[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Rênas Jiyan behsa ”çirûskîstan” û belkiya xwe dike
» Rênas Jiyan
DIYARBEKIR, 31/10 2010 — Diyarbekir hêdî hêdî ji qalibê xwe yê paytextekê siyasî dibore û dibe paytextekê kulturî yê kurdî. Weşanxaneyên kurdî ji vêderê karê xwe dikin, rojname û kovarên kurdî li vêderê derdikevin û Stenbol hêdî ne merkeza hemî karên kulturî yên kurdî ye.

Di vê hevpeyvînê de edîtorê weşanxaneya Belkiyê Rênas Jiyan behsa weşanxeya xwe Belkiyê, kovara Çirûskê û problemên weşangeriyê dike.

***

— Belê kekê Rênas tu dikarî hindekê behsa weşangeriya kurdî bikî; ka ew di çi astê de ye, çi kêmahîyên wê hene, çi zehmetiyên wê hene û ji weşangeriya kurdî re çi tişt dikare bê kirin?

Rênas Jiyan: — Weşangeriya kurdî îro li gor duhî bi pêş ketî ye. Yanî di havîna 2003-yê de dema ko me li Diyarbekirê weşanxaneya Belkîyê vekir li vê derê ti weşanxane nebûn lê îro 5-6 weşanxaneyên kurdî li vê derê hene.

Pirsgirêkên belavkariyê hene... Yanî şirketek ko bikare pirtûkên me bigihîne her bajar û navçeyên Kurdistanê nîne. Divêt şirketên belavkariyê vebin û li her bajarekê jî kêmasî pirtûkfiroşek hebe, yanî heke pirtûkfiroş jî nebe derên lê bên belav kirin jî dê nebin.

Em dikarin tenê li çend bajarên Kurdistanê pirtûkê xwe teşhîr bikin. Mesela cihek wek Bazîdê, em baş dizanin ko potansîyela xwendevanan heye lê ji ber ko pirtûkfiroş lê nîne em nikarin ne Çirûskê û ne jî pirtûkên xwe yên dî bişînin. Divêt rêjeya xwendevanan zêde bibe ji xwe dema ko zêde bibe dê pirtûkfiroş jî werin vekirin.

— Gelo ji bo pêkanîna van tiştan çi dikare bê kirin mesela wezareta çandê ya Tirkiyeyê nikare piştgiyê bide an jî şaredariyên van deran tiştinan dikin?

Rênas Jiyan: — Bi rastî wezareta çandê ya Tirkiyeyê astengan neêxe pêşiya me em ti tiştan jê naxwazin. Şaredarî jî dema ko çalakîyekê bike bi me re dişêvire ka em dixwazin çi bikin lê ji bilî firotina pirtûkan ti çavkaniyên perepeydakirinê yên weşanxaneya me nînin.

— Pereyên ji pirtûkfirotinê tên peyda kirin têra ko weşanger bikarin weşangeriyê bikin dike an hewceyî piştgiriyê ne? Mesela tu pirtûkçapkirina bi pereyan çawa şîrove dikî?

Rênas Jiyan: — Bi rastî ji bilî firotina pirtûkan ti çavkanîyên weşangerî nîne. Yanî dê pirtûkan bifiroşe û bi wî pereyî xwe fînanse bike. Lê bi firotina pirtûkên bi kurdî weşanxane fînanse nabin heta asteka îdeal ji bo weşanxane bikare bimîne, ez li hinek metodên dî yên perepeydakirinê erênî dinêrim.

— Di vê rewşê de mebesta vekirina weşanxaneya Belkîyê çi bû? Hema bi tenê nebûna weşanxaneyên kurdan yên li Diyarbekirê bû an jî hindek dî tişt jî hene?

