[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Mewlana Celaledînê Rûmî – Ev agirê evînê me dihelîne
[HELSÎNKÎ, 24/1 2011]

Evîn şêrek reş e

Evînê
xew li min verevand,
jixwe evîn
xewverevîn e
lê hiş û nefs
qet ne mereqa evînê ne

Ji ber ko evîn
şêrek reş e
xwînmêj e
birsî ye
li xwîna dilê evîndaran diçere

Bi dilovanî li gel te dimeşe
û te dibe ber bi xefik û divan ve
û dema tu ketiyê
ew dê ji dûr ve
li te binere

Evîn
zordest e
karbidestek bêtirs e
şkencekar e
belaya serê bêgunehan e

Ger bikevî
ber pencên wê
wek ewran
tu dê bigirî
ger jê dûr bimînî
sarma
ê te
biqerrisîne

Her kêlîkê
evîn
hezar piyaleyan
hûr-hûr dike
her bîskê
hezar cilan
didirû
û diperritîne

Hezar çav
ji ber evînê digirîn
evîn dikene
hezar nefsan mîna yekê
bi jan
dikuje

Sîmir difirre
ta dûlikê dinyayê
dema torra evînê dibîne
xwe diavêje erdê
û nafirre
êdî

Ne yê şatir dikare
ji dava evînê bireve
ne yê dîn
û ne jî yê hişyar bi hişmendiya xwe

Min dê hemî
razên evînê
bo te vegotibûna
lê ew peyvên tevlihev
dixe devê min

Min dê behs bikira
ka evîn çawan nêçîrê dike
ka çawan şêran zeft dike

Dema bimirim

Dema bimirim
û tabûta min bêt rakirin
bawer neke ku
li xema vê dinyayê me.

Li min negirî û nebêje:
Ax û ox!
çiku hingê
tu dê bikevî
davên Şeytanî
û aha ew e:
Ax û ox!

Dema bibînî mirime
û behîçinên min tên
nebêje:
Ax li jihevveqetînê!
çiku bo min ew
dema hevbendî û yekbûnê ye.

Dema min berdî gorrê
nebêje:
Bi xatira te, bi xêr bimîne!
çiku gorr perdeyek e
ya ko li piştê dildar digihin hev.

Ya ko dibînî dadiçe
binere hiltê.
Ma çi ziyan ji avabûnê
digihe heyvê û
rojê?

Ji te
roj ava dibe
lê bi rastî
roj hiltê
gorr teng dixwiye
lê bi rastî
can azad dibe.

Ma kengî tovê çandî
şên nebûye?
Ka bêje, fikra te li ser
tovê mirovan çi ye?

Ma kengî zerik çûye binê bîrê
bêyî ko dagirtî vegerre?

Dema Ûsivê giyanan bêt berdan binê bîrê
çima dê giliyan bikî?

Li vir
devê xwe bigire
û li wir
veke
gaziya te
dê li hewayê ne-cihiyê
deng vede.

Dara evînê

Evîn
nayê dîtin ji pirtûkan, bergan,
ne ji zanistan, ilman.
Rêya evîndaran
ji çîrrokên mirovan nayê dîtin.

Reh û rîşên evînê
di ebediyê de ne
bizane
gupikên bêsinoriyê ne.
Ev dar
ne li rehên xwe radiweste
ne li erdê
û ne jî li rex erşê Yezdanî.

Me îstîfaname da
dest hişî
me nefs
xistin nav sinoran
çiku cihê şikodariya evînê
di destê hişî û daxwazan de nake

Dema bikevî bin barê hesretê
bizane
ku hestret zirr-xweda ye.
Dema bibî berdilî
hingê
hesret dê nemîne.

Tava Tebrîzê
tu derya yî
û morî yî di deryayê de.
Bûneweriya te
hemî raza yezdanî ye.



Dil dan e
em aş in.
Ma aş dê ji kû bizane
ka çima li çerxa xwe dizivirre?

Leş kevir e
û raman
av in.
Kevir dibêje: Jixwe av dizane
ka çima diherrike.

Av dibêje: Ji aşvanî bipirse
ew dizane
çunkî ew
avê diherrikîne.

Lê aşvan ji te re dibêje:
Hey nanxwero
ger aş neçerixiya
nan dê ji kû bihata
ser sifreya te?

Gelek tişt li kar in.
Bêdeng be!
Ji Yezdanî bipirse; Ew dê
hemiyê ji te re bibêje!

Gerrîna li Wî

Ez hê hingê hebûm
dema hê ti tişt nebû,
nav,
navdayî
nebûn.

Nav û navdayî
ji min çêbûn dema
ez û em
nebûn.

Li serikê pirça dilberê
Yezdan diyar bû
dema hê ew pirça delal
nebû.

Li dêran gerrîm
û çûm cem fileyan
lê bi xaçê ve Ew
nebû.

Çûm perestgeha pûtan
pîrozgeha kevnare
ti nîşan ji Wî
nebû.

Çûm çiyayên Heratê, Kendeharê
ji gir û geliyan lê gerrîm
min Ew nedît, Ew li wir jî
nebû.

Meşîm ta dûlikê dinyayê
gihiştim çiyayê Qaf; li wir
hêlîna teyrê sîmir hebû lê Ew
nebû.

Min zînên hespê xwe zivirrandin
berê xwe da Ke'bê, cihê ciwan û pîr dihatinê
lê li wir jî Ew
nebû.

