[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin
» Nêçîrvan Barzanî
 
HEWLÊR, 28/8 2011 — Cihgirê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî ji Rûdawê re got xebateka wan ya berfireh heye da hêzên çekdar yên PKK-ê û PJAK-ê li ser tixûbê başûrê Kurdistanê û Îran û Tirkiyeyê nehêlin û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li wan deveran bi cih bikin.

Hemî teksta hevpeyvîna sernivîskarê Rûdawê Ako Mihemed ya digel cihgirê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li jêrê ye:

***

Pirs: — Hûn nû ji serdana Îranê vegeriyan, we di heqê topbarana navçeyên sînor de behsa çi kir û hûn li ser çi li hev hatin?

Nêçîrvan Barzanî: — Axaftin û behsên me ji wê yekê zêdetir bûn. Serdana me bo Îranê li ser raspardina birêz serokê herêma Kurdistanê û haydarbûna serokê hikûmetê bû, xala serekî ya programa serdana me jî ew alozî û tevliheviyên ko li ser sînorê herêma Kurdistanê de hene, bû. Me li wir berpirsyarên mezin ên Komara Îslamî ya Îranê dîtin, yên siyasî, dîplomasî û leşkerî. Polîtîkaya herêma Kurdistanê her ji roja yekemîn ew bû ko naxwaze bibe sedema alozî û desttêwerdana di karûbarên ti welatekî cîran de, lê dixwaze bibe cîraneka baş digel wan welatan li ser bingeha rêzgirtina dualî. Mixabin li sînorê herêma Kurdistanê çi digel Îranê û çi digel Tirkiyê, pirsgirêka PJAK û PKK-ê heye, bêguman ew herdu alî ji hevdu ne cuda ne, ji ber ko ew yek sîstem û yek hêz in, ne cuda ne. Hebûna wan li navçeyên çiyayî yên ser sînorê herêma Kurdistanê û heta astekî li gundên ser sînor, bûye sedem û hêcet ko pirsgirêk bikeve navbera welatên cîran û herêma Kurdistanê. Niha dema em behsa Îranê dikin, ez dibêjim mixabin PJAK û PKK bi şerê xwe qet berjewendiyên herêma Kurdistanê li ber çavan nagirin, ew hertim hincetan didin destê wan welatan ko êrişê nav xaka herêma Kurdistanê bikin. Em niha hikûmet in, ne hêzek in li çiya, em ji parastina jiyan û refaha xelkê herêma Kurdistanê berpirsyar in, nabe xelkê navçeyên sînor bi wan êrişên PJAK û PKK-ê bikevin ber êrişên Îran û Tirkiyê, herwiha li gor yasayên navnetewî jî nabe tu rê bidî axa te ji aliyê hêzekê ve bê bi kar anîn bo êrîşkirina ser xaka cîranê te û dubare vegere nav axa te. Tiştê ko niha PJAK dike bi vî awayî ye. PJAK ji bingehên xwe yên nav xaka herêma Kurdistanê hêzê dişîne nav axa Îranê, kemînan dideyne, pasdarên Îranê dikuje û vedigere. Ev li gor prensîbên navnetewî nayê qebûl kirin, herwiha herêma Kurdistanê çênabe vê qebûl bike. Ev bûye pirsgirêk di navbera Îran û herêma Kurdistanê de.

