[ ŞEMÎ, 2024-04-27 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Berfîn
[HELSÎNKÎ, 3/11 2010] — Carekê li nîveka zivistanê wisa qewimî ko dema berfa nerm mîna perrên teyr û tilûran ji nav ewran dibarî, şabanû rûniştî bû û kêlî dikirin li ber pencereya xwe ya milbendên wê ji dara reş ya ebonî.

Dema wê li wir kêlî dikirin û di pencereyê re li derdorî xwe dinerî, wê derziyek kir di tila xwe re, û sê dilop xwîn jê darijîn ser berfê. Dilopên sor li ser berfa spî wa xweşik dixwiyan ko şabanû pûnijî:

— Wey, xwezî min zarrokek heba, spî wek berfê, sor mîna xwînê û reş şibî dara ebonî!

Piştî kurtedemekê keçikek jê re çêbû ko leşê wê mîna berfê çûrr, gepên wê wek xwînê sor û pirça wê şibî dara ebonî reş bû lew navê keçikê kir Berfîn. Lê mixabin dayika wê zû piştî welidîna keçikê mir.

Piştî salekê paşa dîsan zewicî. Şabanûya nû pirr spehî bû lê herwiha pirr zordar û pozbilind jî bû. Wê tehemil nedikir ko ti kes ji wê bedewtir hebe. Wê neynikek sihrî hebû, diçû ber û jê dipirsî:

Bêje, bêje, awêne,
kî ya spehîtirîn e.
Neynikê bersiv dida:
Şabanû ya spehîtirîn e.

Hingê şabanû dilşad dibû çiku wê dizanî ko neynik rastiyê dibêje.

Lê Berfîna biçûk mezin bû û roj bi roj narîntir dibû. Li heftsaliya xwe ew rind bû wek roj û ronahiyê, spehîtir ji şabanûyê bi xwe. Dema şabanûyê carekê ji neynikê pirsî:

bêje, bêje, awêne,
kî ya spehîtirîn e,
neynikê bersiv da:
tu bûyî berê bênimûne,
niha Berfîn ya spehîtirîn e.

Vê bersivê şabanû wa bextreş kir ko ew ji çavnebarî zer û kesk bû.

Ji hingê ve şabanûyê ji Berfînê nefret dikir. Kumreşî û hesûdî roj bi roj lê zêde bû û dilê wê dagirt û şabanûyê bi şev û roj hedan û aramî nedît. Rojekê wê bangî nêçîrvanekî kir nik xwe û gotê:

— Keçikê bibe dûr nav daristanê, hew dikarim tehemila wê bikim. Divê wê bibî bikujî û dilê wê û zimanê wê bo min bînî daku piştrast bibim ko ew miriye.

Yê nêçîrvan bi gotina wê kir û Berfîn bir nav daristanê. Lê dema wî kêra xwe derxist, keçikê dest bi girî kir û gotê:

— Wey, nêçîrvanê rind, min nekuje! Ez ê birevim nav dehl û dirrên tarî û êdî ti car venegerrim malê.

Spehîtiya Berfînê nêçîrvan hejand, û wî got: - De ji xwe re bireve, rebenê. Nêçîrvan ji xwe re pûnijî: Jixwe lawirên dirrinde dê aniha wê bixwin. Lê dîsan jî ji wî re dixwiya ko kevirek giran ji ser dilê wî rabûye madem ne neçar e wê bikuje.

Hingê gîskexezalek çargavî nêzî nêçîrvan. Nêçîrvan ew kuşt, dilê wê jê deranî, zimanê wê jê kir û bo şabanûyê birin.

Lê Berfînoka reben tikîtenê li nav daristanê mabû. Ew wa ji ser hişên xwe çûbû ko li pelên hejok yên daristanan dinerî û nedizanî kû ve biçe. Paşî wê dest pê kir bezî û di ser kevirên tûj re, di nav teraşên têrstrî re meşî. Lawirên dirrinde yên daristanê di ber wê re diborîn lê ti ziyan nedigihandê. Ew bezî ta ko êdî piyên wê xwe li ber negirtin û ta tarîtiya êvarê daket. Hingê xanîkek bi ber çavên wê ket û ew çû têve.