Rênas Jiyan: — Em, weşanxaneya Belkîyê wek laboratuvareka zimanî dibînin. Derfetên nivîskaran û civata nivîskaran nebû. Nivîskar mecbûr diman ko dosyeyên xwe yên pirtûkên kurdî didan weşanxaneyên tirkan û bersivên gelek neyînî heta heqaretwarî distandin. Heke nivîskarekê carekê-didoyan-sêyan nekarî pirtûkên xwe yên bi kurdî bide çap kirin dê berê xwe bide zimanekê dî û ev jî çûyina ber bi asîmîlasyonê ve ye. Yek ji mebestên me ew bû ko divîya me rê li ber vê yekê bigirta. Me dixwest rojeva wêjeya kurdî çêbe.

— Dema ko ez li nivîskarên Belkîyê dinêrim hinek ji nivîskarên klasîkan hene û hinek jî nivîskarên nû ne bi taybetî hinek nivîskarên di Çirûskê de dest bi nivîsandinê kirîn paşê ji Belkîyê pirtûk derêxistine, gelo mebesteka avakirina Çirûskê ji civata nivîskarên kurd re gihandina wan nivîskaran e? Bi giştî armanca Çirûskê çi ye?

Rênas Jiyan: — Ji aliyê estetîkê ve kîjan pirtûk baş be em çap dikin. Ya giring ji bo me normên nivîskariyê ne heke ew hebin mesele safî dibe.

Wek mîsyonê, ne da ko Çirûsk kêrî Belkîyê bê lê da ko kêrî zimanê kurdî û ramana kurdî bê me ava kir. Yanî bi Çirûskê me xwestiye em raman û hunerê bi pêş de bibin. Mîsyona Çirûskê ya herî mezin avakirina ramana kurdî ye. Erê armanca me ya sereke avakirina ramanê ye lê ev nayê wê wateyê ko hiner, mûzîk... û têgehên kurdî dê bên îhmal kirin. Yanî da ko nivîskarek bikare ji bilî vegotina hestan ramanan bi pêş biêxe.

— Ez dixwazim ji bilî kovara Çirûskê behsa kovara Ronahîyê jî bikim. We hemî hejmarên kovara Ronahîyê wek du cildan çap kir, çima we ev kar kir û niyeta we heye ko kovara Hawarê jî ji nû ve derxin?

Rênas Jiyan: — Ronahî ji bo me barek giran bû û mîsyoneka sereke bû, divîya ev bibûya, ji ber ko li bakur Ronahî çap nebûbû .

— Lê Hawar jî çap nebûye

Rênas Jiyan: — Em ê li bendê bin, heger tu weşanxaneyên din vî barî li xwe nekin em ê wê jî bikin. Heke em bi kodên Ronahîyê li ser modernîzma Celadetî tiştinan ava nekin em nikarin bigihin rojên baş. Aliyê Ronahîyê yê giringtir ew rêbazên gramerê yên ko Celadetî danibû, di Ronahiyê de êdî rûniştiye. Yanî ziman û giramera niho tê bi kar anîn ya Ronahîyê ye.

— Piştî mîsyona Ronahîyê ka ji kerema xwe behsa mîsyona çirûskîzmê bike. Te di pirtûka xwe ya bi navê Mexzena xwînê de behsa çirûskîzmê û çirûskîstî/ê kiriye. Gelo tu dikarî bibêjî ka tu ji çi re dibêjî çirûskîzm û tu ji kê re dibêjî çirûskîst? Ma nivîskarên Çirûskê çirûskîst in?

Rênas Jiyan: — Erê ew pêvajo didome, yanî ji ber ko ev proje hêj ne qediya ye û negihaye encamekê, tiştek jê derneketiye. Em kovara Çirûskê ne bi tenê ji bo nivîskarên çirûskîst derdiêxin. Ji ber ko ew dê bibe lûks, yanî gelek normal e ko em bixwazin nivîsên tenê ekolekê biweşînin lê ji ber ko kovarên bi kurdî gelekê kêm in em nikarin wî sînorî danin ber nivîskaran. Yanî kovara çirûskê ji her kesê re vekiriye.

