[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin
» Ebdilhekîm Beşar, Hillary Clinton û Burhan Xelyûn
 
HEWLÊR, 24/3 2012 — Sekreterê Partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê û endamê serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Ebdilhekîm Beşar di vê hevpeyvînê de behsa têkiliyên kurdan û Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê kir û got encûmena kurdî beşdarî meclisa erebî nabe.

Ebdulhekîm Beşarî got ew bawer dike ko Tirkiye danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê û Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê û herwiha têkiliyên encûmena kurdî digel welatên ewropî û derve jî baş teqîb dike û got Tirkiye naxwaze ko kurd li Sûriyeya piştî Beşar Esedî zêde mafan bi dest bixin.

***

Pirs: — Pêşniyara hevgirtina Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bi Meclisa Niştimanî ya Sûrî re heya niha nebûye cihê pesendkirina tevahiya aliyên encûmena kurdî, ev yek rast e?

Ebdilhekîm Beşar: — Tevahiya partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê niha li dijî wê yekê ne ko bi meclisa sûrî re bibin yek, ji ber hê jî bi awayekî zelal bersiva daxwazên gelê kurd nedaye. Ger helwesta Meclisa Niştimanî ya Sûrî wiha bimîne, em tevlî nabin û emê li dij jî derkevin.

Pirs: — Hinek kes dibêjin we berî civîna xwe ya dawî tekez kir ko Meclisa Niştimanî ya Sûrî mafên kurdan qebûl dike, û we di gotarekê de daxwaz kiribû herdu meclis bibin yek, ji ber çi we helwesta xwe guherand?

Ebdilhekîm Beşar: — Na min wiha negotibû. Gotara Burhan Xelyûn di kongreya Tunisê ya dostên gelê sûrî de cihê qebûlkirinê bû û herwiha helwesta wî ji doza kurd bi giştî û nemaze di civîna me bi wezîra derve ya Emerîkayê Hillary Clinton re, ko tekez kir divê daxwazên gelê kurd bên qebûl kirin. Lê gotara min behsa rewşa opozîsyona sûrî dike û pêdiviya tevgera lezgîn ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ber bi destpêkirina diyalogê bi Meclisa Niştimanî ya Sûrî re. Lê belê nakokiya serekî di navbera me de li ser hin dozên niştimanî yên giştî ye, wek rengê dewleta Sûrî piştî rêjîma Esed ji ber ko em daxwaz dikin Sûrî bibe dewleteke nemerkezî û sekûler lê meclisa sûrî dixwaze bibe dewleteke nemerkezîya îdarî û sivîl. Herwiha nakokiyeke bingehîn heye li ser stratejiya çareserkirina doza kurd li Sûriyê. Em daxwaz dikin gelê kurd û nasnameya wî ya netewî di destûrê de bên qebûl kirin û pirsa kurd li ser bingeha mafê çarenivîsê yan li gor peymanên navnetewî bê çareser kirin. Lê Meclisa Niştimanî ya Sûrî bi awayekî eşkere gelê kurd di destûrê de nas nake û herwiha mafê çarenivîsê û çareserkirina pirsa kurd li gor peymanên navdewletî red dike û dîtina wan ji çareserkirina pirsa kurd re ne zelal e.

Pirs: — Malpereke kurdî li ser zarê we belav kiribû ko encûmena kurdî ya sûrî li ser pirsa kurd li hev nekir, bi dîtina te gotûbêj di navbera herdu aliyan de wê berdewam bikin?

Ebdilhekîm Beşar: — Erê ev rast e. Em amade ne danûstandin û gotûbêjan berdewam bikin heya em nêrîna xwe derbarê rengê dewleta bê ya Sûrî û çawaniya çareserkirina pirsa kurd bi Meclisa Niştimanî ya Sûrî û aliyên din bidin bawer kirin. Lewra tu riyeke din li ber me tune ji xeynî diyalogê.

Pirs: — Gelo bi rastî yek ji sedemên nakokiyê ji aliyê kurdan ve, rêjeya nûnertiya kurdan di ofîsa cîbicîker û emîndartiya giştî di meclisa sûrî de ye?

Ebdilhekîm Beşar: — Tevî girîngiya wan, lê hê me qala van kitekitan nekiriye. Lê girîngiya serekî pêşî di tifaqa siyasî de ye û piştre mekanîzm û awayên karê hevbeş dikarin bên behs kirin; çi ko bi rengê koalîsyonekê be yan tevlîbûn be bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ligel parastina nasname û taybetmendiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî. Piştî pêkanîna lihevkirineke siyasî di navbera me de, Encûmena Niştimanî ya Kurdî dikare biryarê li ser vê yekê bide.

