[ ŞEMÎ, 2024-12-21 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim
» Muhsin Kizilkaya
STENBOL, 14/4 2011 — Nivîskar û debatorê kurd Muhsin Kizilkaya di vê hevpeyvîna eksklusîv de ji Nefelê re behsa tehdîdên li ser jiyana xwe, xebata xwe ya edebî û jiyana xwe ya familyeyî dike û dibêje: — Li zora mirov diçe dema ko polîsên tirkan mirov ji kesên kurd biparêzin.

Muhsin Kizilkaya ji Hekarî, ji Çelê, ji gundê Gozereşê ye. Unîversiteya Stenbolê beşa zanistên siyasî qedandiye, bi salan bi awayekî profesyonerî karê rojnamevaniyê kiriye. Ew dibêje “Dema ko ez zarok bûm, min wesa dizanî ko Xwedê jî tenê kurdî dizane”. Ew wekî rojnamevanek û nivîskarekê jîr têt zanîn. Hemî di heqê kurdan de wî heta niha 11 pirtûk jî nivîsîne. Ew di heman demê de pireka esasî ya di nêvbeyna edebiyata kurdî bo tirkî de ye jî. Heft romanên Mehmed Uzun, sê yên Hesênê Metê, du jî yên Firat Cewerî jî di nav de bi dehan berhemên kurdî wergerandine tirkî.

Mirov dikare wî di her akitîvîteyeka sivîl û panelek cidî ya di heqê kurdan de jî bibîne. Ew berî niha eyamekê ji aliyê baskekê PKK-yê ko jê re dibêjin “Tayrebazên Azadiya Kurdistanê-TAK-ê” ve bi kuştinê hat tehdît kirin, niha jî di bin sîha polîsên mihafizan de dijî. Di vê hevpeyvînê de hon dê wî û trajediya wî, bîr û dîtinên wî yên li ser şer, edebiyat û jiyanê baştir nas bikin. Ka ew xwe di bin çavdêriya polîsên tirk de çawa his dike? Ji bo nivîskarekê kurd, rewşenbîrekê kurd ka ev hesteka çawa ne?

Wextê ko min ev hevpeyvîn digel wî dikir; dayîka wî, birayê wî, jinbiraya wî ji Hekarî hatin Stenbolê seredana wî. Dema min ew cilûbergên diya wî yên bi wê xemla hekarî dîtin û di xetên nav çavê wê, rûyê wê yê nûranî nêrî, min dêm û xetên her dayikeka kurd ya dinyadîtî û xwedanselat dît. Ew çawa giha malê, piştî nimêjê wê, pirsiyare sifreya xwarinê bo biçûkan kir. Tenê şefqet û hezkirina dayikekê ji nav gotinên wê diherikîn, neviyên xwe digirt û maç dikir, her wekî careke dî Muhsinê biçûk bigire ber milê xwe. Qet haya wê ji fesadî û dilreşiyên dinyaya desthilatdariyê tune bû. Ez zêde dirêj nekim kerem bikin hon û Muhsîn Kizilkaya.

***

»Faşistên tirkan min tehdîd dikin, kurd min tehdîd dikin vêca ez xwe ji kê biparêzim?«

Pirs: — Kek Muhsin, ez dixwazim pêşiyê rasterast bipirsim, ka jiyana di bin çavdêrî û parastina polîsan de çawa ye? Hestek çawa ye, tu xwe çawa his dikî?

Muhsin Kizilkaya: — Heta şûl di serê mirov de neyêt mirov nizane ka reng û esasê meseleyê çi ye. Heta niho qet min hêvî nedikir ko tiştek wiha di serê min de bêt. Lê dema kurd dixwazin li himberî belayan dilê xwe rehet bikin, dibêjin “şûl di serê mêran de tê”! Ez jî hima tiştek wesa bêjim. Rastî ji aliyê jiyana rojane ve ti guhortineke zêde di jiyana min de nîne, ji ber ko ji berê ve jî, min jiyaneka domestîk-navmalê dijiya. Kultureka min ya kafexane û cemaatan nîne.

Lê helbet, tiştên ko dilê min giran dikin, min xemgîn dikin hene; dema ko tu hemî jiyana xwe bi kul û xema miletê ko tu aîdî wî yî derbas bikî, paşê bêt niqteyeka wesa, tu li ser navê wî miletî bêt tehdîd kirin, ne tiştek xweş û hêsanî ye. Ne xweş e, li zora mirov diçe dema ko polîsê tirkan mirov ji kesên kurd biparêzin. Hestek pir xerîb e; tehrîfa vê yekê jî pir zehmet e. Ti dijminiya min digel kesê nîne, ez ne gangster û serokçete me jî, ez ne dewlemend im jî xwe ji kesekê biparêzim. Min di jîyana xwe de rojekê tenê tehdayiyek li ti evdekê Xwedê jî ne kiriye.