Di vê serdana min a bo Îranê de, îraniyan ji me re got ew ne dijî herêma Kurdistanê û desthilata herêma Kurdistanê ne, lê daxwazeke gelekî eşkere ji me kirin, wan got ew dixwazin desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê li ser sînoran hebe û dixwazin cîranê hikûmet û hêzên herêma Kurdistanê bin, ne mimkûn e PJAK li sînorê herêma Kurdistanê bi cih bibe, kontrola wê derê di destê wê de be û car caran êrişên çekdarî ji nav axa me pêk bîne. Min berê gotiye û ez niha jî dubare dikim, PJAK divê dest ji xebata çekdarî berde, tiştê ko PJAK niha dike zerermenda serekî û bi pileya yekemîn xelkê Kurdistana Îranê ye, piştî wan jî xelkê Kurdistana Îraqê ye, ji ber tevgera wan tiştekî ji hevkêşeyan naguhere ji bilî pêkanîna guşar û nexweşiyan bo herêma Kurdistanê. Wek mînak gelek partiyên Kurdistana Îranê hene ji wan Partiya Demokrat, Komele û aliyên din ko niha li herêma Kurdistanê ne, wan xebata çekdarî kirine û niha jî dikarin encam bidin, lê ew ji ber berjewendiyên herêma Kurdistanê êrişên çekdarî pêknayînin û çalakiyên siyasî li vir û li Îranê dimeşînin. Bi baweriya min PJAK jî divê biryara xwe ya dawî bide. Bi nêrîna me divê dest ji xebata çekdarî berde û çekê deyne. Îro nasnameyeke herêma Kurdistanê û ewlekariyeke wê heye, ew jî ew e ko herêma Kurdistanê di pêş hemî karên me de ye.

Pirs: — We qet gotûbêj û biryarek daye di heqê bicihkirina hêzên pêşmerge û Hêzên Parastina Sînor li navçeyên sînor yên herêma Kurdistanê da hêzên PKK-ê li navçeyên sînor nemînin?

Nêçîrvan Barzanî: — Em niha mijûlê tevgereke xurt ya dîplomatîk û rûniştina digel hemû aliyan de ne ko bikaribin bighin wê armancê. Em naxwazin pirsgirêk pêk bên û ti kes rastî wan bêt û ti şer çêbibin. Em niha mijûlê wê yekê ne bi awayekî aram û dîplomatîk hewl didin ko hêzên me li ser sînoran bin.

Pirs: — Dema borî di rojnameyeke Îranî de hat weşandin ko serokê herêma Kurdistanê piştevaniya PJAK-ê dike, ji ber ko wî navçeyeke herêma Kurdistanê ji wan re veqetandiye. Gelo ji aliyê Îranê ve ti gilehiyeke bi vî awayî ji we hat kirin?

Nêçîrvan Barzanî: — Berevajiya wê yekê, wan bi xwe pir bi awayekî eşkere îtiraf bi wê yekê kir ko çend kesan bi şêweyekî neberpirsyarî daxwiyaniyên wiha dane, herwiha wan got ko di wê derbarê de ti gilehiyeke wan ji hikûmeta herêma Kurdistanê û serokê herêma Kurdistanê tune, ew gelek baş rewşa niha fêm dikin. Xwestekên Îranê gelekî zelal in, Îran dibêje nabe xaka we bibe navçeyeke aram bo êrîşkirina ser Îranê. Ev jî li gor cîrantiyê daxwazeke pir rewa ye. Duyem dibêjin ew dixwazin li kêleka hêzên me bin li ser sînoran, lê ne digel PJAK û PKK-ê.

Pirs: — Lê PJAK dibêje ev yek sal e wê ti êrîşeke çekdarî li dijî Îranê nekiriye?

Nêçîrvan Barzanî: — Ez nebawer im ko ev tevahiya rastiyê be. Ger wiha be divê rabighînin, çima ew bi eşkere nabêjin wan şerê çekdarî rawestandiye. Lê li Îranê xelkê wan hatiye girtin û niha di zîndanan de ne, gelek ji wan ên girtî jî hevwelatiyên Tirkiyê ne.

Pirs: — Pêkhata şanda we çima bi vê şêweyê bû. Berpirsê têkiliyên hêrêma Kurdistanê digel Îranê, Ebdulla Akreyî dibêje Îranê xwestibû ko hûn di şandeyê de cih bigirin, ev çawa bû?

Nêçîrvan Barzanî: — Şanda me ne şandeke hizbî bû. Tiştê yekem ew e ko serokê herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê jî dikarin her kesê bixwazin wek nûnerê xwe bişînin derve. Çûna min jî di çarçoveya şandeyekê de bû bi serokatiya şanda serokê herêma Kurdistanê bo Îranê ko bi haydarbûna serokwezîrê Kurdistanê pêk hatibû. Pêkhata şandeyê jî bi biryara serokê herêma Kurdistanê û bi hevahengiya ligel hikûmetê hatibû danîn. Min berê jî wek nûnerê serokê Herêma Kurdistanê serdana welatên dî kiriye.

