[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye
» Mesrûr Barzanî
HEWLÊR, 16/7 2011 — Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê û endamê polîtbîroya PDK-ê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneka dirêj de ji rojnameya erebî El-Şerq El-Ewsetê re got ew bi xwe kurdistaneka serbixwe dixwaze lê belê hêjî firseteka wekî ya başûrê Sûdanê ji bo kurdan û Kurdistanê derneketiye.

Mesrûr Barzanî di vê hevpeyvînê de behsa guhortinên di Partiya Demokrat ya Kurdistanê de, problemên di nêvbera Bexdayê û Hewlêrê de, mafê erebên sinî yê avakirina herêmeka federal, ewlekariya Kurdistanê, rewşa doza miletê kurd li bakurê Kurdistanê û Kurdistana binxetê dike.

***

Pirs:— Di kongreya dawîyê ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê de gelek sloganên sereke û girîng ji bo guhortinê hatin pêşkêş kirin, gelo piştî kongreyê ev guhortin hatin kirin?

Mesrûr Barzanî: — — Guhortin anjî guhortinkarî ne tişteke wisa ye ko bi tenê carekê werê kirin belku guhortin pêwîst e berdewam bin di nava jiyanê de: jiyana siyasî, civakî, jiyana partîtiyê û jiyana her takekî civakê de, li gorî min di nav kongre û partiya me de guhortinên gelek girîng çi di nav bername û peyrewa navxweyî ya partîyê de û çi jî di warê beşdarîkirina kesên nû û ciwan di nav serkirdayetiya partî de çêbûn. Ev hemî guhortin in, lê mimkun e her kes bi awayekî cuda bihizire, gelo ew guhortin li gorî dilê her kesî bûn anjî na, dibe her kes li gorî xwe bersivê bide. Lê li gorî min ev guhortinên ko dibûya bihatina kirin hatin kirin û dê dom jî bikin, jiber ko ev guhortin bi yek kongreyê bi dawî nabin belku pêwîste guhortin di nav bernameya partîyê de be.

Pirs: — Piştî kongreya 13-ê ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê hinek kes dibijên ko partî ber bi partiyeke ewlekariyê ve diçe ne partiyeke medenî?

Mesrûr Barzanî: — Kî anjî çi kesek tişteke wisa dibêje? Bila hin tişt eşkere bin, jibo agehdariya we Partî partiyek e ko cemawer û alîgirên wê di nava gel û civakê de hene, di nava dezgehên hizbî, hukûmî û leşkerî de alîgirên Partîyê hene, ti elaqeyeke bi wê yekê ve nîne ka tu li kûderê dixebitî anjî kar dikî. Li her derê alîgir û endamên Partîyê kar dikin. Eger ko xelkê xwedanşiyan hebe û bikaribe baweriya dost û hevkarên xwe bi dest bixe û xwe berbijarê postê serkirdayetiya Partîyê bike bêguman ev yek cihê serbilindî û şanaziyê ye û ez pîrozbayîyê li tevahiya wan dikim. Ez tiştekî wisa qebûl nakim ko Partî ji partiyeke medenî ber bi partiyeke ewlekarî/leşkerî ve bêt guhortin ev tenê qise û gotinên bêbingeh û bêesas in.

Pirs: — Meseleya reform û çaksaziyan gelek tê nîqaş kirin, serokê Kurdistanê jî bernemeyeke baş û berfireh ya guhortin û reforman amade kiriye gelo ev guhortin û reformên Partîyê jî digirin nava xwe?

Mesrûr Barzanî: — Bernameya reforman ne bernameya pertiyekê ye, Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi xwe piştgîriya bernameya reforman dike, vê carê ev reform di nava desthilatê de dibe anjî di nava karûbarên Partîyê de be, em gelek dixwazin ko çaksazî anjî reform werin kirin, lê ev bername gelek berfireh e û bi tenê aliyekî nade ber xwe anjî sînoreke wê yê taybetî nîne. Ev bername tevahiya Kurdistanê dide ber xwe û em jî weke Partiya Demokrat ya Kurdistanê piştgîriya bernameya reforman ya serok Barzanî dikin û ji bo serkeftina vê bernameyê ya tiştên ko bikeve ser milên me em dê binecih bikin.

Pirs: — Gelo berî bidawîhatina vê salê Partî dê serokatiya hikûmetê ji YNK werbigire?