Ji aliyê dî, difikirim ko gelo çiyê min ne kurd e? Ji ziman, kultur, maf û her çiyê kurdan heye ko min li gorî hêza xwe ne parastiye? Min çi qusûr û zerer di heqê kurdan de kiriye? Min ji bona kîjan mafê kurdan xwe ne xistiye xeterê? Ez dizanim ko destê ti kurdekê naçiyê bê min bikuje. Lê dema hinek li ser navê rêxistinekê rabin tehdîteka wiha bikin, gelek kes û dor hene ko ji rewşeke wiha wezîfeyekê derxe, êdî tu nizanî ka kî dê wezîfeyeke çawa ji rewşeke wiha derxe.

Pirs: — Gelo çi tesîrên vê yekê li ser zarokên te çêdibe. Dizanim lawikê te, Mîro hêj dumehûnîvî ye. Lê temenê keçika te Liyanê ji çaran zêdeir e, ew çawa li mihafizên te dinêrin. An jî çi ji wan fêm dikin?

Muhsin Kizilkaya: — Belê, Mîro dumehûnîvî ye, dibe ko di paşerojê de haya wî ji van çîrokan çêbe; wextê min yê zêde digel Liyanê derbas dibe. Liyan hêj nizane çima ev birader digel me ne, tevlî jiyana me bûne. Lê ew ji wan hez dike, ew jî ji wê hez dikin. Ji ber ko Liyan gelek ji mûzika lazan hez dike ko hertim li ber direqise; polîsek ji wan jî laz e û hertim mûzika lazan ji Liyanê re vedike, ji bo wê li ser înternetê jî malpereka mûzika lazan dîtiye. Lê carina ew ji dayîka xwe dipirse ka çima ev mirov hatine cem me? Dayîka wê jî dibêje “Hevalê bavo ne”. Lewma Liyan ji wan natirse û dibêje “Ev hevalên bavo ne”.

Pirs: — Mihafizên te, ji te çi fêm dikin?

Muhsin Kizilkaya: — Helbet ji bo wan jî, dinyayeka guhortî ye; her ko diçe min, derdora min, mirovên dora min zêdetir nas dikin. Wan berê mihafiziya keçeka dewlemendekê sereke yê tirk kirine, dibêjin keçik heta sibehê diçû dîsko û baran ko ji bo wan pir zehmet bû. Niha li min, derdora min dinêrin, ez kurdî diaxivim, hevalê min kurd in, rewşenbîrên tirk in, ew êdî dizanin Murat Belge, Omer Laçiner, Umit Firat kî ne, wan nas dikin. Ji bo piştgiriya Ismail Beşikçi, piştgiriya doza Hrant Dink diçim ber deriyê dadgehan. Diçim konferansên di heqê kurdan de, beşdarî programên televîzyonan yên guftûgoyan dibim. Helbet ji bo wan jî ev hemî dinyayeka nû ne, ew jî hêj zêdetir kurdan nas dikin. Digel van hemiyan, ew karê xwe bi awayekê profesyonel dikin. Lê ez qet wekî polîsan li wan nanêrim, wekî insanan berê xwe didim wan. Ew û Liyan jî bûne heval.

»Ez keça xwe Liyanê bi çîrokên kurdî radizînim«

Pirs: — Baş e, tu bavekê çawan î an jî danûstandina te digel zarokên te çawa ye?

Muhsin Kizilkaya: — Weleh heta wextekê Liyanê wesa dizanî ko bavek wê yê televîzyonê yek jî yê malê heye. Helbet zarok bi serê xwe mesuliyetek in, li ser dêûbavan. Bar dibe çar-pênc qet. Liyan bi du kulturan mezin dibe, li dibîstanê tirkî ye, li malê jî kurdî ye. Heta niha qet digel min û dayîka xwe tirkî neaxivî ye. Ez her şêv berî ko ew raze miheqeq çîrokeka kurdî ji bo wê dixwînim an jî dibêjim. Pirtûkên APEC-ê yên zarokan Hesenê Metê bo min şandine, ez wan ji Liyanê re dixwînim. Tenê ez dixwazim tesîreka hezkirina kitêb û edebiyatê bi wê re çêbe an nexwe ti derdekê min yê ez “zanîneka siyasî” an jî îdeolojîk bidim wê nîne. Sibe dema ew mezin bû ew bo xwe rêyeka siyasî ya çawa bibijêre êdî ew keyfa wê ye. Ez gelek caran jî çîrokên xalê xwe Cebraîl bo wê dibêjim. Lê ez qet ti zoriyê li wê nakim, ew bi xwe ji çîrokên kurdî hez dike, heta carinan ez hindek çîrokên tirkî yên pedagojîk yên nivîskarên wekî Muzafer Izgu jî jê re dixwînim.


» Muhsin Kizilkaya digel keça xwe Liyanê

»Wijdana enetelektuelî ya kurdan îmtihaneke baş da«

Pirs: — Di heqê tehdîda ko li te hatî kirin de, te wijdan û reaksiyona entelektuelî ya kurdan çawa dît?

