[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin
» Mehmet Emîn Aktar
DIYARBEKIR, 8/6 2011 — Serokê Baroya Diyarbekirê Mehmet Emin Aktar di vê hevpeyvînê de dibêje kurdên di nav Ak Partiyê de jî federasyonê dixwazin û dibêje heta polîs û cendirme nekevin bin kontrola desthilata herêma Kurdistanê de doza miletê kurd li bakur û Tirkiyeyê çareser nabe.

***

Pirs: — Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan di qadên mitîngan de got “pirsgirêka kurdî nîne”. Ev guherîna zimanê wî têt çi wateyê?

Mehmet Emîn Aktar: — Bi vê gotinê têt fêm kirin ko ji bo çareseriyê projeyeke wî nîne. Li gorî qenaeta kurdan serokwezîr dev ji çareserkirina pirsgirêka kurdî berda, li statûkoyê xwedî derdikeve. Li gorî felsefeya avabûna Komara Tirkiyeyê kesên li vî welatî dijîn ayidî yek milet, yek ziman û yek welatî ne û xwedîyê yek alê ne. Ji xeynî wan kes nîne. Ger tu vê bidî pêşiya xwe wê çaxê tu li vê derê tu kesî nas nakî. Tu herkesî tirk dibînî, zimanê herkesî tirkî dibînî û vê bi her kesî didî qebûl kirin. Ji xwe pirsgirêk ji vir derdikeve. Kurd dibêjin ko em miletekî cuda ne, ji tirkan cudatir in. Çandeke me heye, dîroka me, edebiyata me, zimanekî me heye. Em dixwazin bi van taybetiyên xwe li ser welatê xwe azad bijîn. Daxwaza kurdan ev e. Kurd dixwazin bibin xwedî heman mafên ko tirkan hene. Em ne mafekî ji wan zêdetir û ne ji wan kêmtir dixwazin.

Pirs: — Tu gotinên Erdogan ên li Diyarbekirê çawa dinirxînî?

Mehmet Emîn Aktar: — Weke paşvevegerek tê xuya kirin. Tenê zimanê serokwezîr neguheriye, zimanê wî, nêrîna wî jî guheriye. Belkî nêrîna wî, feraseta wî ev bû, bi şeklekî din ji me re nîşan dida. Lê hê jî baweriya min ev e; piştî 12-ê hezîranê dê ev dîtin, ev nêrîn biguhere. Zimanê wî yê li Diyarbekirê pir giran bû, tê de heqaret hebû. Li hemberî kurdan, li hemberî BDP-iyan zimanekî giran bi kar anî.

Pirs: — BDP li hemberî van gotinan dê xurtir an qelstir biçe parlamentoyê?

Mehmet Emîn Aktar: — Hemû kes di wê baweriyê de ne ko BDP dê bi grubeke hêj xurtir bikeve parlamentoyê. Grûba BDP-ê îcar bi tecrûbe tê. Yekîtiya kurdan jî hate ava kirin. Piştî 12-ê hezîranê temsîliyeta BDP-iyan ji berê zêdetir dibe. Ji ber vê yekê jî divê muxatabiyeta wan jî zêde bibe. Serokwezîr ji bo çareserkirina vê meseleyê, divê siyasetmedarên temsîliyeta meşrû ya kurdan muxatab bigre. Muxatabê yekemîn jî yê pêşî jî grûba BDP-ê ye. Wê çaxê divê li hemberî wan zimanekî nû, zimanekî lihevkirinê, zimanekî ko meseleyê çareser dike, bi pêş bixe.

Pirs: — Serokwezîrî BDP weke “rêxistina terorîst” bi nav kir. Dê bikaribe piştî hilbijartinê bi BDP-ê re rûnê?

Mehmet Emîn Aktar: — Tirkiye welatekî xerîb e. Di siyasetê de jî carna mirov tiştên ecêbmayî dibîne. Divê em li van gotinan nealiqin. Ger em li van gotinan bialiqin, em ê nekarin meseleyê çareser bikin. Piştî 12-ê hezîranê divê bi şeklekî jî lêborîna van gotinan bê xwestin.