Di xanîk ve her tişt biçûk lê pak û bijûn bû. Li nîveka wê mêzeyek biçûk û li ser mêzeyê jî mêzerek sîs hebû. Li ser mêzerê heft sênikên biçûk û li ber her sênîkê jî kefçikek, kêrikek, çetelkek û kûpikek şîrî hebûn. Li ber dîwar li rêz heft doşekok û li ser her doşekê lihêfkek û çarçevek sîs-spî hebûn.

Berfîn hem birsî û hem jî tî bû. Wê piçek nîsk ji her sênîkê xwar, kerikek ji her pirta nanî ve kir û du-sê çip şîr ji her kûpikî vexwarin çiku wê nedixwest hemû para ti kesî bixwe yan vexwe. Û ji ber ko ew pirr westîbû, dilê wê kir rabe binive. Lê ti ji wan doşekan kêrî wê nedihatin. Ya yekem dirêj, ya duyem kurt, ya sêyem req, ya çarem teng bû. Taliyê ew giha doşeka heftem û dibê qey ew tam bo wê hatibû çêkirin. Berfîn hilket ser wê, duaya êvarê xwend û di xew çû.

Bi şev vegerrîn xwediyên malê, heft bejnbost yên bi roj diçûn çiya kanzayan bikolin. Wan heft fanosên biçûk hilkirin û tavilê pê hesîn ko kesek hatibû xanîkê wan ji ber ko her tişt ne wisan bû wek dema ew ji wir çûbûn.

— Kî li ser kursiya min rûniştiye? yê yekem pirsî.

— Kê ji sênîka min xwariye? yê duyem.

— Kê ji nanê min diziye? yê sêyem.

— Kî ketiye ser sênîka nîska min? yê çarem.

— Kê çetela min bi kar aniye? yê pêncem.

— Kê bi kêra min birriye? yê şeşem.

— Kê ji kûpê min vexwariye? yê heftem.

Paşî yê yekem li dor xwe nerî û pê hesî ko şûndewsek li doşeka wî hebû. Ew qîrrî: - Kê li ser doşeka min xwe pal daye?

Bejnbostên din jî li doşekên xwe nerîn. - Kesekî xwe li ser doşekên me jî dirêj kiriye! wan hemûyan hêbetmayî got.

Lê dema mêrkokê heftem bezî ber doşeka xwe, wî Berfîn li ser dît û gazî yên din jî kir. Hemû bejnbost li dor wê doşekê civîn û fanosên xwe bilind kirin ta ko ronahî ket keçika di xew.

— Çi ecêb e, çi seyr û sosret e, keçikek çend naz û nazenîn e! ew bi yekdengî qîrrîn.

Û kêfa wan wa hat ko wan nexwest Berfînê şiyar bikin lê hêla ew bo xwe binive. Bejnbostê heftem, yê ko keçik li ser doşeka wî razayî bû, her saetekê li ser doşeka yek ji hevalên xwe raket ta ko şev li wan borî.

Spêdeyê Berfîn rabû. Dema wê her heft mêrik dîtin, pirr behecî. Lê bejnbost xweşheval bûn û navê wê jê pirsîn. - Ez Berfîn im, wê bersiv da.

— Tu çawan hatî xanîkê me? ew jê pirsîn. Berfînê ji wan re vegot ka çawan jinbava wê dixwest wê bikuje, çawan yê nêçîrvan ew sax hêlabû û çawan ew taliyê bi ser vî xanîkî hilbûbû.

Bejnbost jê pirsîn: - Ma tu dixwazî bermaliya me bikî? Tu dê xwarinê ji me re çêkî, nivînan biniximînî, cilan bişoyî, kêliyan bikî û her tiştî pak û bijûn bikî? Ger tenê bixwazî, dikarî li vir bimînî û ti tişt dê ji te ne kêm be.

— Ji hemû dilê xwe dixwazim, Berfînê bersiv da. Û ew li mala yên bejnbost ma.

Spêdeyan bejnbost diçûn çiyayan li zêrr û kanzayan digerrîn, û êvaran ew dihatin şîvê û nivistinê. Berfîn bi roj li malê dima. Bejnbostên baş ew hişyar dikir û digotê: - Xwe ji jinbava xwe biparêze. Ew ê pê bihese ko tu li vir î. Nehêle ti kes bêt hindirrî malê!