Muhsin Kizilkaya: — Di vî warî de reaksiyonek gelek baş min dît. Di serî de 41 rewşenbîrên kurd belavokek belav kirin ko vê belavokê tesîreka gelek baş pêk anî, di dezgehên medyaya tirkan de jî dengvedaneka gelek baş çêkir. Belkî cara pêşiyê ye ko wijdana entelektuelî bêdeng nema. Ev moralek û îmtihaneka gelek baş bû. Helbet ji rewşenbîrên tirk yên navûdeng jî hemiyan di heqê vê tehdîdê de nivîsin û piştgiriya xwe bo min nîşan dan, ji Ali Sirmen heya Akif Bekî.

Mesele ne tenê bo şexsê min, di rewşên wiha de divê mirov piştgiriyê bo herkesê bike. Ji ber ko heta niha ji bo gelek hevalan piştgiriyeka bi vî awayî çênebibû. Kurdan heta niha di vî warî de îmtihanên baş derbas nekirine. Lewma gotina kurdan ya ko dibêje “kurd qewmê kewê ne” pir meşhûr e. Divê nerazîbûnên wiha ji bo tehdîda li ser herkesê çêbin. Lewma çi dibe bila bibe divê dengê entelektuelan dengê wijdanê be, hew wijdan ne tiştek dî. Ez gelek minetdarê wan mirovan im ko divê meseleyê de bêdeng neman, heta gelek kesên ez qet nas jî nakim û dibe ko ji min hez jî nakin, piştgiriya xwe bo min nîşan dan; gelek giregirên BDP-yê bi xwe jî hatin cem min an jî bi telefonê li min geriyan û gotin ew tehdîda li ser min qebûl nakin. Lewma ez bawer dikim ko ev dê bibe pêngaveka baş, bo meseleyên bi vî rengî.

»TRT6-ê perdeya reş ji ser kurdî rakir«

Pirs: — TRT6, an jî programa te û kek Firat Cewerî »Em û Dem« çawa diçe, bo te bû tecribeyeka çawa?

Muhsin Kizilkaya: — »Em û Dem« nêzîkî du salan e dom dike, heta niha me 80 beş çêkirin. Di van beşan hemiya de em li ser rewşa kultur, hiner û edebiyata kurdî rawestiyan. Min ev dît ko behrek ya kurdî di navê de heye lê heya niha gelek kêm masî ji vê behrê hatine girtin û mifa jê hatiye wergirtin. Di “Em û Demê” de ji nivîskar û şairên dema nêzîk ji Herîrî heta Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî heta bêt bigihî dema modern Celadet, Kamuran û Mehmed Uzun, Doktor Şivan, Musa Anter, Mahmut Baksî, em li ser jiyan û berhemên gelek edîb û alimên kurd yên naskirî û nenaskirî yên dema me û yên kevin rawestiyan. Êş û kedera wan ya digel xak û miletê wan me anî ziman. Me berê xwe da kaniyên zelal yên ferhenga kurdî, ka çawa herikîne. Lewma ez dikarim gelek rehet bêjim ko behra kurdî hêj gelek kar lê nehatiye kirin û mifa jê nehatiye wergirtin.

Helbet me gelek rewşenbîr, nivîskar, resam û hinermendên kurd jî kirin mêvan. Ji aliyê mêvanan ve jî rewşeka pir enteresan min dît; gelek caran kesên ko me dikirin mêvan tirsa wan ya pêşiyê, li himberî zimanê wan bû, wan baş bawer nedikir ko ew dê bikarin bi kurdî xwe gelek bi hêsanî îfade bikin. Nemaze kurdên Navenda Anatolyayê. Lê dema ko ew dihatin studyoyê me didît ew dibûn wekî kewên gozel û dixûriyan, tiştên gelek enteresan digotin, em bi xwe jî şaş diman. Gelek mirovan bi vê sayê hevdu nas kir.

Her ez bawer dikim ko ji aliyê aşkerebûna potansiyela kultur û edebiyata kurdî ve jî, TRT6-ê perdeya reş qetand, ronahiyeka berbangeka nû vekir. Tirsa psîkolojîk ya li ser kurdî rabû. Bo nimûne, dema Liyan kanalên televîzyonê yên li ser sîstema dijîtal digere, TRT6-a kurdî jî dibîne û ev bo wê wekî tiştek gelek xwezayî ye. Halbûkî bo me, bo nifşên me û yên pêşiya me kurdî qet bi vî rengî ne tiştek xwezayî bû. Yanî ji bo psîkolojiya zarokên kurdan jî TRT6 tişteke baş e. Êdî ziman û kultura wan ya kurdî dê bo wan nebe cihê tirs û xofan.

