm û şikên xortaniyê, guman û dilwasiyên navseretiyê têde... Wan dev û lêvên xwe yên bi wîskiyê şilbûyî bi wan paqij dikirin. Dîsan min bi sed qeda û bela hemû kom dikirin lê dîsan ew dihatin û destê xwe wisan digihand pirtûkên min mîna ko destê xwe biavêjin navrana qehbeyekê, quzê dêlekê, pirr kirêt û mestane. Her yekî tiştek digot:

"Çima nayê nav zelaman? Te çi di vê odeyê ve dîtiye?"

"Zêr û zîv!"

"Na, gunên min!"

"Jin awiha li zelaman dikin. Bi şeref ez bixwazin, dê her hefte yekê mar bikim û yekê telaq bidim."

Dilê min nediçûyê bersiva wan bidim. Ma min dê bersiva kê bida? Komek giregirên berîktijî û servale, ziktêr û navranbirçî, komek ji min serşorrtir. Wan heywanan, wan berazbavan, wan gamêşan dida ser Dostoyevskî, Tolstoy, Lawrence, Balzac, Joyce, Steinbeck û Hemingway... Wan tûle û tolazan kasetên Mozart, Chopin û Tsaikovski ditewizandin. Wan ehmeq û serseriyan galteyên xwe yên ji xwe serserîtir bi wêneyên Beethoven û Charlie Chaplin dikirin û ez, ez ê şil û seqet, ez ê bêhêz û bêşiyan dixeyidandim. Lê min deng nedikir. Min nedixwest Enwer bibîne û bibêje birayê min xeber û dijûnan dibêje mêvanên min. Ez sil dibûm û xuhê ez didam, lerzek cemidî bi hestiyê pişta min de dihat. Mîna meymûnek bim di rekehekê de wan wisan li min dinerî. Ez jî ji qehran, bi derew pê dikenîm. Di dilê xwe de min sond dixwar wan bikim lehengên çîrokên xwe. Min sond dixwar ji berî bimirim wan zikmeşkan ripîrût bikim, wisan lê bikim ko xelk henekên xwe bi aqil û bîr û baweriyên wan bike. Şevekê pirr xeyidîm. Min xwe ranegirt. Wisan sermest û serxweş bûbûn ko pênûs, kaxez, wêne, kaset û pirtûkên min herimandin. Min kes nedîtiye hindî wan rik dijî pirtûk û defteran hebe. Pirtûk bi dest xwe digirtin û mîna gog û holan her yekî hildiavêtin ber yê din. Car pirtûk vedigirtin û car jî diketin ber piyan. Wê şevê pirr mest bûn, pirqepirq dikenîn. Min hêvî jê kir:

"Tika ji we dikim, bela xwe ji wan pirtûkan vekin. Eger hûn dixwazin, kerem kin rûnin bal min. Eger na, fermûn derkevin. Ez bi kar im."

"Karê çi?"

"Dixwînim, dinivîsim. Mijûlî sed şolan im."

"Vêca ma mirov bi roj yan bi şev kar dike?"

"Bira, ev karê min şev û rojan nas nake."

Tavilê yekî ji wan bi tirrane got:

"Te ev hemû kitêb xwendine?"

"Belê."

"De madem wa ye, çima nafiroşî? Nê ne bilbil in ko bistrin. Qet nebe, dê du qirûş pê bikevin berîka te!"

"Vêca min qirûş bo çi ye?"

"Xwelîbiserî, werin bibînin, dibêje pare bo çi ye."

Pirqepirq dikenîn. Enwer jî dema dixwar ta bêjî kirêt û bedmest dibû, hay ji xwe nedima, bi şev tiştek dikir û bi roj haşatî dikir. Ta nehatim mala wî, min nedizanî ko mal kiriye meyxane... Ne tenê meyxane, kiriye gov û axur. Nêreker lê dizirrin, gamêş diborrin, se direyin, jin û keç û kurên wî jî bûne meygêr û berdestk.

Smaîlê bazirgan destê xwe berev wêneyek Charlie Chaplin dirêj kir û got:

"Vî mêrikê pêkenok, bo Xwedê filmên qerfok û entîke hene."

Min bi xeyidokî got:

"Ev bilîmet û dahî ne qerfok û pêkenok e. Bi filmên xwe galte û tirraneyan bi birjiwa û sermayedaran dike."

Matmayî, matmanek tev li tirrane, pirsî:

"Na lo? Sermayedar kî ye?"

"Tirredînek zengîn e, bi xuh û xema bi hezaran hejaran dijî!"

"Bila, baş e... Vêca ma ji ber qeşmeriyên vî qerfokî xew bi çavên sermayedaran nakeve?"

"Nebêje qerfok; navê vî bilîmetî Charlie Chaplin e."

"Madem wa ye, diyar e te jî bo tiştek wisan xwe di vê odeyê ve mit kiriye daku filmekê çêkî... daku nifrîn û dijûnan li dewlemendan bibarînî."

"Na, ez filman çênakim. Kî filman bo min çêke?"

Min xwest bibêjim: ez dê we bi çîrokan rezîl û riswa bikim, hey serşorrîno, hey gewadîno... Lê yek din lezand:

"Bela xwe ji Emîn Şaplîn vekin û werin li vî berazî binerin... Xwelîbiser, ma wêneyek misilmanekî li vê odeyê nîne!"

Yek din:

"Enwer, bi şeref ev birayê te tiştek e!"

Enwer jî, mirrûmest, dixwest mêvan dilxweş bin. Ne tenê min, dixwest xwe jî ta radeyekê bike qerf û henek, henekek neti û bêwate tenê daku mêvan pirqepirq bikenin û daku her û her basa xweşiya wê şevê ji hev re bikin.

Tavilê - qet ne bendewar bûm min wisan sivik bike - got:

"Tiştê çi, xwelîbiser, qedehek wîskê bi porê wî de birijînin... Ne welle, bi perûkê wî de!"