Şabanûyê, ya ko texmîn dikir ko Berfîn miriye, bawer dikir ko êdî bi xwe bûye spehîtirîn jina hemû cîhanê. Rojekê ew li ber neynikê sekinî û got:

Bêje, bêje, awêne,
kî ya spehîtirîn e.
Neynikê bersiv dayê:
Tu bûyî berê bênimûne,
niha Berfîn ya spehîtirîn e.
Ew ji vir dûr e,
li nik mêrikên hûr e.

Şabanû pirr tirsî ji ber ko neynikê herdem rastî digot. Ango yê nêçîrvan şabanû xapandibû, û Berfîn hê jî sax bû. Şabanûyê dest pê kir bipûnije ka çawan keçikê bikuje.

Piştî wê taliyê fêlek peyda kir, wê cilên etarek pîr li xwe kirin û rûyê xwe bi rengan tewizand daku kes wê nenase. Paşî ew di ser heft çiyayan re meşî xanîkê bejnbostan, li deriyê wan da û bang kir:

— Tiştên xweşik bikirrin.

Berfînê serê xwe di pencereyê re derxist û silav kir: - Rojbaş, xanima delal, tu çi difiroşî?

— Tiştên pirr narîn, çît û deziyên rengşirîn, şabanûyê bersiv da. - Ben û dezî û qeytanên tevrengî bo kiras û fîstanan. Û wê eşyayê spehî nîşanî Berfînê da.

— Bêguman ez ê bihêlim ev hurmeta çê bêt malê ve, Berfîn pûnijî. Wê derî vekir û gulolikek deziyên delal kirrî.

— Keçika delal, cilên te çendî kirêt in! pîrebokê got. Ka were ez ê qeytanek xweşik bixim çoxikê te!

Bêyî ti xirabî bêt bîra Berfînê, ew li pêşberî şabanûyê sekinî û hêla ew qeytanekê lê bide. Lê pîretewtê kirasê wê wa lê şidand ko hema Berfîn dê fetisîba û mîna mirî be ket erdê.

— De baş bi serê te hat, delalokê, şabanûyê got û lezî derê.

Berêvarê bejnbost vegerrîn malê. Wey, ew çend bizdîn dema wan dilbera xwe Berfîna delal li erdê zerik û bêruh dît! Lê dema wan keçik rakir, pê hesîn ko kirasê wê zêde şidandî ye û qeytana wî piçand. Paşî wê hilm û henaseya xwe anî û bir û hêdî-hêdî bi ser xwe ve hat.

Dema bejnbostan bihîst ka çi qewimiye, wan got: - Ew etarok ji bilî şabanûya şûm ne ti kes e. Dema bi tenê bî, ti kesî bernede hindirr!

Lê dema şabanû vegerrî malê, wê awirek da neynikê û got:

Bêje, bêje, awêne,
kî ya spehîtirîn e.

Neynikê her wek berê bersiv da:

Tu bûyî berê bênimûne,
niha Berfîn ya spehîtirîn e.
Ew ji vir dûr e,
li nik mêrikên hûr e.

Şabanû ji qehrê sor û ji tirsê zer bû çiku ew tê giha ko Berfîn dîsan bi ser xwe ve hatiye.

— Lê ez ê fêlekê lê bikim ko wê bi temamî biruxîne, şabanû ji xwe re pûnijî. Û wê bi hinêra xwe ya sihirbazî şeyek jehrî çêkir. Paşî wê dîsan xwe kir pîrejinek, meşî pişt heft çiyayan nik xanîkê bejnbostan, derî qutand û gazî kir:

— Tiştên baş bikirrin!

Berfînê serê xwe di pencereyê re deranî û gotê:

— Herre ser riya xwe. Nabe derî li ti kesî vekim.

— De hema binere ka min çi heye, pîrebokê got û şeyê jehrî nîşanî wê da.

Berfîn wa pirr bû heyranî şe ko taliyê qane bû derî veke. Dema wan li ser bihayê şe li hev kir, pîretewtê jê daxwaz kir:

— Ka ez pirça te pirr delal şe kim!

