[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin
» Neşe Duzel û Nêçîrvan Barzanî
STENBOL, 22/3 2011 — Cihgirê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî di hevpeyvîneka dirêj de ji rojnameya tirkî Tarafê re got PKK hebe û nebe li Tirkiyeyê miletek bi navê miletê kurd heye û divêt Tirkiye vê problemê bi metodên demokratîk û ne bi rêyên eskerî çareser bike.

Nefelê temamiya hevpeyvîna Neşe Duzelê ya digel Nêçîrvan Barzanî ji tirkî wergerand kurdî.

***

Çima Nêçîrvan Barzanî?

Li başûrê Rojhilatê [yanî li bakurê Kurdistanê] newroz bi beşdarbûna cemawerên mezin hat pîroz kirin. Newroz cejneka wisa ye ko dibe sembola lêgeriyana edalet, wekhevî û azadiyê ya kurdan. Beşdarbûna zêde ya xelkê di newroza îsal de nîşan dide ko pir kes hene ko dixwazin ev pirsa kurdan bêt çareser kirin. Lê belê ev dê çawa çêbe? Çareseriy ako her kesê memnûn bike çi ye? Divêt dewleta Tirkiyeyê çi bike, ji bo hemwelatiyên xwe kîjan gavan bavêje? Divêt PKK çi bike? Îdareya Herêma Kurdistana Iraqê ya ko PKK-ê li ser axa wê basên xwe çêkirine ji Tirkiyeyê ji bo problema kurdan û problema PKK-ê li hêviya çareseriyeka çawa ye? PKK çi tesîrê li têkiliyên Tirkiyeyê û Kurdistanê dike? Kurdên li Kurdistanê bi çi çavî li PKK-ê temaşa dikin? Kurdên li Kurdistanê bi çi çavî li Tirkiyeyê temaşa dikin? Çareserî dê tesîreka çawa li Tirkiyeyê, Kuridstanê, PKK-ê û li hemî kurdan bike? Têkiliyên di nêvbera Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê de berê çawa bûn û îro gehiştine kîjan astê? Û dê piştî niho jî çawa pêşde biçin? Me analîzkirina van mijaran hemiyan û bersiva van pirsan ji Nêçîrvan Barzaniyê ko yek ji sê kesên herî xurt yê Kurdistana Iraqê ye fêm kir. Serokwezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihgirê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî Mesûd Barzanî û Celal Talebanî di siyaseta kurdî de wekî navê sêyê yê herî xudantesîr têt hesibandin. Nêçîrvan Barzaniyê ko neviyê avakerê PDK-ê Mele Mistefa Barzanî û braziyê Mesûd Barzanî ye di heman demê de bi keça serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî re zewicî ye. Nêçîrvan Barzanî meqamê serokwezîriyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinên sala 2009-ê da Berhem Salihê ji partiya Celal Talebanî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.

Pirs: — Tu rewşa niho ya têkiliyên Tirkiyeyê û Kurdistanê çawa rave dikî?

Nêçîrvan Barzanî: — Li gor min Kurdistan û Tirkiye rojên xwe yên herî baş dijîn. Di têkiliyên xwe de dema herî baş diborînin. Bifikire, berî çend salan 200 hezar eskerên Tirkiyeyê hatibûn ser tixûbî. Tirkiyeyê Kurdistan bi awayekê eskerî tehdîd dikir.

Pirs: — Ma hêdî tehdîd nakin?

Nêçîrvan Barzanî: — Ticareta di nêvbera me û Tirkiyeyê de îro gehiştiye 7 milyar dolaran. Fîrmayên Tirkiyeyê piraniya xizmetên mitehidiyê yên li Kurdistanê li xwe girtine. Îhaleyên herî mezin şirketên tirkan bi dest xistin, învestmentên herî mezin yên jêrzemîn û serzemînê ji aliyê tirkan ve tên kirin. Yanî di têkiliyên me û Tirkiyeyê de asoyeka pir ron li pêşiya me ye. Ji bilî wê jî em dixwazin dergehên nû li ser tixûbî vekin.