Pirs: — Serokwezîr ji bo guhertina qanûna esasî behsa 367 parlamenteran dike. Ev yek pêk neyê, qanûneka esasî ya sivîl dê çênebe?

Mehmet Emîn Aktar: — Serokwezîr dibêje ger ji 367 berjortir ray werbigrin, îcabê referandûmê nake. Dê bixwe qanûneka esasî ya nû ava bikin. Wê çaxê dê Ak Partî qanûneka esasî ya li gorî dilê xwe çêbike. Ev jî dê bibe qanûna esasî ya Ak Partiyê, nabe ya Tirkiyeyê. Ger ji 330 parlamenterî jortir lê ji 367 parlamenteran jêrtir qezenç bike, wê çaxê bi referandûmê dikare qanûna esasî biguherîne. Tiştê qenc ew e ko ji 330-î kêmtir parlamenteran kar bike. Ger wisa be, mecbûr dimîne bi BDP û partiyên din ên siyasî re hevdîtinê bike, bi wan re muzakere bike û di encamê de qanûneka esasî ya nû ava bike.

Pirs: — Ger biryara guhertina qanûna esasî bê dayîn. Pêşî divê kîjan madeyên wê bên derxistin?

Mehmet Emîn Aktar: — Îdeolojiya Komara Tirkiyeyê bi tevahî feraseta xwe derbasî qanûnan kiriye. Di her qanûnê de herkes tirk e, herkes mensûbê yek dînî ye, di nava vî dînî de jî mensûbê mezhebê henîfî ye. Divê bi temamî sîstema Tirkiyeyê bê guhertin, ziman û feraset bê guhertin. Di vê qanûna esasî ya îro de tê gotin ko Komara Tirkiyeyê girêdayî nijadperestiya Ataturk e. Kurd li dijî vê xalê derdikevin. Dibêjin em referansê îdeolojîk û nijadperestiyê naxwazin. Di xaleke din de dibêje kî bi hemwelatîbûnê bi Komara Tirkiyeyê ve girêdayî be, ew tirk e. Kurd li dijî vê jî derdikevin. Kurd dixwazin ev ravekirin ji holê rabe. Bila di destûrê de kurd bi navê kurdan jî neyên tarîf kirin bi navê tirkan jî neyên tarîf kirin. Bila me ne bikin kurd ne jî bikin tirk. Em dixwazin hemû hemwelatî weke “Hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê” bên rave kirin.

Pirs: — Ji bo zimanê kurdî divê guherînên çawa bên kirin?

Mehmet Emîn Aktar: — Tişta herî girîng jî ev e. Niha perwerdehiya bi kurdî di destûrê de qedexe ye. Ji ber vê yekê lazim e di qanûna esasî de mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî were nas kirin. Lê hewce nake bi navê “zimanê kurdî” were nas kirin. Hevoka “Herkes dikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehîyê bibîne” têr dike. Pêwîst e ev bar di stoyê dewletê de be û divê dewlet ji perwerdehiya bi kurdî re budçeyekî veqetîne. Divê dewlet dibistanan veke, mamosteyan bişîne û meaşê mamosteyan bide. Kurd dê tenê ji bo perwerdehiya zarokên xwe mufredata perwerdehiyê amade bikin. Çimkî di mufredata heyî de tenê dîroka îdeolojîk a tirkan heye. Li gorî vê dîrokê tenê tirk qehreman in û yên din hemû tirsonek û xayîn in.

Pirs: — Li gorî vê qanûna esasî kurd nikarin li ser navê kurdan partiyekî ava bikin. Ev guherîn divê çawa çêbibe?

Mehmet Emîn Aktar: — Pêwîst e kurd bikaribin li ser navê xwe partiyan ava bikin, di partiyên xwe de cih bigrin û bi awayekî azad têbikoşin. Niha kurd dixwazin di rêveberiyên herêmî de selahiyetên mezin werbigrin. Jixwe hikûmetê jî ev tişt digot. Lê tirsa kurdan a ewlekariyê jî heye. Kurd îro polîsan weke polîsên xwe, cendirmeyan jî weke cendirmeyên xwe nabînin.

Pirs: — Divê çawa çêbe?