Min Ew ji ibn Sine pirsî
lê di pîvanka wî de
cihê Wî
nebû.

Hilketim esmanan,
du tîrgavan ji erşî dûr bûm
lê li wê eywana berz jî Ew
nebû.

Vegerrîm li dilê xwe binerim
û min li wir Ew dît;
li ti derek dî Ew
nebû.

Tava Tebrîzê, giyana pak;
mest, şêt û serxweş
ji bilî wê ti kes
nebûye.

Evîndarno, dem e!

Evîndarno!
Evîndarno!
Dema hevgihînê ye.
Ji esmanan gaziyek tê:
Rûheyvîno, virve werin!

Kêfxweşno!
Kêfxweşno!
Kêf bi cilên xwe ve hat.
Me benê wê girt,
wê xwe avêt cilên me.

Vexwarina birqdar tê raberkirin
cinê xeman
xwe vede aliyekî!
Efrîtê bi xemên mirinê hatî dewisandin
ji vir dûr keve!
Meygêrrê herheyî, spehî
kerem ke!

Heft esman ji te mest bûn!
Em ax in di dest te de,
em ji te çêbûne,
hezar car ser çavan hatî!

Dengê mîna hingivî nerm,
awazşirîn,
zengilên li gozekên xwe bizingîne.
Jiyan, hespê xwe kurtan ke,
bayê hên, li canê me bide!

Dengê şirîn yê bilûrê
mêvanê êvarê
tama şekirê
bi şev û roj dengê te
bêna baweriyê diîne.

Ji nû ve dest pê ke,
dîsan ji destpêkê
awaza xwe hê bijenîne
bi ahenga xwe civatê bibişirîne,
ey tav,
ey bêrîkirî.

Bêdeng be!
Perdeyê nedirrîne!
Ji cerrikê kêmbêjan vexwe!
Perdeyê bikêşe ber!
Bila dilovaniya Yezdanî bo te nimûne be.

Tu, yar

Min heye yar
min heye ewlehî
min heye jana kujer ya evînê.
Tu yar î,
tu ewlehî yî,
hêja
min biparêze!

Tu Noh î
tu can î
tu kilîl î
tu qilf î
tu dilê rût û recifok î
li ber deriyê raza min.

Tu ronahî yî
tu roşan î
tu siûda pîroz î!
Tu teyrek î li Çiyayê Sînayê,
ez goyînek im li ber nikilên te.

Tu dilop î
tu derya yî
tu rehm
û xezeb î.
Tu şekir î
tu jehr î
bela xwe ji min veke!

Tu odeya tavê yî
tu odeya Perwînê yî
tu gulistana hêviya yî
bihêle bêm cem te, yar!

Tu roj î
tu rojî yî
tu meaşê me parsekan î.
Tu av î
tu cerrik î
qurtekê bide min
hema carekê jî!

Tu tov î
tu torr î
tu mey
û meydan î.

Tu kelandî yî
tu xav î
min nehêle xav!

Xwezî bedena min
hinde xwe nequlipanda, negeviziya
dilê min
hinde nezivirriya.
Tu çûyî.
Yan hinde zêde nedipeyivîm.

Were

Were
de were!
Hogirek wek min
peyda nabe:
ma li hemî dinyayê
aşiqek wek min heye?

Were
de were!
li der û doran negerre
diravê te
tenê li dikaran min serf dibe.

Tu coyek hişkbûyî yî
ez baran im
bajarek kavil î
ez mîmar im.

Ti kesî li ti derê
şopên şadiyê nedîtine
û nabîne
lê ez
rojhilata şadiyê me.

Hezar dirûvên demdemî
di xewna xwe de dibînî
lê dema vediceniqî
bi tenê yî
kesî nabînî.

Çavên xwehr bimiçîne
çavê hişyariyê veke
çiku nefsa mezin
ker e
û hesûdî mîrkut e.

Ji gulistana evînê
li ava şirîn bigerre
siriştê mirovan
sihikfiroş e
tiriyê tirş dizirviçîne.

Were,
were nexweşxaneya Afirmendê xwe
çiku yê nesax nikare
bê nojdar be.

Bêyî Mîr
dinya
mîna benek
bêser e
xwe bike şaşik
li dor serî bipêçe.

Dest ji neynika xwe bernede
ger ne reş bî:
giyan neynika te ye
beden jeng e.

Ka bazirganê bisiûd
berdiliyê stêran?
Dixwazim bi coş bazarê bikim
hemî embarê bikirrim.

Were
were û li Min bipûnije
çiku min
hinêra pûnijînê daye te.

Ji kolgeha min dikarî
bi baran yaqûtan bikirrî.

Were
were, bimeşe berev Wî ve
yê pî dane te
bi herdu çavan li Wî binere
yê çav dane te.

Kefên destên xwe li hev bide
ji kêfa Wî
yê kef
ji deryaya Wî radibe.
Ger hogirê keyfa Wî bî
ne kul hene ne jî kovan.

Guh bidiyê bê guh
bê ziman li gel bipeyive
çiku peyivîna bi zimanî
bi xwe re
nîqaş û nefretê diîne.

Em bidin rê

Rabin piyan, evîndarno!
Rê berev esmanan ve dimeşe.
Me ev dinya dîtiye,
werin em berev dinyayek dî biçin!