Pirqepirq pê kenîn. Hemû bi qedehên di dest xwe de nêzî wêne bûn û hûr lê nerîn. Enwer xwe nedigirt, dişewişî, li ser kursiya hemberî wêne rûnişt... Ne dişibî Enwerê birayê min. Hemû jî bi roj wisan bûn, rêzgir û maqûl. Bi islûb xwarin dixwar, cigare dikişandin, dikuxîn, ji dizî ve diçûn avdestxaneyê. Lê niha hinde sivik û bênirx... Bi hejhejokî bal min ve hatin û pêkve pirsîn:

"Emîn, ev keçelok kî ye? Xwelîbiserî pirr tirsnak e!"

Min jî xwest bi dostanî nêzî wan bibim, wek hevalek zimanşirîn bersiva wan bidim:

"Ev keçelok Dostoyevskî ye."

Pirsîn:

"Dosto kî?"

"Dostoyevskî."

"Tu Xwedê, vêca ma ew jî navê zelaman e!"

"Welle ne navê hêştiran e jî."

Kirin qerebalix û her yekê pirsek ji min kir:

"Ew keçel ji kû ye?"

"Rûsî ye."

"Çi dike?"

"Romanivîs."

"Roman tên xwarin?"

"Xwarina çi... Roman çîrokên pirr dirêj in."

"Îca ma roja çîrokan maye?"

"Ne çîrokên çîrok... Vî bilîmetî çîrok li ser gelê xwe dinivîsîn, li ser miletê rûs."

"Vêca ev çi ye! Ma ew jî bilîmet e?"

"Helbet."

"Baş e pare bi dest vî keçelî diket?"

"Pa çawan."

"De madem wa ye, ew dewlemend bû."

"Na, wî mîna we mal berhev nedikir. Çi ketiba destî dixwar. Dikan û bazar û sînema pê nedikirîn."

"Pa çi pê dikir?"

"Min go dixwar, xerc dikir."

"De bila, ya giring ew e ko hebû û dixwar."

"Ne hind evdalê pare bû. Ya giring jê re ew bû ko êş û azarên xelkê bi nivîsînê vebibêje."

"Xedre û neheqî kiriye..."

"Hertim deyndar jî bû."

"Na lo?.. Madem wa ye, nezan bû."

"Zana bû lê wek min go bo wî giring ew bû binivîse."

"Pa tu? Dibêjin tu jî nivîskar î. Çima mîna wî keçelî pare bi dest te nakevin?"

"Ez cuda me."

"Çawan cuda?"

"Ew li serdemekê û di nav miletekî de dijiya cuda ji serdem û gelê min."

"Ango miriye?"

"Belê, miriye."

"Pa madem miriye, tu çima xwe pê ve diêşînî?"

"Lê romanên wî zindî ne."

"Çawan zindî ne?"

"Giran e... Dev jê berdin, kes ji we di vê meselê nagihe."

"Xwelîbiser, em hesaba milyon û milyaran dikin, îca ev gotinên hîzok çi ne ta em tê negihin!"

"Min go hûn tê nagihin û vebirrin."

"Çawan be jî, Emîn Çaplîn, tevî ko ew keçelokê dostê te kafir e jî, lê dîsan jî rehme lê be!"

Vêca yê bazirgan bi dengek nesaz:

"Biavêjinê, qedehên xwe biavêjin çavên keçelokî!"

Min deng nekir. Min xwe di nezaniyê danî.

Îca Elîbegê Silêman Axa hat pêş û got:

"Emîn Efendî, çîrok xweş in?"

"Eger ne xweş ban, ez çil sal mijûlî nedibûm."

"Hindî çi xweş?"

"Nayê saloxdan."

"Ka ez bînim ber çavên te: hindî xwarinê, bi qasî vexwarinê, temetî jinan? Mîna çi?"

"Ne wek ti."

"Tê nagihim?"

"Tu... Hûn tenê rû û rûkeşê tiştan dibînin. Herçi çîrok e, nav û hindirî mirov û heyber û bûyerên derdorî mirov vedikole."

"Nav kû der e, Emîn. Mebesta te ne hinav in, ma ne?"

"Na, mebesta min ûr û rîvîk in!"

"Ev çi ye, Emîn? Ehmeqiyan dikî."

"Welle hûn sermest in û ehmeqiyan bi xelkê dikin."

"Bawer nakim ti tişt wek vexwarinê û jinan xweş be."

Yek din mirrand:

"Ne, kero, pare û hew. Pare nebe, vexwarinê û jinan dê ji kû peyda bibin.?"

Hemûyan bi yekdengî got:

"Sehet xweş! Sehet xweş!"

Yê bazirgan got:

"Bi şeref cemaet, vî keçelî jî gotinên wisan delal nekirine. Bi dilê min e: pare... Sehet xweş!"

Bi silikî min got:

"Ya ji we ve, jin tenê navran û guhan in?"

Bi awaz, bi galte û tirrane hemûyan got:

"Pa çi ye, Emîn Efendî?"

"Bira, jin hezkirin û evîn in, dayik û xwişk in, serekaniya gelek pakî û bedewiyan in."

Bazirganê mebestpîs pirsî:

"Gelo kevnejina te çawan e? Haya te jê heye?"

Min nedizanî dê bikevim xefik û davan. Xuhek sar ez girtim... Gelek şevan min wiha birîndar dikin. Şevekê yekî got:

"Enwer, ko te birayek wiha xweş hebû, te çima zûtir bi me nenasand?"

Yek din ji wan:

"Bi şeref eger xelk bizane zewqek wiha li vir heye, meyxane dê çol bimînin û hemû dê berê xwe bidin virve xwe eger neçar bimînin xuha xwe vebixwin!"

"Baş e kek Emîn, hemû nivîskar wek te xweş in?"

"Dibe."