Tesîra televîzyonê mezin e, di eslê xwe de, ger mirov li gorî siyaseta tradîsyonel ya dewletê li TRT6-ê binêre ew bi xwe jî nizane çi dike. Ji ber ko ji aliyê kulturî, ziman û edebiyatê ve, çi tiştê ko heta niha dewleta tirk dijber bû, ew tişt di vê kanalê de têt kirin. Tesîra vê kanalê ya kulturî û edebî dê di salên pêş de derkeve pêş. Ez ne tenê bo “Em û Demê” diaxivim. Bifikirin ko profesorekî wekî mamosta Kadrî Yıldırım di vê kanalê de li ser “Ziman û wêjeyê” digel Abdurrahman Adak û havalê xwe yê dî programekê çêdike. Ji aliyê zanîn û pisporiya wî ya li ser klasîkên kurdî ve, tu dikarî yek wekî mamosta Kadrî ji kû peyda bikî?

Yanî TRT-6 bêyî ko haya nîrê îdeolojîk û siyasî jê hebe ew raste rast xizmeta kultur û edebiyata kurdî dike. Rojekê tenê jî kesek nehatiye bo min ne gotiye, xetên me yên sor ev in an jî ev in, an jî divê tu pesnê tirkan û tirkitiyê bidî.

Li vir ez dixwazim ko çend gotinan di heqê wan kesên ko li dijî TRT6-ê derdikevin de jî bêjim. Dema ew li dijî TRT6-ê derdikevin, hingê divê ew hemî mewqî û meqamên xwe yên dewletê jî terk bikin. Tu wekî mamosta biçî di mektebên tirkan de heta êvarê tirkî nişanî zarokê kurdan bidî an jî tu wekî tehsildariyê heta êvarî pereyan li ser navê dewletê kom bikî û paşê li ser navê kurdîtiyê li dijî TRT6-ê derbikevî, ev ne karê aqil e.

Dema ko tu rabî di komîsyona wezareta derve de kar bikî û modela erebeya herî giran bikin bin te ve û tu miaşekê herî bilind jî bistînî, paşê li dijî TRT6-ê derbikevî, heta ti îtiraza te ji ti kanalên dî yên tirkî jî nebe, lê li dijî TRT6-ê derbikevî; dema ko tu biçî di parlamentoyê de li ser namûs û şerefa xwe sond bixwî û bêjî tu dê yêkîtiya xak û miletê tirkan biparêzî û miaşê xwe jî li gor wê asteyê bistînî, zarokê xwe jî di asteya bilind de sîgorte bikî û miaşê xwe yê teqawitiyê û hemî ewlekariyên xwe yên sosyal jî garantî bikî û paşê jî li dijî TRT6-ê derkevî, bi gotina herî sivik ev durûtî ye. Wekî min got heta niha kes nehatiye ji min re negotiye sond bixwe ko tu di TRT6-ê de dê xizmeta tirkan û tirkîtiyê bikî, xizmeta ez dikim ya kultur, edebiyat û zimanê kurdî ye. Kî ji vê jî nerehet be ew derdê wî/wê ye ne yê min e.

Pirs: — Wekî Liyanê gotî, em bên ser “babayê televîzyonê” tu gelek beşdarî programên televîzyonên tirkan yên bi tirkî dibî, her wekî hindek kurd ji vê derketina te ya televîzyonan jî ne gelek dilxweş bin?

Muhsin Kizilkaya: — Ez vê tenê wekî hesûdiyekê dibînim. Dibe ko faşîstên tirkan ji beşdarbûna min ya programên televîzyonan aciz bin. Lê heta niha min gotinek tenê li dijî kurdan ne gotiye. Dema ko ez derkevim ser ekranên televîzyonan ez rîskekê digirim ser xwe. Carekê sekreterekê partiyeka nîjadperest – ez navê wî nebêjim – bi telefonê li min geriya got: “Kurdê herî bi xeter tu yî, xwe biparêze!” Baş e vêca ez niha xwe ji kê biparêzim, ji kurdan an jî ji faşîstên tirkan! Ez vê jî bi hêviya wijdana kurdan ve dihêlim.

»Guhortinên tarîxî li Tirkiyeyê çêbûn-Kitêba Xanî, bingehê edebiya kurdî di nav weşanên dewletê de derket«

Pirs: — Bi giştî tu di heqê guhortinên li Tirkiyeyê çi difikirî?

Muhsin Kizilkaya: — Ez gelekê hêvîdar im, ez bawer dikim ko piştî hilbijartinan [ev hevpeyvîn berî ko lîsteyên partiyan aşkera bibin hatiye kirin] dê karên hêj baştir bên kirin. Dema mirov bi xwe di nav prosesa guhortinê de be, mirov baş lê hay nabe ka ew guhortina tarîxî çawa çêbûye. Gelek tiştên mezin çêdibin. Berhema ko hîmek û bingehekê esasî yê edebiyata kurdî ye di nav Weşanên Wezareta Kulturî ya Tirkiyeyê de derket. Dibe ko ev wekî tiştek besît xuya dike lê ji aliyê îdeolojiya resmî ya dewletê ve, ev nîşana guhortineka gelek mezin e, ev yek. Ya dî, ti kesê hêvî nedikir general bên darizandin, lê ew jî yek yek ketin ber darê darizandinê. Ya sêyê, konsensusek çêbûye ko destûreka nû, teksteka nû, peymaneka nû bêt çêkirin ko herkes bi xweseriya xwe ve beşdarî çêkirina vê peymana nû bibe; helbet piştî 80 salan ev guhortin çêdibe, ev jî guhortineka mezin e.