Na, na
tevî ko gulistan geş in jî
bila li pey me bimînin,
werin em biçin nik Gulistanvanî!

Ser li pêş
wek coya avrabûyî
em berev deryayê biherrikin
ta ku
em li ser deryayê avjeniyê bikin
kefan li kefê bidin.

Em ji kolanên kovanan biçin
dawet û dîlanan
rûyê bêreng bihêlin
da gepên geş bibînin!

Dil li bilindahiyê lê didin
pel dilerize
ditirse dawere,
em biçin biheştê, de were!

Bên hildifirre
em li biyanistanê ne
toz radibe
em dimeşin hemêza tozê.

Mîna bilbilan
teyrikên kesk
yên çengrengîn
em şirîniyan bixwin
bifirrin şekiristanê.

Şikil
nîşana afirînerê şiklan e
lê bêşikil.
Veşartî ji çavên xirab
were
em biçin bal Wî
yê ne nîşana ti tiştî.

Rê têr-êş e lê
evîn rêbera me ye
me fêrî meşê dike.

Tevî ko dilovaniya Paşayî
me diparêze jî
baştir e em
li gel karwanî bimeşin.

Em baran in
li banek dilopker
li kunan hişyar bin
berev sivandeyan herrin.

Em kevanek xwehr in
şida kevanê li gerdena me ye.
Dem em zenda xwe rast bikin
em ê mîna tîrî bifirrin.

Em xwe di xanî vedişêrin
mîna mişkan
hay ji kitikan hebin!
em şêrza ne,
werin em biçin bal şêran!

Îro

Wa serxweş im
wa serxweş im
îro
ku min xwe
ji çerxê avêt.

Bawer nakî
ka çawan im
îro
nikarî xeyal bikî
ka çawan im.

Canê min hilket
esmanê eşqê
îro
tevî ko leşê min
her li vir ma.

Min guhê
aqilî kêşa
îro
Bifine! min gotê,
ji te azad im!

Destê xwe ji min bişo, hişo,
min berde
îro
çiku ez li gel
aşiqek şeyda me îro.

Ûsivî pirteqalek
da dest min
îro
min herdu dest
birîn kirin.

Cerrikek tijî mey
wa li min kir
îro
û min şkandin
sed cerrikên axî.

Nizanim
li kû me
îro
lê xinêkar e
cihê ez lê.

Nesîb hat ber deriyê min
bi nazdarî
îro
lê serxweş bûm,
min derî lê girt.

Dema ji wir çû
bi bezê ketim dû
îro
kêlîkekê jî
min bên venedaye.

Dema min bihîst
ka em çend nêzî hev bûn
îro
min êdî
xwe neperist.

Keziyên xwe girê nede
Tava Tebrîzê
îro
çiku ez masî me
li torra pirça te.

Hekîmê giyanan

Çûm nik hekîmê giyanan:
dest bike destê min
ji dest min çûne
dil û can
aşiq bûme
û sermest im.

Min sed derd hene
ax
xwezî tenê derdek ba.
Her yek ji van derdan
min dikuje.

Ma tu nemiribûyî jî
wî pirsî.
Belê
lê dema têna te hat min
ji gorrê şiyar bûm.

Ew wêneya giyanan
ew rojhilata Yezdanî
ew Ûsivê Kenanî
ku destê min kêr kir
hat nik min
hêdîka
destê xwe danî ser dilê min
û pirsî:
Di destên kê de yî?
Di yên te de.

Dema dilwas bûm
wî mey tê kir
û min vexwar.
Rûyê min yê bêreng geş bû
û dilwasiya min hinda bû.

Paşî
min cilên xwe avêtin aliyekî
min serserî kir
bi sermestî
di nav sermestan de
li rastê
rûniştî.

Min hezar qedeh vexwarin
hezar şûmî û şêtî kirin
hezar şûşe êxistin
hezar cerr şkandin.

Yar
bendiyê te me
yar
ji te sermest im
yar
di dest te de me
ma tîr im?
Yan tilparêzk?

Ma şûm im?
Te şûm kirim.
Ma sermest im?
Te sermest kirim.
Ma rûreş im?
Te rûreş kirim.
Ma heme?
Te kirim heyî.

Te anîm semayê
te serxweş kirim.
Ger devê cerrikî bigirî
ez jî dê devê xwe bigirim.

Qedehê dagire

Duh êvarê çûm
bal mîrê xwe
şevborkê.
Min giyanê xwe dît
di qedehê re
di dest meygêrrî de.

Ey giyanê giyanên meygêrran
min gotê
bo Xwedê
qedehê dagire
soza xwe neşkîne.

Ew bi şirînî kenî:
Di xizmeta
birêzê berz de me!
Nirxê te
û nirxê baweriya xwe
baş dinasim.

Wî qedehek anî,
derlêva wê maç kir
û da dest min
tijî meya geş
gep û alekên wî.

Min xwe li pêş daçemand
û qedeh vexwar
vala kir.
Wê bi agirê xwe
ez şewitandim.

Qedehê da pey ya dî
wî pêşkêşî min kir
zêrrê sor
ez li gel xwe birim
serekaniya xwe.

Gulistana min geş bû
ji gepên wî yên sorgulî
nanê min hat patin
ji sinbilên pirça wî.

Bila ji kavilên meyxaneyê
her kes para xwe bibîne.
Ez kî me?
Min para xwe dîtiye:
dilsojî ye.