Pirs: — Dergehên tixûbî yên nû dê li kû vebin?

Nêçîrvan Barzanî: — Li herêma Xabûrê dê bên vekirin. Emê dergehê niho heyî jî berfireh bikin. Niho em ji bo vê mizakereyan dikin. Dergehên nû dê di demekê pir nêzîk de vebin. Têkiliyên me yên digel Tirkiyeyê ti caran hewqasê xweş nebûbûn. Dê hêj baştir bibin. Têkiliyên aborî û siyasî dê hêj pirtir pêşde biçin.

Pirs: — Bi Tirkiyeyê re ti problemên we nînin?

Nêçîrvan Barzanî: — Ez nabêjim ko problem nînin. Heger mirov bi demên berê re miqayese bike me mesafeyeka mezin derbas kir.

Pirs: — Baş e, problemên di nêvbera Tirkiyeyê û Kurdistanê de çi ne?

Nêçîrvan Barzanî: — Pirsa ko niho pir li ser têt axaftin meseleya PKK-ê ye. Divêt ev problem di nêv Tirkiyeyê de bi rêya diyalogê bêt çareser kirin. Qet xelet fêm nekin. Ez behsa diyaloga digel PKK-ê nakim. Li hundirê Tirkiyeyê kî probleman çêdike ez dibêjim bila diyalog digel wan bêt kirin. Li Tirkiyeyê ev 30 sal in ko mirovên çekdar şerî dikin. Di nêv wextê de mirovên bêguneh jî şehîd bûn. Çareseriya eskerî ne çareserî ye.

Pirs: — Li gor te hebûna PKK-ê ya li Qendîlê çi tesîrê li têkiliyên we dike?

Nêçîrvan Barzanî: — Prensîba me ev e: Em qebûl nakin ko grupeka çekdar axa me bi kar bîne û êrişî welatekê cîran bike. Em rewşeka wisa ko PKK heta hetayê li vê derê bimîne û heta hetayê ji Tirkiyeyê re probleman çêke qebûl nakin.

Pirs: — Lê belê hê jî nîvê mîlîtanên PKK-ê li bakurê Iraqê [başûrê Kurdistanê] dimînin. Ma PKK li bakurê Iraqê wekî yekîneyeka serbixwe hebûna xwe berdewam dike?

Nêçîrvan Barzanî: — Ew grupên biçûk biçûk in. Li cihekê belî bi cih nebûne.

Pirs: — Ma li Qendîlê bi cih nebûne?

Nêçîrvan Barzanî: — Grupên wan hertim di hereketê de ne. Hertim tên û diçin. Me ev ji Tirkiyeyê re jî rave kir. Vehewandina mirovên çekdar li Kurdistanê û êrişkirina wan li ser Tirkiyeyê ji bo me meseleyeka neqebûlbar e. Em ji bo PKK-ê bi ti awayî misamehê nakin.

Pirs: — Desthilata Herêma Kurdistana Iraqê hêzên ewlekariyê hene. Polîsê wê heye, ordiya wê heye. Ma qey PKK hebûna xwe ya li Kurdistanê bi pevçûna digel van hêzan berdewam dike?

Nêçîrvan Barzanî: — Deverên ko PKK lê ye deverên çolî ne. Me di salên 1990-ê de digel ordiya Tirkiyeyê operasyoneka herî mezin kir. Van operasyonan heta sala 2000-ê berdewam kir. Lê belê cardî jî me nekarî wan biqewitînin. Di wan pevçûnan de me tenê sê hezar kes wekî şehîd û xazî dan. Divêt mirov li koka vê pirsê temaşa bike. Koka vê problemê siyasî ye. Bi sîlehan û bi metodên eskerî çareser nabe. Ev problemeka siyasî ye û divêt bi cesaret di nêv Tirkiyeyê bi xwe de bêt çareser kirin. Li gor min serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di rêyeka rast de dimeşe. Li gor qenaeta me piştî hilbijartinan ji bo çareserkirina problemê dê gavên zêdetir bên avêtin.