Mesrûr Barzanî: — Heta niha bi ti awayî li ser vê mijarê giftûgo nehatiye kirin û ti biryarek jî nehatiye dayîn lewre nikarim di heqê vê yekê de tiştekî bibijêm.

Pirs: — Gelo hun çiqasî ji kar û çalakiyên serokwezîrê Kurdistanê Dr. Berhem Salih razî ne?

Mesrûr Barzanî: — Her kesekî xalên lawaz û xalên bihêz hene.

Pirs: — Gelo Partiya Demokrat ya Kurdistanê dê bi yek lîsteyê beşdariya hilbijartinên wîlayetan bike anjî bi hevpeymanî?

Mesrûr Barzanî: — Wateya hevpeymanîyê ne ew e ko em nekaribin bi tenê beşdarîyê bikin, em weke Partî li ser vê meseleyê minaqeşe dikin da bizanibin bi çi awayî tevî YNK-ê lihev dikin, giftûgo dikin da bigehêjin wê biryara ko li gorî berejwendiyên me be, gava em gehêştin vê pêvajoyê emê li ser vê yekê jî biryara xwe bidin.

Pirs: — Hejmareke zêde ji endamên serkirdayetiyên herdu aliyan behsa peymana steratejîk ya di navbera Partiya Demokrat ya Kurdistanê û YNK-ê dikin û dibêjin zererên wê hebûne, gelo zererên vê peymanê ji Partiyê re çi ne?

Mesrûr Barzanî: — Ez bawer nakim tişteka ko bibe sedema yekrêziya mala kurd zerer jê hebe, mimkun e ji bo aliyên derdor zererên wê hebûbin lê ji bo gelê kurd xêr tê de heye, heta dema ko aliyên kurdî li hev bikin dê bêguman bi qazanca gelê kurd be, partayetî bi wateya kurdayetî ye lewre ew tiştên ko ji kurdan re xêra wan hebe bêguman xêra wan jî ji Partîyê re jî heye. Eger hin destkeftên Partîyê ji dest herin jî, ji ber yekrêziya gelê xwe, em dê her girêdayî bi peymana steratejîk bin.

Pirs: — Di çarçoweya bernameya serok Barzanî ya ji bo reforman de dibêjên hin rayedarên bilind yên partiyan û hikûmetê jî tawanbar in bi gendelîyê, gelo ev yek çend rast e?

Mesrûr Barzanî: — Ez nikarim bersiva vê yekê bidim, eger got-got anjî axaftinek heye vê demê pêwîste belge anjî îsbatên wê hebin, gava belge anjî îsbat hebe wê demê dadgeh heye û li ser wan biryarê dide, lewre nabe em xwe bixine pêşiya bûyeran. Ez nikarim bersiva axaftinên xelkê bidim, ger ko kesek tawanbar be û li ser wî îsbat bibe anjî tawana wî îsbat bibe wê demê dadgeh biryar dide, jiber ko qanûn di ser her tişt û her kesekî re ye, gava ko tişteke wisa li ser kesekî îsbat bibe bêyî posta wî were esas girtin dê lêpirsîn jê were kirin.

Pirs: — Gelek axaftin li ser wê yekê tên kirin ko qaşo berpirsên Partîyê li Silêmaniyê teqe li welatiyan kirine, gelo çima Partî wan berpisan radestî dadgehê nake?

Mesrûr Barzanî: — Ez nehayedar im ko dadgehê daxwaza kesekî kiribe, lê rastiyek heye ko dibe li ber çavan re were derbas kirin ev jî ev e ko Partî xwedan kesayetiyeke menewî ye, ew kesên ko hatibûn zererê li baregeha Partîyê bidin nehatibûn ko zererê li kesekî bidin, wan kesan êrêşî baregeha partiya me kirin û êrêşa dîrokekî kirin, êrêşî rêbazekî kirin, jiber vê çendê tevahiya Partîyê ketiye ber êrêşê neko takekesek. Ez nizanim ka çawe dikarin di nava vê qerebalixiyê de kesekî destnîşan bikin ko teqe kiriye anjî kesekî tawanbar bikin bi afirandina nakokî û aloziyan, mesele di destpêkê de bi xwenîşandanê destpê kiriye. Hinek kesan êrêş kirine û hinek kesan jî xwe parastiye. Tişta ez dizanim ew e ko daxwaza van kesan jî ko hana xelkê dane da aloziyan biafirînin hatiye kirin, pêşiyê ev nakokî afirandine û êrêş kirine û di encama êrêşên wan de ev mesele qewmîne.