Berfîna reben ti hay ji xirabiyê nebû lew bo dilxweşkirina pîrejinê bi daxwaza wê qane bû. Lê dema şe giha pirça wê, bandora jehrê dest pê kir û keçik gêjbûyî ket erdê.

— Niha dawiya te hat, delalokê, pîretewtê got û zû çû ser riya xwe.

Baş bû ko zû bû êvar hat û yên bejnbost vegerrîn malê. Dema wan Berfîn li erdê dirêjkirî dît, tavilê wan şik ji jinbava wê bir, dest bi lêgerrînan kir û şeyê jehrî dît. Û di cih de ko şe ji nav pirça Berfînê hat hilkişandin, ew hat ser hişên xwe û vegot ka çi qewimiye. Bejnbostan şîret li keçikê kirin ko divê li xwe hişyar be û lê qedexe kir ko qet derî li ti kesî veke.

Di wê navberê de şabanû gihabû malê. Ew rikerast çû ber neynikê û wek adetî jê pirsî:

Bêje, bêje, awêne,
kî ya spehîtirîn e.

Lê neynikê her wek berê bersiv da:

Tu bûyî berê bênimûne,
niha Berfîn ya spehîtirîn e.
Ew ji vir dûr e,
li nik mêrikên hûr e.

Şabanû ji kerb û kînan lerizî û recifî dema ev gotin bihîstin. - Ta ger serê min jî bêt lêdan, divê Berfîn bimire.

Paşî wê xwe vekişand çaviyeya xwe ya dizîkî ko nedihêla ti kes biçiyê, û sêvek çêkir ko tijî jehrek pirr xurt bû. Bi ser ve sêv wa delal bû, wa sor û spî bû ko kê ew dîtiba, dê dilê wî bibijiyayê lê her pirtek jî jê xwariba, dê bêçare miriba.

Dema sêv amade bû, şabanûyê rûyê xwe reng da, cilên jinek gundî li xwe kirin û çû xanîkê yên bejnbost yê li pişt heft çiyayan.

Wê derî qutand. Berfînê serê xwe di pencereyê re derxist û got:

— Newêrim derî li ti kesî vekim. Yên bejnbost li min qedexe kiriye.

— De bi kêfa te ye, jinikê got. - Jixwe ez dikarim van sêvan li derek din jî bifiroşim. Lê de bo tam ha vê yekê ji te re.

— Na, Berfînê gotê, newêrim wergirim.

— Çi, ma tu ditirsî? pîrejinikê hawar kir. - De binere, ez ê sêvê bikim du ker. Kerê sor ji te re û ez ê kerê spî bixwim. Jixwe sêv wa hinêrane hatibû çêkirin ko tenê alê sor jehrî bû.

Dilê Berfînê pirr çû sêva spehî, û dema wê dît ko jinik kerekî jê dixwe, êdî wê xwe ranegirt û destê xwe dirêjî jinikê kir û qedê mayî jê wergirt.

Hê Berfînê pirtek ji sêvê negezandibû, mirî ket erdê. Şabanûyê bi çavên birqok lê nerî, bi bêterzî kenî û tinazî û tirraneyên xwe pê kirin:

— Ey ya spî wek berfê, sor mîna xwînê, reş şibî dara ebonî! Vê carê yên bejnbost dê nikarin te şiyar bikin!

Dema şabanû giha malê, wê ji neynikê pirsî:

Bêje, bêje, awêne,
kî ya spehîtirîn e.

Û neynikê bersiv da:

Şabanû ya spehîtirîn e.

Niha dilê hesûd yê şabanûyê rehet bû. Ew hind razî bû hindî mirovên hesûd bikarin razî bin.

Dema yên bejnbost êvarê vegerrîn malê, wan Berfîn li erdê dît. Bêna keçikê êdî nedihat û nediçû; ew mirî dixwiya. Yên bejnbost ew rakir daku binerin ka tiştek jehrî lê bû. Wan cilên wê vekirin, pirça wê şe kir û ew bi av û meyavan şûşt. Lê ti tiştî pere nedikir: berdiliya wan niha bi rastî jî miribû.