Enwer bawer dikir ko ez zewqê ji wan gotinan distînim, wisan bawer dikir ko ew mest û meyvexwer nahêlin ez xemgîn û bêkes bimînim. Wî nedizanî ko ez di hindirî xwe de digirîm, dikelîm, dihelîm... Her şeva înê mase radixist û rûdiniştin. Carinan ne tenê kontratkar û bazirgan û qaçaxçiyên mezin lê bijîşk û endazyar û parêzer jî têkil dibûn. Şevekê li gel endazyar û mihendisekî ketim suhbet û devjenkiyê. Min kerek wisan nedîtibû. Tavilê dest avêtê:

"Kek Emîn, tevî rêzgiriya min jî bo cinabê te, lê wêje-mêje ne ti kar e. Êdî ne roja wan pûçatiyan e, çîrok û helbest lîstikên zarokan in. Îro her tişt bi zanistê dimeşe."

Min bi rehetî bersiva wî da:

"Ez mîna te henekên xwe bi zanistê nakim lê ta dinya hebe wêje jî dê bimîne."

"De ka bila helbestek balexaniyekî ava bike, ka bila çîrokek bingehê pirekê deyne."

"Lê kekê endazyar, helbest û çîrok dikarin bi hezaran balexanî û piran di hindirî mirov de ava bikin. Wêje û edebiyat xizmeta hindirê mirovan dike. Wêje rastiyek mezin e û bermayiyek hemû mirovatiyê ye."

Hemûyan bi hev re, bi tirrane, li çepikan da û fîtî vedan. Yekî jî ko hewaberdan jê re tiştek asan bû, berê qûna xwe da me û barût berda. Jê nerehet bûm û min taliyê gotê:

"Mixabin te zanko û zanîngeh xelas kirine. De ferqa te û wan çi ye?"

Hemû li min hay bûn û mîna rêzefîşekan teqîn rûyê min:

"Çima ma me çi kiriye? Eyb e, kek Emîn!"

Min bi lez got:

"We ti nekiriye lê vî bîst salan xwendiye lê dîsan jî tirraneyan bi wêjeyê dike!"

Pê ve çû:

"Wele qeşmeriyan jî pê dikim!"

"Tu serbest î, her kes û bîr û boçûnên xwe."

Bela xwe ji min venekir û pê ve çû:

"Ditirsim armanca te ew be ko dinyayê bi wan çîrokan biguherînî, ne wa ye?"

"Ne tenê guherandin, dixwazim wê paqij jî bikim."

Elî-beg bi qerfokî got:

"Diyar e çîrokên mamoste gêzik û pêmalikên baş in. Eger ne wa ba, dê çawan dinya pê paqij bike?!"

"Dev xweş Elî-beg, çîrok gêzik e û dinya pê tê malîn."

Bi wê jî nema û dirêj kir:

"Madem wa ye, çima naçî bazarê da gêzikan... bibore, çîrokan bifiroşî, ha?"

Wan lewçeyan ez tengezar kirim. Dema mest dibûn, wan dest diavêt çîrokan yan basa Gulnazê û tapo û xanî dikir. Her car wan kevnebirînên min hildikolandin. Min çare nema, dema dihatin, gazî dikir zarokên Enwer daku min bibin odeya wan. Du ji wan dihatin û diketin ber milên min û mîna savayekî dixistim ser kursîkekê. Min beşdarî di xwarin û vexwarina wan de dikir. Min ji xwe re sond jî dixwar ko suhbet û devjenkiyên me bikim çîrokek. Min ji dizîkî ve guh didayê. Min dixwest bizanim basa çi dikin, min nedixwest wan bihêlim, ta derengî şevê li rex wan rûdiniştim. Li ser sê tiştan didan û distandin: pare, jin û vexwarin. Carinan jî basa min û çîrokan dikir. Gelek caran jî du kesan ji wan ez radikirim ser destên xwe û dicolandim û bi wî awayî ez ta odeyê dibirim û henekên xwe bi min û Çexov û Charlie Chaplin û Hemingway dikirin... Şevekê dîsan yê bazirgan dest avêt Dostoyevskî, dused tif lê barandin û gazî kir:

"Emîn Çaplîn, dixwazim bo xatirê vî keçelokî qedehekê vexwî!"

Min rica jê kir: "Ez nexweş im, nikarim. Vexwim, ez ê dîsan têk biçim. Enwer dizane ev jana dilê min çi dijwar e, bila neyê min... Vê carê dê min bikuje... Lê dixtor li min qedexe kiriye..."

Digot: "Qedexe û xirrê te! Ma tu ji vî keçelokî hez nakî!?"

"Belê..."

"Madem wa ye, vexwe li ber çavê vî keçelî... Ta venexwî, ez ê her tif bikimê!"

Serûçavên Dostoyevskî di tif û gilîz û bilxem û kilmûş re man. Di dilê xwe de bo girîm û min got:

"Dostoyevskî, li min negire... Kufr e heywanek wiha... dewarek wa li te dike!"

Taliyê ez bêzar bûm. Spêdeyekê, ji berî Enwer derbikeve derve, min bang kirê û bi qehr gotê:

"Enwer, hûn ma hûn bo xwe vedixwin yan bo min?.. Carek din jî wan bînî odeya min, eger xwe li ser zikî jî rabikişînim, ez ê li vê malê nemînim!"

Zanî pirr sil û xeyidî me. Bi nermî got:

"Emîn can, min digot tu bi xwe ji vê zewqê hez dikî. Ew dibêjin Emîn guneh e, bila bi tenê nemîne û em biçin hinekî xemên wî vebirevînin."

"Ez ne bi tenê me. Lê dema hûn tên, ez hest bi tenêtî û xerîbiyê dikim."

"Nexeyide, keko. Carek din nahêlim wisan bikin."

"Bêhn li min çik bûye; ez ne pêkenokê wan kerkeran im!"

"Ango ez jî ker im?!"

"Mebesta min ne ew e lê malê jî rêzgiriya xwe heye. Te kurr û keçên genc hene. Eger tu ji vexwarinê hez dikî, çi ji meyxaneyan mişetir."