Pirs: — Ev demek e pirsa qutkirina ava çemê Elwend ji aliyê Îranê ve derketiye holê ko navçeya Xaneqînê û heta naverasta Îraqê jî rastî pisrgirêkê hatine, gelo we behsa wê pirsgirêkê digel berpirsên Îranî kir?

Nêçîrvan Barzanî: — Me behsa wê pirsgirêkê digel serokkomarê Îranê kir, herwiha me bi hûrî ew mijar digel wezîrê derve jî behs kir, ez dikarim bêjim ko wan soz dane me bilez hewl bidin vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê ew dibêjin li aliyê wan jî av bi şêweyekî giştî kêm bûye û wan bi biryareke siyasî ava Elwend qutnekirine. Lê me gelekî bi ciddî pêdagîrî li ser wê meseleyê kir û me ji wan re got divê ew pirsgirêk çareser bibe, wan jî soz dan ko di demeke herî zû de vê meselê bişopînin.

Pirs: — Gelo piştî vê serdana we, wê hatin û çûna dîplomatîk di navbera Îranê û herêma Kurdistanê de zêdetir bibe. Gelo serokê herêma Kurdistanê wê serdana Îranê bike û berpirsên mezin ên Îranê jî wê bên herêma Kurdistanê?

Nêçîrvan Barzanî: — Ji xwe ev çend meh e Îranê vexwendineke fermî ji serokê herêma Kurdistanê re şandiye ko serdana wî welatî bike, brêz serokê herêma Kurdistanê jî ew vexwendin qebûl kiriye, niha axaftin derbarê dema wê serdanê de tê kirin, bêguman serokê herêma Kurdistanê di demeke maqûl de bo herdu aliyan dê serdana Îranê bike.

Pirs: — Erê di vê demê de ti guhertin li ser têkiliyên Îranê û herêma Kurdistanê pêkhatibûn, bi taybetî ko carna behsa wê yekê dihat kirin peywendiyên Îran û Partiya Demokrat ya Kurdistanê berbi xirabbûnê çûne?

Nêçîrvan Barzanî: — Bêguman di hinek deman de berjêr û berjorî di têkiliyên Îran û herêma Kurdistanê hebûn, lê bicihbûneke bingehî jî di wan têkiliyan de hebû. Îran cîrana me ye, sînorekê me yê dirêj bi hev re heye, wê di rojên dijwar de arîkariya herêma Kurdistanê kiriye û her ji serî de kar ligel vê herêmê kiriye, herwiha berê jî hikûmet û gelê Îranê di dema karesata Helebce û wergirtina bi hezaran xelkên Kurdistana Îraqê wek penaber, alîkariya me kirine. Ez nabêjim ko her tişt temam e, bêguman pirsgirêkên me jî hene, lê ger em temaşeyî qonaxên têkiliyên xwe bikin, em ê bibînin ko hertim têkiliyên me berbi pêş ve çûne. Bazirganiya herêma Kurdistanê ligel Îranê berî çend salan ji 600 milyon dolaran derbas nedibû, niha gihaye nêzîka 5 milyar dolaran, ev jî nîşana wê yekê ye ko têkiliyên me baştir bûne. Herwiha li herêma Kurdistanê hemû alî jî li ser wê yekê hevdeng in ko divê têkiliyên me ligel cîranan baş bin û li ser bingeha rêzgirtina navbera herdu aliyan bin.

Têkiliyên PDK-ê jî digel Îranê ne xirab in. Raste di rojnameyan de hinek tişt tên behs kirin, yan nivîsek di rojnameyeke aliyê me yan aliyê wan de tê nivîsandin, ew jî ne tiştên mezin in. Em ger temaşeyî wan tiştên biçûk bikin, wate her roj pirsgirêk hene. Ji xwe ger bi şêweyekî giştî berê xwe bidin van têkiliyan, em ê bibînin ko gelekî asayî û dostane ne.