Meya evîndaran

Şîret bo evîndaran
bêwec in.
Manê kes nikare
çemê hilfûr rawestîne.

Yê hişmend
ti car nizane
ka çi di mejiyê yê mestbûyî de ye.
Yê bihiş
qet nizane
ka çi di dilê yê bêhiş de ye.

Mîr
ji mîriyê dikerrixin
dema bên dikin
meyê
ya ko evîndar li cejna dilan vedixwin.

Xusro
dest ji dewletê berdide
bo Şirînê
û Ferhad
çiyayî bo dikole.

Sirr û sar e jiyan
ya bêyî vê giyanê
bibore.
Rizî ye ew xurme
ya nakim nav vê kulîparçeyê.

Ger esman
ne sergerdan
û aşiq ba mîna me
dê westîba
û gotiba:
Bes e! Hew ev çerxîn!

Dinya bilûrek e
ew lê dide:
awazên şirîn
ji lêvên şirîn derdikevin.

Binere:
dema ew pif dike axê yan giyanê
hewcedariyê dide
evîndariyê dide
ku ji janên xwe dinale.

Ma dê dilî ji Xwedê dûr kî?
Ka bêje:
dê bidî kê?
Bêgiyan e ew yê bikare
hema kêlîkekê jî dilî ji Xwedê
dûr ke.

Ez ê bêdeng bim.
Bi şev
zû hilkeve
serbanî
bang bike kolanên bajarî
can
bilind gazî ke!

Xelk dikene

Bilûra şadiyê dîsan
awazek lê daye:
çepikan lê de
can
piyan biqute
dil

Kolxane agirek geş e
xelk dikene
sifre hazir e
bang hatiye:
kerem kin!

Ji bêna biharê
li nav mêrgê
ji evîna dêmên delal
em serxweş bûne
eywax, eywax!

Ew derya
em ewr
ew xezîne
em xopan
li ber tavê
em mîna
zirreyan in.

Gêj bûme
li min negirin
bihêlin methan bikim:
ez dê heyvê bi ronahiya
Mistefayî şeq kim.

Dil

Evîn.
Firrîna li esmanan
dirrandina hezar perdeyan
her gavê.

Yekem hilm
jidestdana hilmê ye.
Yekem gav
şkandina pî ye.

Nedîtina
vê dinyayê ye.
Dîtina
çavê xwe ye.

Min gotê:
Dil, pîroz be
tu gihiştiyî
nav evîndaran.

Te li pişt
awiran neriye,
bi kolanên dilî ve
meşiyayî.

Dil,
ji kû hat ev hilm?
Dil,
ji kû ye ev bêhedanî?

Çivîkê,
bo min bi zimanê çivîkan bipeyive
ez
dizanim guh bidim razan.

Dil bersiv da:
Ez li kargehê bûm
dema dinyaya ax û avê
dihat çêkirin.

Ji kargehê firrîm dûr
dema dinya hat afirandin.

Dema westiyam
hatim girtin
û ez kirim
şiklek şibî gogê.

Esman ji evînê direqise

Dilê kê bi yê evîndaran dişewite?
Yê evîndaran.
Kî nalîna yê nesax dibîze?
Yên nesax.

Ka rondika bihara dilsoj
ya ko hemêza deviyê
bi sorgulan dadigire?

Yên zewqşkîn ji bîr nekin.
Bibîzin: bayê payizê
bi bêxemî dipeyive.

Şkeft biheşt e
dema du kes
tê ve bin.

Esman ji ber nalînê
dipeqe
çiku nalîna yê evîndar
ne bêwate ye.

Esman li çerxa xwe dizivire
ji ber yê evîndar.
Birca şîn ji ber evînê
hêdîka dizivire

ne ji ber
yê firnevan
yê necarr
yê berrikvan

Esman ji eşqê direqise.
Rabe!
Em jî bireqisin
çerx-û-çerx.

Ji bîr neke ko Yezdan gotiye:
Bo te Min hemî afirand.
Ehmedê bijare bîra evînê ye.

Niha dem e em ji ber evînê bireqisin;
ma hê çend em
bo yê mirar bireqisin?

Ka çav
yên giyanan bibîne?
Ew dertên
ji deriyan, ji dîwaran.

Derî û dîwar
ji me re dipeyivin
ba
û baran
û bejayî
çîrokan dibêjin.

Wek teraziyan
bêziman in
lê biryara xwe diyar dikin.

Evîndar!
Wek esmanan li dor xwe bireqise
bi pakî
bê peyv.

Bazê sîs yê Paşayî

Em mest bûn
dil ji me revî
û bazda.
Ew kû ve çûye?

Dema dilî dît ko mejî şêlî bûye
bendên hişî piçandin û lezî dûr.

Ew çûye
bal Yezdan
daku pê re be.

Ji mal lê negerre çiku dil hewa ye,
firrindeyek esmanî ye û firriye esmanan.

Ew bazê sîs yê Paşayî ye,
firriye bal Paşayî.

Bimirin!

Bimirin!
Bimirin!
Bi vê evînê bimirin!
Mirina bi evînê
dê canek nû bide we.

Bimirin!
Bimirin!
Ji mirinê netirsin:
erd we zeft nake,
hilkevin esmanan!

Bimirin!
Bimirin!
Nefsa xwe bidirrînin!
Nefsa we zincîr e,
hûn bi zincîran girêdayî ne!