Pirs: — Di çareseriyeka demokratîk ya problema kurdan de Erdoganî pê li frênê kir. Tu xwe dispêrî çi dema ko dibêjî piştî hilbijartinan dê cardî dest bi avêtina gavên demokratîk bike?

Nêçîrvan Barzanî: — Rewşa dinyayê û wext dê zorê bide Erdoganî da pêwist bibîne ko problema kurdan bi gavên demokratîk çareser bike. Bi van bûyerên ko vê dawiyê li Rojhilata-nêvê çêdibin aşkera bû ko dema çareserkirina problema kurdan hatiye. Divêt Tirkiye ji bo ko vê problemê ji kokê de çareser bike xebateka siyasî û demokratîk bike û têkeve hereketê. Ew gavên demokratîk yên ko heta îro hatine avêtin ne hindik in lê belê divêt zêdetir gav bên avêtin. Ew karên ko serokwezîr Erdoganî heta îro kirine qetûqet ne karên biçûk in.

Pirs: — Li gor te gava herî mezin ko Erdoganî avêtiye çi ye?

Nêçîrvan Barzanî: — Guhortinên dawiyê yên qanûna esasî gavên mezin in. Di eslê xwe de li Tirkiyeyê ji bo çareserkirinê îradeyek heye. Hebûna îradeyeka wisa hêviyê dide me. Lê belê mesele ew e ka ev çareserî dê kengê pêk bêt. Dê niho çêbe? Piştî salekê çêbe? Piştî du salan çêbe? Divêt çareserî di wextekê herî nêzîk de çêbe. Ji bo vê jî divêt hemî alî arîkariya serokwezîrî bikin. Ji ber problema kurdan ne problema Ak Partiyê ye. Problema kurdan problema Tirkiyeyê ye. Problema dewleta Tirkiyeyê û mueseseyên wê ye. Wekî ko ev problem tenê ya hikûmeta Ak Partiyê be carinan Erdoganî tawanbar dikin.

Pirs: — Yê ko ”rêlibervekirina kurdan” da destpê kirin û da sekinandin jî Erdogan bû. Li gor te ma xelk neheq in ko birêveberekî rexne bikin?

Nêçîrvan Barzanî: — Erdoganî bi destpêkirina ”rêlibervekirinê” karekî baş kir. Ji bo Tirkiyeyê ev înisîyatîveka pir nû ye. Em rewşa Tirkiyeyê pir baş dizanin. Dandestpêkirina rêlibervekirineka wiha li Tirkiyeyê pêwistî bi cesareteka mezin heye. Berî wî jî hinek kesan xwest bikin nekarîn bikin. Bo nimûne Turgut Ozal. Erdoganî cardî ev dergeh vekir. Heger niho ew dergeh girtîbe jî miweqet hatiye girtin. Piştî hilbijartinan dê cardî bêt vekirin. Ji ber Erdogan li ser dethilatê bimîne û nemîne hêdî dergehê çareserkirina problema kurdan bi rêyên demokratîk vebû.

Pirs: — Heger problema kurdan û problema PKK-ê çarser bibe di têkiliyên Tirkiyeyê û Kurdistanê de hon li hêviya çi pêşketinan in?

Nêçîrvan Barzanî: — Ez piştrast dikim ko problema kurdan problemeka wisa ye ko di nêv Tirkiyeyê de bi awayekê zindî heye. Heger Tirkiye vê problemê çareser bike dê li herêma Kurdistanê, li Iraqê û li hemî Rojhilata-nêvê roleka mezin bilehîze. Bo nimûne niho Misir ji bo xwe Tirkiyeyê dike model. Wekî dî jî heger Tirkiye problema kurdan çareser bike bi wasiteya herêma Kurdistanê dikare tesîrê ne tenê li hemî Iraqê lê belê li hemî Rojhilata-nêvê bike. Ji ber Tirkiye ji aliyê jeopolîtîk û cografî ve li cîhanê li cihekê pir xweser e.

Pirs: — Têkiliyên we digel PKK-ê çawa nin?