Ya ji hemiyê esastir peywendiyeke gelek esasî di nêvbeyna Kurdistana Iraqê û Tirkiye de pêk hat. Serokwezirê tirkan di nêvbeyna alaya Kurdistan û Tirkiyeyê de ji kek Mesûd re got “serok”.

»Kurdistan di tama sêvên bavê min de ye«

Pirs: — Kurdistana Iraqê hesteke çawe bi te re çê dike?

Muhsin Kizilkaya: — Weleh ez xwe gelekê nêzîkî xelkê Kurdistana Iraqê dîbînim. Babê min ji wir hatiye, yanî ez behdînî me. Em 20 km ji Barzanê bi dûr bûn. Ez bi dengê topên barzaniyan mezin bûm, min çavê xwe di bin kefiya sor de vekir. Gundê babê min Dêrişk bû, baxçeyên wî yên sêvan li wir hebûn, heta vê paşiyê jî hertim diçû ji wir bo me sêv dianîn. Bavê min guhdariya strana Genç Xelîl kir û wesa çavê xwe li dinê girt. Ew sêvên wî ji wir dianîn tama wan gelek xweş bû. Yanî Kurdistana Iraqê ji bo min wekî tama sêvên bavê min e.

Pirs: — Di hevpeyvîneka digel te, tu dibêjî min wesa dizanî ko “Xwedê jî tenê kurdî dizane”. Tu dikarî piçekê behsa vê bikî?

Muhsin Kizilkaya: — Ez li gundê Gozereşê yê Çelêya Colemêrgê hatim dinê. Gozereş di nêvbeyna du çiyayên nêzîk hev, di geliyekê de ye. Robarek jî di nava gund de derbas dibe, ji ber dengê robarî gundiyên me hertim bi dengê bilind digel hev qise dikirin, heta dema dihatin bajêr jî bi dengê bilind diaxivîn. Li wî robarî, li ber qontara wan çiyayan; dar, zinar hemî gul û giha û zindî hertişt bi kurdî bû. Erebe, elektrîk tune bû, radyoyek hebû ew jî an li ser kanalê radyoya Bexdayê beşa kurdî an jî li ser dengê Yêrîvanê bû, yanî radyo jî kurdî bû. Xwedê jî yêk bû û herkesê jî bi kurdî ji Xwedê re dia dikir; wê çaxê min digot, “Xwedê jî tenê kurdî dizane.” Jiyanek yekser û zelal bi kurdî bû.

»Ez soz didim ko bi kurdî binivîsim«

Pirs: — Dema niha em sohbetê jî dikin tu bi wê kurdiya ko zelal diherike diaxivî. Ew kurdiya tu diaxivî ji hemî serekaniyên asîmîlasyonê dûr e. Dizanim berhemên te yên tirkî jî, bi tirkiyeka pak û paqij in û jê tên hez kirin, lê gelo tu çima kurdî nanivisî?

Muhsin Kizilkaya: — Rast e, kurdî pêwîstiyek e bo hemî kurdan, divê di hemî warî de kurd li kurdî xwedî derkevin. Di meseleya kurdî de, ez hazirîyekê dikim. Lê heta niha min dît ko ji aliyê tesîrê û hejmara xwendevanan ve nivîsandina bi tirkî tesîra wê pirtir bû. Lewma ez dibêjim baş bû ko heta niha min dîtin û ramanên xwe bi tirkî anîne ziman. Pirtûka min ya pêşiyê “Eski Zaman Eşkıyaları-Eşqiyayên zemanên berê” di 1990-ê de derket, yanî beriya 20 salan. Ev pirtûk her du salan carekê çapekê dike. Lê ger berhemên min kurdî bûna, ez dizanim dê carekê bihatina çap kirin û hew. Ji ber ko bazara zimanê kurdî gelek kesat bû. Belê Mehmet Uzun bo xwe bazareka zimanê kurdî çêkir. Le gelek zehmet e ko mirov bibe Mehmed Uzun. Ew li Şamê û Ewropayê yek bi yek li dûv arşîvên kurdî geriya, wî xwe fêrî çend zimanan kir, peywendiyên wî yên digel dinyaya edebî gelek baş bûn. Paşê wî heft romanên gelek baş bi kurdî nivisîn. Lê ez bawer nakim ko ez wekî Muhsin Kizilkaya, bi kurdî nivîsandinê bibûma Muhsin Kizilkayayê îro. Lê ez soz didime te ji îro û şûnde ez dê hazîriya kurdî bikim û kurdî binivîsim jî.