Pirs: — Tu berpirsê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê yî, gelo dezgeha we bûye hevpeymana welatên dî ji bo şerê li dijî terorê?

Mesrûr Barzanî: — Em dijayetiya terorê dikin jibo parastina ser, mal, can, nîştiman û xelk û welatê xwe, li cem me selametiya xelkê me ji her tişteke dî girîngtir e, heta niha ya ko ketiye ser milê me me kiriye û ji niha û pê de jî ya ko ko bikeve ser stuya me bêguman emê binecih bikin. Her di destpêkê de aliyên terorîst hewl dan ko li Kurdistanê dest bi afrandina aloziyan û teqînan bikin, lê spas ji Xwedê re bi himet û keda efser û xelkê me yê xweragir û berxwedêr yên ko bi şev û roj kar dikin tevahiya wan hewldanan hatin pûç kirin û Kurdistan jî ji metirsiyên terorê hate parastin, her çend li ti deverekî em nikarin bibêjin ko ewlekariya azad û bidawî heye lê Kurdistan li gorî wan hemu êrêş û teqînan ko li deverên dî hene, devereke aram e û ewlehî lê heye. Kurdistanê ji ber rewşa xwe ya baş ya ewlekarîyê kariye ciheke baş ji xwe re bibîne û tevahiya me jî bi vê rewşa baş ya ewlekarîyê serbilind in û rewşa baş ya ewlekariya Kurdistanê bûye nasnameya her kesekî.

Pirs: — Gelo ti amar anjî hijmareke êrişên întiharî yên ko Kurdistan kirine armanca xwe li ber destê we hene? Çend êrêş hatine pûç kirin?

Mesrûr Barzanî: — Gelek tişt hatine belav kirin lê gelek tiştên dî jî ji ber rewşa ewlekariya Kurdistanê nehatine belav kirin. Gelek hewldanên curbicur hebûn ji bo alozkirina rewşa baş ya Kurdistanê, gelek ji wan hewldanan jî hatine pûç kirin û tevahiya wan jî hatine tomar kirin. Niha jî hewldanên êrişên întiharî dom dikin lê li hember wan de jî hewldanên me dom dikin, encamnedana hewlên terorîstan berhema şevnerazana karmend û efserên me yên qehreman û fedakar e, li gorî me jî ev yek baştirîn padaşt e ko ji aliyê xelkê ve ji me re tê dayîn.

Pirs: — Gelo di heqê wan karan de ti peyvendiyek di navbera Hewlêrê û Bexdayê de heye?

Mesrûr Barzanî: — Bêguman peyvendiyên gelek baş hene.

Pirs: — Jibo şerê li dijî terorê pêdiviya we bi hevkariya Emerîkayê heye, gelo vekêşandina hêzên Emerîkayê ji Îraqê nabe sedema zêdebûna kiryarên terorîstî li Îraqê û deverê?

Mesrûr Barzanî: — Heta niha ya ko hatiye kirin me bo xwe kiriye, hebûna hêzên Emerîkayê li deverên dî yên Îraqê bû ne li Kurdistanê. Kurdistan ji aliyê xelkê kurd ve hatiye parastin, vêca ferq nake pêşmerge ye, asayîş e, polîs e anjî hêzên dî ne, lê eger ko li deverekê valahiya ewlekarîyê çêbe zext jî dikeve ser me. Beriya niha me ev yek diyar kiribû ko eger berî hêzên Îraqê bigehêjine astekî ko bikaribin ewlekariya welatî biparizên hêzên Emerîkayê vekişin dê rewş hîn aloztir bibe, her rojek dêt û emerîkî dê vegerin, lê tişta girîng dema vegarandina wan hêzan e, lê niha ez di wê baweriyê de me ko hêj zû ye ji bo vegerandina hêzên Emerîkayê, li gorî me heta dema ko hêzên Îraqê bikaribin bibin xwedanê wê astê ko şerê terorîstan bikin li dijî wan metirsiyan ko rastî welat dibin pêwîstiya Îraqê bi hêzên Eerîkayê heye.