Pirs: — Piştî êrişên gerîlayên PKK-ê di 17-ê vê mehê de li navçeya Çelê, Tirkiyê dest bi topbaran û êrişên asmanî kir bo nav xaka herêma Kurdistanê. Hûn çawa berê xwe didin vê tevlihevî û aloziyê?

Nêçîrvan Barzanî: — Ez di heqê vê yekê de dixwazim gilehiyan ji PKK-ê bikim. Em heger berê xwe bidin rewşa berî wan êrişên PKK-ê, em dê bibînin ko PKK di rewşekê de bû ko dikarî gelek sûdê jê bibîne, lê mixabin PKKê piştî hilbijartinên Meclîasa Tirkiyê yên 12 hezîrana îsal, siyaseteke şaş meşand. Ger li bîra we be, min berî du mehan ji rojnameya Milliyetê ya tirkî re got niha gok di saha Tirkiyê de ye û divê Tirkiye pêngavên din ên ciddîtir bavêje bo çareseriyeke siyasî û aşityane ya pisa kurd. Min heta behsa wê yekê jî kir ko rewşa Abdullah Ocalan di zîndanê de divê baş bikin û gotûbêjên siyasî digel wî bên kirin wek aliyekî çareserkirina pirsa kurd. Diyar e di astekî bilind de gotûbêjeke berfereh digel Ocalan hebû û ew wek karakterekî siyasî di nav pirsgirêkê de dihat xuya kirin. Lê şaşiyên PKKê ev proses tevlihev kir û hewlên navbera Tirkiye û Ocalan jî têk dan.

Şaşiya yekemîn ew bû ko Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Meclîs boykot kir, parlamenterên wan neçûn Meclîsê û sond nexwarin. Ev şaşiyeke stratejîk bû, pêwîst nedikir wiha bikin, bi taybetî di vê rewşê de ko meseleya dariştina destûreke nû bo Tirkiyê di rojevê de ye. Diviyabû wan li wir wek yek ji giringtirîn saziyên Tirkiyê axaftina xwe bikirana, mîna ko brêz serokê herêma Kurdistanê got diviyabû wan li wir şerê xwe bikira. Wan ti derfet neda serokêwezîr Erdogan da bizanin ew ê piştî hilbijartinê çi bike yan çi nake.

Şaşiya duyemîn encamdana êrîşên çekdarî bû bi taybetî kuştina 8 leşkeran rewş aloz kir. Em heger berê xwe bidin ciyê cografî yê encamdana wê êrîşê em ê bibînin ko li ser sînorê herêma Kurdistanê pêkanîne, wan ger di kûratiya axa Tirkiyê de bikirana wê cudatir bûya, lê encamdana wê êrîşê li wê navçeya sînor dubare ew tişt îsbat kir ko PKK bi şerê xwe qet berjewendiyên herêma Kurdistanê li ber çavan nagire.

Şaşiya sêyemîn jî ew bû ko di encama êrişên çekdarî yên PKK-ê de gotûbêjên ligel birêz Ocalan têk çûn, wan bi şaşiyên xwe Ocalan ji kesekî ko gotûbêj digel çêdibû, kirin kesekî ko li aliyekî bêt danîn. PKK eger berê xwe bide van tiştan, gelo ev ne siyasetên şaş bûn ji bo PKK-ê bi xwe jî? Ma ev ne siyasetên şaş in ko pêwîst nedikir PKK wan bike? Bêguman ev şaşiyên mezin bûn. Kuştina leşkeran şaşî bû, ji aliyekî din ve em gelekî xemgîn in bi jinavçûna malbateke bêguneh ya herêma Kurdistanê di encama êrişên Tirkiyê de. Ez sersaxiyê li wan dikim û sebrê ji wan re dixwazim himber vê trajediya mezin. Ez hêvîdar im xweda sebr û hedarê bide wan. Tişta ti guman li ser nîne ew e ko pirsa kurd di vê serdemê de ne bi şer çareser dibe û ne bi şer bi dawî dibe.