»Edebiyata kurdî mucîzeyek pêk aniye«

Pirs: — Gelek spas ji bo vê sozê. Jixwe gelek hêjaye ko tu bi vê kurdiya xwe ya zelal û ciwan binivîsî. Di heqê edebiyata kurdî de tu çi difikirî, tu wê di rewş û asteka çawa de dibînî?

Muhsin Kizilkaya: — Edebiyata kurdî vê gavê gelek bi pêş ve çûye. Ez bawer nakim ko di dinê de, mucîzeyeke dî wiha ko di warê edebiyata kurdî de pêk hatî, hatibe pêk anîn. Em vegerin destpêka edebiyata tirkî di dema destpêkê de gelek feqîr bû, helbest û roman qet pêş neketibû. Edebiyata tirkî bi damezirandina Komara Tirkiyeyê li ser bingehekê millî bi pêş ket. Dema ko tu vê yekê digel kurdî miqayese bikî ferqek gelek mezin heye. Yanî tirkan pêşiyê “qanoneka millî” çêkirin û paşê gihan asta edebiyata modern. Lê kurd bi riya Mehmed Uzun bêyî ko li merheleyeke “milî” re derbas bibin raste rast romana modern nivîsîn. Di vê mijarê de tesîra Mehmed Uzun gelek mezin e. Heta edebiyata tirkî xwe gihand Orhan Pamuk gelek wext derbas bû. Lê edebiyata kurdî bêyî ko piştepal û piştgirî û bazarek jê re hebe, xwe raste rast avêt qada modern. Hesênê Metê, Firat Cewerî, Helîm Yusuf, Jan Dost, Enwer Karahan, Şener Ozmen, berhemên van hemiyan modern, kemilî û pêşketî ne. Tradîsyon tune be, afirandina berhemên xurt zehmet e. Bê dibistan, bê komele, bê arîkarî edebiyata kurdî mucîzeyek pêk anî û gelek bi pêş ket.

Lê bi ya min tiştek dî jî di pişt vê mucîzeyê de heye ko divê mirov bibîne, her nivîskarekê kurd herî kêm du zimanan dizane. Lewma ew baş serwext dibin ko ka di edebiyata zimanê dî de çi bûye, an jî ew edebiyat bi qunaxeke çawa re derbas bûye. Yanî pirzimanî bo kurdan bûye awantajeka mezin. Kurdan heta niha di edebiyatê de dengê xwe gelek bilind nekiribûn û gotina xwe negotibûn. Emil Michel Cioran dibêje: “Zalimên herî mezin ji nava mezlûmên serî lê nehatine birîn derdikevin” Rastî jî dê edebiyateke gelek mezin ji nav kurdan derkeve. Ji bo dengek çikbûye, tepeserkirî ye, binerdkirî ye. Dê qîjîniyeke gelek mezin ji vî dengî derkeve. Ev deng dê gelekê tesîrê li ser edebiyata Rojhilata-nêvê û dinê jî bike.

»Şoreşger’ dijminê demokrasiyê ne-xwezî qet dewlet tune bûyan«

Pirs: — Di heqê demokrasiyê de dîtina te çi ye, gelo kultura demokrasiyê çiqasê di nav kurdan de bi pêş ketiye? Yanî digel edebiyatê pêşketineka demokrasiyê jî heye?

Muhsin Kizilkaya: — Gava ko “şoreşger” şoreşê bikin, ev nivîskarê ko ez vê gave behsa wan dikim, dê hemî birevin. Kî şoreşê dike bila bike, komunîst, faşîst, oldar ferq nake. Ew mezlûm gava ko bûn hikûmran her çi dengên ko li wan xweş neyêt, dê ew wî dengî bifetisînin. Jixwe ji bo edebiyatê bêîqtidarî, melezî baştir e, xwezî hema ti kesî dewlet nebûya. Salên herî zêrîn ji bo edebiyatê ew in ko dema hêj dewlet nehatî ava kirin, dema dewlet tê ava kirin gelek, reng û dengên hinerî wenda dibin.

»Xweşmêrî li ser xwînrijandinê ye – helbet tradîsyonek ya bexişandinê jî heye«

Pirs: — Tu di heqê kultura şidetê de çi difikirî?

Muhsin Kizilkaya: — Weleh hinek dibêjin ger kurdan hevdu ne kuştibûna niha dinya zeft kiribûn. Hevkuştin jî di nav kurdan de gelek tebiî bûye. An jî dibêjin “Ev demek dirêj e, me kes ne kuştine kes behsa me nakin. Yanî li gor edetên kurdan an divê mirov mêrekê bikuje an jî jinekê birevîne. Mêranî û xweşmêrî li ser kuştinê hatiye ava kirin. Stranên kurdan; Emê Gozê, Lawikê Deştanî hemî li ser kuştin û jinrevandinê ne! Li himberî moxolan şer nekirine, tenê destana Keleha Dimdimê li himberî Şahê Ecem e.

