[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê
» Mihemed Adiyaman ji eşîra jîrkiyan
 
COLEMÊRG, 18/9 2011 — Li goşeyeke newala Zê, li kenarê çemê cadûgerê zozanên çiyayê Cîlo û derdora bajarê Colemêrgê, li bexçeyekî gundê Dêzê, digel rûspiyê eşîra jîrkiyan Mihemed Adiyeman em rûniştin. Ew ko yek ji serokên koruciyan yê kurd e li Bakurê Kurdistanê, bîranînên xwe digel bizava kurd li Başûrê Kurdistanê vedibêje û qala kêşeya kurdî li Tirkiyeyê dike.

Temenê Mihemed Adyeman 74 sal in û 4 jin anîne, 20 law û 18 keçên wî hene. Di heqê koça dawî ya diya serokê Kurdistanê Hemaîl Xanê de dibêje:

— Bi riya rojnameya we bi navê eşîra xwe sersaxiya Barzanî dikim, diviyabû em bihatina behiyê, lê belê ew jî dizanin berî 50 salî digel êla doskiyan nexweşiyek di navbera me de çêbû û em nikarin bên wî rexî.

Rûdaw: — Ev navçe ne sînorê êla we ye? Çawa hûn li vir bi cîh bûne?

Mihemed Adiyaman: — Di sala 1941-ê de me ji navçeya Beytulşebabê koçî vêderê kiriye. Bavê min û bavê Mihemed Hecîrî, ko ji mezinên mêrên eşîra jîrkiyan bûn, digel bavê Tahir Adiyeman (Kerrevan Yehya) mezinê hemû jîrkiyan bûn. Wan li hev nekir, em hatin vê deverê û li vêderê vehewiyan. Ji hingê ve êla jîrkiyan parçe bû, hejmareke wan ya zêde digel bavê min hatin vê deverê û pêşî li gundê Bazê, ko li ser sînorê herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, niştecih bûn. Di sala 1973-ê de em hatin vêderê.

Pirs: — Çend gund li vê dolê girêdayî êla we ne?

Mihemed Adiyaman: — Bi giştî li vê navçeyê du hezar malên ser bi êla jîrkiyan ve hene. Yanî li navçeya Colemêrgê tenê du hezar malên jîrkiyan hene, ji bilî navçeya Beytulşebabê.

Pirs: — Hejmara we çend kes e?

Mihemed Adiyaman: — Hejmara me gelek zêde ye, ji ber ko malbat gelek qerebalix in, herî kêm her malek 15 kes in, yanî bi giştî em 45 hezar kes in.

Pirs: — Dahata we çî ye û bi çi dijîn?

Mihemed Adiyaman: — Berê jiyana me li ser xwedîkirina pezî bû, zozanên me yên tejî av û berfireh hene, dîsa li gundên aliyê Bazê hejmareke me ya zêde ya gozan heye û me mêşên hungiv xwedî dikirin. Piştî derketina şerê PKK-ê û artêşa tirk em hatin vî geliyî û me pişta xwe da hev, heta li sînorê Çelê û Geverê vehewiyan. Piştî liqbûna me ti dahata me nebû, lewma em bûn korucî. Yanî meaşê korucîtiyê ko em ji dewletê werdigirin dahata serekî ya vî xelkî ye.

Pirs: — Hûn bi vî meaşî dijîn?

Mihemed Adiyaman: — Neçarî ye, çi bikin, divê îdare bikin.

Pirs: — Çi bîranîna te digel bizava kurd li Başûrê Kurdistanê heye? Gelo di dema pêşmergayetiyê de dihatin vê navçê?

Mihemed Adiyaman: — Saet bi saet haya min ji bizava kurdî ya Îraqê heye. Di sala 1946-ê de ereban êrîş birin ser Mele Mistefa Barzanî, hinek kurdan jî malên xwe şewitandin û bûne cehş, mîna ereban dan du Mele Mistefa û ew neçar kirin here Îranê. Bi kurtî hinek kurd li Îraqê çav li dînaran kirin û dest avêtin çekan û girtin ser Barzanî. Xiyaneteke mezin lê kirin. Mele Mistefa Barzanî rêçika kurdatiyê li Îraqê dirust kiriye, divê her kes vê rastiyê bizanibe. Şikir ji Xwedê re, di vê dewranê de Emerîka hate vê deverê, eger na ti kurdekî nedikarî li Îraqê bimîne. Bi vê helkeftê silavan li serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikim û bi navê hoza jîrkiyan sersaxiya wî dikin. Me nekarî tevî behiya diya wî bibin.

Pirs: — Ji ber çi we nekarî?