"Emîn can, mal mala min. Eger bixwazim, dê bikim gov û axur jî."

"Mixabin Enwer, pare tu tevlihev kiriyî; berê ne wa bûyî."

"De tu nabêjiye min bi hemû wê edeb û aqilê xwe çima wiha li te hatiye?"

"Ev meseleyek din e, şîrove pê divê."

"Emîn, wa neke ko bêjim tu hesûdiyê bi min dibî."

"Bi kêfa xwe yî lê bi gorra dê û bavo dilê min bi te disuşe."

"Vebirre Emîn. Ew kesên tu dibêjî ker in rojane bi sedan karûbarên minmin yên qurs û giran misoger dikin û bi cî tînin. Qazanca min di wan de heye."

"Lê qazanc jî ne hemû tişt e."

"Pêdiviya min bi felsefeya cenabê we nîne. Li te bi xwe pîroz be. Em dirêj nekin: êdî şevek din dengê wan nayê guhê te."

Bi silikî lê da û çû. Tu bêjî li vê taxê hemû wiha dijîn? Tu bêjî hemû wiha bedmest û mejîreş û tinezan bin? Wer dixwiye ko her kes bo xwe dijî, mîna hespên erebekêş herdu aliyên çavên wan hatine girtin, tenê pêşiya xwe dibînin. Seyr e, kes silavî kesî jî nake. Bi pozbilindî serê xwe diqeliqînin, bi nazdarî pê li erdê dikin... Ne ti ne, krawatên frensî û pêlavên îngilîzî û çanteyên dîplomasî ne, berçavk û gustîlkên zêr in, defterên hesabê ne, heyranî vexwarin û qumarê ne... Her yekî ji wan Gulnazek xapandiye. Ev tax pirr kip û kûr e, kûr mîna gerrik û lîçên av lê rawestî, gerrikên genî yên ne av têyê û ne jî ji ber diçe. Dîwarên wan pirr spî û dilên wan jî pirr reş in. Ev dojehek rengîn e, ne mîna wê derê ye. Li wir me hay ji her xiştepiştê dibû, hay ji girîn û kenîn, ji şahiyan û behiyan dibû. Em tim li hev bi şer diçûn û dîsan lêk aşt dibûn. Me li hemû nişîvî û evraziyan destê hev digirt. Me dijûn digotin hev û dîsan hevdu maç dikir. Me ji hev dikuştin û xwîn dirêt û dîsan jî gerdena hev aza dikir. Eyd û cejnan, berî ko em bikevin ser goşt û birincan, me milên xwe didan hev û şînî û şahî bi hev re dikir. Me hemûyan pêkve bo bûk û zavayan dawet û dîlan digirt. Dîsan bi hev re me gorr bû mirî û meyîtên xwe dikolandin... Herçi ev tax e, kesî hay ji yê din nîne, kes silavî kesî nake. Êvaran dema bêzar dibim, siwarî erebenoka xwe dibim û li kuçe û kolanan digerîm û min li xelkê dinerî. Min pî û ling nînin lew siwarî erebanokê dibim. Lê ew mêrên maqûl ne wisan in. Ew bi tirimpêla xwe ji hewşa xwe derdikevin û ko vedigerin malê jî, bi horrinekê dergehên sêderî lê vedibin... Salek borî kesî ji min re negot: Çawan î? Çi dikî? Tu kî yî? Kesî destê xwe bo min ranekir. Tu bêjî li vê taxê hemû kerr û lal bin? Yan bi îşaretan bidin û bistînim? Ecêb e, kes li min nanere jî, mîna ko kes min nebîne. Tu bêjî ez miribim? Na, sax im. Ma ne va ye siwarî erebanokê dibim û dimeşim, dixwînim, dinivîsim? Ma ne min Gulnaz telaq daye, ta niha jî her baweriya min bi peyva "min" nîne û rikeberî wê me lê vê taxa Xwedê xefs û nefret lê barandî bawerî bi "min"ê heye, baweriyek pirr xurt... Lê çima kes min nabîne? "Heme yan nînim - ew e pirsgirêk." Ez dibêjim: ew nînin; ew jî dibêjin: tu nînî. Ez ji wan nemirtir im. Ew dê koçk û serayan bi cî bihêlin, ez jî çend çîrokan. Kîjan li bal vê xelkê bihagirantir e, koçk yan çîrok?"

Şevekê Enwer bi tenê vedixwar. Min gazî kirê odeya min... biborin... odeyê, bê "min" ji ber ko ez ne xwediyê ti me. Min berê xwe dayê û jê pirsî:

"Enwer, ev taxa we pirr ecêb e, kes silavî kesî jî nake."

Qedeha xwe rakir û got:

"Emîn, xelk mijûl in û bi sedan karûbar di stuyê wan de ne, karûbarên ji selam û kelaman giringtir."

"Vêca ma silav tiştek wa zehmet e?"

"Zehmet be yan asan, ew guh nadin tiştên wiha."

"Ew mijûlî çi ne?"

"Dixtor in, bazirganên mezin, kontratkarên mîna min... Hemû begzade û malmezin in... Çima dipirsî?"

"Seyr e!"

"Çima seyr e?"

"Ango yê malmezin be, nabe kesî binase?"

"Çawan kesî nanasin? Lê bi kesên mîna xwe re radibin û rûdinin. Çi bi şaîr û maîran bikin? Çi feydeya wan dê ji te hebe?"

"Feydeya çawan?"

"Qazanc... xêr..."

"Madem wa ye, we heval û hogir dane bi qazancê... Lew hûn her şev bi hev re vedixwin?!"

"De wa ye. Zelamê xêr jê nebe, çi pê bikim?"

"Enwer, ez ê gotinekê bikim lê naxwazim ji min zivêr bibî."

"Bêje."

"Bi raya min ferqa taxa we û çolê nîne!"