Nêçîrvan Barzanî: — Di nêvbera me û PKK-ê de têkiliyeka resmî nîne. Heger ji bo kêmkirina şidetê û xwînrêtinê rolek bikeve ser milên me em amade ne ko wê rolê bilehîzin. Ev du sal in ko di nêvbera Tirkiye, Iraq û Emerîkayê de mekanîzmayeka sêqolî heye. Em hertim vê meseleyê diaxivin. Temaşa bikin. Li cihên ko di bin kontrola îdareya herêma Kurdistanê de ne stargeheka PKK-ê nîne.

Pirs: — Min fêm nekir.

Nêçîrvan Barzanî: — PKK li herêmên çolî yên li serê çiyayan li deverên ko niştecihî lê nîne dimînin. Bo nimûne Qendîl. Qendîl cihek e ko li ser tixûbê Îranê ye. Ev devereka çolî ya li serê çiyayên bilind e. Li wêderê gundikên pir biçûk hene. PKK li wêderê hertim di hereketê de ye.

Pirs: — Miletê kurd di heqê PKK-ê de çi difikire?

Nêçîrvan Barzanî: — PKK-ê pir kurdên vêderê êşand. Sala 1995-ê û 1996-ê beytişe li hemberî herêma Kurdistanê şer îlan kir. Sala 1992-yê PKK-ê û Abdullah Ocalanî ji bo parlamento û hikûmeta ko me nû ava kiribû got: ”Divêt ev parlamento û hikûmet bên tine kirin.” Hebûna PKK-ê îro jî ji me re astengan derdixe. Dor 300 gundên me yên berê li ser tixûbê Tirkiyeyê hene ko em dixwazin ji nû ve ava bikin.

Pirs: — Belê…

Nêçîrvan Barzanî: — Hebûna PKK-ê rê li me digire ko em van gundên berê ji nû ve ava bikin. PKK ji neavakirina van 300 gundan berpirs e. Lewra jî li herêma Kurdistanê zemîna piştgiriyê ji bo PKK-ê nîne. Ti desteka xelkê ji PKK-ê re nîne.

Pirs: — Ma berê jî desteka kurdên Iraqê ji bo PKK-ê nebû?

Nêçîrvan Barzanî: — Rast e. Berê têkilî baş bûn. Lê belê piştî ko PKK-ê li hemberî herêma Kurdistanê şerekê bêwate da destpê kirin wê destek û rizaya xelkê Kurdistanê bi yekcarî winda kir. Îro di dilê her kurdekê Iraqê de çareserkirina problema kurdan li Tirkiyeyê heye. Problema kurdan ya li Tirkiyeyê hemî ne meseleya PKK-ê tenê ye. Problemeka duparçeyî heye. PKK hebe û nebe li Tirkiyeyê miletek bi navê miletê kurd heye û problemek heye.

Pirs: — Li gor te bila problema kurdan çawa çareser bibe?

Nêçîrvan Barzanî: — Li gor struktur, şert û xweseriyên Tirkiyeyê divêt ev problem di nêv tixûbên Tirkiyeyê de bi rêyên demokratîk bêt çareser kirin. Bo nimûne mafên kulturî gerek bên qebûl kirin. Ma mafê miletekî nîne ko zimanê xwe bi kar bîne? Ez nizanim ka çareserî dê bi awayekê nîhaî çawa be lê belê xelet e ko mirov vê problemê wiha hilawistî bihêle. Wekî dî jî çareserkirina problemê divêt tesîrê li grup û tebeqeyên dî yên etnîkî yên li Tirkiyeyê neke. Divêt li Tirkiyeyê grupên dî yên etnîkî jî bibin xudanê mafên xwe yên kulturî.

Pirs: — Ji mafên kulturî mebesta te çi ye?

Nêçîrvan Barzanî: — Perwerde, kultur, xurtkirina desthilatên herêmî. Pêkanîna învestmentê li herêmê. Li gor ko em dizanin li herêmê di van demên dawiyê de bi bihayê 12 milyar dolaran învestment çêbû. Esasê problemê demokrasî û aborî ye. Divêt mirov li wêderê derfeta karî peyda bike.