Ew projeya çirûskîzmê didome û di warê daxuyanîyan de em naxwazin ti bersivan bidin. Lê di şanoya min nivîsandî de (Di tuvaletê de) hinek tiştên xuyabûyî hebûn. Ez dikarim wan bibêjim lê bi çend hevokan lê dîsa tînim bîra te ko ev proje didome. Wek dem em ji hinek deman re dibêjin demên çirûskîst. Em ji hinek mekanan re dibêjin mekanên çirûskîst. Mesela me ji tuvaletê re gotibû mekanê çirûskîst. Di wê şanoyê de û mexzena xwînê de dem, demên gelek bikirîz in. Em ê bibêjin demên di asta gelek bilind a hişînê de, demên êşa herî cizbêketî, niqrîskên girîyî... mirov hingê di warê hestan de gelek konsantre dibe. Mesala di demên orgazmê de an jî di demên xwekuştinê de... yanî tiştên niha hatin bîra min, ev bûn.

Mesela war; derên ko em dixwazin ekol li ser ava bibe. Sebebê ji bo mekanî bijartina tuvaletê jî ev bû: Mirov qasî ko li ti deran ne serbest e li tuvaletê serbest e. Yanî derê ko destê desthilatdarîyê negihayîyê yek jî tuvalet e. Em bibêjin sergo jî... yanî mekanên ko hê desthilatdariyê hikûm lê nekiribin, dera ko tu bikarî serbest lê bijî. Ez dikarim van tiştan bibêjim.

— Di nivîs û helbestên te de wek Hebhinarka te “destmêja te jî ji janê naşkê”. Gelo ew mekan û halên te ji bo çirûskîzmê gotin tiştan li te dide nivîsandin, an jî hinek dî hest hene. Kîjan hest li te dide nivîsandin?

Rênas Jiyan: — Nivîskarek an jî helbestkarek divêt berî her tiştî bikare li hinek tiştan mikur bê, yanî divêt bi xwe re gellekê dirûst be. Da ko nivîskarek bikare bigihe hestên destlêneketî û rê neçûyînê divêt xwe nexapîne. Destmêjjêneşkênandina janê û helbestnivîsandin berî her tiştî bi çandê re têkildar e. Yanî ev tişt tenê di şafîîtiyê de heye û di henefîtiyê de ev nîne.

Mebesta min jê ev e, nivîskarek ji kodên çanda xwe dûr be nikare orjînalîteyê zeft bike. Ya ji her tiştî giringtir, madem me çandeka cida heye divêt em bi şifreyên wê çandê huneran ava bikin. Da ko ferqa me xuya bike divêt ev hebe. Gava ko ez bixwînim an jî binivîsînim naxwazim ji çanda xwe bi dûr bikevim, helbet dixwazim hinek guhertinan bikim lê dixwazim li ser xaka kurdî bikim. Heke ez nivîskarekê kurdî bim, heke ez wergêrê hestan bim divêt ez bi hevîrtirşikê vê çandê hatibin stirhandin.

— Min li pirtûkên te nêrî û min dît ko tu hem nivîskar û hem jî edîtorê pirtûkên xwe yî lê li gor min nivîskarek pirtûka xwe sererast jî bike dîsa nivîskarê pirtûka xwe ye. Nexwe mebesta te ji edîtoriyê çi ye, çima tu edîtorê xwe yî?

Rênas Jiyan: — Wek gotina te ye û min dixwest gelek kes hebûyan ko li vê derê edîtorî bikiriyan lê kadro nînin û çawa ko her kitaba tê ber destên min ez edîtoriyê jê re dikim dema ya min jî bê eynî ye.

— Di redaksiyona Belkîyê de tewang tê bi kar anîn û minaqeşe li ser tewangê hene?

Rênas Jiyan: — Lê binêre, hinek ji Colemêrgê dibêjin qey ez ji Colemêrgê me, hinek botî dibêjin qey ez botî me tewang me digihîne hev, ma tişta ji vê xweştir heye. Hem dema ko tewang neyê bi kar anîn em nikarin ji nav xeletiyan derbikevin.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2010-10-31
Xwendin: 18859
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org