"Tu her wisan î. Tu hez dikî her li nav gendûgilêşan bijî, di nav qereç û mitirbên salê carekê xwe naşon."

"Ew qereç û mitirb pirr şerîftir in ji van malmezin û xanedanan."

"Pirraniya wan diz û hîz in."

"Diz û hîz bin jî, bi aşkirayî dikin, ne paşperdekî û dernixûmkî."

"Te kî dîtiye li vir diziyan dike?"

"Hemû diz in, her xwedîmilk diz e lê dizê bin alaya yasa û destûrên çewt û çespîner."

"Bi şeref, wê jinê heq kiriye ko tu terk kirî. Nê ev e aqilê te lew wa bi serê te hat!"

"Çi bi serê min hatiye?"

Peyaleyek din dagirt û ji qehr û kerban bi carekê daqurtand û çavên xwe yên sorbûyî dorgerandin û got:

"Bajarek bi xerabî basa te dike."

"Yên basa min dikin ti ji wan ne hindî min pak û bijûn in. Hemû ji min jinhîztir in."

Rûyê wî zêdetir dagerî soriyê û xwest biaxive. Li min û pirtûkan çavek gerand û, pêka xwe ya wîskiyê girt destê xwe, rabû piyan û got:

"Emîn, naxwazim em dîsan bi şer biçin. Madem tu ji jiyana xwe razî yî, karê te bi xelkê nebe. Silavî te bikin, silavî te nekin, xelk serbest e û bi kêfa xwe ye. Bawer dikim baweriya te jî bi serbestiyê heye."

"Ev serbestiyek genî û fistewî ye!"

"Çawan be jî, tu nikarî rabûn û rûniştina xelkê biguherînî."

Taliyê ji berî ji odeyê derbikeve, awirek da min û got:

"Emîn, piştî hefteyekê em ê biçin. Me vîze û bilêtên firrokeyê jî vebirrîne. Hay ji xwe hebe."

Min gazî kirê bêt rûne. Vegerî bal min û li ser kursîkekê rûnişt. Vê carê piyale bi ser devî ve min gotê:

"Bira, ji min zivêr nebe... Ev taxa xezebî mirovan dikuje."

"Xweştirîn tax e. Xelk dua dikin metreyek li vir bi dest bikeve."

Ji neçarî min got: "Wa ye." Paşî min jê pirsî: "Hûn ê kengî biçin?"

"Hefteyek din."

"Pa ez?"

"Ma min nego Xaltîka Xecê dê bê û her tiştî bo te bike..."

"Nê ew ji min pîrtir û bêserûbertir e."

"Diyar e dixwazî keçek çardehsalî xizmeta te bike. Ev pîrejinek baş e û her tiştî dizane. Dê herwiha sereguhiya seyê me jî bike."

"Lê jê re bêje bila min bêxwedî nehêle."

"Ne hewante ye, bi pare dike... Dê çawan te bêxwedî bihêle?"

"Hûn ê çend dem li seferê bin?"

"Mehekê, kêm-zêde mehekê... Nizanim."

"Pirr e, ji ber min piçekî zû vegerin... Enwer can, heyamek e hîlaka min çû, ditirsim dîsan jana dil min bigire û bikuje!"

"Na, Xwedê neke. Netirse, ez ê hertim telefonî te bikim û peyderpey bo te karteyan bişînim."

"Ez ê çavlirê bim."

Paşî rabû û bişkurr û girnijek birayane ket ser lêvan û bi dilsozî û dilovanî li min nerî. Tavilê min gotê:

"Enwer can, dest ji meseleya Gulnazê berde."

"Çawan dest jê berdim, ma haya te jê nîne çi galgal û galegot tên kirin?"

"Galgalên çi?"

"Min bihîstiye bi Xidirê zêringer re ye... Jixwe tu Xidir dinasî û baş dizanî çi malek e... Raya te çi ye?"

"Eger tiştek wa heba, min ê hay jê bibûya."

"Diyar e tu kerr î!"

Di derî de ma û xeyidokî li min nerî û got:

"Eger ne ji ber te ba, min ê mîna vexwarina vê wîskiyê xwe jê xilas bikira."

"Pa her sê keç?"

"Êdî dê ti çare nemaya û ew ê bihatana cem min."

"Bihêle ta vegerî. Em bizanin ka dê ev mesele bibe çi."

"Dê bibe bênamûsî, yanî dê bibe çi!?"

Derket û derî li min girt. Bi tenê mam, pirr bi tenê: ez û odeyek û çend pirtûk... Piştî hefteyekê çûn, tenêtir mam. Ez û koçkek çol û xalî. Bêna şkeftek tirsnak jê dihat. Deh-dazdeh roj, carinan Xaltîka Xecê ez siwarî erebanokê dikirim û li odeyan dihatim û diçûm. Metbex. Odeya mêvanan. Odeya nivistinê... Nivînên nerm ên dukesî. Dema diçûm wê odeyê, min axînek dikişand û du dilop rondik bi çavên min de dihat. Di neynika bazbazok re li rûyê xwe dipûnijîm... Dişibî wê ko ez li zelamek xerîb û nenas binerim. Min li rûyê xwe toz û gemara mirin û xerîbiyê didît. Odeya mêvanan û kursî û qenepeyên qedîfeyî, li taxek bêpêjn, bê xiştûpişt û tivûliv, ax li mirovên tûle û tolaz... Ev taxa serdeholan, taxa jinên Gulnaz lasayî wan dikir... Diçûm aliyê baxçe û li gulan hûr dimam. Min tinazî bi se dikirin û dixwest ew nasî min bibe... Tenêtî giran e, mirovê bi tenê ji daran, dîwaran, stêran, seyan û pisîkan re jî diaxive... Bîst roj borîn û ez çend car çûm ser kuçe û nav kolanan. Xelkê henekên xwe bi min û erebanoka min dikirin, carinan jî bi dilovanî li min dihatin lê min wisan hest dikir ko kesî ez nedinasîm, kesî silavî min nedikir. Di wê navberê de Enwer sê car telefon ji min re kiribû. Min dengê xwe hildida:

"Baş im baş im lê tagermk min bêtaqet dike."