Pirs: — Ger tifaqiyek pêk hat û hûn tevî Meclisa Niştimanî ya Sûrî bûn, grûpa kurdî ko niha di meclisa sûrî de ye dê bibe nûnera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê yan dê hinek nav bên guherandin?

Ebdilhekîm Beşar: — Eger em peymanekê bi Meclisa Niştimanî ya Sûrî re girêbidin yan tevî bibin, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê dê her rola xwe wek nûnera gelê kurd li Sûrî bidomîne û kar bike û ji bo armanc û bernameya xwe ya taybet û serbixwe bixebite.

Pirs: — Tirkiyê cîrana Sûrî ye û guh dide rewşa Sûrî û nemaze kurdên wê. Gelo hevdîtin yan danûstandin ji aliyê ofîsa pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bi Tirkiyê re tên kirin?

Ebdilhekîm Beşar: — Têkiliyên rasterast di navbera me de nînin, lê di baweriya min de Tirkiye ji nêzîk ve diyaloga di navbera me û Meclisa Niştimanî ya Sûrî de dişopîne û herwiha pêwendiyên me bi dewletên ewropî re jî dişopîne. Bi dîtina min, Tirkiye dê zextan li dijberiya sûrî bike bi mebesta ko daxwazên gelê kurd û çespandina wan di destûrê de qebûl neke.

Pirs: — Di dema serokatiya we bo Encûmena Niştimanî ya Kurdî de li Sûriyê û çalakiyên we yên berçav bo gihandina gotara kurdî bo nûnerên dewletên mezin, we nêrîna van dewletan derbarê mafê kurdan li Sûrî çawa dît?

Ebdilhekîm Beşar: — Wan piştgiriya xwe bo doza kurd li Sûriyê tekez kir û berpirsekî emerîkî ji min re tekez kir ko her hikûmeteke sûrî ya bê ko mafên kurdan nas neke dê li jêr dorpêça wan ya siyasî û aborî bimîne heya bersiva daxwazên gelê kurd bide. Herwiha xanim Clinton di gotara xwe de li kongreya Tunisê û li pêşber dostên gelê sûrî tekez kir ko divê di Sûriyeya nû de mafên gelê kurd parastî bin. Lê ev hemû garantiyên Emerîka, Fransa û Brîtaniyayê devkî ne.

Pirs: — Heya niha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bi awayekî fermî li pirsa destêwerdana derveyî û çekdarkirina artêşê yan avakirina hêzên çekdar xwedî derneketiye, di dema dawî de hinek hêzên çekdar di nav kurdan hatin ragihandin wek hêza Maşûq Xeznewî, Artêşa Rojavayê Kurdistanê û hêzên Efrînê û hêzên Mişel Temo nêrîna we çi ye?

Ebdilhekîm Beşar: — Di baweriya min de belavbûna çekan li deverên kurdan tiştekî bi xof e û dibe ko di siberojê de bibe sedemê derketina şerê navxwe di navbera kurdan xwe bi xwe de. Lewma li deverên kurdan xebata siyasî tiştê herî baş e.

Pirs: — Piştî damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê hinek partiyên kurdî rastî parçebûnê hatin, tevî ko kolana kurdî pêşbîniya hevgirtinê dikir, gelo îhtîmal heye hûn û aliyê din yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê bibin yek?

Ebdilhekîm Beşar: — Em bi awayekî ciddî kar dikin ko partiyên nêzîkî hev bikin yek, em ne li dijî wê yekê ne biraderên me li partiya xwe ya dayîkê vegerin.

Pies: — Êdî salek di ser şoreşa sûrî re derbas dibe û gelê sûrî hê jî qurbaniyan dide di qadên azadiyê de û daxwaza destêwerdana derveyî û piştgiriya artêşa azad dike, tu çi dibêje?

Ebdilhekîm Beşar: — Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê destkefteke dîrokî ye û divê bê parastin, lê di heman demê de divê bê aktîv kirin da bikare li gor pêdiviyên qonaxa îro tevbigere û bi mebesta çespandina baweriyê di navbera aliyên encûmenê de. Em li pêşber qonaxeke dîrokî ne, lewma divê em bi aqilmendî gavan bavêjin. Divê em niha yek bin, ji ber em li hember pêvajoyeke çarenivîssaz in ji bo gelê sûrî bi giştî û gelê kurd bi taybetî. Bila slogana me di vê demê de yekîtî û kurdayetî be.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Rûdaw
Weşandin: 2012-03-24
Xwendin: 36073
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
Rênas Jiyan behsa ”çirûskîstan” û belkiya xwe dike (2010-10-31)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org