Mehmet Emîn Aktar: — Belediyeya bajarê Diyarbekirê nikare fermanan bide polîsan. Lê ez bawer im eger îro polîs û cendirme di bin fermana belediyeya Diyarbekirê de bûna, wê çaxê mesele dê bi piranî çareser bûya. Kurd îdareyeke herêmî dixwazin. Îro BDP xweseriya demokratîk dixwaze. Nav lê kiriye. Divê ev di nava kurdan de bê munaqeşe kirin. Lazim e kurd di nava xwe de muzakere bikin û projeyeke ko çarçoveya wê diyar e, derxin holê.

Pirs: — Ger Tirkiye şert û mercên pîvanên Ahengsaziya Yekîtiya Ewropayê bi cih bîne, wê çaxê pirsgirêka kurd bi awayeke otomatîk çareser dibe?

Mehmet Emîn Aktar: — Siyasetmedarên kurd ji wê zêdetir dixwazin. Pîvanên Yekîtiya Ewropayê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî têr nake. Çimkî piranî mafê derbirînê, mafê lihevcivînê dide nas kirin. Krîterên Kopenhagenê xweseriya demokratîk, otonomiyeke demokratîk nade pêşiya xwe. Kurd îro dixwazin li herêma xwe otonomiyekê ava bikin. Em dixwazin ko leşker girêdayî hikûmeta navendî be, polîtîkayên derveyî welat navendî be. Lê di polîtîkayên din de divê hemû tişt girêdayî îdareya herêmî bin. Kurd dixwazin xwe bi serê xwe bi rê ve bibin. Dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin, mufredata xwe bi xwe amade bikin. Polîs û cendirme divêt hebin lê di bin îdareya me de bin. Di bin îdareya meclisa herêmî de bin. Rê ji me re lazim be, em ê projeyên rê çêbikin. Bendav lazim be, em ê bendavên xwe proje bikin. Siyaseteke me ya çandiniyê hebe, em ê wê biryarê bidin. Ji aliyê aborî ve jî meseleyên herêmî em ê çareser bikin, em ê biryara xwe bidin.

Pirs: — Hemû kurd otonomiyê dixwazin? Mînak yên di nava partiyên din de jî heman daxwazê dikin?

Mehmet Emîn Aktar: — Kurdên di nav Ak Partiyê de cih digrin jî piraniya wan perwerdehiya zimanê dayikê dixwazin. Hemû dizanin ko Tirkiye nikare vê pirsgirêkê bi îdareya navendî çareser bike.

Pirs: — Kurdên di nav Ak Partiyê de cih digrin xweseriya demokratîk jî dixwazin?

Mehmet Emîn Aktar: — Na vê naxwazin. Hinek kurdên di nav AK Partiyê de cih digrin, sîstemeke federatîf dixwazin. Tenê ji ber ko Ak Partî dîndar e, ray didin vê partiyê. Lê piraniya dîndarên kurdan otonomî û xweserî dixwazin. Her çiqas vê yekê bi nav nakin jî dixwazin li herêma Kurdistanê xweseriyek demokratîk hebe. Îtiraza wan tune ye. Divê ev yek di nava kurdan de bê munaqeşe kirin.

Pirs: — Ger ev daxwazên kurdan bi cih neyên dê kurd helwesteke çawa nîşan bidin?

Mehmet Emîn Aktar: — Ger ev daxwaz pêk neyên, ti kurd ji PKK-ê re nikare bêje çekên xwe deyne, dev ji şerê çekdarî berde. Şertê vê yekê nîne. Ger hûn şert û mercên siyaseteke demokratîk ji holê rakin, piraniya kurdan li ser navê KCK-ê bavêjin girtîgehan, xortên kurdan ên ko beşdarî protestoyan dibin, bi cezayên giran dadgeh bikin, wê çaxê hûn riya çiyayan vedikin. Wê çaxê jî dê şerê çekdarî geş bibe. Gava geş bibe ev şer tenê li çiyayan namîne, ev şer dê li bajaran jî belav bibe. [aknews]

-----------------------------------
Nivîskar: MAŞALLAH DEKAK
Weşandin: 2011-06-08
Xwendin: 17514
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
Rênas Jiyan behsa ”çirûskîstan” û belkiya xwe dike (2010-10-31)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org