Carekê pirr bi coşî basa Parîsê ji min re kir:

"Emîn, çûm kolana Şanze... Şanz... Şanze..."

Min jê re temam kir: "Champs-Élysées."

"Dev xweş Emîn, Şamp-elîzê... Xwelîbiser Emîn, min birca Eiffel jî dît."

Çima na?.. Pare,... Pare... Pareyê te hebe, dê biçî Merîxê jî. Enwer bawer bi peyva "min" dike û ez jî nefret jê dikim. Ez tikîtenê û terikandî me û ew jî mêvanê Şanzilzê û Eiffelê ye. Heqê wî ye. Xaltîka Xecê cilên min dişo, xwarinên xweş çêdike... Dayika min, dayika min ya pîr anî bîra min. Ax dayê, çima wisan zû mirî... Xwezî te Emînê kurê xwe bidîta. Tu tekane jin î ko ji min hez kiriye... Bêriya te dikim. Wey dayê... Di wê navberê de çar caran bo diya xwe girîm. Xaltîka Xecê dilê min xweş dikir. Mîna ko di nav qerebalixekê re li şûna destê diya xwe bigirim min destê jinek din girtibe û pê bihesim, qorreqorr digirîm û li dayika xwe digerîm... Du caran jî hat xewna min:

"Emînoko, were nik diya xwe. Dinyayê tu hîlak kirî, were..."

Di tikîtenêtî û bêsebriya xwe de min her roj romanek dixwend. Min pirr nivîsî, li ser zaroktî, xortanî, û nihoyiya xwe, li ser xerîbî û xurbetî û vê taxa Xwedê pişta xwe dayiyê. Spêdeyekê şiyar bûm û min hay jê bû ko mijek, mijek tavil, ketibû ser çavên min, dinya li min gewr û tarî bûbû... Ti kesê wê taxê nedihat seredana min, dost û biraderek Enwer carekê jî li halê min yê kembax nepirsî. Min tenê Xaltîka Xecê didît. Tekane nûçegihîn û peyamîna min ew rebena bêdev û bêziman bû. Lê rojekê tavilê ew nema û venegerî. Wê rojê min xwe bi xwişandina li ser zikî gihand metbexê. Ta êvarê min nikarî tiştekî bikim. Ca siûda min: têla telefonê jî jê hatibû piçandin! Sê roj ji berî nehatina Xaltîka Xecê, min jê re got:

"Xaltîka Xecê, em zû telefonê çêkin, dibe Enwer telefonê bike."

Got: "Qurban, Emîn, ez daîreya telefonan nizanim li kû ye."

Min gotê: "Xaltîka Xecê, bipirse. Nêzî serayê ye, piçekî silaltir."

Roja din jî venegerî. Ma tu bêjî Xaltîka Xecê tavilê miribe? Çima na? Her roj bi sedan ji genc û pîran tavilê dimirin. Mirin ji çavmiçandinê asantir e. Wê rojê jî min bi sed qeda û bela debara xwe kir.

Roja sêyem bi temamî ji taqet û destûdariyê ketim. Tirsa mirinê dîsan êşa dilê min li min vejiyand. Bendewarî Xaltîka Xecê bûm lê nehat. Min hewar kir, bi dengê ketî qîrîm û qîjîm. Dengê min vedida: "Xelkîno, li hewara min werin... Li vir ez ê bi tenê bimirim."