Mihemed Adiyaman: — Ev 40 sal in ko neçûme aliyê din yê sînor. Aciziyek di navbera me û doskiyan de heye, bi rastî şerm dikim herim. Min daxwaz ji Esad Canan (parlamenterê BDP-ê) kir da ko sulhê di navbera me de bike, wî got bira ev kêşe kevin bûye, li bîra kesî nemaye. Dîsa min daxwaz ji mezinê doskiyan Serbest Dêwalî kir ko rê bide min serdana wî rexî bikim, wî jî got kengî tê zaf normal e, em birayê hev in û me ew bûyer ji bîr kiriye. Dîsa min qasidek şand ba Baram, kurê Erîf Yasîn, wî jî bi heman hawî got tiştek di dilê me de nemaye, lê em eşîr in û pêwîst dibînin ligel hev rûnin û bi kêmanî çayekê bi hevre vexun, lê hê jî nebûye qismetê me. Her çiqasî kÎraqê zêde ji wê yekê mezintir in ko em şîretan li wan bikin, lê belê daxwazê ji wan dikim destê hevdu bernedin û pişta xwe nedin Emerîka. Em kurd bêyî pişt in. Hinek serkirdeyên kurd hene, eger ereb du dînaran bidin wan, weke berê dikin û dijî mala Barzanî derdikevin, hemû navçe êrîşî Barzanî dike. Barzanî gelek kiriye, sed salên dî jî ew berpirsiyar bin, li himber keda bavê wan gelekî kêm e, bavê wan zêde zêde kiriye. Meseleya kurdên Îraqê bavê wan dirust kiriye.

Pirs: — Te pêşmergayetî kiriye?

Mihemed Adiyaman: — Wê dema ko baregeha Barzanî li geliyê Qumrîyê bû, bavê min li cem Esad Xoşewî pêşmerge bû. Ji pêşiya destpêkirina bizava Barzanî, bavê min heta demeke dirêj pêşmerge bû. Piştre lingê bavê min şikest û dûre jî kêşeya me û doskiyan derket, êdî em ji wê bizavê veqetiyan. Lê bi baweriya min ew keda me bi avê de çû.

Pirs: — Haya te ji wî şerê ko di dema xwe de di navbera Qiyadeya Miweqet ya PDK-ê û YNK-ê de li vê deverê derket, heye?

Mihemed Adiyaman: — Erê, di sala 1978-ê de, gava Qiyadê û celaliyan şer dikir, hatin vê deverê û êlên Çelê û yên din ji celaliyan re gotin ew cehş in wan bikujin. Bavê min dizanî Celal Talebanî mirovekî baş e, ji ber ko ew pêşmergeyê Barzanî bû, hemû rastiyên wî zanibûn. Bavê min got rabe bikeve navbera wan, kurdan hevdu qir kirin, şerê celalî û Qiyadeyê destpê kir. Yekser çûme cem waliyê Colemêrgê û min jê re got li navçeya me di navbera du grubên kurdên Îraqê de şer heye, hemû êlên vê deverê derdora Bazê girtibûn, digotin celalî cehş in, em ê wan bikujin. Gava digel artêşa tirk û zilamên êla xwe em gihiştin wir, Elî Eskerî hatibû girtin, me dikarî wan ji hev dûr bikin. Min celalî birin Kehê, ko gundê bavê min bû. Doktor Xalid û Şêx Husên û Mûlazim Elî digel wan bûn. Li wir jî xwestin wan bikujin, lê belê bavê min ji herdu aliyan re got rê nadim kurd li gundê min hevdu bikujin. Êlên pînyanişiyan jî û Çelê pişt li wan girtibûn û rêya vegera celaliyan nemabû. Bavê min got divê ew bi êminî ji vêderê herin, bi şev me hemû dergeh û pir girtin û me ew ji vêderê dûr kirin û heta devera Beytulşebabê ew bi rê kirin.

Pirs: — Çend rojan li vê navçeyê mane?

Mihemed Adiyaman: — 10 rojan zêdetir li vêderê man. Du rojan digel wan bûm, heta navçeya Beytulşebabê. Min her tişt ji wan re dabîn kir. Piştî dûrketina wan ji vêderê min wiha bawer dikir ew filitîn û êdî nayên kuştin. Lê belê li ser mezra li navçeya Beytulşebabê êla mamxuran êrîşî wan kirin, qira wan anîn.

Pirs: — Mam Celal te nas dike?

Mihemed Adiyaman: — Min ew nedîtiye, lê pir caran silav ji min re şandiye, dizane min başî digel hevalên wî kir. Hevalên Mam Celal serboriya bûyera vêderê û helwêsta min jê re gotine. Min bi vê helwêstê alîgiriya ti partî û aliyekî nekiriye, tenê ew bû min xwest kurd hev nekujin. Lê belê, bi rastî ji helwêsta hinek êlên vê deverê wê demê hêrs bûm, ji ber ko agirê şerê kurd û kurdan xweş dikirin.

Pirs: — Te ji aliyekî kar kiriye da ko kurd hevdu nekujin, lê ji aliyekî din te çekên dewletê hilgirtin û şerê PKK-ê dikî. Gelo ev karê te digel helwêsta te ya berê ne nakok e?