Mario Vargas Llosa li ser gerîlayên Peruyê, “Aydinlik Yol – Riya Ronî” dinivîse. Ew dibêje gerîla diçûn gundên korucîyan, ew dikuştin û gotina “bavê min xayîn e” bi destê zarokên wan bi xwîna bavê wan li ser dîwaran didan nivîsandin. Vêca ew dibêje ev xwînrijandin hêj, ji dema medeniyeta Înka ve bi me re maye ko ji bo Xwedê mirov dibirin çiyayan û dikirin qurban, ev xwînrijandin ji wê baweriyê tê, rayên wê digihî wir.

Lê tevî hemiyê jî di nav kurdan de, tradîsyoneka bexişandinê, ya efuyê jî heye. Kurd xwînê didin zeviyekê. Ger yekê, yek kuşt û heft salan ti bi wî nehat kirin, hingê xwedanê xwînê dikare wî bi zeviyekê efû bike. Yanî hertim xwînrijandin bi awayekî hatiye rawestandin.

»Tiştek heya niha bi şer nehatiye çareser kirin«

Pirs: — Nêrina te ya li ser şer çi ye? Kurd dibêjin em şer nekin, em nikarin mafê xwe bi dest ve bînin an jî her me çi heye bi xêra şer e. Berî niha çend rojekê li Universiteya Bilgiyê Direktorê Sentera Mafê Mirovan ya Irlandayê Prof. Dr Brice Dickson di konferansekê de got: “Garry Adams dibêje ger ‘şer nebûya em ne digihan merheleya çêkirina sulhnameyê’”. Wî got: “Lê ez dibêjim digel hebûna şer jî me ev sulhname çêkir, ger şer nebûya me dê hêj bi zûtir sulhname çêkiriya.” Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

Muhsin Kizilkaya: — Helbet bi awayekî giştî mirovên ko canê xwe ji bo îdealên xwe dane, feda kirine xweştîvîyên me hemiyan in. Niyeta wan gelek pak û paqij bû.

Lê meseleya şer tişteka dî ye. Ka heta niha kîjan şerî li kîjan cihê dinê çi qazanç kiriye an çi çareser kiriye? Stalîn serê du milyon insan jê kir, goya ji bo mirovên dî mesûd û bextewar bin, ka bû çi? Welatê Tolstoy, yê Dostoyevsky, yê Çalkovsky çi lê hat? Ew şoreş çi bû, mifayê wê giha kê? Tarîx li ser niyetan nayêt fêm kirin.

Bo nimûne ji Yavuz Selim heta niha xedrên gelek mezin li elewiyên Tirkiyeyê hatine kirin, ti ne maye ko li serê wan nehatî. Lê rojekê tenê jî yekî elewî xwe ne şewitand, fîşekek ne avêt an jî derke ne sojand. Lê hikûmet îro ji bo wan forumên xebatê pêk tîne, serokwezîrê vî welatî diçe malên elewiyan (cem evi) da ko daxwaziyên wan bi cih bîne. Her ji bo kurdan jî her çi pêngaveka demokratîk hatiye avêtin di wê demê de hatiya avêtin dema ko dengê çekan rawestiya ye, kengê dengê çekan bilind bûye, hingê mafê jiyanê li kurdan jî teng bûye, kengê şer çêbûye hingê dewlet hêj zêdetir çûye ser kurdan. Pêngavên demokratîk yên îro jî tên avêtin ji ber prosesa Yêkitiya Ewropayê ye. Şerî hêj tiştek ji bo kurdan safî nekiriye.

Pirs: — Li gorî te ji aliyê kurdan ve, bi awayekî giştî riya pêkhatina civateka aştiyane dikare çawa çêbe, ji ber ko em dibînin kurd ji ber çêlekekê jî hevdu dikujin?

Muhsin Kizilkaya: — Heqîqetek heye ko divê rewşa aborî ya civata kurd xweş bibe û hestê edaletê jî di nav civatê de bi cih bibin. Heta mercên aborî yên civatê xweş nebin û civat xwe bêmesuliyet û bêxem nebîne, civat aram nabe. Insan li gorî pêwîstiyên xwe zalim dibin. Bo nimûne norwecî û swêdî ji kurdan zalimtir bûn, lê swêdiyan hesin dît û firotin dewlemend bûn, norweciyan jî petrol, ev hatina petrolê jî bi awayekî mequl li civata xwe belav kirin. Swêdiyan jî bi awayekê sîstemeka edalet û parvekirinê di nav xwe de çêkirin. Îro di dinê de du miletên herî aram norwecî û swêdî ne. Ez dibêjim divê sîstemeke wiha bo kurdan jî bêt dîtin.