Pirs: — Gelo kurd dê derfet anjî îznê bidin ko hêzên Emerîkayê li Kurdistanê navendên xwe vekin?

Mesrûr Barzanî: — Pêwîstiya vê yekê bi biryara Bexdayê, Hewlêrê û Emerîkayê heye, dibe Emerîka bi hikûmeta federal re giftûgo bike û li hev bikin û bi hikûmeta Kurdistanê re jî giftûgoyê bikin, herçend berî niha me di heqê vê yekê de helwesta xwe eşkere kiribû, lê bi tenê nêrînên me ne bes in ji bo damezrandina navendên hêzên Emerîkayê li Kurdistanê.

Pirs: — Piştî vekêşana hêzên Emerîkayê ti fikar anjî ti tirseke we ji bo paşeroja Kurdistanê bi taybetî deverên veqetiyayî ko heta niha tiştek ji wan re nehatiye kirin heye an na?

Mesrûr Barzanî: — Xwezî xelkên dî jî weke me xemxorê ewlekarî û rewşa Îraqê bûna, bêguman em ne bi tenê ne, her kes dizane ko bêyî ko kêşeyên heyî werin çareser kirin vekêşandina hêzên Emerîkayê dê bibe sedema aloztirbûna rewşa îro, di demên derbasbûyî de ti hêzek li Kurdistanê nebû û hertim jî li ser me gef û metirsiyên terorê hebûn, (êrêş hatiye ser me, hatine enfal kirin û kîmyayî jî li dijî me hatiye bi kar anîn) lê me xwe û nîştimana xwe parastiye û ji niha û pê de jî li ser vê yekê dê bi îsrar bin, li ser wan prensîb û armancên ko me ji wan re xebat kiriye emê xebata xwe dom bikin. Niha metirsî ew e ko kêşeyên heyî mezintir û aloztir bibin. Hêvî dikim ko kêşeyên heyî li gorî berejwendiyên her kesî werin çareser kirin û çênabe kêşeyên heyî li gorî berejwendiyên aliyekî siyasî werin çareser kirin, pêwîst e berjwendiyên xelk û nîştiman jî esas werin girtin ji ber guneh e ko xelk bibe qorbana lehîstokên siyasî.

Pirs: — Piraniya kêşeyan li Kerkûkê ne, li Kerkûk jî kurd, tirkman û ereb dijîn, heta niha jî serkirdayetiya siyasî bi awayekî cidî bi wan du neteweyên dî re giftûgo nekiriye, çima serok Barzanî di heqê vê kêşeyê de destpêşxeriyekê nake ji bo sazdana kongreyekê bi armanca giftûgokirina bi neteweyên dî re?

Mesrûr Barzanî: — Ez bawer nakim ko ev yek rast be, ji ber di dema nivîsandin û amadekirina destûra Îraqê de her kes û alî amade bûn û amadekirina wê destûra jî bi lihevhatinê bû. Kurdan di hinek waran anjî di hinek xalan de bi awayekî nerim helwesta xwe diyar kir da bibin xwedanê destkeftên destûrî û yek ji wan destkeftan madeya 140-ê ya destûra binegehî ya Îraqê ye ko di heqê deverên kêşe li ser de hatiye amade kirin, bi taybetî bo çareserkirina kêşeyên Kerkûkê ko gelek li ser wan tişt tên gotin.

Mebesta min ew e ko ev mesele tiştek e ko li destûra Îraqê de rêya çareserkirina vê hatiye diyar kirin, lewra ma kurd dê çiqas dî fedakarîyê bikin? Kurdan dikarî Kerkûkê dagîr bikin lê kurdan ev nekir jiber ko kurdan nexwestin wekî wan tiştên ko li hemberî wan hatine kirin ew jî bikevin nava hestên întiqamstendinê. Xedir û zextên gelek zêde li kurdan hatin kirin, kurd hatine derxistin û nasnameya wan jê hate stendin, lê bi rexmê her tiştî kurdan xwest ko wan tiştên ko mafên wan e bi awayekî demokratîk û aştiyane bi dest bixin. Hewlesta kurdan hertim bi vî rengî bû. Kurd li hember ereb û tirkmanan gelek bi nermî tev geriyane, kêşeya me ne ew e ko kîjan netewe li kûderê dijî, li gorî me û baweriya me Kerkûk beşek e ji Kurdistanê, gelek eşkere ye ka kî li Kerkûkê dijî.