Pirs: — Kurdên kurdistanî bi çi çavî li Tirkiyeyê temaşa dikin?

Nêçîrvan Barzanî: — Hemî kurd ji me dixwazin ko têkiliyên me digel Tirkiyeyê baş bin. Xelkê me bi pêşketina têkiliyên digel Tirkiyeyê pir bextewar dibin. Ji ber ew Tirkiyeyê ji bo xwe wekî dergehê bo cîhanê, dergehê bo Rojavayê fêm dikin. Tirkiyeyê wekî şirîka herî mezin ya ticarî dihesibînin. Wekî dî jî dixwazin ko Tirkiye arîkariya kurdan bike da li Iraqê mafên xwe bi dest ve bînin.

Pirs: — Heger li Tirkiyeyê aştî pêk bêt ew dê çi tesîrê li we bike?

Nêçîrvan Barzanî: — Em cîranên Tirkiyeyê ne. Tesîra aştiyeka wisa dê ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve pir pozîtîv li me bibe.

Pirs: — Li cem qismek ji raya giştî ya Tirkiyeyê qenaeteka wisa heye ko heger Kurdistana Iraqê arîkariya PKK-ê neke PKK nikare hebûna xwe li Qendîlê berdewam bike. Ma heger PKK ji kurdên bakurê Iraqê destekê negire dikare li wêderê xwe bisitirîne?

Nêçîrvan Barzanî: — Ev qenaeteka hîç ne rast e. Em bi ti awayî destekê nadin PKK-ê. Ne ji aliyê lojîstîk ve, en bi rêya balafirxaneyan, ne bi rêya bejayî û ne jî bi rêya nexweşxaneyan. Em bi ti awayî rê nadin PKK-ê û dê rê nedin jî. Jixwe îhtiyaciya wan jî bi me nîne. Ew cihên ko ew lê digerin, li wî aliyê dî yê wan Îran heye. Hinek tiştan dikarin ji wêderê temîn bikin.

Pirs: — Lê belê ew êrişên ko van demên dawiyê li Tirkiyeyê hatin kirin ji aliyê wan mîlîtanên PKK-ê ve ko ji tixûbê Iraqê ve ketin hundir hatin pêkanîn. Tu vê çawa rave dikî?

Nêçîrvan Barzanî: — Ma ji bo êrişa ko li herêma Behra Reş li ser boriya gaza xwezayî hat kirin jî ew ji Iraqê hatin? Ew ji hundirê Tirkiyeyê çûn wêderê. PKK ne probelemeka derbasbûna vî alî û wî aliyê tixûbî ye. PKK problemeka hêj kûrtir e.

Pirs: — Ma di heqê PKK-ê de daxwazên Tirkiyeyê ji îdareya Kurdistanê çêdibin?

Nêçîrvan Barzanî: — Ev meseleyeka wisa ye ko em hertim diaxivin. Mekanîzmaya sêqolî ya di nêvbera Tirkiye, Iraq û Emerîkayê de hertim dicive. Vê mekanîzmayê van du salan karên pir baş kir. Bi netîceya xebetên vê mekanîzmayê me rêyên desteka lojîstik yên bo PKK-ê girtin. Me rê li ber PKK-yiyan girt ko bi rêya hewayî ji Ewropayê bên û biçin. Piştî ko me di heqê vê meseleyê de agahdarî wergirtin hêdî me rê neda wan ko bên û têkevin herêmê.

Pirs: — Emerîka dê di taliya vê salê de ji Iraqê derkeve. Piştî derketina Emerîkayê tu dibêjî li Iraqê dê çi rû bide. Ma Iraq dê wekî yekparçe bimîne?

Nêçîrvan Barzanî: — Heta ko Emerîka derkeve hêzên ewlekariyê yên Iraqê dê bên qunaxeka wisa ko bikarin ewlekariya Iraqê biparêzin. Heta ko hemî alî pêgirên qanûna esasî bin fikra parçekirina Iraqê nayêt kirin.

Pirs: — Kurdistan dê serbixwe bibe?