Pirs: — Lê ji aliyekî din jî Recep Tayyip Erdogan ko gelek caran soza çareserkirina pirsa kurd da, di kampanyaya hilbijartinên 12-ê hezîranê de û piştî wê jî got li Tirkiyê pirsa kurdî nîne, lê pisrgirêka terorê heye û dê vê ji holê rakin. Gelo ev ne şaşî û paşdegavavêtin bû di mesela çareseriya aştiyane de?

Nêçîrvan Barzanî: — Her hewldanek hebe, tenê yek rêya rast heye ew jî çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd e. Min behsa şaşiyên PKK-ê kir, wek kesekî ko bi hûrî çavdêriya rewşa Tirkiyê dikim, ji ber Tirkiye bo herêma Kurdistanê gelekî giring e. Bêguman ti şik di wê yekê de jî nîne ko Erdogan li Tirkiyê hinek karên mezin kirin, dibe mebest ji van karan ne ji bo kurdan jî bin, lê ew di berjewendiya kurdan de bûn, wek mînak mesela guhertina destûrê ko berî hatina Erdogan kesî fikir lê nedikir ev hemû maddeyên destûra Tirkiyê bên guhertin ko zemîneke gelekî baştir ji berê bo demokrasî û siyasetkirina kurdan jî anî pêş. Herwiha derbarê kurdan de kesî fikra wê yekê nedikir dewlet bi xwe televizyoneke bi zimanê kurdî dabimezrîne, û xelkên bi pileyên bilind li ser tawanên tarî bên dadgeh kirin. Ev hemû ciyê rêzgirtinê ne ko birêz serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan encam dane. Lê mixabin ew daxwiyaniyên vê dawiyê yên Erdogan dema got li Tirkiyê pirsa kurd tune, ew ne tiştekî rast e û şaşî ye, ev bandorê li baweriya xelkê ya bi wî jî dike, ji ber berê behsa wê yekê kiribû ko pirsa kurdî heye û ew pirsgirêkeke siyasî û pirsgirêka wî ye û ew dê çareser jî bike. Pirsa kurdî li Tirkiyê pirsa miletekî ye, PKK hebe yan nebe ew milet her dê hebe. Ez di wê baweriyê de me ko divê gelek realîsttir û bi mêjiyekî vekirîtir tevger ligel vê rewşê bê kirin. Bi baweriya min wiha baş e birêz Erdogan niha daxwaz bike parlamenterên BDP-ê biçin civînên parlamentoyê, Tirkiye jî gotûbêjan ligel wan bike bo gihiştina encamekê, ji ber ko şer ji bilî malwêraniya herdu aliyan û malwêraniya zêdetir, ji bilî têkdana wê zemîneya ko bo birêveçûna gotûbêjan hatibû afirandin ko birêz serokê herêma Kurdistanê jî rolekî gelekî bi bandor tê de dît, ti encam û destkeftiyeke din nabe.

Pirs: — Niha behsa wê yekê tê kirin ko Tirkiye piştî cejna remezanê dê operasyonên bejayî bo nav axa herêma Kurdistanê encam bide, herwiha di nav Tirkiye de jî wê 1 400 berpirs, endam û serokên şaredariyên din ên BDP-ê bên girtin. Bi dîtina we Tirkiye pêwîst e wiha bike yan fikra rêya siyasî bike?

Nêçîrvan Barzanî: — Eger sed operasyonên leşkirî jî pêkbîne, û ne tenê 1 400 lê gelek zêdetir kesan jî bigire, ev pirsgirêk xelas nabe. Çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîstî bi biryareke dî ya wêrek ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve heye, ez bawer im îro derfetek e û birêz Erdogan dikare gelek karan pêk bîne, partiya wî di meclîsê de piranî ye, li Tirkiyê bihêz e, li cîhana Îslamî û cîhanê bi giştî jî bihêz e, derfetek bo Erdogan bi xwe jî hatiye ko ew vê pirsê çareser bike û Tirkiyê ji pirsgirêkekê rizgar bike ko gelekî di berjewendiya herdu gelên tirk û kurd de ye, herwiha di berjewendiya pêşketina berdewam ya Tirkiyê de ye. Pirsa kurdî li Tirkiyê doza miletekî ye, lê ne ya PKK-ê ye, divê ev rastî jî li bîra Erdogan be ko pirsgirêk divê li ser masa gotûbêj û danûstanan bê çareser kirin, ne bi top û firokeyan û ne bi leşkir û gerîlayan.