Heger bixwazin madeya 140-ê bêt binecih kirin û birayên me yên ereb ko hatine Kerkûkê vegerin cihê xwe û kurd û tirkmanên ko ji Kerkûkê hatine derxistin jî vegerin cihê xwe, pişt re sînorên îdarî û siyasî yên Kerkûkê werin destnîşan kirin û pişt re jî serjimêrî û piştî serjimêrîyê jî referandum were kirin, ew baştrîn rê ye ji bo çareserîyê û çareseriya baş jî îrade û dengên gel e. Pêwîst e şîniyên Kerkûkê biryar bidin ka dixwazin ser bi kûderê ve bin, çima xelkên dî li deverên dî li ser çarenûsa şîniyên Kerkûkê biryarê bidin, pêwîst e xelkê Kerkûkê bixwe biryar li ser çarenûsa xwe bide. Helwêstên nerm yên kurdan ên li hember tirkman û ereban destkeftên wê hebûn, bo nimûne, di hilbijartinan de serokatiya meclisa wîlayeta Kerkûkê mafê kurdan bû, lê kurdan saziş kir bo birayên xwe yên tirkman û ev jî ji bo bihevrejiyana kurdan digel pêkhatên dî bû.

Di van demên dawî de cenabê serok Barzanî biryar da da ko 200 MW elektrîk ji Kurdistanê bo Kerkûkê were bi rê kirin û ev jî nimûneyeke baş ya gêridayîbûna xizmetkirina bo xelkê Kerkûkê ye, di rastîyê de ev yek erkê hikûmeta federal e lê wê nekir, hikûmeta Kurdistanê bi fermana serok Barzanî ev 200 MW elektrîk ji Kerkûkê re bi rê kir.

Pirs: — Kurdan gelek caran kompromîs kirine lê aliyên dî bi ti awayî ne amade ne ko li ser ti xalan kompromîsê bikin?

Mesrûr Barzanî: — Em bi realîteyên heyî re kar dikin û nikarin bibêjin ko tevahiya aliyên dî li dijî aştî û demokrasiyê ne, gelek kes hene di nava tirkman û ereban de ko dixwazin Kerkûk vegere ser Kurdistanê, ji ber ko di warê ewlekarî û xizmetgozarîyê de baştir jê re xizmet têt kirin, tiştek ko di asta derfet û îmkanên Kurdistanê de be dê bêguman ji Kerkûkê re were kirin.

Pirs: — Lê ji bilî Kerkûkê wîlayeta Mûsilê jî beşek e ji wan kêşeyan?

Mesrûr Barzanî: — Ji bo çareserkirina wan kêşeyan divêt niyeteke paqij hebe, pêwîst e niyeteke paqij ji bo bihevrejiyanê hebe, ti kêşeyek nîne ko neyê çareser kirin, mimkun e hinek ji kêşeyên heyî ji aliyê demê ve werin çareser kirin. Mûsil ne weke Kerkûkê ye, meseleya Mûsilê gelek dinavhevde ye. Kurd daxwaza wan deveran dikin ko têde kurd piranî ne, hêvî dikim kêşeyên heyî yên di navbera lîsteya Bratîya Neynewa û Hedebayê de werin çareser kirin û ez bawer dikim hilbijartinên bên em dê gelek ji wan kêşeyan çareser bikin, lê kêşeya sereke çareserkirina kêşeyên deverên veqetiyayî ye û ev yek jî bi lihevhatina hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta federal û esasgirtina destûra bigehî ya Îraqê û esasgirtina dengê xelkê tê çareser kirin.

Pirs: — Dabeşkirina Îraqê bo sê herêman bû sedema daxuyaniyên curbicur, gelo damezrandina herêmeke dî ne garantî ye ji bo Kurdistanê? Hun çiqasî piştgîrîyê didin damezrandina herêmeke dî?

Mesrûr Barzanî: — Ev ne meseleyeke keyfî ye, ne bi destê me anjî bi destê kesên dî ye, ev e meseleyeke destûrî ye, damezrandina herêmeke dî eger li ser daxwaza şîniyên deverê be wê demê dijayetîkirina wê daxwazê binpêkirina destûra bingehî ye, li gorî destûra bingehî ya Îraqê damezrandina herêman mafeke rewa yê şîniyên wan deveran e. Eger ew daxwaza damezrandina herêmekî bo xwe bikin em bi ti awayî nikarin dijayetiya wan bikin û em weke kurd di wê baweriyê de ne ya ko ji bo me rewa ye ji xelkên dî re jî rewa ye. Destûr ji daxuyaniyên kesan bilindtir e, baştir ew e ko hon wê pirsê pêşkêşî wan kesan bikin ko li dijî damezrandina herêman in, li gorî me damezrandina herêmeke dî karekî destûrî ye.