Mihemed Adiyaman: — Min qet ew yek rast nedîtiye ko şerê kurdan bikim. Ev digel rabuhuriya êla min nagunce. Lê Hogir (serkirdeyekî berê yê PKK-ê bû - Rûdaw), wî minafiqî, 10 kesên bêtawan ji êla me kuştin. Wî êla me kir dijmina wê bizavê. Piştre min û Tahirê Kerrevan, ko mezinê êla jîrkiyan e, digel Mihemed Reşo şîret li êlê kir û me got li wan bidin, ew ne kurd in. Yanî me li ser zulma wan şerê wan kir. Kurdan bi dirêjiya 20 salan hevdu bêserûber kirin, lewma me bêyî minet şer digel wan kir.

Pirs: — Îro şer di navbera we de maye?

Mihemed Adiyaman: — Şukir ji Xwedê re, piştî sala 2000-ê me yek fîşek ne avêtiye hevdu. Êdî ji Xwedê hêvî dikim qet kurd û tirk xwîna hevdu nerijînin. Ji ber ko şer encamên xerab derdixe û dewleta Tirkiyeyê ji miletê xwe re gelek baş e. Tirkiyeya nû xeletiyê neke, em dev jê bernadin. Demokrasî heye li Tirkiyeyê, her kes azad e. Milet hinek kes weke nûner hilbijartin, lê heta îro neçûne parlametoyê. Bavo here parlamentoyê, sond bixwe, bêje “hey serokwezîr, rica ji te dikim, kurd jî miletê te ye, bila rehma te lê be û aştiyê bi cîh bike.” Vê nakin diçin mayînekê li jêr otomobîlekê diteqînin, eskeran dikujin. Gelo ev çareserî ye? Na, ne çareserî ye. Wê rojê li vêderê mayînek teqandin, çend serbaz û koruciyekî êla me kuştin ko bavê 6 zarokan e. Ger operasyon kirin û tu kuştin, tu li ser maf î. Xwedê bi meziniya xwe vê xwînrijandinê rabigire. Ne ji ber me be dewleta Tirkiyê gelek baş e.

Pirs: — Baş e, yan baş bûye?

Mihemed Adiyaman: — Erê pir baş bûye, berê sitem li me dikir, lê îro zulm nemaye.

Pirs: — Bi baweriya te divê ev kêşe bi aştîyê bê çareser kirin?

Mihemed Adiyaman: — Bêguman. Ji bo kurdan du tişt pêwîst in, yek jê lêborîn û ya din siyasetvanên kurd azad bikin. Bila ji ser çiya bêne xwarê û partiyeke siyasî ya berfireh dirust bikin. Bi siyasetê li nav parlamentoyê kurdatiyê berdewam bikin. Tiştê din hemû derew e, teqe û top zerermend in. Binêrin li vêderê çend serbaz kuştin, çi qewimî? Bi firokeyan heta Qendîlê nerehet kirin û hêjî berdewam e. Bi baweriya min piştî bombebaranê operasyona bejayî jî tê kirin.

Pirs: — Çawa we biryar da ko hûn û PKK şerê hevdu nekin?

Mihemed Adiyaman: — PKK-ê fêm kir ko me ji neçarî rahiştiye çekan. Lewma dev ji kuştina me berda, min jî biryar da şerê wan nekim. Piştî ko min şer nekir, piraniya êlên din jî çav li min kirin û kesî din şer nekir. Şikir ji Xwedê, îro şerê hevdu nakin. Êla me serhişk in, tirs li cem wan tune. Ew partî bûn, em êl bûn, lê bêyî minet me şerê wan kir. Gava ko bi siyaset û nermiyê digel me axivîn, em jî nerm bûn. Îro eger li ber çavê min li vêderê derbas bin, rûyê xwe wedigerînim.

Pirs: — Mam Celal serkirdeyekî çawa ye?

Mihemed Adiyaman: — Mam Celal zêde bi şiyan e û siyasetê dike.

Pirs: — Mesûd Barzanî çawa dibînî?

Mihemed Adiyaman: — Ji wextê ko heye pêşmerge ye û hêjayî her tiştî ye.

Pirs: Di heqê Noşîrwan Mistefa de çi dibêjî?

Mihemed Adiyaman: — Welle min ew nedîtiye, lê dibêjin kesekî zêde jêhatî ye.

Pirs: — Bo Karayilan çi dibêjî?

Mihemed Adiyaman: — Karayilan weke Mele Mistefa hêza xwe bi tenê li cih nahêle. Herdem digel hêza xwe ye. Bawer dikim ew bizav bi Karayilan hevgirtî ye.

-----------------------------------
Nivîskar: Hêmin Xoşnaw – Rûdaw
Weşandin: 2011-09-18
Xwendin: 26168
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
Rênas Jiyan behsa ”çirûskîstan” û belkiya xwe dike (2010-10-31)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org