Bivirên xwe veweşînin
dîwarên zindanê:
dema dîwar bişkên,
hûn ê bibin mîr.

Bimirin!
Bimirin!
Li pêşberî Paşayî bimirin!
Dema hûn di hemêza Paşayê delal de bimirin,
hûn ê bibin paşa.

Bimirin!
Bimirin!
Ji paş ewran werin der!
Dema hûn ji pişt ewrên tarî derbên,
hûn ê mîna heyva çardeyî bibiriqin.

Bêdeng bin!
Bêdeng bin!
Bêna mirinê ji bêdengiyê tê.
Bo xatirê jiyanê hûn, bi rastî,
ji destê yê bêdeng xilas dibin.

Ber bi Xwe ve bimeşe

Ger daran heban çeng
yan ling
dê ne neçar ban
tehemil bikin
birrîna mişaran
derbeyên biviran.

Ger hetavê di nav şevê re
bi çengan yan lingan nelezanda
dê dinyayê li berbanga spêdeyê
ji kû ve ronahî wergirtiba?

Ger ava xwêdar
wek hilm hilneketa
ji kûrgehên deryayê berev esmanan
ewr û baranan dê av ji kû ve peyda bikira?

Dema dilop
ji mala xwe radibe û wek baran
vedigerre jêr, xwe digihîne
mîdyeyê û di mîdyeyê de
moriyek çêdibe.

Ger Ûsiv bi girî
ji cem bavê xwe neçûba
ew ê venegerriya
wek şahê
şanê
şerefê.

Ger Mistefa bi rê neketa
berev Medînê
ew ê nebûba xwedî desthilat,
paşayê hezaran hezaran.

Ger te ling û pî jî tine bin
di xwe de bi rê bikeve
mîna kanên yaqûtan
pêşwaziyê li tîrêjên tavê bike.

Di xwe de berev Xwe bimeşe
ax pîro.
Rêvingiya wisan
xweliyê dike zêrr.

Ji tirşî û tirşiyê
berev şirîniyê bimeşe
bi hezaran fêkiyên tirş
dê şirîn bibin.

Li ber tîrêjên
Tava Tebrîzê
bibe fêkiyek gihiştî;
li ber tavê
her fêkî şirîn dibe.

Yara min î

Tu yara min î
yara min
yara min
Tu ya min î
ya min
ya min.

Tu şabaniya min î, hedefa bêriya min
tu şekira min î, daxwaza didanên min.

Tu roniya min î: ji çavên min bibiriqe
tu çavê min î, çavkaniya jiyana min.

Dema sorgulê tu dîtî, got sosinê:
selwe hatiye
nav gulistanê.

Ka bêje, çi dipûnijî
li ser pirça xwe ya qijavij,
li ser ramanên min yên tevlihev.

Werîsê pirça te
li piyên min hatiye alandin
gep û alekên te
zindana min in.

Dê kû ve biçî
bi destên hejhejok
mestbûyî?
Were bal min
sorgula min ya rûgeş.

Evîna ejdehayane

Kevir
ji bêrîkirinê şeq dibe
dil
çengan bi xwe ve çêdike
da li esmanê evîna te bifirre.

Ji ber te
agir dibe av
hiş diherrife
çavê min dijminê xewê ye.

Hiş
bi kêfa xwe
perdeya sebrê diçirrîne
evîna te ya ejdehayane
mirov û keviran dixwe.

Yê rêving ranewestîne
ne zalim be
çiku bendiyê te
ji bilî te ti nîne.

Dema ava te biherrike
dûr,
dê çawan peyvên min biherrikin
êdî?
Dilê min diperrite
ji ber şermîniya te.

Xwarina evîna te?
Dilê min yê kuzirandî.
Dilê min yê kavil?
Perestgeha dilsoziyê.

Cerr tijî ye:
kî dê vexwe?
Dengvedan ji çengê tê
pesna wêneyê te ye.

Evîn di derî re hat
destê xwe danî ser eniya min
ez bêyî te dîtim û got:
Weyla rebeno!

Mala min malek wêran e
tijî kul û derdan e
ez çûm û hatim
dil kuştî
li ber piyên te.

Bi serê te kim

bi serê te kim

dîsan jihalçûyî me
dîsan wiha me:
zincîrên pê hatime girêdan dişkînim

bi serê te kim

ez esman im
ez heyv im
ez şemal im
ji şewqa te
ez hişê pak im
evîna pak
canê pak

bi serê te kim

şadiya min
ji kiryarên te ye
jana min
ji derziyên te ye
tu berê xwe bidî kû ve
ez ê berê xwe bidim wir ve

bi serê te kim

min şaş kir
ca çi ecêb e
di vî halî de
ez meyê ji qedehê
ferq nakim

bi serê te kim

ez ew şêtê girêdayî me
yê cinan girê dide
ez ê şêt Silêman im bo cinan

bi serê te kim

her şiklî
yê tê ber çavên min
ji bilî evînê

diqewirînim dûr

bi serê te kim

tu yê çûyî
dîsan vegerre
çiku her kesê diçe
dîsan vedigerre
tu ne ew ê han î
bi serê xwe kim
ez ne ew im

bi serê te kim

tu yê haker
haşatiya xwe veneşêre
çiku ez ê
stirana qedera te
vekirî distirim

bi serê te kim

bo Tava Tebrîzê
bo şevên me ji-piyan-ve borandî
gêjbûyî ez li dor xwe dizivirrim
mîna gemortika tozê

bi serê te kim

Xanima xwînawî Evîn

Li perestgeha moxan
em hemî kom bûne
cerrikek meyê
keremî pîremêrê rind bike.