Paşî yên bejnbost Berfîn danî ser darbestan. Hemû li dor wê kom bûn û bo wê girîn, sê rojan bênavbirr bo girîn.

Paşî wan xwe amade kir ko Berfînê binax bikin. Lê keçik hê jî hênik û jîndar dixwiya û soriyek li gep û alekên wê bû tam mîna dema ew nivistî ba.

— Nabe em wê veşêrin bin axa tarî, yên bejnbost ji hev re got.

Wan tabûtek şûşeyî jê re da çêkirin daku bikarin ji her alî ve wê bibînin. Berfîn di tabûtê de hat bicihkirin û li ser qepaxa wê bi tîpên zêrrîn hat nivîsîn navê wê û ew yek ko ew keça paşa ye.

Paşî wan tabût hilgirt û bir danî ser lêva zinarekî, û herdem yek ji wan nobe lê digirt. Ta firrinde jî li tabûta Berfînê civîn daku li mirina wê bigirîn: pêşî kund, paşî qirrereşk û dawiyê jî kevok hat.

Heyamek dirêj Berfîn bi rehetî di tabûta xwe de paldayî ma. Ew qet neguherrî. Leşê wê hê spî bû wek berfê, gep û alekên wê sor mîna xwînê û pirça wê reş şibî dara ebonî.

Paşî rojekê wa qewimî ko kurrmîrek bi siwarî li nav daristanê digerrî û bo şevê hat xanîkê yên bejnbost. Wî dîtin tabûta şûşeyî li ser zinar, Berfîna tê de nivistî û tiştên li ser qepaxê nivîsandî. Wî got yên bejnbost:

— Vê tabûtê bidin min! Hûn çend pare bixwazin, ez ê bidim we.

Lê yên bejnbost gotê:

— Ger hemû zêrrê dinyayê jî bidî me, em ê wê nefiroşin.

— De pa madem wa ye, wê wek diyarî bidin min! kurrmîr daxwaz kir. - Ez nikarim bijîm ger li Berfînê nenerim. Dixwazim ta hebin rêzê lê bigirim û wê biparêzim.

Dema yên bejnbost gotinên yê kurrmîr bihîstin, dilê wan gelek bi wî şewitî û tabût dayê.

Yê kurrmîr ferman da peyrewên xwe ko tabûtê hilgirin ser milê xwe. Lê de binere ka çi lê hat: dema yên hilgir dimeşîn, ew li qurmê darekê hilingivîn, û hingê pirta sêvê ya jehrî ji gewriya Berfînê vebû. Piştî bîskekê wê çavên xwe vekirin, rabû rûniştinê û matmayî pirsî:

— Ez li kû me?

— Tu li nik min parastî yî, yê kurrmîr got û ji kêfan geş bû.

Û piştî ji Berfînê re hemû got ka çi qewimiye, yê kurrmîr hêvî jê kir:

— Li ber dilê min tu ji hemû malê dinyayê şirîntir î. Bibe jina min û li gel min were keleha bavê min.

Berfîn qane bû, û dema ew gihan mala yê kurrmîr, dest bi amadekariyên dawet û dîlanek şeng û şahane hat kirin.

Jinbava Berfînê jî hat vexwendin dawetê. Piştî wê bihagirantirîn cilên xwe li xwe kirin, ew li ber neynikê sekinî û jê pirsî:

Bêje, bêje, awêne,
kî ya spehîtirîn e.

Û neynikê bersiv dayê:

Tu bûyî berê bênimûne,
niha bûk ya spehîtirîn e.

Şabanûya şûm wa qehirî ko êdî nizanî ka çi bike. Pêşî biryar da ko neçe dawetê lê taliyê her nikarî daxwaza xwe ya dîtina bûkê. Lew ew çû dawetê lê dema hat salonê û tê derxist ko bûk Berfîn e, wa qehirî ko ji kelehê bazda, û piştî hingê êdî ti hay ji wê nebûye.

Wergerandin: Husein Muhammed

-----------------------------------
Nivîskar: JACOB û WILHELM GRIMM
Weşandin: 2010-11-03
Xwendin: 5771
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org