Pirs: — Ango hûn di wê baweriyê de ne ko divê Partiya Dad û Geşepêdanê ya Erdogan û BDP gotûbêjan pêk bînin, lê ne wek Erdogan berî demekê got ew êdî digel BDP-ê naaxive?

Nêçîrvan Barzanî: — Bi baweriya min ev ne rast e. Gelekî pêwîst e ew digel BDP û aliyên dî jî baxive û gotûbêjan bike, ji ber ko di vê yekê de xêra Tirkiyê bi giştî û ya kurdan jî bi taybetî heye. Ez bawer im ko ji bo derketina ji vê tengezariyê divê Erdogan banga aştiyê bike. PKK jî bêguman divê çekan bêdeng bike û kar ji bo xweşkirina zemîneya çareserî û aşitiyê bike.

Pirs: — Niha li Tirkiyê mesela danîna destûreke nû li pêş e, wek çawa dibêjin destûra nû ya Îraqê, Îraq ji aliyê sistem û destûrê ve guherî, ev destûr jî wê Tirkiyeya nû ava bike, lê van şer û pêkdadanên dawiyê rewşa maqûl têk da ko raya giştî ya Tirkiyê û partiyên Tirkiyê jî digel wê yekê bin destûrek bê danîn gelek mafên kurdan tê de bi cih bibin. Nerîna we çi ye?

Nêçîrvan Barzanî: — PKK-ê bi kiryarên xwe yên leşkerî yên vê dawiyê ew hevsoziya ko li ba gelê tirk himber mafên kurdan çêbûbû, kuşt û dengên şovenist bihêz kirin. PKK-ê bi êrişên xwe raya giştî ya Tirkiyê li dijî kurdan livand, herwiha BDP-ê jî bi neçûna Meclîsê pisrgirêkeke kêmbuhatir bi ser mesela destûrê xist, ev herdu tişt jî ne di berjewendiya wê yekê de ne ko Tirkiye bibe xwediya destûrekê ko mafên kurdan tê de bên bi cih kirin. Pêwîst bû niha li şûna ko ev kiryarên çekdarî bên encam dan û ev operasyonên leşkirî bên kirin, herwiha li şûna gef û gefkariyê kurd mijûlê wê yekê bûna ka çawa ew destûr bi awayekî bê nivîsandin ko mafên kurdan tê de bên misoger kirin û Tirkiyê ber bi pêşve bibe, çawa dikarin zêdetir mafên xwe di wê destûrê de bi cih bikin û bo vê yekê projeyan pêşkêşî raya giştî ya Tirkiyê bikin, lê neko PKK bi çend kiryarên çekdarî raya giştî ya Tirkiyê li dijî Kurdan bixe tevgerê.

Ez dîsan dibêjim kurd pêwîste li Tirkiyê siyaseteke aştiyane bidin meşandin û dest ji şîdetê berdin, ji ber ko rewşa Tirkiyê, demokrasiya niha ya Tirkiyê, têkilî û girêdayînên Tirkiyê digel welatên Ewropa û têkiliyên Tirkiyê digel Emerîka ev hemû bi hev re xalên gelekî girîng in û kurd dikarin gelekî bi başî sûdê jê bibînin û xebeteke bihêz ya siyasî û aştiyane û sivîl ya bi bandor peyrew bikin. Kiryarên çekdarî tenê zerarê didin kurdan, raya giştî ya Tirkiyê li dijî kurdan dixe tevgerê û polîtîkaya hikûmeta Tirkiyê diguherîne, navê kurdan li derve têk dide. Ez çend berê xwe didim rewşa Tirkiyê dibînim ko tevî wê yekê jî xwestekek heye bi rastî dixwaze bighe encamekê, lê dema ew nêzîkî encamê dibe destekî têkder heye rasterast dikeve pêşiyê û hêza wî destî jî heye ko bi tiştekî gelek biçûk prosesa gelekî mezin seqet bike û têk bide. Ev rewşa niha ya Tirkiyê derfetek bû ko şansek ji Erdogan re bê dayîn ka dê vê rewş û prosesê ber bi kû de bibe, ewqas salan tehemul hat kirin, pêwîst bû demeke din jî tehemul bihata kirin, BDP-ê û wan hêzan diviya bû tehemul bikira. Hertim derfeta te heye bo destpêkirina xebata çekdarî li Çelê û derdorên wê, lê dema derfeta siyasî û aştiyane têkçû û hat têk dan gelekî zehmet e careke din çêbibe. Mixabin vê carê jî hat têk dan.