"Ez ê bimirim, bimirim, ...mirim, ...m, ...m, ...m, ...m, ...m, ...m, ..." mîna di şkeftekê ve bim, deng vedida û olan dida... "...bimirim, ...mirim, ...m, ...m, ...m, ..." Kes li hewara min nehat. Min êdî newêrî hewar jî bikim... Jixwe ma li vî xanî, li vê şkeftê, di hindirê van dîwarên stûr ve dê kî dengê miriyekî bibihîze!? Ta diçû, çavên min tarîtir û serê min gêjtir dibû, destên min dilerizîn, piyên min çipek xwînê tê nemabû, mîna du lingên plastîkî, tezîbûn. Destên min bi dijwarî dilivîn, xehmet bû xwe bigihînin pirtûkan, pênivîsk nedigirtin. Her zerik û lawazik dibûn. Birûskek janê di mejiyê min de dizingand. Tu bêjî zengila derî be?.. Kî ye li derî bide?.. Berî hefteyekê keça min ya biçûk hat û got: "Bavo, yan ez yan Berfîn, em ê bên seredana te." Tu bêjî ne yek ji keçên min be?.. Ne?.. Ne ew bi xwe bin?.. Ew bin, çawan sebr dikin?.. Ew ê derî û pencereyan jî bişkînin û bên... Guhên min tam mismidîbûn. Dibe zengila demjimêrka odeya mêvanan be. Dibe... Îro hewtina se jî nayê guhê min. Kes nîne avekê jî bidiyê... Xaltîka Xecê, li hewara me were, ez û se dê bimirin, birsê em ji hîlak birin. Çawan li vê taxa têran em ji birsan bimirin!? Ecêb e, ez di pirtûkan de pirr pêrgî birsê hatime, min gelek çîrokên li ser birsê xwendine lê niha ez bi xwe ji birsan dimirim, demar demar, reh reh, mû mû... Ka ez guh bidimê da bizanim ev deng çi ye... Xîskexîska sîngê min bi xwe ye yan nalîna se ye, ya wî seyê Enwerî bi temet zarokek xwe xweş diviya.. Enwer, zû be were, ne bo xatirê min, bo xatirê seyê xwe, zêrevanê koçk û eywana xwe... Lê ne giring e, bila bimire jî, dê yekî din bikirre... De hema ji ber xatira min were.. Ne giring e, dê ji birayek gewad, pezeveng jî rizgar bibe. Ev tax jî dê xilas bibe ji mirovek zêde, ji zelamekî, ji nivîskarek li vir nayê nasîn... Bendewar mam. Min xwe li ser sîng dixwişand... Ma eger ne li wê taxê ba, çi ji mirina di nav pirtûkan de xweştir e!? Her li wê odeyê mam û hêdî-hêdî dimirim... Ode tarî bûbû û dengek nedihat min, ne qîjîna zarokekî, ne horrina tirimpêlekê, ne reyîna se... Tu bêjî se miribe? Gelo ez birsîtir im yan ew?.. Tu bêjî Xaltîka Xecê miribe... Yan jî tenê nesax e?.. Çima venagere?.. Tu bêjî wan Gulnaz kuştibe?.. Ma kî dizane?.. Deng ji keçan jî nayê... Tax jî pirr tarî û xamoş e, miriye... Ez jî bêdeng û bi tenê dimirim û xelas. Ji her tiştî hatime vebirrîn. Ne deng maye û ne jî reng. Eger taxa me ya kevn ba, niha hezaran li derî dabû... Lêdana derî pê nevê, derî hertim vikîvekirî ne. Zarokên şûm rojê sed kitî caran li pey çivîk û çûçikan di ber wan re dibezîn, dihatin nav hewşeyan û hildiketin ser banan, di pencereyan re li hindirî odeyan dinerîn... Pencereyên çi? Hin qul û kunên mîna şkeftan bûn. Dê tê re bihatana hindir û ez ê mirî bidîtama, li qîrîn û qîjîna wan xanî dê ji jin û mêr tijî bûba. Zelaman dê xwîn û jinan jî şîrê spî yê memikên xwe bidaya min. Ez ê sax bibama... Ev der ne wa ye, li vir kes li deriyê kesî nade, kes li kesî napirse. Heft kitî rojan di wê rewşê de mam. Bendewar bûm ko bên û min wek miriyekî bişon, pak û bijûn bişon. Lê na, li vê taxê kes bîr nabe şûştina miriyan jî. Ma kî dê destê xwe yê pak û paqij, wan destên bêna pare û rantxweriyê jê tê, bi min biherimîne? Min nedixwest li wê odeyê bi tenê genî bibim, kirmewî bibim, mêş û mêrî berbibin leşê min. Nedibû Dostoyevskî, Kazantzakis, Îtmatov, Lawrence û Hemingway bênewî bibin... Nedibû... Li wê taxa bijûn, li koçk û eywanên berz û bala kesî nedizanî ez mirime... Rabûm û min hemam germ kir daku termê xwe bişom. Li bendê bûm kesek were û çend tîraz çîtek spî bîne li min bipêçîne... Lê nehat... Min kincirrkek perritî anî û xwe tê pêçand... Hêvîdar bûm çar kes min rakir ser milên xwe û bixin gorrekê lê li vir kes wisan jî nake. Lê taliyê ji bendewariyê bêzar bûm û min bi xwe termê xwe hilda ser milê xwe û gihand nav kuçe û kolanan lê li wir jî kes ne diyar bû. Madem bi saxî kesî ne li min dinerî û ne jî ez didîtim, ca çawan dê niha min mirî bibînin? Min yek bi yek li deriyên wan da û got: "Birano, gelî mêrên maqûl, ho mîrza û malmezinîno, ez mirime. Xêr e, min bigihînin ta gorristanê."

Yek bi yek wan deriyê xwe li min girtin, dijûn gotin min, tif kirin rûyê min û gotin: "Ta niha nehatiye bihîstin miriyek li deriyê xelkê bide û bibêje: Werin min binax bikin."

Taliyê çare nema, min bi xwe leşê xwe hilgirt û berê xwe da gorristanê. Pê ve westîm û min xuh û xwêdan da, xuha sar a mirî bi min de çipî. Kesî ez nedidîtim lê min her kes didît. Bo cara dawîn min dîsan awirek da kuçe û kolanan, dar û beran, jinan û mêr û zarokên wan, min berê xwe da şîniya esman û girîm... Dijwar e wan hemiyan bi cih bihêlim, dijwar e... Di heman rojê de sê-çar kesên din jî miribûn. Dema gihîm gorristanê, pirr xelk darijîbû wir. Li ber kêlan, li ber sîbera daran rûniştibûn, mat û melûl sekinîbûn. Tirimpêlek bêplaqe jî li wir bû. Xelk bêdeng û bêpêjn bû. Tirs û saw... Sawa mirinê. Hemû tiştê nav gorristanê xemgîn bû: darên erxewan, kêl, gul û giya. Çend gorrkol jî ketibûn şerrê axê. Diyar e mirovek mezin, kesek giring miriye... Çûm nav xelkê, min xwe avêt ber bextê wan û min jê re got: "Ez mirime." Min ji gorrkolan hêvî kir gorrekê ji min re bikolin, kendek kûr vekin, kûr temetî birînên min. Kesî hay ji min nebû, her kes di xemên xwe de bû... Geh geh wan sê-çar kesan serê xwe dabû hev... Basa çi dikin? Li nav hezaran gorran li ser çi xewn û plan û projeyan bi hev dişêwirin?.. Li ser jinan, pare yan jî mîrasa mezin ya mirî? Belê, pare... Gorrkol jî pare dixwazin lê min ji bilî kefenek spî û rûyek reş tiştek nîne. "Kurrîno, ji min re gorrekê bikolin, tenê gorrekê!" Kesî bersiva min neda. Ta derengî êvarê bendewar bûm. Kes li wir nema. Neçar mam bi xwe, bi dev û dest û til û nînokan ji xwe re gorrekê bikim. Her li ser gorra dayika xwe ya pîr... Gihame ser hestî-mestiyên dayê. Min xwe avêt stuyê wê. Mîna dema zaroktiyê ez girtim hemêza xwe: "Tu hatî, lawê min... Bi xêr hatî!"