Pirs: — Li Parlamentoya Kurdistanê qanûnek ji bo yekxistina herdu dezgehên ewlekarîyê û damezrandina Civata Ewlekariya Kurdistanê hate pesend kirin, gelo ew proje gehişt çi qunaxê?

Mesrûr Barzanî: — Qanûnên civata ewlekarîyê û ewlekariya herêmê bi piraniya dengan li Parlamentoya Kurdistanê hatine pejrandin, birêz serokê Kurdistanê jî ew qanûn îmze kirin û karên pêwîst ber bi dawîyê ve diçin. Du qanûn hatine pejirandin, qanûna Civata Ewlekariya Kurdistanê, ew berpirsa tevahiya dezgehên ewlekarîyê yên Kurdistanê ye ango serpereştiya tevahiya dezgehên ewlekarîyê yên Kurdistanê dike û rasterast ser bi serokê Kurdistanê ve ye. Wê civatê şêwirmendek heye. Karê wê civatê ew e ko hemahengîyê di navbera serokê Kurdistanê û dezgehên ewlekarîyê yên Kurdistanê de bike, ew civat ji bilî diyarkirina siyaseta ewlekariya welatî çawetiya karkirina dezgehên ewlekarîyê jî diyar dike.

Dezgeha Ewlekariya Navxweyî ser bi hikûmetê ve ye, dezgeha Îstîxbarata Leşkerî ser bi Wezareta pêşmerge ve ye û Ajansa Parastin û Zaniyarîyê jî ser bi serokê Kurdistanê ve ne. Berpirsên wan dezgehan endamên Civata Ewlekariya Kurdistanê ne, lê mixabin hinek caran jiber fêmnekirin anjî tênegehêştina hinek kesan dibînin ko daxuyaniyên curbicur di heqê vê yekê de belav dibin.

Pirs: — Nakokiyên sereke hebû di navbera ajansa Parstinê û dezgeha Zaniyarîyê de gelo ev kêşe hatiye çareser kirin anjî pêvajo ji bo yekxistina van du dezgehan minasib e?

Mesrûr Barzanî: — Ajansa Parastinê demeke dirêj e ko hatiye damezrandin, di dema şoreşa îlonê de hatiye damezrandin, rast e di nava xwe de bi çend kêşeyên navxweyî û şerê navxweyî û duîdareyî re rûbirû bûne, lê niha pêvajo gelek minasib e û spas ji Xwedê re di vî warî de lihevhatineke baş di navbera me de heye ji bo bihevrekarkirinê

Pirs: — Hinek kes dibêjên tu ji bo postê serokatiya Civata Ewlekarîyê namzet î, gelo tu amade yî ko ti postekî di wê dezgehê de bigirî?

Mesrûr Barzanî: — Heta niha di vî warî de ti giftûgoyek nehatiye kirin lê ew kesên ko di vî warî de xwedan ezmûn bin ji wan fêde têt girtin ferq nake ser bi kîjan alî ve ne.

Pirs: — Başûrê Sûdanê serbixweyiya xwe bi dest xist û gelek wekheviyên Başûrê Sûdanê û Kurdistanê hene, hejmarek ji çavdêrên siyasî dibêjên di sala 2003-yê de derfeteke baş kete destê kurdan bo ragihandina serbixweyiya xwe lê kurdan ew derfet ji dest da, gelo hê jî firseta ragihandina serbixweyî heye?