Pirs: — Hûn dibêjin PKK divê êriş neke û çekan deyne aliyekî, Ocalan jî meha borî got ew dê di hundirê hefteyekê de hemû gerîlayan li ciyekî kom bike, balyozxaneya Emerîka li Bexda di daxwiyaniya dawiyê de bo Rûdawê dibêje divê PKK bê merc çekan deyne, gelo ev çekdanîn hema wiha bêyî ti proses û di keşûhewayê şer de pêk tê?

Nêçîrvan Barzanî: — Ez di wê baweriyê de me ko çênabe PKK bi xurûr ligel bi van bûyeran tevbigere, bi baweriya min çekdanîn di çarçoveya proseseke siyasî ya çareseriya vê pirsgirêkê de mimkun e. Prosesek divê bê destpê kirin, divê hikûmeta Tirkiyê prosesa vebûna demokratîk germ bike, divê di encama wê prosesa siyasî de jî bighije wê qonaxê da çek bên danîn. Mirov divê hinekî realîst baxive, lê hema bibêjî çekan dane, ev ne mimkun e. Prosesek divê bê destpê kirin û tu di wê prosesê de bighîjî wê qonaxê. Li Tirkiyê îro îmkana xebata sivîl heye, li nav parlamentoyê û li ser cadeyan bi şêweyekî sivîl. Kurd dikarin gelekî bi başî sûdê ji van waran werbigrin. Xebata kurdan a li Tirkiyê divê bi hemû şêweyan bi rêyên aştiyane bê meşandin. Min di sala 1996-ê de Abdullah Ocalan li Sûriyê dît, wî pirsyarek ji min kir ko ti carî ji bîra min naçe, got; bi nerîna we em çi bikin? Min got bi baweriya min divê tu ji serê sibê û heta êvarî bibêjî aştî aştî, ti carî behsa tiştên dî neke, hun wiha dikarin viyan û piştevaniya Ewropa û Emerîkayê bi dest bînîn, lê divê ev biryar be û tu li ser wê biçî, ne hemû rojan biguherînî, ev divê bibe biryareke we ya stratejîk. PKK jî divê îro biryareke stratejîk bide û xebata aştiyane û siyasî bibe alternatîva PKK-ê ya stratejîk.

Pirs: — Emerîka ji bilî ko asmanê Îraqê di destê wê de ye, êrişên asmanî yên Tirkiyê jî bi agadariya wê tên kirin. Bi nerîna we Emerîka divê çi rolekê bilîze bo nehiştina vê rewşê û arîkarîkirina çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê, çi bangewazeke te heye bo Emerîkayê di heqê vê yekê de?

Nêçîrvan Barzanî: — Bi baweriya min divê Emerîka digel Tirkiyê hewla çareseriyeke aştiyane bide, hewldana Emerîka û welatên Ewropa bo çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd gelekî girîngtir e ji wê yekê ko rê bidin balafirên Tirkiyê û bên navçeyên herêma Kurdistanê bombebaran bikin. Ev bombebarankirin ji bilî zerara xelkê sivîl ê navçeyê, ti destkefteke dî ya wê nîne bo hemû aliyan û berî hemiyan jî bo Tirkiyeyê.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2011-08-28
Xwendin: 26221
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
Rênas Jiyan behsa ”çirûskîstan” û belkiya xwe dike (2010-10-31)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org