Xanima xwînawî Evîn
hatiye hindirr
û hiş û aqil
wek penaber
der bi der digerrin.

Dilbera delal
perdeya xwe avêt
û hemî mirovên serdema me
ji bin perdeyê derketin

û ûcaxa aşiqan
daket deryayê:
ka stargeh
ka?

Ma dê evîn çawan
ji peyva lomeyê sar bibe?
Nê şêr
ji qîjînan narevin.

Cerrikek meya yezdanî tê ke
nehêle xwedayên siriştê
li nav me bimînin.

Cerrê pêşîn bide
nefsa lewçe
daku êdî
ji ber xwe nepeyive.

Dema peyv qut dibe
lehî tê
hemiyê bi xwe re dibe:
cih û heyîn bêşop winda dibin.

Çi agirek e Tava Rastiyê
hilkiriye?
Geş be, agir, gurr be!
Şad bin, çirûsk!

Can û dil

Ez bi hemî bedena xwe dikenim
mîna sorgulê
ne tenê bi lêvên xwe,
çiku ez bi tenê me
bêyî xwe me
li gel Paşayê dinyayê.

Tu bi pêtalê re hatî
spêdeyê
te dil bir.
Canê min jî bigihîne dilê min
dilî tenê neşelîne.

Nehêle kerb û kîn
canê min ji dilê min
xerîb bikin.
Yekî li vir nehêle
ger bangî yê dî dikî.

Peyamekê ji Paşayî bişîne
bangekî li herduyan, hemiyan.
Ta kengî,
ey mîr,
dê yek li bal te be
yê dî bi tenê?

Îşev
ger wek do tu neyê
lêvên min girê de
yar
ez ê hemiyan şiyar kim
bi tenê nanalim.

Li meyxaneya evîndaran

Duh bi şev min peyamek ji te re şand
min ji stêrkê re got:
Silavên min bigihîne heyvê.

Min çok veda û got:
xweçemandina min bigihîne rojê
ya bi tîrêjên xwe
keviran dike zêrr.

Min sînga xwe vekir, birînên xwe nîşan dan
û gotê:
Basa min jê re bike,
ji mestkera mestane re.

Ji aliyekî dihejîm yê din,
bo zarrokê dilê xwe dilorîm
dema dest landikê dihejîne
zarrok dikeve xewek giran.

Şîrî bide dilê zarrokî
wî ji girî biparêze
her bîskê
alîkariyê didî sed bêçareyan.

Dûr ji paşerojê bigir
ta dûrî pêşerojê
mala dilê min li bajarê bihevrebûnê ye:
ta kengî dê min î bêsiûd
varê bihêlî?

Ez ê bes bêjim.
Li meyxaneya evîndaran,
meygêrrê,
çavên min yên mestbûyî tarî ke,
serê min yê şkestî rehet ke.

Werin malê, werin

Êdî dereng e û baran e
werin malê, werin
virve, virve, hemî hevalno,
werin malê, werin.

Ta kengî em dê
di nav kavilan de bigerrin
mîna kundan?
Ta kengî bi tenê
werin malê, werin.

Hevalên hêja,
ji nav koran birevin
werin malê, werin.

Hişmendo, zelalo, xemgîno,
dilê me nerehet neke
werin malê, werin.

Ta kengî hûn ê lîstikên Şeytanî bilîzin
û navên wan bikin horî?
werin malê, werin.

Ma te kakil dîtiye? Berhem te nedîtiye.
Jixwe mîna mêriyan î,
were malê, were.

Nepirse, li kû, çima, hevalê hêja;
çerînê ji keriyan re bihêlin
were malê, were.

Li wê malê sema tê kirin
bi yên pak re
were malê, were.

Tava Tebrîzê avahiyek
daye rûs û pêxwasan
were malê, were.

Vegerr

Dengê evînê tê
her bîskê
ji çepê ji rastê
em ê biçin esmanan -
ma kî dixwaze hêdîka bimeşe?

Em ji esmanan in
em hevalên firişteyan bûn
niha em ê vegerrin wir
çiku em ji esmanan hatine.

Na
em ji esmanan bilindtir in
ji stêran berztir in.
Çima em li esmanan bimînin?
Mal li bal Xwedê ye.

Ma çi ye dinyaya tozewî
li ber bûneweriya bijûn?
Gelo em ketine nav çi?
Xwe amade bikin
ma em li vir çi dikin?

Bextê xweş hevrêyê me ye
divê em ji vir bimirin.
Pêşengê karwanê me,
rûmeta dinyayê,
Mistefa ye.

Dema heyvê Mistefa dît,
xwe ranegirt û şeq bû
weyla li heyva pak
gerroka reben!

Bêna xweş ya bayê spêdeyan
ji pirç û porrê wî belav dibe
ji gepên wî yên geş
leylan diteyîsin.

Binere, çawan di dilî de
her kêlîkê
heyv ker dibe
çima rûyê xwe
ji vê mucîzeyê digirî?

Mirov dirrindeyeke avî ye,
deryayî ye ji deryaya giyanan.
Ma çi firrindeyê ji deryayê derketî
dê hêlîna xwe li vir çêke?