Em girîn... Ez û dayê û gorrek kûr... Cara dawîn berî ko vebigerim zarokdanka dayika xwe, di nav gorran de meşîm. Bê erebanok. Ruha birîndar dest û pî bo çi ne!? Gorrên pirr nû û gelek kevn, kêlên saxlem û yên şkestî... Xemekê ez girtim.... Ta li vir jî!? Min dît ko ta di nav van miriyan de jî cudahî heye: xwedê-xezeb-lê-barandiyan bi temet koçka xwe gêç û çîmento û mermer li gorrên xwe jî xerc kiriye. Va ye bi sedan gorrên bi ban û pencere û deriyên delal, kevirên nayab û nadir yên ji biyanistanan... Ta li vir jî, ta piştî merg û mirinê jî... Wey qeda lê bikeve! Her wek xwe mane. Yên baweriya wan bi "min" heye. Her bi sedan mêr û tirimpêl bi dû malmezinekî ve bûn. Ez jî her bi xwe bûm: bêkes û bitenê. Min ê bê "min" termê xwe xistibû ser milê xwe. Li ser gorra min jî du kevirên bêreng û nerind kêl in, du kevirên ko belkî kêrî dîwarên avdestxaneyan bên... Cara dawîn, caran dawîn berî ko xwe vebikişim zikê dayika xwe, di nav xema ji bêhejmar pirs û pirsgirêkan, ji qehra vê ferqî û cudahiyê, mîna zarokekî ketim şkandina wan gorran. Kes din nebû. Ez paşayê gorristanê bûm û min wê şevê bi sedan kêl û rekeh û sîwanên delal ên gorran şkandin. Wek dînan, wek gorrkolan, ketim kolîna gorran ta giham hestiyên miriyan. Min mirî derxistin û xwediyên gorrên xweşik kirin gorrên bêserûber û xwediyên yên bêserûber xistin gorrên xweşik... Pê ve pirr westîm. Pê dikenîm. Gorristanê deng vedida... Tu bêjî sibe pê bihesin?.. Paşî min ji xwe re got: "Kero, wiha li miriyan neke, here wisan li saxan bike!" Li ser gorrekê rûniştim û bi herdu çavan têr girîm. Taliyê bêzar bûm. Lê ji berî vebigerim gorra xwe û vebikişim zikê diya xwe, wek dêwekî ketim pûçkirina sîwanên hindavî gorran û şkandina rekehên dorberî wan. Min kevirên wan yên mermerî yek bi yek hûr-hûr kirin. Min dixwest biçim di gorrek sîwankirî de lê dilê min nekir. Vegerîm gorra min ji xwe re bi nînokan kolîbû:

"Dayê, vegerîm..."

"Bi xêr hatî, ezqurban. Tu li kû bûyî?"

"Min rekeh dişkandin, dayê."

"Aha, her mezin nebûyî. Her şûmê berê yî!"

Mîna berê min xwe avêt hemêza wê, ketim zarokdanka germ û nerm. Bêna xwînek pîroz jê dihat. Min xwest bêpêjn bibim û rehet binivim. Min çavên xwe miçandin... Ecêb e... Min çavên xwe vekirin: Hemûyan rik û rik li min dinerî. Bi çavên tijî dilovanî û mihrevanî û dildarî. Behî û şînî bo min danîbûn û hemû digirîn. Min gotê: "We çawan zanî ko ez mirime?!" Bersiva min neda. Her bo min digirîn. Rondikên wan dadirijîn gorra min. Min di nav hêsirên wan de melevanî dikir. Hemû hatibûn: Tolstoy, Dostoyevskî, Turgenev, Balzac, Proust, Camus, Lawrence, Joyce, Sokoloff, Harte, Dickens, Hemingway, Kazantzakis, Çexov, Maupassant... Hemû, hemû hatibûn. Gelek ji wan yên li serdemên pirr kevn jiyabûn, yên min jî nedinasîn... Girîn, bo min girîn. Gorr tijî bû ji hêsiran, ji rondikên pak... Min gotê:

"Min şermezar nekin. Hûn çima hatin? We çima ev zehmetî kişand?"

Bersiva min neda. Hind girîn ko di nav gerra rondikên wan çelengemêran de mam. Bûm belemek di zarokdanka diya xwe de seyirîm. Di nav perdeyek germ û nerm de aram û asûde bûm. Di wê gorra bêkêl de, di wê gorra bêserûber û pîroz ya tijî rondikên pak de, min cara dawîn çavên xwe miçandin, di wê dawîn menzela min de, dawîn mala min, dawîn gorra min... Na, bila nemîne "min", bila biruxe "min": dawîn mal, dawîn gorr...

Tu bêjî ew vegerîbim? Belkî... Wa diyar e dê zivêr û tengezar bibin... Dema min termê xwe da ser milê xwe û derketim, min se nedît... Tu bêjî ji birsan miribe?.. Tu bêjî ew li min bigerin?.. Nizanin ez mirim û kes jî li wê taxê pê nehesî... Belkî polîsan jî agadar bikin. Nê ne hewante ye ko hema zirtezelamek li bajarekî wenda bibe. Lê bila ew her bigerin ta goşt û hestiyên min di nav hêsir û rondikan de bihelin. Erd dê min hêdî-hêdî bihelîne, bihelîne, bihelîne... Ez dê têkilî nav ava kanîkan bibim... Di nav wê avê de hûn dê min vebixwin. Baş bizanin ko hûn dê hemû goşt û hestiyên min vebixwin... Ez dê têkilî xwîna nav demarên we bibim. Ango ez dê sax bimînim. Ez dê di nav xwîna we de bijîm... Dema hûn jî mirin, ez dê dîsan bi we re bihelim nav ava kaniyan!!!

Payiza 1986
Silêmanî

Ji soranî: Husein Muhammed

-----------------------------------
Nivîskar: ŞÊRZAD HESEN
Weşandin: 2010-01-14
Xwendin: 7470
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org