Nêçîrvan Barzanî: — Heta ko Iraq pêgira vê qanûna esasî be no. Biryara kurdan ew e ko bi pêgiriya qanûna esasî di nêv Iraqa federal û demokratîk de bimînin.

Pirs: — Baş e, heger li Tirkiyeyê aştî çêbe kadroyên PKK-ê yên li bakurê Iraqê dê vegerin Tirkiyeyê?

Nêçîrvan Barzanî: — Ew PKK-yiyên ko li Kurdistanê hertim di haletê hereketê de ne, ne hemwelatiyên vêderê ne. Ji ber ko ne hemwelatî ne nikarin bimînin.

Pirs: — Salên herî xirab yên têkiliyên we û Tirkiyeyê kîjan sal bûn?

Nêçîrvan Barzanî: — Sala 2007-ê dema ko ”tezkere” derket û ew demên ko operasyonên eskerî hatin kirin, ji bo me dema herî xirab bû. Dema ko ordiya tirkan eskerê xwe li ser tixûbî kom kir hingê me rojên herî xirab derbas kirin.

Pirs: — Ma têkiliyên baş yên di nêvbera Tirkiyeyê û îdareya herêma Kurdistanê de dikarin cardî têkbiçin?

Nêçîrvan Barzanî: — Em hêdî ji şîpika têkçûna van têkiliyan derbas bûn. Em ji xetera îhtimala xirabûna têkiliyan derbas bûn. Têkiliyên Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê hewqasê xurt bûne ko hêdî nikarin xirab bibin. Û di ser vê re jî têkilî dê hêj xurttir bibin.

Pirs: — Di kîjan warên aborî de ev têkilî dê hêj xurttir bibin?

Nêçîrvan Barzanî: — Di sektora enerjiyê de… Petrol, gaz, rafînerî, santralên elektrîkê…

Pirs: — Heger li Tirkiyeyê piştî hilbijartinan agirbesta digel PKK-ê yekcar têkbiçe gelo îhtimal heye ko pevçûn derbasî aliyê bakurê Iraqê bibin?

Nêçîrvan Barzanî: — Em hêvî dikin ko wisa nebe. Heta ko aqil serdest be divêt tişteka wisa neqewime. Hêdî li cîhanê dem ne dema wê yekê ye mirov probleman bi şerî çareser bike. Heger PKK agirbestê dirêj neke dê xetayeka pir mezin bike. Divêt hêdî ev bibe agirbesteka daîmî. Ji bo çareserkirina problemê divêt struktura fikirînê ya PKK-ê bêt guhortin. Ev problem bi sîlehan çareser nabe. Îlankirina agirbestê ya her şeş mehan carekê ne metodeka baş e. Bila PKK dest ji çareseriya eskerî berde. Divêt ew vê fêm bikin.

Pirs: — Dema ko tu behsa agirbesta demdirêj dikî pêşniyara te ew e ko PKK dest ji sîlehan berde?

Nêçîrvan Barzanî: — Heger proses ji aliyê siyasî ve pêşde biçe xwezayî ye ko PKK dest ji sîlehan berde. Ma çi faydeya çareseriya eskerî û pevçûnê heye? Em bibêjin PKK-ê hezar êriş kirin. Jiwe ev sih sal in ko vê dikin, çi bi dest xistin? Eskerên tirk jî ev sih sal in ko operasyonan dikin. Netîce çi ye? Divêt ew dersê ji vê bigirin. Metodên eskerî ne rêyên çareseriyê ne. Ji bo rawestandina herikandina xwînê ji bo herdu aliyan jî çareyeka dî divêt hebe. Metoda eskerî sih salan hat ceribandin. Problem çareser nebû. Ew mirovên ko dimirin, dayîk, xuşk û brayên wan hene. Ev problem bi şerî çareser nabe. Mirov hertim beytişe dimirin. Tenê rêyeka demokratîk dikare li Tirkiyeyê problema kurdan çareser bike.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2011-03-22
Xwendin: 18109
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
Rênas Jiyan behsa ”çirûskîstan” û belkiya xwe dike (2010-10-31)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org