Na!
Em hê jî di deryayê de ne
em hemî tê de ne!
Ger ne wa ba
pêl bi pêl dê çima
li pey hev rabûban
ji deryaya dilê me?

Pêlek ji deryaya ebediyê rabû
bû dirûvê keştiyekê.
Dema keştî bişkê
kêlîka bihevrebûnê
kêlîka hevdîtinê ye.

Ez û tu

Her hebe ew gav
ya em herdu li eywanê rûniştî
ez û tu.
Du dirûv
du timtêl
yek can
ez û tu.

Bedewiya baxçeyî
firra firrindeyan
ava jiyanê dide me
dema em diçin nav gulistanê
ez û tu.

Stêrên esmanan tên
li me binerin
û em heyvê nîşanî wan didin
ez û tu.

Ez û tu
bêyî min û te
jihalçûyî dibin yek
bextiyar
ne guhdarî galegotan
ez û tu.

Bilbilên esmanan
tên
şekira kenê me bixwin
li cihê em lê
ez û tu.

Çi seyr e:
em li heman cihî ne
ez û tu
tevî ku
yek ji me li Iraqê ye
yek li Xurasanê
ez û tu.

Berê min ji te venabe

Şeva borî min dîsan sond xwar,
min bi canê te xwar:

Berê min ji çavên te venabin.
Ger şûran jî di min werkî,
berê min ji çavên te venabin.

Dermanî ji ti kesî tika nakim
çiku jana min
veqetîna ji te ye.

Min biavêjî nav agirî jî,
bila ne mêr bim
ger gazinekê ji min bibîzî.

Ax!

Ji toza piyên te
ez rabûm.
Ez ê vegerrim
daku bibim toza piyên te.

Rûlek mit

Dema ez
bi xewê ketî
di gorra xwe de rizî bim
û tu bê seredena min
ez ê ji gorrê rabim.

Tu torrîna min ya roja heşrê yî
qiyameta min î
ma çi ji min tê?
Mirî bim yan sax:
li kû bî li wir im.

Rûlek hişk û mit im
bê maça te.
Dema lêvên xwe digihînî min
û pif dikî min
bilûrek xweşbêj im.

Rûla te ya bextreş
hînî hingivê lêvên te bûye.
Min ê reben ji bîr neke;
bendewarî te me.

Dîsan zarrok

Yê aqil herdem xemxwer e
û li pey nav û dengan e;
yê aşiq xwe hinda kiriye
û ji hal çûye.

Yê aqil herdem bisexbêr e
û naxeniqe;
kar û senetê yê aşiq
xeniqîn e.

Yê aqil bo gerrîna
li aramî û bênvedanê jêhatî ye;
yê aşiq ji xwe şerm dike
li aramiyê bigerre.

Li civatê
yê aşiq
bi tenê ye
mîna avê û agirî
bi hev re, ji hev cuda.

Ger te bivêt
aşiqan li ser eşqê şîret bikî
neçar î bibînî ko berhem
galte û tirrane ne.

Bêna miskê ji eşqê tê
û hemî
pê dihesin:
ma çawan misk
dê veşartî bimîne?

Zarrok divê di nav aqilî de rabe
lê yê mezin
divê li ber eşqê
dîsan bibe zarrok.

Tava Tebrîzê!
Yê ji nefsbiçûkî evîna te bibijêre,
mîna evîna te
berz û bilind e.

Tenê tu

Bi tenê te dibijêrim,
ji hemiyan tenê te.
Ma dê her min
di xemên min de bihêlî?

Dilê min
qelem e di dest te de.
Keyf û kulan
tu bi dilê min dinivîsî.

Ma ez ê çi bim
ji bilî yê te bivê?
Ma ez ê çi bibînim
ji bilî ya tu nîşanî min bidî?

Geh
gulan
geh
striyan
bi min ve şên dikî
geh
hest bi bêna gulan dikim
geh
stiriyan ji leşê xwe hildikişînim.

Min çawan bixwazî
wisa me.
Min çawan bihesibînî
tam wa me.

Di cerrikê dilê min tê direngînî de:
Ez çi me?
Çi ye evîn
û kerba min?

Tu destpêk bûyî,
tu dê dawî bî:
bila dawiya min
ji destpêka min baştir be.

Evîn kavil e

Ma aşiq î?
Pa çima
ji şerm û xemê
ditirsî?

Wa nabe;
evîn
kavil e,
komek kevirên herrifî ye.

Ma kulekî?
Herre ji vir!
Rê dûr û beste ye;
yê seqet seqet e.

Ger mirin
di dirûvê mirovekî de
pêrgî min bihata,
min ê ew hemêz bikira.

Min ê giyanê xwe wergirta,
giyanê bêreng
bêtam
bila digdaşê min bo wê ba.

Tehemila zilm û neheqiya
dilbera xwe bike
yan dê neçar bibî
bangî cengawerên xwe bikî.

Ger xwe li ber birqê ranegirî,
dê neçar bî
bi neynikek jengarî
razî bibî.

Destên xwe dane ser çavên xwe
û sond bixwe:
Bi vên xwe kim!
Çavên xwe veke
li xwe nezivirre
vî û wî alî.

Mirûdê Xwedê

Mirûdê Xwedê
bê mey mest e
Mirûdê Xwedê
bê goşt têr e.