Mesrûr Barzanî: — Ez pîrozbayîyê li xelkê Başûrê Sûdanê dikim, ew nimûneyeke gelek baş e ko xweziyên netewe û gelan rojek ji rojan tên bi dest xistin, ez rêzê ji wan nêrînan digirim, lê eger ko di sala 2003-yê de me serkeftin bi dest nexistibaya dê niha wan bi awayekî din rexne li me girtiba, wê demê dê bigotina ko kurdan nekarî daxwaza mafên xwe bikin û nekarîn rewşê rast analîz bikin û kurdan nekarî daxwaza mafên zêdetir bikin û her tişt ji destê wan çû. Berî niha gelek tiştên wisa hatin gotin û nivîsandin, mirov nikare biryarê li ser dîrokê bide lewre tişta herî baş ew e ko mirov di nava dîrokê de bijî û piştre biryarê bistîne, biryargirtin li ser dîrokê şaş e, ez wê yekê qebûl nakim ko derfet ji destê kurdan çûbe.

Pirs: — Heger kurd niha daxwaza serxwebûna xwe bikin kêşe çi ye?

Mesrûr Barzanî: — Em dixwazin ko her kes bi me re xwedan yek ramanê be û ez piştgîriya wê yekê dikim ko mafê kurdan e daxwaza serxwebûnê bikin, lê gava ko em dixwazin ko karekî ji bo gel û neteweya xwe bikin pêwîst e tê de serkeftî bin, eger dem minasib be û civaka navnetewî jî li ser wê razî be wê demê bi her kurdekî xweş e ko serxwebûna Kurdistanê were ragihandin, li gorî min rewşa Başûrê Sûdanê û Kurdistanê hineê cida ye. Ew derfeta ko ji Başûrê Sûdanê re hatibû afirandin hî jî ji Kurdistanê re nehatiye afirandin û ew piştgîriya ko ji Başûrê Sûdanê re hat kirin ji Kurdistanê re nehatiye kirin. Gelek xebat hatiye kirin û ez weke welatiyekî kurd serxwebûna Kurdistanê dixwazim.

Pirs: — Niha Sûriya bi guhortinên sereke û girîng re rûbirû ye gelo ti peyvendiyeke we bi aliyên kurdî re heye ji bo serxistina wan guhortinan anjî hun hevkariya kurdên Sûriyeyê dikin?

Mesrûr Barzanî: — Siyaseta me ne ew e ko em tedaxula karûbarên navxweyî yên welatên dî bikin, lê em hertim piştgîriya mafên rewa yên gelê kurd dikin û rêbaza bidestxistina wan mafan jî karê kurdên wan parçeyan e.

Pirs: — Gelo di heqê Tirkiyeyê de jî heman helwesta we heye?

Mesrûr Barzanî: — Rewşa Tirkiyeyê gelek cida ye, Tirkiyeyê gelek pêngavên baş avêtiye, û em hêvî dikin pêngavên baştir werin avêtin û kêşeya kurdî jî çareser bibe. Dema mirov siyaseta welatekî şîrove dike mirov nikare li ser biryarekî wan şîrove bike anjî li gorî biryarekî wan şîroveyên xwe pêşkêş bike, divêt gelek bi berfireyî mesele werin şîrove kirin, ew tiştên ko em dibînin li gorî salên berê gelek tiştên baş in û pêngavên gelek girîng hatine avêtin, lê bêguman li gorî daxwazên kurdan gelek kêm in, lê eger çarseriya aştiyane dom bike wê demê kêşeya kurdî jî çareser dibe.

Pirs: — Îran dixwaze asta peyvendiyên xwe yên bazirganî bi Îraqê re berfireh bike lê di heman demê de deverên ser sînor yên Kurdistanê topbaran dike, helwesta we li hember vê yekê çi ye?

Mesrûr Barzanî: — Ti hencetek ji bo topbarankirina wan deverên herêma Kurdistanê nînin û rayedarên kurd ev yek şermezar û mehkûm kirine, ji ber ko welatiyên medenî bûne armanca wan topbaranan. Em dixwazin û hewl didin da peyvendiyên me bi cîranên me re gelek baş û normal bin û li ser esasê rêzgirtina dualî bin.

Pirs: — Gelo hêcetên Îranê yên ji bo topbarankirina deverên ser sînor rast in?

Mesrûr Barzanî: — Tişta ko em dizanin ew e ko xelkên koçer li wan deveran dijîn. Eger Îran jî bixwaze kêşeyên xwe yên bi partiyên opozisyonê yên Kurdistana Îranê re çareser bike topbarankirina gundên me karekî şaş e ji ber welatiyên me baca vê yekê didin. [ktv]

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2011-07-16
Xwendin: 17325
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
Rênas Jiyan behsa ”çirûskîstan” û belkiya xwe dike (2010-10-31)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org