Axa Kurdistanê dewlemend e, dema ko petrola ji Kurdistanê jî derdikeve bi awayekê bibe sedemê xweşkirina rewşa kurdan ma dê çima kurd hevdu an jî hinekan bikujin. Ta radeyekê doza mirovan di aseta pêşiyê de doza nanî ye.

»Xwarinçêkirin keşfeka ruhî ye«

Pirs: — Ez dizanim tu xwarinçêkerekê baş î, tu li ser xwarinçêkirinê dikarî çi bêjî?

Muhsin Kizilkaya: — Xwarinçêkirin karek ewqas cidî ye ko Murat Belge bi henekî dibêje “divê mirov vî karî bi hêviya jinan ve nehêle”. Şefên hemî resturantên meşhûr yên dinê zelam in. Xwarin afirandineka wesa ye ko serûbin, standart jê re tune ye; hemî li ser şiyan û afirandina te ye. Tu heman xwarinan bi heman pîvanan bidî pênc kevano an jî xwarinçêkeran, dê her yek ji te re xwarineka cida çêke, her çend pîvan û meterayal yek jî bin, xwarina ko bê ser sifrê dê yek ne wekî ya dî be. Tiştek heye ko jê re dibêjin biryara destî.

Di wextê xwe de qralê Fransayê ji sefîrê Fransa yê Stenbol re dibêje “Te çi li wir balkêş dît?” Ew dibêje “xwarinên wan gelek balkêş bûn”. Li ser vê qral dibêje “em şefekê rêkin cem wan bila xwarinên wan hîn bibe da ko ji me re jî çêke”. Şef sê mehan dimîne û vedigere, dibêje min her tişt fêm kir, lê min sê tişt fêm nekirin: Bi qerara destî xwê, bi qerara destî ron û bi qerar kelandin. Yanî pîvana van hersêyan dikare li gor her xwarinçêkerî bêt guhortin.

Helbet mirov dikare bêje di dinê de sê midbexên mezin yên sereke hene, yek ji ya osmaniyan e ya dî ya frensiyan e ya sêyê jî ya çîniyan e. Midbexa osmaniyan ne tenê ya tirkan e, ya hemî miletên vê herêmê û dorûber e. Midbexa frensiyan jî ya Efrîkayê û hemî cihên ko ew çûyinê û wan dagir kiriye ye. Çînîyan qet kêr neanîne ser sifrê û naxin nav xwarinê, ew hemî xwarina xwe li gor pîvana devî bîçuk hûr dikin, lewma xwarinê jî bi darikên biçûk dixwin. Bo nimûne goştê mirişkê dikin di nav ava kelandî nîv saatê derîgirtî dihêlin, paşê derdixin ser sifrê, kelandin an jî pijandin her ewqes e.

Lê hemî cûreyên xwarinê pêtirên wan feqîran dîtine, lê dewlemendan tam û lezet li wan xwarinan zêde kirine. Bo nimûne biftekê firensî, sê perçeyên goşt didanin ser hev, dema herdu parçeyên kêlekan li ser izgareyê şewitî yê navê jî baş dipije û xweş dibe, herdu parçeyên şewitî didin rexekê û yê navê dixwin; peydakirina sos û tamên xwarinê jî bi vî rengî ji aliyê dewlemendan ve li xwarinan hatine zêde kirin. Xwarina her miletekê ta radeyekê karekterê wî miletî jî nîşan dide. Miletên goştxwer gelek zalim in. Di eslê xwe de dibêjin rûvîkên mirovan û organizma an jî sîstema mirovan ya helandin û hezimkirinê ne li gorî goştxweriyê ye. Di tarîxê de jî miletê herî zalim û goştxwer moxol in. Mirovên bi giha û sewzeyan dijîn, mirovên hêmin in. Ne xelet bim Marks jî dibêje “tu çi bixwî tu ew î”.

Vêca ji bo min jî, xwarin pêşiyê ji min re mereqek bû, paşê jî pêwistiyek bû, ez wexteke dirêj di mala Vedat Gunyol de mam. Wî pêşiyê kaxez dixist daktîloyê paşê dest bi xarinçêkirinê dikir, li aliyekê li ser daktîloyê bû, li aliyê dî xwarîn çêdikir. Wî jî xwarinçêkirn ji Sabahattin Eyupogluyê neviyê Selahaddinê Eyubî girtibû. Ez bi xwe jî dema xwarinekê çêdikim, ji bo min wekî rehabilîtasyonekê ye. Yanî dema ez xwarinê çêdikim hêj baştir konsantreyî dinyaya xwe ya derûnî û nivîsandinê jî dibim; xwarînçêkirin bo min di heman demê de proseseka nivîsandinê ye jî.


» Muhsin Kizilkaya digel keça xwe Liyanê

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA mihemedsanri@gmail.com
Weşandin: 2011-04-14
Xwendin: 21057
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
Rênas Jiyan behsa ”çirûskîstan” û belkiya xwe dike (2010-10-31)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org