Mirûdê Xwedê
serzelal tevlihev e
Mirûdê Xwedê
bê xew û xwarin e.

Mirûd e;
bersiv tê de ye.

Wa nebêje,
neheqiyê dikî:
li rûyê wî yê bedew binêre:
Xwedê
paşa ye di bin kincirran ve.

Mirûdê Xwedê
xezîne ye di nav xopaniyan re.

Mirûdê Xwedê
ne ax û av e
Mirûdê Xwedê
ne ar û ba ye.

Mirûdê Xwedê
derya ye bê kinar
Mirûdê Xwedê
sed morî ye li esmanê bêewr.

Mirûdê Xwedê
di dest xwe de hene heyv û stêr
Mirûdê Xwedê
di dest xwe de hene sed roj.

Mirûdê Xwedê
zanîna xwe rast ji Xwedê werdigire
Mirûdê Xwedê
ti ji kitêban ne-elimiye.

Mirûdê Xwedê
li derî helalî û heramiyê ye
Mirûdê Xwedê
sinorê qencî û xirabiyê nizane.

Mirûdê Xwedê
siwar bûye
Mirûdê Xwedê
ya neyî li paş xwe hêlaye.

Mirûdê Xwedê
ji awiran veşartî ye
Mirûdê Xwedê:
herre li wî bigerre!


15 KURTEHELBEST

[1]

Bila hemî salê yê evîndar
sermest û rûreş be,
şêt û şeyda be.

Dema em serzelal bûn,
me ji her tiştî xem dixwarin;
lê bi serxweşî:
çi dibe bila bibe.

[2]

Ev agirê evînê me dihelîne,
her êvarê me radikişîne meyxaneyê,
dide rûniştin li nav mestan;
kêm maye ko êdî tenê meyxane me binasin.

[3]

Yar
bi evînê bi te ve girêdayî me.
Piyê xwe biavêjî kû derê,
li wir bo wî ax im.

Ma çawan dinya bikare te bibîne
lê ez na?
Manê ilmê eşqê
wa qebûl nake.

[4]

Pêşî
bi hezaran car hemêzandim
paşî
bi hezaran xeman helandim.

Leyistoka evînê
bi min lîst.
Dema bi temamî bûm ew,
ez avêtim aliyekî.

[5]

Di canê te de canek heye
li wî canî bigerre!
Li çiyayê leşê te
mircanek heye
li wê mircanê bigerre!

Sofiyê gerrok!
Ji dûr lê negerre,
ji xwe lê bigerre!

[6]

Dema li gel te me
ji ber evînê
nikarim binivim.
Dema ji min dûr î
ji ber girî
nikarim binivim.

Ya Yezdan,
hemî şevan
şiyar im.
Ca çi ferq e
wiha yan wisa.

[7]

Were,
ey tav-şib,
yekane.
Were,
pelên baxçeyan
dibeyin
bêyî rûyê te.

Were,
dinya tozewî ye
bêyî te.
Were,
ev civat, ev jiyan
sar e
bêyî te.

[8]

Ne mestiya me
hewcedarî meyê ye,
ne jî civata me
hewcedarî dengê
çeng û bilûrê ye.

Bêyî badegêrr
bêyî dêmên delal
bêyî meyvan û neyvan jî
em sermest û sergerdan in
mîna mestên meyxaneyan.

[9]

Taliyê xew hat
lê cihê xwe
di çavên min de nedît
çiku ji ber te
çavên min tijî
av û agir bûn.

xew bo xwe
li cihekî gerrî
ji dilê min
yê dilerizî, yê bêhedan.
Ji leşê min lê gerrî,
ji her derê
kavil dîtin,
tenê kavil.

[10]

Tu bo min Ûsiv î,
ez Aqûb.
Tu wêneyê saxlemiyê yî,
ez Eyûb.

Ma ez xwe çi dihesibînim?
Ey delala ber dilê hemiyan,
ez dê li deholê dim,
tu govendê girê de.

[11]

Ka ew hemî jan?
Ka gilî û girî,
ka rûyê rengavêtî?

Wa nebêje,
neheqiyê dikî:
li rûyê wî yê bedew binêre:
Xwedê
paşa ye di bin kincirran ve.

[12]

Dîn bûm.
Nabe yê dîn binive:
ma yê dîn dê çawan bizane
ka rêya xewan di kû derê re diçe?

Manê Xwedê jî nanive
û dînê Xwedê jî nanive
çiku ew tenê
li gel Xwedê dinive.

[13]

Çiya me û gotinên min
dengvedana gotinên yara min in.
Nîgar im,
yara min xîçandime.

Manê dema qilif jî
di derî re diqirpe
ne wa ye ko ew
bi xwe dipeyive.

[14]

Baş bizane ko aşiq
ne misilman e.
Di ilmê eşqê de
ne bawerî û ne jî bêbawerî heye.

Di eşqê de
ne beden,
ne hiş û ne jî can heye.
Kesê ev yek ji van hebe,
ne aşiq e.

[15]

Evîn hat,
wek xwînê di rih û demaran re
ket nav min, ez ji xwe vala kirim
û bi yarê dagirtim.

Her pirta min
pêşwazî li yarê kir:
bi nav ez xwe me,
wek dî hemî ew im.

***

Bijartin, wergerandin û venivîsîn: Husein Muhammed

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED humimu@utu.fi
Weşandin: 2011-01-24
Xwendin: 6202
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org